Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî

Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan da berbiçav ketibû û çend medalya sitendibûn, havîngehek ji xwe ra çê kiribû û dixwest ji goma heywanan ya kêleka havîngehê êlêktrîkê bikişîne. Lê hukumetê destûr ne dida. Û bona ku bikaribe bi ser keve, nameyek ji hukumetê ra nivîsî, ku bi van xetan va xilas dibû:

-Min çend salan di ordîya Sovyetî da dijî faşîstan şer kirîye, birîndar bûme û ji bo wê jî min çend medalya sitendine. Ew çawa dibe, ku hûn êlêktrîkê didine heywanan, lê nadine min?

Piştî wê nameyê, rojtira dinê hukumetê bi xwe êlêktrîk kişande havîngeha wî.

 

Baylozê Çaçan û gundîyekî gunehkar

Baylozê Çaçan gava dadxwazê (prokûror, sawcî) navçeyekê bû, wextê dadkirinê ji gundîyekî kurd dipirse: “Te ji bo çi ew pez dizîn?”. Gundî lê vedigerîne, dibê:

-Min ne dizîne, min ew ji erdê dîtine.

Dadxwaz şaş dimîne û li ser wî hêrs dikeve, ku çawa dibe merî kerî pez li erdê bibîne.

Gundî lê vedigerîne, dibêjê:

-Maqûl dadxwaz, tu jî carna hinek pere ji erdê dibînî!”. (Bi fikra, ku tu jî carna bertîlê dixwî).

 

Stranbêjek û dengbêjî

Ji we gelekan dengê dengbêjên me bihîstîye û pê heyrî mane. Lê kêm mirov zanin, ku dibe dengê yekî ji wan di radyoya kurdî ya Rewanê da nehata nivîsarê û em îro pê şa nebûne. Gava jê ra gotibûn: “Dengê te gelekî xweş e, baştir e dengê te bikeve radyoyê”, wî çend salan ne dixwest, lê paşê ew dane bawerkirinê, ku ew şaş difikire û dengê wî hate qeydkirinê, bû xemila hunermendîya me ya sitiranê. Lê ji bo çi ne dixwest? Bahaneya wî jî ev bû:

  • Heyran, gava ku ez baş bistirêm, guhdar wê bêjin: “Kurê kerê çi xweş distirê!”. Ez

xirab bistirêm, guhdar wê bêjin: “Kurê kerê qet baş nastirê!”.

Riataza.com – Amadekar: Têmûrê Xelîl

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply