Roman û dîrok

Pêwendiya roman û dîrokê pêwendiyeke resen e. Lê tu carî ew herdu ne yek in û nabin yek jî. Bila em bi pirsekê dest pê bikin: Xwendina romanekê ku behsa serdemekê dike, çi cudahiyeke wê ligel pirtûkeke dîrokî heye ku behsa heman serdemê dike? Ev pirs ne tenê li ser çêja xwendinê ye, lê pirseke kevn e ku li ser pêwendiya roman û dîrokê tê kirin û herdem dubare dibe.

 

Di bersiva vê pirsê de, romannivîsê Ereb ê navdar Necîb Mehfûz (1911-2006) û wergirê Xelata Nobel a Edebiyatê di sala 1988an de, dibêje: Pêwendiya nivîsandina roman û dîrokê curbicur e. Hin nûser li ser dîrokê romanê dinivîsin, da xelkê vegerînin serdemeke ku qediyaye, yan wê kesayetiya ku berê jiyaye, di vê rewşê de, dîrok dibe ji sedî 70 yê romanê û hunerkarî jî ji sedî 30 kêmtir e. Hin nûser jî tenê çarçoveya dîrokê werdigirin û bi riya wê babetên hevçax û nû nîşan didin. Lê cureyê sêyem ew e ku hin nûser, di dema xwendin û vegera wan bo dîrokê de, dikevin ramanên felsefî û ev jî dibe haveyna nivîsandina romana wan.

 

Romannivîsê fransî yê bi esl çekî, Milan Kundera (1929- ) derbarê ka gelo ew çawa dîrokê di romanên xwe de bikar tîne, dibêje: Di bûyerên dîrokî de, ez tenê wan bûyeran werdigirim ku ji bo fîgurên min rewşeke wicûdî ya rohnker diafirînin.

 

Ev gotina Kundera pêkan e wek teqezkirina corên duyem û sêyem ên wan romannivîsan bê dîtin ku Necîb Mehfûz behsa wan dike, ewên ku çarçoveya babetên dîrokî werdigirin û babetên nû û hevçax ji wan dirust dikin. Herwiha dîrok ji wan re dibe babeta raman û hizrên felsefî.

 

Dibe ku xwendina romanekê ku behsa serdemekê dike, bi çêjtir be ji xwendina dîroka heman serdemê, çimkî piraniya pirtûkên dîrokî, tekeziyê li ser bûyerên siyasî, civakî û aborî dikin û dîroka serkird, paşa û kesayetiyên siyasî dinivîsin. An wek gotineke berbelav dibêje: “Yên serkeftî dîtokê dinivîsin.”

 

Lê roman li nav dilê civakê ye û jiyana rojane û têkiliyên mirovî û hevrikiyên civakî wesf dike. Kundera dibêje: “Nivîsandina dîrokê ne têkildarî dîroka mirov, lê têkildarî dîroka civakê ye. Ji ber vê yekê ew bûyerên dîrokî ku di romanên min de derdikevin, pir caran ji aliyê dîroknivîsan ve nayên dîtin.”

 

Li gor vê gotina Kundera em dikarin bêjin tiştê romannivîs dibîne, tu carî dîroknivîs nabîne yan naxwaze bibîne û binivîse. Wek mînak, gelek pirtûk behsa şerê navxwe û wan nakokiyan dikin ku li çiya û li bajaran partî û aliyên kurdî li dijî hev kirine, lê ji xeynî ku pirtûkên dîrokî pişta xwe bi fakt û bûyerên rasteqîn ên dîrokê girê didin, tu pirtûkek ji wan pirtûkên dîrokî nikare wek romanên Bextiyar Elî mirov bibe nav bûyer û hûrgiliyên wan hevrikiyan. Bi sedan pirtûk li ser koçberî û hokarên wê û bavsalarî û pêwendiyên civakê hene, lê nikarin wek romanên Karwan Ebdula û Şêrzad Hesen bikin ku tu bi bûyeran re bijî. Tu pirtûk û gotareke rexneyî nikare wek romaneke Ebdula Serac wan xem û kovanan ku civaka me ji bêxemiya desthilat û serkirdan dikişîne nîşan bide.

 

Roman wek janreke edebî, di dîroka edebiyatê de wek hunereke nû û modern tê hejmartin. Lewma dîroka corên romanên nûtir e. Bi baweriya nûser û rexnegirê macarî Gyorgy Lukacs (1885-1971): Romana dîrokî di destpêka sedsala 19an û heta radeyekê bi nemana Napoleon re derket holê. Ew dibêje: Em dikarin belavbûna romana Waverley a helbestvan û romannivîsê skotlendî Walter Scott ku di sala 1814an de belav kir, wek destpêka vê coreyê bijmêrin. Pêkan e berî vê dîrokê, em hin romanên din bibînin ku behsa dîrokê kiribin, lê tenê ji aliyê hilbijartina babetê û bi awayekî serveyî û derveyî wek romanên dîrokî tên hejmartin.

 

Hinek romannivîs hene ku xwe terxanî nivîsandina dîrokê dikin. Wek mînek kesekî wek nivîskar û romannivîsê libnanî Jurji Zeydan (1861-1914) ku yek ji pêşengên romana dîrokî li ser asta cîhanê ye, bi xwe dîroknivîs jî bû, lê di 24 salan de 24 roman nivîsandin. Di tecrûbeya xwe de xwest çaxê dîroka îslamî, heta destpêka sedsala bîstan bi riya romanê vebêje, di piraniya romanên xwe de amaje dide wê yekê ku di plana wî de ye, dîrokê di romanên xwe de xilas bike, lê temen rê neda wî û nikarîbû wê dîrokê xilas bike. Lewra pê re negihîşt dîroka hin serdeman vebêje.

 

Tew van karên Jurji Zeydan wiha kir ku, gengeşeyek di navendên edebî yên erebî de dirust bibe derbarê ka gelo Jurji Zeydan dîroknivîs bû yan romannivîs bû? Yanî karên wî bi awayekî tevlîheviyek in ji dîrok û ji romanê ku ji hevcudakirina wan zehmet e.

 

Derbarê karên Jurji Zeydan, nivîskar û bîrmend û rexnegirê iraqî Dr. Ebdula Îbrahîm ku karên wî li ser asta cîhana erebî naskirî ne, dibêje: Hişyariya Jurji Zeydan bo dîrokê, hişyariyeke lawaz û hejar û diyarkirî û pabendî serdemekê bû, eger di seredema niha de jiyaba, dê ramana wî derbarê pêwendiya roman û dîrokê pêşketîtir bûya. Ez wiha dibînim ku nivîsên wî ne dîrok in û ne jî roman in.

 

Ev têgihiştina Jurji Zeydan rastî gelek êrişan hat û wek têkderê dîrokê hat tawanbarkirin. Bi dîtina Ebdula Îbrahîm ev tenê tohmet in, çimkî niyeta Jurji Zeydan ne xirab bû, lê şêwaza nivîsandina vegotinî, bûyerên dîrokî ji serdemekê vediguhêze serdemeke din, lewra hinek nerastî derdikevin holê ku tu kes nikare di tu proseyeke vegotina dîrokê de xwe ji wan bide alî.

 

Dibe ku romanên Jurji Zeydan bikevin qalibê coreya yekem ku Necîb Mehfûz behsa wan dike, ango yên ku: Dîrok di karên wan de dibe ji sedî 70 yê romanê û hunerkarî jî ji sedî 30 kêmtir dibe.

 

Herçiqasî romannivîs dîrokê binivîse yan bi niyet be vî karî bike, nabe ev bibe tevlîhevî hem ji bo wî û hem ji bo xwîner. Nabe nûser roman û dîrokê tevlî hev bike, divê hêleke cudaker di navbera van herdu waran de hebe û di dema xwendinê de, xwîner bi zelalî serwext be tiştê dixwîne roman an dîrok e.

 

Senger Zirarî-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply