Şevnimêja Beraetê

Bi gorana salnameya Hîcrî, roja 14ê Şabanê êvarê şevnimêja beraetê ye. Di nav alemê  Îslamê de şevekî pîroz e û her sal tê pîrozkirin. Beraet ; Xelasbûn, xwe Ji gunehan dûr xistin, pakbûyîn e  û ji stûbariyê safî bûne. Her roj û şev fersenda mirovan  heye ku xwe efû bike  lêbelê  Xwedê Teala pir caran jî fersendên mezin dide me mirovan. Ev fersenda  yek jî şevek şeva Bereatê ye. Xwedê Teala ji me re fersendeke  mezin dide ku em xwe biborînin, efûyê bixwazin ku Ew jî me ef bike. Xwedî ji me dixwaze ku em bixwazin. Kî xîretê bike xwe  bispîrîne Xwedê  wê Xwedê  bide wî. Mîna kesê ku bibêje ez birçîme û şixula xwe neke çawa ku wê birçî bimîne. Em jî ku ji Xwedayê xwe re dia, nimêj û teatê nekin wê çawa Xwedê bide me. Di nav me mislimanan de nexweşiyek heye em tim dibêjin “Em nimêj û dia nakin lêbelê bira Xwedî bide me !”

Tê gotin ku di beriya şerekî Hz.Musa û Firawun de(ku çîrok be jî tê de şîret heye); Fîrawûn bikafiriya xwe heta sibê ba Xwedê kiriye û gotiye “Ya Rebbî, min li ber Musa mahçûp neke…” Hz.Musa jî çû ye raketiye. Di roja şerê de Fîrawun serkeftî bûye. Hz.Musa dibêje “Ya Rebbî, em misliman in û ew muşrik e çawa ew serkeftî bû?” Xwedî Teala jî jê re dibêje “Ev bi şev heta sibê raneket û yadê min kir û dia kir ya te?!” Ku kafir jî  bişxule Xwedê didiyê, Xwedê cudahî nake nav mirovan çimkî Xwedê Rahman û rahîm e. Pêxemberê me Hz.Muhammed(s.x.l.) di derbarê şevnimêja Bereatê de wiha dbêje:   “Meha Şabanê mehek bi fazîlet e, meriv bi vê  nizane, di vî mehê de kirinê me ji Xwedê re tê pêşkêş kirin. Ez jî ji kirinê xwe bi rojiyê pêşkêş dikim.” (Nesaî)   Dayîka me Hz.Eyşe wiha dibêje : “ Resulê Xwedê di meha Şabanê de ewqas ku rojî girtiye qe di mehê dinan de negirtiye. Yek caran jî temamiyê vî mehê bi rojî bûye.” (Buharî)   “Şeva Bereatê de deriyê ezmanê vedibe, ferîşte (melek) jî mizgînê dide mûmîna û handan(teşwîk) dike.” (Nesaî,Beyhaqî)   “15ê  şeva Şabanê bi şev bi îbadetê, bi roj jî  bi rojiyê derbas bikin! Vê şevê Xwedê Teala  wiha dibêje: “ Ê bexşiyê dixwazin tunenin ku ez wan efû bikim?  Ê roziyê dixwazin tunenin ku ez roziyê wan bidimê?  Ê derd û keserê wan tune nin ku ez sihetê û noşiyê bidimê? Ev rewşa heta sibê dewam dike.” (Îbnê Mace)   “Şeva 15ê Şabanê rehmeta îlahî cîhanê tev digre, herkes ef dibe. Encax ê ku  mislimanan  re neheqî û hesûdî dikin û ji Xwedê re şîriktî dikin nayê bexşandin.” (Beyhaqî” (Hz.Cebraîl  dihat “ Rabe, nimêjê û dia bike! Îşev şeva 15ê Şabanê ye” digot. Ku îşev wiha bijîn Xwedî Teala ef dike, tenê muşrîk, efsûndar, temih, kîndar, meyxwer, ehlê bî”da, mişeperexwer û zen dikin ef nabin.” (Tebaranî) Xwedayê me ji me pir hez dike û fersend daye me lêbelê pir caran jî di şev û rojên pîroz de fersendên mezin dide me.

Xwedê vê şevê ji misliman û miletên bindest re deriye xêrê veke… Şevnimêja we û gelên mislimanan pîroz bibe..

Paşa Amedî

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply