Sembola Bedlîsê: Kevirê Qul

Kevirê Qul ê Bedlîsê yê navdar, weke ku tê zanîn ji demên kevnar heta sala 1971-an, wek sembola Bedlîsê dihat zanîn. Mixabin di sala 1971-an de hate xerakirin. Ferîbotêke mezin bûye sedema xerakirina wî.

Di sala 1971-an da, anîna ferîbotekî mezin li ser Behra Wan-ê tê fikirkirin. Kevirê Qul jî, li ser reya ber bi Tetwan-ê ve diçe ye. Berpirsyarên wê demê hisaban dikin û dibînin ku ew ferîbota mezin di nava Kevirê Qul da derbas nabe. Anegorî wan, çareseriya herî hêsan jî, xerakirina vî kevirê dîrokî ye. Weke tim û daîm ku hatîye kirin, dîsa hêjayiyekî dîrokî tê xerakirin an jî bi gotineka rasttir, tê windakirin.

Ji ber vê yekê, dînamitan havirdorê kevirî de bi cih dikin û diteqînin. Li gel Kevirê Qul, hêjayiyeka din a dîrokî jî, mixabin dîsa ji holê radibe.
Görüntünün olası içeriği: açık hava ve doğa
Wêneyekê kevn ê Kevirê Qul, di pirtûka H.F.B. Lynch a Ingilîs de heye. Tarîxa girtina wêne 1893 e. Ev wêne, di pirtûka xwe a bi navê “ Armenia Travels and Studies “(London, 1901) de weşandîye û ev kevir û reya wê wek “ Tûnela Semîramîs “ bi nav kirîye. Çawa gihiştîye vê ramanê ne xuya ye, bi tenê navê wê nivîsandîye. Weke ku tê zanîn Semîramîs hevjîna qiralê Babîl ê navdar Nebûqednezzar II e û prenseseka Med e.. Nebûqednezzar, ji bo Semîramîs a hevjîna xwe, rezên here mezin, xweşîk û binavûdeng ava kirîye, ji lew re Semîramîs pir bêrîya welatê xwe dikir û ji ber vê yekê û bo dilê hevjîna xwe a Med, Nebûqednezzar II ev rez da avakirin, û ew rez jî, wek yek ji wan heft hêjayiyên dinyayê tên zanîn. Dibe ku dema desthilatdariya xwe de li ser navê hevjîna xwe ev tûnel dabe avakirin, ji lew re rêya ku ber bi welatê Medan ve diçe, ji vê tûnelê derbas dibe, lê anegorî belgeyên dîrokî piştrastkirina vê angaştê tine ye. Dîsa hin lêkolîner ev tûnel wek avahîyeke Xaldî-Ûrartûyan dinivîsin… Lê ya rast çi ye, em nizanin, ji lew re lêkolîneka berfireh di der barê vê tûnelê de mixabin hê jî nehatîye kirin. Görüntünün olası içeriği: 2 kişi, açık hava

Kevirê Qul wek cihekê erdnigariyê, di nav çand û dîroka kurdan da bi cih bûye. Ji bo ravekirina navê rêyan, bajaran an jî pîvanan tim û daîm hatîye bikaranîn, bi taybetî jî, ji bo herêma Bedlîsê. Mînak; dema şerê cihanê a yekem de, artêşên Rûsan dest bi dagirkirina Kurdistanê dikin û lib bi lib bajaran têxine destê xwe. Di nav gel de, heta îro jî wiha tê gotin:

“ Ûris heta Kevirê Qul hatin û ji wir pê ve derbas nebûn “.

Bi rastî jî, artêşên Rûsan heta Kevirê Qul hatibûn û piştî şoreşa Bolşevîkan, paş ve kişiyabûn. Ji ber vê, meşa xwe a ber bi başûr ve rawestandin û li alîyê welatê xwe ve, an ku paş ve kişîyan. Pêşî de jî, gelek kurdên sivîl, komên leşkeran di nav xwe de saz kiribûn ji bo parastina welatê xwe. Gelek şerên dijwar nav bera Rûs û Kurdan de pêk hatin û gelek kurdên welatparêz jî jiyana xwe ji dest dan. Gelekên wan jî hêsîr hatin girtin û li wan welatên xerîb ên ku navê wan jî nizanibûn, hatin zindankirin. Lê dema artêşên Rûsan vegeriyan, şer jî qediya û kurdan dest bi ava kirina bajarên xwe kirin. Hinek ji hêsîran, bi rêya revê vegeriyan welatê xwe, hinekên wan jî li wan deveran man. Gotareke dewlemend a Mamoste Celîl ê Celîl di der barê wan kurdên hêsîr ên ku li Rûsyayê mane de, heye.

Wêne: Ji pirtûka H.F.B. Lynch, a bi navê: Armenia Travels and Studies (London / 1901)

Dirokvan Xerzî Xerzan

Otomatik alternatif metin yok.

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply