Romana Warê Nû

Min di Twîterê de twîterek belav kiribû û gotibû ”Niha ez Romana birêz Yusuf Kaynak dixwînim. Romanek balkêş e. Jîyana kurdan, lêgerîna wan, rêwîtîya wan, zahmetî ên jiyanê û gera li cih û warêkê nû tê rave kirin. Dema ez xwendina wê biqedînim ez ê gotareke derbarê wê de binivîsim, romanê binirxînim, şîrove bikim.”

Romana birêz Yusuf Kaynak ”Warê Nû” di nav weşanên ”Sîtav” de li Wanê derketiye. Roman 303 rûpel e. Di romanê de beş û dabeş tune, lewre jî xwendina wê mirov diwestîne. Lêbelê zimanê berhemê baş e. Bi edîtoriya Qahir Bateyî û serrastkirina Serwet Denîz zimanê romanê baştir bûye.

Ji ber sedemên siyasî û aborî, koçberî, sirgûn, lêgerîna li warê nû bûye qedera/çarenûsa kurdan. Bê dewletbûn mirov neçar dike, zilm û zordariya dagirkeran mirov koçber dike. Li cîhanê neteweya ku însanên wê belawela bûne di serî de kurd in. Kurd li herderê cîhanê hene. Ji ber sedemên aborî û siyasî ji welatê xwe bûne, di welatên neteweyên din de wek koçber , penaber bi cih û war bûne û ew derana ji wan re bûne warê nû.

Fexro kurdekî gundî ji gundê Ruhayê ye. Ew ji bo kardîtinê serî li saziya kar dîtinê a dewletê dixe. Sazî jê re li Holandayê kar dibîne. Di demeke de, dewleta Holandê ji dewleta komara Tirkiyê karker dixwaze û ji Tirkiyê gelek karker diçine Holanda û Almanyayê.

Romana birêz Yusuf Kaynak bal dikşîne ser mijara warê nû. Fexro ji bo çûyina Holandê bi trênê rêwîtî dike. Di trênê de bi yekî ermeniyê bajarê Kayseriyê re dibe nas û dost. Rêwîtiya Fexro a bi trênê ji bo çûyina bajarê Arhemê ya Holandayê bi teferuat, ango bi taswîrên berfereh hatiye qal kirin. Ravekirina vê rêwîtiya bi trênê wisa dirêje ku romanê fetisandiye û werimandiye.

Gundiyekî kurd î reben ji gundê xwe tê welatekî Ewropayê. Welatek modern, pêşketî, Lêbelê ji bo Fexro welatê xerîbiyê ye. Xerîbî zor e, zahmet e.

Rêwîtiya Fexro a di trênê de tam 120 rûpel tê qal kirin. Piştî ravekirina ewqas dirêj ka em binêrin li bajarê Arhemê çi dibe. Roman dibe romana rêwîtiya bi trênê ber bi warê nû ve.

Êdî li bajarê Arhemê, li warê nû ê Fexro jiyana wî a nû dest pê dike. Fexro li Arhemê di pansiyonek de bi cih dibe. Di pansiyonê de hinek karkerên tirk jî hene. Dema Fexro li serşûşkê xwe dişo û dibîne ku di muslixê de ava sar û germ tê, ji bo serşûştinê sabûn na şanpo heye, êdî fêm dike ku dê jiyana wî jê pêde bê guhertin.

Fexro cara yekem televizyonê li wir dibîne. Ew gelek tiştên ên nû dibîne ku ji xwe re dimîne şaş û ecêb, Di romanê de bîranîn, serpêhatî û serboriya gundiyekî ku dice Ewropayê, dibe karker û di şîrketa/fîrma bi nave “Biliton”ê de dixebite tê qal kirin. Di romanê de mijareke ku wek xwendevanekî bala min bikşîne yan jî min têxe nav meraqê min nedît. Lêbelê helbet întresa her xwendevanî wekhev nîn e. Naveroka berhemek, hinek mijarên di tê de cih digrin dibe ku li xweşa hinek xwendevanan here û li xweşa hinek xwendevanan nere. Û herweha normale ku hinek xwendevan mijarê biecibînin û hinek neecibînin.

Fexro ji xwe re bi keçeka holandî  ku navê wê Sophie re dizewice û di nav rehetî û aramî û xweşîtiyê de dijî. Ji xwe hevoka dawî “Fexro ji xwe re jiyanek li wî welatî ava kir”e ye.

Gotina ku gotine/dibêjin; “jiyana her kurdek dikare bibe roman” re ev romana “Warê Nû” dikare bibe mînakek rastiya wê gotinê.

Ji vî cure romanan re dibêjin romanên modern klasîk/klasîka nûjen. Ev peyv aîdê min nîn e. Hinek rexnegirên edebî yên Ewropî û li Tirkiyê jî romannivîserê navdar Ahmed Altan bi kar anîbû.

Ez dixwazim wek zanînek gelemperî hinek behsa berhemên ku wek modern klasîk têne binav kirin bikim.

Romanên moder klasîk ji klasîkên ku li cîhanê navdarin cuda ne. Ev şêwe roman di sedsala bîstan de derketine holê û ji alî hinek romannivîseran ve hatine afirandin. Berhemên klasîk ên rusan û ewropiyan di sedsala 17, 18 û 19an de hatine weşandinê.

Berhemên ku di kategoriya modern klasîk/klasîka nûjen de ne curbecur in. Gelek cureyên wan di nav wêjeya cîhanê de hene. Hinek edebiyatzan/wêjenas romanên fantastîk ên honaka zanîstiyê jî di nav cure romanên modern klasîk de dihesibînin. Hinek jî dibêjin romanên George Orwell û li Tirkiyê jî romanên Ahmed Altan romanên modern klasîk in.

Di sedsala bîstan de bi taybetî jî piştî şerê cîhanê ê duyem di romanê de, di şêweya lîteratura wêjeyî de xwenûhkirin pêk hat û gelek ekolên edebî ên nû derketin holê. Hinek ekol bûn bi navûdeng, bûne gerdûnî, ango bûn navnetewî û li tevahiya cîhanê belav bûn, bandor danin û mohra xwe li berhemên wêjeyî xistin. Lewre jî, berhemên/romanên modern klasîk ji blî naverokê, Ji naverokê wêdetir, klasîkên nûjen di heman demê de ji demên berê jî guhertinek nîşan didin û şêwazeke nû rave dikin.

Romana birêz Yusuf Kaynak rêwîtiyeke dûr û dirêj kiriye mijara romana xwe û naveroka wê li ser vê rêwîtiyê hunandiye. Bi vî şêweyê afirandina romanan di nav wêjeya cîhanê de jî hene. Wek mînak; berhemek ji klasîkek nûjen, romana bi navê ”Li Ser Rê” a Jack Kerouac. Ev roman bi şêwazek nûjen, hewayî, bêhnvedan hatiye nivîsandin, ew li ser erebe û exlaqên sar û hêsan û ciwaniyek bi hêz e. Ev modern klasîkek e, ceribandinek demê û bangek gerdûnî tê de heye. Mînakek din; romanek din ku bi gelemperî di nav lîsteya klasîkên nûjen ên hemdem de tê dîtin, romana Joseph Heller’s a bi navê ”Girtina-22” e. Ew bê guman her pênaseya modern klasîk a mayînde, lêbelê bi tevahî nûjen peyda dike.

Û herweha Phillip Roth yek ji nivîskarên sereke yên klasîkên nûjen e. Di kariyera xweya destpêkê de, ew bi ”Giliyê Portnoy”, ku tê de zayendiya ciwaniyê bi awayên bêhempa hate vedîtin, hate nas kirin. Ev roman jî romaneke klasîka nûjen e. Û li Tirkiyê jî hinek romanên Ahmed Altan dikevin kategoriya klasîka nûjen.

Beriya ku ez gotara xwe dawî bikim, dixwazim ji devê nivîskarê romanê mebesta nivîsîna wî a romanê bi gotinên wî rave bikim :

” Mebesta min bi vê romanê wek cure bîoxrafî û cure belgenameyeke salê hezarnehsedşêştî li ewropa rojava karkerê koçber çawa, bi çi rengî çûne, sedema çûna wan a sereke karkerên Kurd û Tirk kir mijar, bo rojeke bibe belgeke an jî bibe romeneke dîrokî. Bi vê şêwaza romannusîne xwast ne tenê Kurd li Almanya li her derê ewropê belav dijîn, belê nifûsa duwemîn an jî sêyemîn êdî bûne Kurdê dîaspore yanê ewropê. Ev roman cure pexşaneke vegotine ku ji nifşe duwaroje re bibe çavkanî. Bi stîla romane her peyv û têgehe xwe anîne zimên, lewra bo Kurdên ewropê û yê welêt re jî girîng e ji dîroka dawî a nîv-sedsala çûyî xeberdar bin; vê romanê bixwînin ka çawa li ewropê bi cîh û war bûn.

Ji jîyana rastî mijar girtiye, hineke dişibe belgenamê dîrokî, bi taybetî dokumentereke derheqe bîyanîyan û penaberên sedsala çûyî ku hatine ewropê. Bi taybetî  bîrdozî bo koçbere Kurdan û Tirkan e. Loma Warê Nû her Kurdek dikare bi hêsanî ji mijare famke û ji bo ku çîroka însanê me yê li ewropê, li dîaspore ye, hemî jî dişibin hevdu, ferq di navbera Swêd û Belçîka û Franse û Nemse de nîne, çîrok her yek e.“

Naveroka romanê weke ku min di destpêka şîroveya nivîsa xwe de bi kurtahî rave kiribû; ” Mijareke bi serê xwe ye di salê 1960î de dema karkerên bîyanî berê xwe dane ewrope, du rejima awerte a hezar nehsed şêştî de ji Tirkîye jî karker û xebatkarên Tirk û Kurdan jî koçkirin çûn ewrope, ji ber feqîrî û belangazîye. Mijar koçerîye…

Fexro di wê demê de bi çi astengîyan gehêştîye Hollandê. Lê kar kiriye dû re jî jê re bûye Warê Nû. Çiqas dijwarî hebin yek û yek ceribandine, çi rayedariyê bilind li Hollandê hebûne tê re derbas bûye. Dû re dibe xwedan meslek û dibe merivekî şêwirmend û wergêr, lê hêdî venagare welate jê hatî.“

Birêz Yusuf Kaynak, romaneke klasîka nûjen li wêjeya kurdî zêde kiriye û wî bi vê berhema xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemend kiriye.

Lokman POLAT

Çavkanî :

Yusuf Kaynak – ”Warê Nû” weşanên ”Sîtav” Wan.

Yusuf Kaynak – Roman û ”Warê Nû” Malpera Rûpela Nû.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply