Pirtûkek kurteçîrokan “Ji Qeraxên Dilan”

Di nav weşanên “Ar”ê de bi navê “Ji Qeraxên Dilan” pirtûkeke kurteçîrokan a nivîskarê kurd Mevlut Aykoç derket. Pirtûk  87 rûpele. Di pirtûkê de 43 kurteçîrok hene.

Çîrokên ku di pirtûkê de ne bi rastî jî li gor navê xwe kurteçîrokin. Hinek kurteçîrok rûpelek, hinek du rûpel û ya herî dirêj jî sê rûpele. Pirtûk bi kurteçîroka sernavê “Keça Porzer” dest pê dike û bi kurteçîroka sernavê “Koçberiyeke bê dawî” dawî dibe.

Weke min got; di pirtûkê de 43 kurteçîrok hene. Ez ê behsa naveroka hemû kurteçîrokan nekim, ez behs bikim dê nivîs gelek dirêj bibe. Gotarên pir dirêj nayên xwendin, lewre jî nivîs çiqas kin û kurt be ewqas baş e. Helbet nivîsên şîroveyên analîzî divê ku dirêj bin. Lê, gotarên derbarê danasîna pirtûkan de kin be baştire û ji xwe pêwîst nake ku pir dirêj be.

Di kurteçîroka sernavê “Keça Porzer” de girtina keçika porzer a narîn tê qal kirin. Di çîroka sernavê “Agirê Azadiyê” de rewşa keça delal Dîlanê û çûyina wê ya çîya (ku diçe beşdarê nav refên çekdaran  dibe) tê rave kirin.

Di naverokên kurteçîrokên ku min behsa wan nekiriye de mijarên civakî, evînî, têkoşînî û rewşa kesan û malbatan hene. Kurteçîroka sernavê “Axîna hezar salî” de di pêvajoya dîrokî de rewş û bûyerên ku hatine serê malbateke kurd bi zimanekî edebî û bi şêweyeke hunerî tê rave kirin. Di kurteçîroka “Mihemedê Kurd” de xortekî nîjadperest, şoven û herweha dijminê kurdan çawa û bi çi gotinên nebaş Mihemedê Kurd diêşîne. Gotinek pêşîyan heye, dibêje “başî dike, xirabî dibîne.” Ev jî qisa Mihemedê Kurd û xortê şoven ê nîjadperestê tirk e.

Tenê mayin, tenêtî zahmet e. Carna mirov di nav du tiştan de bi tenê dimîne. Herwekî ku di nav dêr û mizgeftê de bimîne (gotinek jî heye dibêjin di nav Xelîl û Celîl de maye) û ji bo wî/wê gelek zahmete ku tercîha xwe bike.  Li navê mayin, tenê mayin a herî zor û zahmet dema mirov di nav bîrûbawerî û evînê de dimîne ye. Tercîha di nav bawerî û evînê de gelek zor û zahmete. Tercîhkirina alîyekî wisa zor û zahmete ku….jê re gotin dîtin zahmetire. Di kurteçîroka sernavê “Dîsa tenê ye” de ev mijar dibe babeta naveroka kurteçîrokê.

Di kurteçîroka “Kedkarê biçûk” de vebêj keçika biçûk a mendîlfiroş Pelda ye. Bi qalkirina Pelda mirov fêr dibe bê çi hatiye serê malbata Pelda û ji bo çi ji gund koç kirine û di vî bajarê xerîb de çi zahmetî dikşînin. Ev kurteçîrokek realîst û civakî ye. Nivîskar Mevlut Aykoç bi stîl û formên cuda yên edebî çîrokên xwe nivîsiye. Ji xwe gelek kurteçîrokên nivîskarê kurd Mevlut Aykoç li gor şêweya ekola realîzma civakî hatiye afirandin. Zimanê nivîskar baş e, hêsan e, mirov bi tevahî jê fêm dike. Hevokên wî li gor rêzimanî rast û duristin. Sazkirina kurteçîrokê, honaka wê, li hevûdu hunandina wê, şêweya ravekirina wê baş in û li gor hunera edebî ne.

Bi min, ango li gor bîrûbawerî û herweha li gor zanîna min a derbabarê edebiyatê/wêjeyê de ez dikarim bibêjim ku; nivîskarê pirtûka kurteçîrokan “Ji qeraxê dilan” Mevlut Aykoç di vê pirtûka xwe a yekem de bi ser ketiye û wî “Ji qeraxên dilan” kurteçîrokên baş û xweş pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.

Ez di vê baweriyê de me ku heger nivîskar nivîsîna xwe ya kurteçîrokan bidomîne, ew dê hêj gelek kurteçîrokên baş binivîse û berhemên hêja yên edebî biafrîne. Wekî xwendevanekî kurd ez li benda berhema wî a duyemim. Dema derkeve ez ê bi dilxweşî bixwînim û ez pêşniyar dikim ku xwendevanên kurd yên edebiyathez pirtûka Mevlut Aykoç “Ji qeraxên dilan” bikirin û bixwînin.

 

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Romana Mehmed Dehsiwar ”ŞOPA  XETERÊ”

Min peyamekî di facebook û twîterê de belav kiribû, gotibû; Maşallah, bê nezer, 7 roman, …

Leave a Reply