Piçek Dînîtî

Bi halet-î ruhiyeke ber bi dînîtiyê ve
Ji dijminên xwe re min tîr amade kirine
Ji zimanekî rewşedar
Ji deqên wê yên herî tûj
Herhal ji helbesteke beytikên wê yên herî xweş
Û ji erbaneyeke ku bi hezar salane
ritmên xwe ji dilkutka distîne
Elleh, Elleh, Elleh
Ji nifirên ferîşteyên li ser rûyê `erdê ku navê wan dayîk in
Niqutî dilê min
Dididdd devê min hatiye dagirtin ji helbestekê
Her gava ku dijmin dîbînim
Dibêm dehak ev e
Aha ev e
Aha ev e
Bi bawerîyeke ku pênûs gavkê pêştirî şûre
Ez ê dehakan neqişênim
Ji kerema xwe lênûsekê bîne
Ez vê hibrê verîşim

Ednan Bazgurî
13.03.2018/Midyad

Derbar Çand Name

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply