Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-2

Beriya ku em derbasî kovar û rojnameyên Kurdî  nebûne em ê li dinyayê û di nava Tirkan de çend mînakan ji çapemeniyê bidin.

LI DINYAYÊ ROJNAMEYÊN YEKEM

Ji B.Z. nê di sala 59an de Romayiyan ji ber ku gel bi encamên pêşbirkên gladyatoran bizanibe ( gladyator bi serketine an jî têk çûne) bi rojane, nûçeyên rojane bi navê Akta Diura derdixistin. Ev nûçeyên rojane bingeha rojnamegeriyê ye.[1]

Li ewropayê rojnameya yekem di 1588an de hatiye weşandin navê wê “Îngîlîz Merkurî” (Nûçedan) ye.[2]  Di sedsala XVIIan li Fransayê bi navê La gazete, Grozette, Jurnal Des Savants û Mercure, çar rojname derketine.[3] Rojnamegerî bi tenê li fransayê pêşde neçûbû. Em li pirr bajarên ewropayê dibînin ku rojname hatine çap kirin. Her çiqas ev rojnameyana rûpelên wan hindik bin û bi profesiyonelî nehatibe amade kirin jî, li gorî serdema xwe serkeftî ne.

Li Îngilistanê rojnameya yekem The Daily Currant e.[4] Piştî vê rojnameyê Mercurîus Britanicus 4 Tebax 1645an de hatiye çap kirin.[5] Li Almanya yê rojnameya yekem Francfurter Post Zeitung e.[6]  Paşê rojnameya Leibziger Zeitung hatiye çap kirin. Piştî van rojnameyan bi navê Les Pansees Comiques et Serieuses kovarek hatiye çap kirin.[7]

Ji bilî van welatan li dehan welatên din jî di sedsala XVIIan de rojname hatine çap kirin. ‘Emrîka, Holanda, Îtalya ji van welatan çend mînakin.

LI TIRKIYEYÊ ROJNAMEYÊN (TIRKAN) YEKEM

A. VAKAYÎ-Î MISRIYE

 Di sala 1828an li Misirê ji aliyê Mehmet Alî Paşa ve hatiye çap kirin. Zimanê wê ‘Erebî û Tirkî bû. Daxuyaniyên fermî, kar û barên zagonî û xebatên Mehmet Alî Paşa dihatine weşandin. Ev rojnameya hefte carekê derdiket. Dîmena wê 37*22 cm. bû û ji çar rûpelan pêk dihat.[8]

B. TAKVÎM-Î VAKAYÎ

Dema ku rojnameya Takvîm-î Vakayî derket li ser textê Osmaniyan Mahmûdê II. rûniştibû. Di vê heyamê de pirr alozî di nava devleta Osmaniyan de hebû. Li aliyekî şer bû, li aliyekî jî sazî dihatin nûjen kirin, hinek sazî jî ji holê dihate rakirin. Mahmûdê II. dixwest ku raya giştî çê bike da ku gel bi dil germî nêzîkî dewletê bibe.

Takvîm-î Vakayî di 1 Sermawez 1831an de hate damezrandin. Rojnameya yekem a bi Tirkî hatiye çapkirin ev e. Peywira derxistina rojnameyê mêjûvan Esat Efendî girtibû ser milên xwe.[9]

Di heyama Evdilhemîdê II. de rojname hate girtin û bû rojnameya fermî. Piştî vê bûyerê çend carên din jî rojname hate girtin û hate vekirin. Di sala 1908an ev rojnameya bi tevahî hate girtin.[10]

C. CERÎDE-Î HAVADÎS

31 Tîrmeh 1840an de ji aliyê Wîlliam Churchîll ve hate çapkirin. Di dewleta Osmaniyan de ev rojnameya duyem bû û zimanê wê bi Tirkî bû.[11]

Bi derketina rojnameya nû  Tercuman-ı Ahval ê Wîlliam Churchîll xwest ku serketina xwe li hember vê rojnameyê bidomîne. Ji ber vê sedemê rojnameyeke nû derxist. (Ev rojnameya nû berê pêveka Cerîde-î Havadîsê bû)  Navê vê rojnameyê Rûznâme-î Cerîde-î Havadîs bû. Wîlliam Churchiîll  lawê xwe Alfred anî serê vê rojnameyê. Sala 1864an piştî mirina Wîlliam Churchîll, Alfred rojnameya Cerîd-î Havadîs girt û Rûznâme-î Cerîde-î Havâdisê berdewam kir.[12]

D. TERCUMAN-I AHVAL

Bi alîkariya Şînasî Efendî, ji aliyê Agah Efendî  ve di 21 Kewçêr 1860î de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Hetanî hejmara 740an hefte sê rojan derdiket, piştî vê hejmarê, beyî  roja înê her roj derdiket. Ev rojnameya di sala 1866an de hatiye girtin.[13] Ji bilî van rojnameyan rojnameyek bi navê Tasvîr-î Efkar jî hatiye çap kirin.

Beriya ku em derbasî kovar û rojnameyên Kurdî nebûne em di derbarê Zimanê Kurdî û çend alfabeyên Kurdî (Her çiqas gengeşî li ser alfabeyên kurdan hebe jî lê cardin ez dixwazim hinek agahî bidim) de hinek agahîbidin vê baş bibe.

ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê kurdî di koma zimanê Hint-Ewropayê de ye. “ Digel Farisî, Peştû (Efganî), û Belûcî tevî zimanên Hint-Ewropayî û şaxa zimanên Îranî ye”[14]  “ Zimanê kurdî di malbata zimanên Hint- Ewropayî û mensûbê koma binî ya bakurrojava ya şaxa Îranê ye.”[15]

 Em dikarin zaravayên kurdî di pênc serenavan de bînin ziman.

  • Kurmacî (Bahdînî)
  • Soranî
  • Dimilî (Zazakî)
  • Goranî (Hewremanî)
  • Lorî

Dabeşkirina me ya jorîn ji hêla Ziya Gokalp jî tê dabeşkirin. “ Zaravayên Kurmanc, Zaza (Dimilî), Soran, Goran, Lorî ji Kurdiya qedîm derketiye”[16]

ALFABEYÊN KURDAN

A. Nivîsên Bizmar

Ji aliyê bapîrên Kurdan, Dewleta Medan ve hatiye bikaranîn. Alfabe ji 36 tîpan pêk dihat lê belê Medan 6 tîpên din lê zêdekirin û hejmara tîpên vê alfabeyê kirin 42.[17]

B. Alfabeya Avesta

Li gorî pirr lêkolîneran, bingeha zimanê kurdî bi Alfabeya Avestayê hatiye avêtin. Ji 44 tîpan pêk tê. Ji rastê berve çepê tê nivîsandin.[18]

B. Alfabeya Aramî

Belgeyên Kurdiya nivîskî yên kevntirîn ku li herêma Hewremanê di şikeftan de hatine ditîn bi vê alfabeyê hatiyê nivîsandin.

D. Alfabeya Masî Soratî

Mêjûvanê Ereb Kurê Vahsiye (Îbn Vahsiye) (Zayîni 856), dibê ku kurdan ev alfabeya bi kar anîne û dibêje, min sê pirtûkên ku bi vê alfabeyê hatine nivisîn dîtiye. Ev alfabeya ji 36 tîpan pêk tê û Kurdan 6 tîpên din lê zêde kirine.[19]

E. Alfabeya ku Kurdên Ezîdî bi kar anîne

Ev alfabeya ji 36 tîpan pêk tê. Mushafa Reş û Cilwe bi vê alfabeyê hatiye nivîsandin.[20]

F. Alfabeya Ku Bi Tîpên Erebî (Osmanî)

Ji 32 tîpan pêk tê. Piştî pejirandina Îslamê Kurdan ev alfabeya bi kar anîne. Piştî sedsala 19an Salih Bedirxan 8 tîpên din li vê alfabeyê zêde kiriye û ev alfabeya nû bi çend nivîsan di “Rojî Kurd” de nivîsandiye.[21]

G. Alfabeya Kîrîl

Cara yekem Hakop Haraziyan (Eslê xwe Ermene) di sala 1921an de alfabeya ermena lêhênand Kurdî. Di heman heyamê de Îshak Morogulov ( Eslê xwe Asûriye) alfabeya kurd ya latînî amade kir û di rojnameya “Riya Teze” ( Ev rojname hîn li Ermenîstanê weşana xwe didomîne) de bi kar aniye. Paşê lijneyek di serokatiya Heciyê Cindî de alfabeya kîrîlê lê hênand kurdî.[22]

H. Alfabeya Latîn

Cara yekem Abdullah Cevdet di kovara “Rojî Kurd” de hevcedariya guherîna alfabeya erebî aniye zimên. Paşê di sala 1932an de Celadet Bedirxan cara yekem di kovara “Hawar”ê de tîpên latînî bi kar aniye.[23] Wê ev nivîsa bidome.

 

[1] Müslüm Yücel, Kürt Basın Tarihi (Tekzip), Aram Yayınları,  İstanbul, 1998, r. 8.

[2] Fetullah Kaya, Kürt Basını, Hivda Yayınları, İstanbul, 2010, r. 34.

[3] Nuri İnuğur, Basın Yayın Tarihi, Der Yanınları, Çapa Yekem, İstanbul, 1993, r. 59-60.

[4] Rojnameya The Daily Currant, http://dailycurrant.com/about/, 08 Avrêl 2014.

[5]Rojnameya Francfurter Post Zeitung,  http://onlinelibrary.wiley.com/doi/10.1111/j.1468-2281.2010.00561.x/full, 08 Avrêl 2014.

[6] Rojnameya Leibziger Zeitung,  http://en.wikipedia.org/wiki/Frankfurter_Allgemeine_Zeitung, 08 Avrêl 2014

[7] İnuğur, b.n., r. 68.

[8] Nesimi Yazıcı, “ Vekayi-i Mısriye Üzerine Birkaç Söz”, Ankara Üniversitesi Osmanlı Tarihi Araştırma ve Uygulama Merkezi Dergisi, ç. 2. , Ankara, 1991, r. 269-270.

[9] Nesimi Yazıcı, Takvim-i Vekayi “Belgeler‟, Gazi Üniversitesi Yayınları, Ankara 1983, r. 42 hwd.

[10]Atilla Girgin, Türk Basın Tarihi’nde Yerel Gazetecilik, İnklap Yayınları, İstanbul, 2001, r. 42.

[11] İnuğur, b.n., r. 82.

[12] İnuğur, b.n.b., s. 183-184.

[13] Kaya, b.n.b., r. 50.

[14] Kemal Burkay, Kürtler ve Kürdistan, Deng Yayınları,  Diyarbakır, 1992, r .48-49.

[15] Mehrdad R. Izady, Kürtler, (wer. Cemal Atila), Doz Yayınları,  Ankara, 2004,  r. 287.

[16]  Ziya Gokalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler,  Sosyal Yayınlar,  ç. Yekem, İstanbul, 1992.  r. 5.

[17] Kadri Yıldırım, “ Kürtlerin İslam Öncesi Alfabe Serüveni”, Kürt Tarihi,  j. 5, İstanbul, 2013, r. 25.

[18] Yıldırım, b.n., r. 28.

[19] Yıldırım, b.n., r. 26-27.

[20] Kaya, b.n.,  r. 59.

[21] Kaya, b.n., r. 50.

[22] Kaya, b.n., r. 51.

[23] Kaya, b.n., r. 51.

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply