Tag Archives: Dîrok

Tîrmeh, 2017

  • 20 Tîrmeh

    Navê Kurd û Kurdistan di dîrokê de – Beşa 3.

    Divê bê gotin ku ev her sê herêm, heta berî du sed salan, bawerîyên kevnar ên gelê Kurd ên wekî Êzidîtî û Yarsanî bi awayekî zindî di nav çanda xwe de bi xwedî dikirin lê piştî 1820an bi zordarîya Osmanî û bilindbûna radîkalîzmê li Kurdistanê, ev bawerî hêdî hêdî ji holê rabûn û vê gavê em dikarin tenê şopên wan …

  • 18 Tîrmeh

    Navê Kurd û Kurdistan di dîrokê de – Beşa 2.

    Di Dema Antîk De Bikaranîna Navê Kurd û Kurdistanê Tomarîyên Sumeran Navê Kurd û welatê wan di belgeyên Sumeran de bi navê “Kur-tî” an ku wekî “gelê jorî, gelê çîyayî” dibihure. Kurdzanê navdar Vladimir Minorsky (1877-1966), di nivîsara xwe ya ku li Ansîklopedyaya Îslamê li jêr serenavê “Ên Kurd” de hatiye weşandin, vê rastîyê dinivîse û tomar dike. Di beşê têkildar …

  • 16 Tîrmeh

    Navê Kurd û Kurdistan di dîrokê de – Beşa 1.

    Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De I Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û Kurdistanê gelek nêrîn, nivîs, nivîsar û lêkolîn hene. Ev rewşeke xwezayî ye, ji lew re wekî kesayet û netewe “Kurd” û wekî welatê wan “Kurdistan”, ji destpêka dîroka mirovahîyê ve li ser axa Mezopotamyaya  Jorîn bi cih e, heye û di çavkanîyên herî kevnar de jî …

Nîsan, 2017

  • 18 Nîsan

    Sembola Bedlîsê: Kevirê Qul

    Kevirê Qul ê Bedlîsê yê navdar, weke ku tê zanîn ji demên kevnar heta sala 1971-an, wek sembola Bedlîsê dihat zanîn. Mixabin di sala 1971-an de hate xerakirin. Ferîbotêke mezin bûye sedema xerakirina wî. Di sala 1971-an da, anîna ferîbotekî mezin li ser Behra Wan-ê tê fikirkirin. Kevirê Qul jî, li ser reya ber bi Tetwan-ê ve diçe ye. Berpirsyarên …

Adar, 2017

  • 25 Adar

    Roman û dîrok

    Pêwendiya roman û dîrokê pêwendiyeke resen e. Lê tu carî ew herdu ne yek in û nabin yek jî. Bila em bi pirsekê dest pê bikin: Xwendina romanekê ku behsa serdemekê dike, çi cudahiyeke wê ligel pirtûkeke dîrokî heye ku behsa heman serdemê dike? Ev pirs ne tenê li ser çêja xwendinê ye, lê pirseke kevn e ku li ser …

Sibat, 2017

  • 14 Sibat

    Awireke Dîrokî Li Rojavayê Kurdistanê II

    Awireke Dîrokî Li Rojavayê Kurdistanê II Ji Mîtanîyan Heta Mirdêsîyan Ber Bi Serdema Me Ve   Xerzî Xerzan … Pirs ev e: Gelo hemû dewletên revend û Ereban ku wê demê hatine avakirin, ne bi navê eşîra ku girêdayî wê ne hatine pênasekirin? Mînak, revendên Benî Uqeylan dewleteke bi navê Uqeylî, Benî Numeyran dewleteke bi navê Numeyrî ava kiriye û …

Rêbendan, 2017

  • 7 Rêbendan

    Awirek ji dîrokê li ser Rojavayê Kurdistanê (I)

    JI MITANÎYAN HETA MIRDÊSÎYAN BER BI SERDEMA ME VE Weke ku tê zanîn û li seranserê dinyayê jî wiha tê pêjirandin, Mêzopotamya dergûşa şaristanîyan e  û di warê zanistê de peyîtandî ye ku, mirovahî li navenda Mezopotamyayê, anku li Hîvika Zêrîn dest bi çalakîyên xwe ên serdema Neolîtîk kirîye. Ajal cara yekem li vir hatine kedîkirin, çandinî li vê axê …

Sermawêz, 2016

  • 10 Sermawêz

    Etîmolojiya peyva “dîrok” û “mêjû”

    Gotina “dîrok” di zimanê kurdî de ne xwedî temenke dûr û dirêj e. Di zimanê axaftinê de nehatiye bi karanîn. Herweha di zimanê nivîsê de jî mirov di van 70-80 salên dawî de rastî gotina “dîrokê” tê. Di şûna gotina “dîroka” îroyîn de her gotina tarîx hatiye bikaranîn. Weke tê zanîn tarîx gotineke bi erebî ye, lê ketiye nav zimanê …

Îlon, 2016

  • 28 Îlon

    Panoramayek Dîrokî li Dor Koka Navê (Kurdan)

    Min jî wek gelek hevalên xwe xwestiye ku ez li koka navê (Kurd), bigerim; ev nav ji kû hatiye, kê li me kiriye û ji kengî ve bikar hatiye? Li gor xwendin û xepartina min di nav pirtûkan de, ez bi vê encamê derketime: Dîroknas, erdnigar û nivîskarên kevin yên Yûnanî û Latînî nav li gelek welat, netew, çiya, çem …

Tebax, 2016

  • 20 Tebax

    Şerefname û Şerefxanê Bedlîsî

    Dîroka kurdan, careka din ji sedsala şazdeh û bi taybetî piştî Şerê Çaldiranê (1514) hat ve hildan. Di destpêka sedsala şazdeh de guhertinên nû bi ser hevrikatî û şerê di navbera herdu împeratoriyan de; Sefewî û Osmanî, li ser dagîrkirina Kurdistanê hatin û di navbera wan herdu împeratoriyên navbirî de rewş giha qonaxeka nûtir. Xuya ye ku mîr û mezinên …