ME BAJAREK HEBÛ Û GUNDEK Lİ WÎ WARÎ

Ne gelekî dûr, berî  bi 40-45 salî, li kûrahiya berriya Mêrdîn,erd bi çotê qantira dihat ajotin. Di wê demê de salê carekê erd dihatin çandinî, salê carekê hiriya mîhên zayî û kaviran, bi hevringan dihat qusandin, serê biharî firo û pênerê mîha û nivişk dibû xwarina herî çeşni bi lezet, meşk li dar diketin û bêrivana dest bî rêya keriyên pez û bêriyê dikirin. Dema ku bêrîvan vedigeriyan û şîrê xwe datanîn ser agirê tifikê dixanek ecêb bi ser tevahiya gundan diket. Wê demê gundiyan Kurtanên Qantir, ker û belgîrên xwe li dikkandarên bajêr bi hostetiya kurtançêkeran nuh dikirin. Hîrî di demsala biharî de dihat şuştin û bi cawên rengo rengo dikirin lihêf (orxan û mitêl) döşek û balîf û li mala nivîna dihatin danîn û ji bo maliyan û mêvanan cîbicî dibûn. Dîsa di destpêka biharî de gundiyên cotkar, haletên xwe li ba necaran saz dikirin û gîsinên xwe jî amade dikirin. Bi van haziriyan, amadeyi rakirina erdan dibûn. Bi van sazbariyan, edî ji biharê û kare wê re amade bûn.

Piştî demsala biharê di dawiya meha gulanê û pûşberê (haziran) jî zad dihat çinîn. Erdên şûv diman sala dinê. Ew erdên ku weke şûv nedihatin çandinî, di meha nîsanê de dayik û bava tovên dendika li wan erdan binax dikirin. Wan salan, digel ku baran bê pergel bi tavên reş xuyanî di demsalên buharan da dibariya rewa erdê zahf bû. Di wê demê de erdnîgarî û xweza bi hev re dimeşiya û ahenga erd û hewayê bereket li erdê dibarandin.

Di meha pûşberê (haziran) de dilopek baran nedibariya, belê, Berriya Mêrdîn seranser bi şênkayiya lemên Ecûra (şelengo) dixemilî. Di nav çandiniya şelengoya de tovên şemamoka jî dihat çandinî ku bêhna şemamoka mîna gulên biharan bû. Şemamok ji bo xemlê û bêhnê dihat çandinî. Xemla şênkaya  erda beriyê, dema ji bilindayiya Mêrdîn dihat temaşakirin, mîna deryayek hêşînî dihat xuyanî. Ev dîmen ji aliyê hemi nişteciyên bajarê Mêrdîn weke dîmenek gelek bedew dihat temaşakiri û şîrovekirin. Kesên di wê demê de jiyiyan hemû bi vê tama ecûrş (elengo), petêx û jebeşê wê demê zanin. Ku ew tam nayê rexnekirin, lazime ew tam di bin zimanê mirovan de hebe.

Di wan deman de havînan hemi gundiyên berriya Mêrdîn, di demsalên havînan da li ser xaniyan radizan. Bayê hênik xewa şevê xweş dikir. Berbanga sibehan, haziriyên çandina ecuran(şelengo) dikirin, tûr, ferd û heqîbên xwe amade dikirin bi ker, qantir û belgîrên xwe bi ser riyan diketin û berê xwe didan bîstanên şelengoyan. Berî ku roj hîlê komkirina ecûra(şelengo) diqediya, li cihekî taybet top dikirin û piştra ferdên xwe bi ecûrên(şelengo) biçûk ku li bazara Mêrdîn bên firotan, dihatin dagirtin. Ecûr(şelengo) wê demê li ber dikkandarên Başbeqqala diket bazara sûkên Mêrdîn. Sê sûkê feal li Mêrdîn hebûn. Sûka Mezin(Hesen Eyyar), sûka Ga û sûka deryê babissorê. Li her sê bazaran jî başbeqqal hebûn.

Ecûrên (şelengoyên) biçûk meqbûl bûn. Lewra nişteciyên bajêr, tama devê xwe zanîbûn û bi taybet sinetkarên bajêr û wekîdinê jî, ecûrên (şelengoyên) biçûk tercih dikirin. Gundiyên berriya Mêrdîn jî ecûrên (şelengoyên) mezin tanîn malên xwe û wan û zarokên xwe di hundirê rojê de geh dikirin cacîq û geh diqeşartin û dixwarin û qaşilên wan didan pez û bizinên xwe. Gundiyan bi derketina rôjê barê xwe li heywanên xwe dikirin û berê xwe didan xopana Mêrdînê û bi rê diketin. Bi telaş û coşekê ber bi Bajêr de diçûn. Barê xwe li ber dikkandaran datanîn û heywanên xwe ji bo bêhndanê dibirin xanê dewaran. Wê demê çend xanên bi nav û deng hebûn. Yek ji wana xana Emsoyê fileh, ya dinê Xana mala Darawî bû. Piştî firotina ecûran, bajarvaniya asukiyên xwe dikirin. Nêzîkiya nîvro dadiketin xana dewaran, radihiştin hevsarê qantir û belgîrên xwe ber bi gundên xwe de vedigeriyan.

Dawiya meha pûşper (haziran) ê ecûr (şelengo) diqediyan û dibû dema firotina petêxên sor û şeşxaneya. Gundiyên berriya Mêrdîn, meha tîrmeh (temmuz) ê ji bi firotina petêx û şeşxaneya dibuhirandin. Piştî ku petêx jî diqediyan, di meha tebaxê de jebeş derdiketin û gundiyan di vê mehê de bi firotina jebeşan mijûl dibûn.

Ji ber ku wê demê gübreya kîmyewî li erda nehatibûn reşandin lemên ecûr û jebeşan mîna kevzê şîn dikirin û weke daristanek hêşîn xuya dikir. Wê demê ne avdanî hebû, ne jî avderên xebatkar.Wê demê xurtbûna erda bi reşandina zibil û rêxa dewaran pêk dihat.

Piştî demek ne dûr û dirêj ku madeya kîmyewî li erdan hat reşandin, mixabin ne tam ma, ne ecûr û petêx man û ne jî li wê berriya erda wê rast û berfireh tenê erdek xwedê jî ji şênkayiyê nesîbê nestend û her ku dem pêş ket ew zebzeyena li berriya Mêrdin di rûpelên dîrokê de cihê xwe stendin. Di vî warî de di tevahiya gerdûn de ev erdên berhemdar ji vê qirêjê nesîbê xwe stend.

Vê dema ku em tê de dijîn mixabin baran û berf ji asîmanê me wenda bûn. Ew barana ku bihara bi nazdarî bereketa xwe bi ser axa berriya Merdîn de dibarand, mala xwe bar kir.

 

Mamoste Baqî

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply