07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Li Ser Tebî’eta Însanan – Burhanettin Gülaçar

Armanca vê nivîsê ew e ku, li ser fitreta(afirandinerayî) insanê bi perspektifek islamî bisekine û gotinên felsefevan û derunnasan bide ber çavan. Vê mijarê de em nikarin li ser insanê de bikevin lêkolinek kur; lê em ê ser tebî’eta(xweza) insanê de çend gotinan bêjin. Mirov dikare bibêje ku ji hatina insan ser ruyê erdê heta vî çaxê, însan di ser xwe de fikiriye ka mexluqatek çawaye. Gelek felsefevan, mutefekkir û derunnas ser tebî’eta insan de mijul bûye û ketine îxtilafê. Hinekan gotine Însan di tebî’eta xwe de baş e, hinekan jî gotine nebaş e(xerab e). Em ê jî niha çend ramanên felsefevan û derunnasan bidin ber çavan û peyda gor aqîdeya îslamê tehlîl bikin. Mirov wextê li felsefa rojava dinihêre, dibîne ku; bi hişekî biçuk û kêm Însan an dixe dewsa heywanan an jî dixe dewsa metayekî. Em nav felsefevanê navdeng de çend mînakan bidin.

Marks gotiye: “Însan heywaneke, lê dikare elet bikar bîne”. Durkheim gotîye: “Însan heywanekî ciwakîye.” Freud gotiye: ” Însan pê ajoyê zayendî û erîşî tê beralî kirin.” Albert Camus gotiye: “Hebûnîya Însan li ser îsyan û serbilindiyêye…” Em gor aqîdeya îslamê dizanin kû Însan ne tenê evanin ne jî belavkirina van hemûyanin. Însan sen’atekî nâzik û nazenîn ê Xwedêye. Sen’atekî bêhempaye û Qur’anê de jê re hatîye gotin: xelîfeyê ruyê zemîn. Sen’ata Însan bela ku mezin û her alîye însanan nekariye xwe temam bide nasîn. Li se wê yekî ser tebî’eta xwe de fikr û ramanên xeletî an kêm avêtine holê. Bi van ramanan îdarekirina însanê bûye sedema gelek şer û kuştinan. Gor aqîdeya îslamê pêwîst e ku mirov însanê li xaliqê wê bipirse. Emê werin ser wê mijarê lê belê em ê pêşiyê li ser fikrê derunnasên navdeng bisekinin.

Ser başbûn û nebaşbûna însan de gelek derunnasan ramanên xwe avêtine holê, di nav wan de avakerê psikanalizê Sigmund Freud gotîye ku “Însan di tebî’eta xwe de nebaş e û xerab e”. Pê ajoyê zayendî û êrîşî tê beralî kirin. Perspektif û mêzekirina Freud, îhtimal e kû bela; êrîşa cîhanê ya duyemin û fikrê antî semitizmê be, lewra Freud bi eslê xwe cûhî(yahudî) bu. Dîsan hevalê Freud, Adler ser vê mijarê de bi freud re paşpêyî çûye û ramanên Freud qebul nekiriye. Adler gotîye ku: Di motîvasyona însanêde, ajoyek heye û navê wî cehda pêşketinêye. Ev ajo ne be Însan nikare jiyana xwe bidomîne. Adler li gor Freud, pozîtîf li tebî’eta insan mêze kiriye. Mirov dikare bibêje ku, hinek hatiye ser başbûna Însanê.

Pey fikrê psikanalista em derbasê fikrê derunnasên tevger(davranisçi psikolojî). Ev derunnasan gelek li ser fikirandina însanê û tevgerê wê sekinîye. Nav wanda yên ku herî tê nas kirin, Skinner gotîye ku Însan di tebî’eta xwede bêalîye(nötr), mirov nikare bêje ku Însan di tebî’eta xwede başe an nebaşe. Li ser vê mijarêde zêde hişê xwe newestandine. Fikr û ramanên derunnasê tevger, zêdetir çûye ser pozitivizmê ber wê sedemê tekamûla(evrîm) însanê parastine.

Carl Rogers derunnasek humanîste û zef tiştên nû aniye gerduna derunîyê. Gor Rogers Însan di tebî’eta xwede “başe”. Ew şer, xirabî û zilm jî sedema wê çand û hawîre. Rogers bi nêrîneke gelek pozîtîf li tebî’eta insanê nihêrîye. Hinek derunnasan ew rexne kirîye. Rollo May jî, di nav wan derunnasane, May jî humanist û heyîn parêze. Ewê fikrê Rogers rexne kirîye û gotîye; tebî’eta insanêde başbun û nebaşbûn herdu jî heye, herdu jî qasî hevin mirov nikare li hev weqetîne. Rexnetîya May ya herî girîng li Rogers kirîye ewe ku, Rogers xerabîyê avêtubu ser çand û hawîrê May jî waha gotîye: xerabî eger bela çandê be jî ew çand jî dîsa bi destê însanê hatîye avakirin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply