Kovara Nûbiharê Bi Jimara Xwe Ya138an Derket

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 138an derkete pêşberî xwendevanên xwe.

Nûbihar kete 25 saliya xwe

Nûbihara ku di Adara 1992yan de weşanxane, piştî heft mehan jî wekî kovareke xwerû ava bûye kete 25 saliya xwe.

Nûbiharê 25 sal berê li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe bi gelek weşanên din re dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi kitêbên xwe, çi jî bi kovara xwe bi hezaran metnên Kurdî çap kirine û ev tişt diyarî edebiyat û zimanê Kurdî kirine. Bi xebatên li ser dîrok û ziman, bi xebatên folkrîk û bi roman, çîrok, helbest û nirxandinan xebatên xwe yên edebî arşîveke hêja pêk aniye…

Di van salên weşanê de, wekî gelek weşan û kovarên din Nûbiharê jî ji bo Kurdên ji xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe mehrûm bûn, wekî mekteb û medresê kar kiriye û digel gelek xwendevanên zimanê Kurdî, gelek nivîskarên zimanê Kurdî jî di vê mekteb û medresê de perwerde bûne…

Ev jimara 138an ya Nûbiharê dîsa bi gelek nivîsan têr û tije ye…

Bi lêkolîn, hîkaye, folklor, ceribandin, biyografî, hevpeyvîn û bi helbestên xwe naveroka jimara dawîn ya Nûbiharê weha ye:

  • · -Ji Editor/Süleyman Çevik
  • · -Apê Ego û Serpêhatiya Nivîsîna Poêma “Têlî Hemze”/Celîlê Celîl
  • · -Ya işqê kirî kavil/Berken Bereh
  • · -Poetîkaya Helbestên Mela Ehmedê Zinarexî/Abdurrahman Adak
  • · -Hey! Şairo/Sîpanî
  • · -Kevoka kovî/Huseyn Şemrexî
  • · -Memo/Rojen Barnas
  • · -Heft Haîkû/Sidîq Gorîcan
  • · -Berhevoka destnivîsên Kurdî ya Prof. Martin Hartmann/Mehmet Gültekin
  • · -Du Eyûb Paşayên cihê: Eyûb Paşayê Kaskî û Eyûb Paşayê Zîlanî/Rohat Alakom
  • · -Kî dizanebelkî/M. Zahir Ertekin
  • · -Miradxanê Bayezîdî û çar xezelên wî/Tehsîn Îbrahîm Doskî
  • · -Morîkên Şîn/Receb Dildar
  • · -Ji berhemên Ebdurrehman Nacim: Rahnameya Diyarbekir/Seîd Veroj
  • · -Cana Min î/Mewlana Celaleddînê Romî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
  • · -Hîcret/Johann Wolfgang Von Goethe (Wergera ji Almanî:: Abdullah İncekan)
  • · -Emîn Zekî Beg (1880-1948)/Maruf Xeznedar (Wergera ji Soranî: Ziya Avci)
  • · -Têkoşîna Evîna Îlahî û ya Beşerî: Yûsuf û Zuleyxa/Zîwer Îlhan
  • · -Çêbûna Kultura Şîdetê/Roşan Lezgîn
  • · -Rojhilatê dilê min/Mehmet Ali Aluç
  • · -Jina Şivên/Henry Lawson (Wergera ji Îngilîzî: Shahînê Bekirê Soreklî
  • · -Zulf perîşan û xwêdayî û dev bi ken û mest/Hafizê Şîrazî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
  • · -Li Ser Guherîna Exlaqê Xebatê Anekdotek/Heinrich Böll (Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan)
  • · -Blûrvan -Serhatî-/Sehîdê Îbo (Tîpguheziya ji Kirîlî: Şemoyê Memê)
  • · -Simolek û Daristana Mezin/Nejla Sado
  • · -Kezîkurd/Nûdem Hezex
  • · -Bêhna Biharê/Bengîn Botî
  • · -Qurtek Çay/Mela Evdilhekîmê Badikî (Tîpguheziya ji Erebî: Mela Mihyedîn)
  • · -Tosinê Reşîd: Bêtirî gotarên min li ser pirsên çand û wêjeya Kurdî ne (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin)
  • · -Bi tenê tu hebûy, ya ji min here/Mem Med
  • · -Çend heval(ok)ên şeva hinê yên Kolikê/Evdî Hesqera-Mahmûdê Hesbêra
  • · -Metelmayî û hişê razayî/Emerîkê Sidîqayê
  • · -Rêwîtî/Murad Pola
  • · -Jina Kobanî/Gulcan Şirnexî
  • · -Di Peydabûna Sînemaya Netewî de Pirsgirekên Sînemaya Kurdî/Dilazad A.R.T

Nivîsa Ji Edîtor

Nûbihar, di Adara 1992yan de berê wekî weşanxane, piştî heft mehan jî bi heman navî wekî kovareke xwerû bi Kurdî dest bi weşanê kir. Ji wan deman hetanî îro vê xebata me ya du baskî çaryekê sedsalekê qedand û bi sala îsal kete 25 saliya xwe.

Kesên çîroka zimanê Kurdî ya li Tirkiyê dizanin, ew kes maneya 25 salan jî dizanin.

Zimanê te bi salan li te heram bûye, mekteb û xwendin tune bûye, sîstema dewletê bi ruh û şexsiyeta te jî lîstiye, lêbelê dîsa tu li ser piya mayî û bi zimanekî “tuneyî” te roman, çîrok û helbest nivîsîne.

Li Tirkiyê kar û xebatên li ser Kurdan di her dewrê de zehmet in.

Hetanî sala 1991ê derxistina kovar û kitêbên Kurdî qanûnen qedexe bû. Li pey rabûna vê qedexeyê bi gelek weşanên din re Nûbiharê jî dest bi weşanê kir.

Wan salan dîsa li welat şer hebû, lê xebatên siyasî û karên çandî jî hebûn.

Di van salên borî de atmosfera siyasî çi wextê nerm û sakîn bûye saziyên wekî me ku tenê xebatên çandî dikin, karê xwe rehettir kirine. Çi wextê şer û siyaset germ bûye, saziyên çandî jî bi awayeke neyênî tesîr girtine. Jixwe ne mumkin e meriv tesîr negire. Çiqas tu xwe ji vê atmosferê dûr bigirî jî bi ser nakevî…

Di bîst û pênc salên borî de, salek-du salên da­wîn netê, her sal radeya xwendevanan hêdî hêdî be jî bilind bûye. Bi taybetî jî di dema pêvajoya çareseriyê de hêviyek zêde di nav Kurdan de belav bûye û zimanê Kurdî bêhtir bala Kurdan kişandiye.

Dema şer ji carên berê bi şîdettir destpê kir, bi hezaran însanên me mirin, gelek kes koçber bûn, bajarên me ji binî ve xerab bûn û ticareta welat bi tevayî pêrîşan bû.

Ji bo aştiyê hêviyek mezin bi me re hebû, derbeyek mezin jî li vê hêviya me ket.

Ne tenê ev hêviya me şikiya, digel wê tirsek jî di nav xelkê de belav bû.

Ji ber ku dewlet bi ser gelek cihan de çû, gelek kes bi tirs û endîşe dipirsin, gelo wê çi derkeve pêşiya me? Gelo wê tiştek neyê serê derûdora min; memûr ditirsin dibêjin, gelo ji karê xwe nebim, mamosteyên bi Kurdî eleqedar dibûn ketine endîşeya pêşeroja xwe… Ji derûdorê em dibihîzin, ji memûrên dewletê hin kes xwe ji xwendin û şopandina weşanên Kurdî dûr digrin û wan vedişêrin, heta min ji hinekan bihîstiye ku kitêbên cem xwe jî şewitandine…

Ji aliyekî ve, ji her tebeqeyê însan hêvîşikestî ne û ji her tiştî sar bûne, li aliyê din jî ev însanên weşanên Kurdî dişopandin çavtirsiyayî bûne û ketine endîşeya pêşeroja xwe…

Piştî qedana pêvajoya çareseriyê îro rewşa weşangeriya Kurdî weha ye… Lê em dizanin û hêvîdar in ku ev tişteke demî ye û weha naçe. Di salên destpêka Nûbiharê de, di gelek rewşên xirab de jî me tu carî hêviya xwe wenda nekiriye û bi xêra vê hêviyê em gihaştine sala 25an.

Jixwe em dizanin, li pey her zivistanekê biharek, li pey her şevekê jî ronahiyek heye…

Süleyman Çevik

Derbar Rêvebir

Check Also

Sûleyman Çevik: Nûbihar Mîrata Medresan e

Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan …

Leave a Reply