Pirtûka bi sê zimanan ” Diyarbekir Dest Li Ba Dike”

Nivîskar û lêkolînvanê hêja Şeyhmus Dîken şarezayekî şarzanîst ê bajarane. Di derbarê bajarê Diyarbekirê (Amedê) de herî pir wî lêkolîn kiriye û pirtûk nivîsiye. Ew nivîskarekî berhemdare. Wî heta niha sêzdeh -15 – pirtûk nivîsiye û pirtûkên wî hatine çapkirin.

Wî li ser bajarê Amedê, li ser Amedîyên ku ji alî dewleta dagirker a kemalîst ve hatine sirgûnkirin, li ser ermeniyên Diyarbekirê û li ser romannivîskerê hêja rahmetî Mehmed Uzun pirtûk nivîsiye.

Şeyhmus Dîken bi eslê xwe ji navçeya Amedê, ji Licê ye. Ew aktivîstê civaka sivîle, endamê Sendîkaya nivîskara a Tirkiyeyê (TYS) û nûnerê Diyarbekirê yê Navenda Tirkiyeyê ya PEN`a Navneteweyî ya Rêxistina Nivîskaran e. Ew di gelek malperên curbecur de û di rojnama rojane ”Birgun – Rojek” de dinivîse. Wî Zankoya Enqereyê, Fakulteya Zanyariyên Siyasî, beşa Zanistên Siyasetê û Rêveberiyê kuta kiriye.

Pirtûka wî a bi sê zimanî ”Diyarbekir dest li ba dike” bi kurdî, tirkî û almanî ye. Pirtûk 96 rûpel e. Ebada wê mezin e. Bi wêneyên rengîn hatiye xemlandin. Bi pirtûkê re sêlika muzîkê a Udî Yervant heye.

Nivîskar di pirtûka xwe de bi kurtedîroka Diyarbekirê dest pê dike û kronolojiya dîroka bajarê Amedê ji sala beriya Îsa (B.I) ji dema Hûrî-Mîtanî heta dema 1923 piştî Îsa, dema komara Tirkiyê li pey hevûdu rêz dike.

Di pirtûkê de, derbarê bajar de agahiyên gelek berfereh hene. Wêneyên ku di pirtûkê de hatine weşandinê hemû jî wêneyên cihên qedîm yên dîrokî ne. Ew kevneşopiya bajar bi wêneyan radixe ber çavan. Di pirtûkê de herweha keleha Diyarbekir, kaniya şêran, mizgeft û dêrên li Amedê, heft deriyên kelehê, mizgefta kebîr û kadetrala Mar Toma, xana Behram Paşa, qesra Cemîl Paşa, baxçeyên hewselê û gelek cihên din tê qalkirin. Yekî ku bajarê Amedê nedîtiye jî, bi saya xwendina vê pirtûkê bajar bas dinase.

Pirtûk hêjayê xwendinê ye û divê her kurd, bi taybetî jî Diyarbekirî vê pirtûkê bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply