Rojniviska Spînoza – Hasan Filitoğlu

Rojnivîska spînoza yekem romana Şener özmen e. Lê tiştek balkeşe dema em vekolîna naverokê, teşe, tarz, vegotin û hevoksazî ya nivîskar dinhêrîn ew kelecana kurdî di nav romanê de nabînîn. Berewajkî hostetîya nivîskar di hemû rûpela de xwe dide nîşan. Ev peyvsazî û hevoksazîya nivîskar bikaranîye hêjayê gotinê ye ku gelek gelek serkeftî ye. Peyvên nû bihevokan re bîawayek resen girêdaye. Heta ku deste nivîskar  hatîye pêy şopa hevokên duv û dirêj ketîye û hevokên xweser afirandîye. Bi dilek rihet mirov dikare bêje ku ev hevok sazîya nivîskar bikaranîye ji bo paşeroja wejeya kurdî ya modern tiştek pir baş e û ewê bandorek mezin ser wejeya kurdî çêbike.

Naveroka romanê bi kurtasî malbatên belavkirî, jiyanên tevlîhev û di nav vê rewşê de derûna mirova ye. Naverok ji bo wejeya kurdî ne bîyanî ye. Lewra her çar parçeyê kurdistanê û di nav  van qetan de mişextî û koçberîya kurda û derd û xemên girêdayê jiyana kurda bi tena serê xwe mijarek giring e. Jixwe her dem ji bo rewşenbîrên kurda ev mijaran bûne mijarên sereke. Îja şenerözmen jî ev naverok jixwe re hilbijartîye û bi tarz û teşeyek modern hevokên nûpînû bikaraniye. Bivî şeklî rojnivîska spînoza xwe ji pirtûkên din cudatir kirîye.

Ji ber ku nivîskar li ser lehengek tenê û deverek tenê nesikinîye, di cîh û deverên cuda kesayetên karê têvel de dixebitin bûne mijara pirtukê ji ber wî ne bi yeko yeko gerek bi gelemperî leheng werin şîrovekirin û nirxandin. Pirtûk bipiranî bergêhek realist hatîyenivisîn. Nivîskar ev kesayetên cîyawaz wek qameramanek kişandîye û kesayetan zêdetir xwastîye ku civatê  me bide nasin. Xwestek ewe ku cîvak çawa bandorê tevgerê kesayeta dike û çawa mirovan di nav xwe de dipelxîne nîşan bide. Gava wiha dike ne cîhek û deverek tenê, cîh û deverê cuda û kesayetên cîyawaz wek numune nişanî me dide. Dibe ku nivîskar xwastibe li ser navê ferda cîvakê an dewletên xerabe ku li ser tirs û xofa hatine sazkirin me bide zanin û bitewgerê mirovan wan sazî û dezgehan rexne bike. Ev şexsên têvel  cîhê cuda cuda dijîn lê pirsgirêk her dem çavî ye; Xîyanet, sixurî, têkçûn, dijminî û tiştên şehvetî. Jixwe ev pirsgirêk heman demî pirsgirêkên kurd û kurdistanê ye jî. Lê tiştek balkeşe nivîskar qet navê kurd û kurdistanê di romanê de bikarnanîye.

Dema merîv li lehengê romanê dinhêre kesek dilşad û kêfxweş nayê dîtin. Hemû kes diêşin û janê wan hene. Wek masîyên dikevîn nav torê xuya dikin. Ji bo rizgar bibin xwe dilepitînîn lê çiqas tevger dikin ewqas dibin esîr û bi ser de jî torê xwe diçepînin. Sixurî û xîyanetdi pirtûkê de diqada herîbilind de ye, kes bikesî bawer nake. Hemû tevger tirs dihewînin û jidilî holê rabûye. Civak nav atmosferek giran û reş û tarî de ye. Hemû kes di bin tahdê de ye û ji alîyê rêveberiyek zordar ve tên dinalîn. Her kes sîxûre û firotina hewaltî û riza pere dike. Cemeat ji alîyê reveberîya hatîye xerakirin. Şehvet û tiştên beredayî wek afyonê tên bikaranîn û bî vî awayî civakê didin qontrol kirin. Hemû lehengê romanê ji alîyê kesî herî nêzê  xwe hatine îxanet û ispiyon kirin. Ji ber ku nivîskar kesayeta baş daye nasîn û civakê baş nirxandîye xwendekar dema vegotina lehenga û rewşa wan û bûyerên  tê serê wan dinhêrîne leheng xwendekara re ne biyanî ye. Kesayet dişibe me, cîran û hevalê me…

Hemû leheng bi dilek rehet ne hatine axaftin. Di hinekan de axaftinek nivco heye. Dibê qey yek ser wan e û xeberdanê dide qontrol kirin. Lê ewqontrol kirin ne bialîyê nivîskar paşpêkî bialîyê civakê tê kirin. Tenê rizgarbûnek heye ew jî alîyê şehvet, tazîbûn û tiştên pornografik de ye. Nivîskar rastîya civakê ku heta aniha hatîye veşartin û bi piş derî û tarîtîyê de hatîye kirin biawayek tund li ser çavê civatê dixe. Hêstên hatine pelixandin çawa derdikevin û çawa civatê serobino dike bi me dide zanin. Lê di hinek ciya de ev vegotin dibe sedema  diqet xirakirina pirtûkê.

Lê tiştek din heye ku ger mirov bîne ziman her çiqas ev hevok sazîya nivîskar bikaranîye em diecbînin jî hin pirsen din jî derdixe pêşberî xwînera. Zimanê kurdî hê tam hînê hevokê dirêj ne bûye ji ber wî ji bo modernîteyê çêkirina hevoka zehmettir dibe. Hevokên dirêj piranî bî rêya gihaneka tê çêkirin. Nivîskarê kurd jî ji bo dirêjkirina hevoka gihaneka ‘ku’ bikartînin. Îja hin rupela de heşt- neh ‘ku’ tê pêşberî me. Zêde bikaranîna ku ji bo wejeyê başe an ne başe ev mijarek din e. Lê ji ber zimanê kurdî dereng siwarê vagona modernîteyê bûye hin pirsgirek dibe derkevin hol ê. Ev tiştek tabîî ye û di hemû cihanê de ziman ev pêvajoya de derbas dibin.

Nîşe: Roman ji ber peyvên nû û hevoksazîyek dirêj hatîye nivîsîn. Ji bo sûd wergirtinê xwendinek kûr û dûrû xwendinek duyem pewîst dike.

Derbar Rêvebir

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply