Kurdistanê êdî zeyta xwe bixwe hilberîne

Yekemîn kargeha zeytê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Çandinî ya Kurdsitanê ve vebû. Berpirsê kargehê endazyar Dêdar Resûl ji BasNewsê re got, alav û amûrên wê kargehê ji Îtaliya hatine hawirdekirin û nirxa wê jî nîv milyon dolar e.

Endazyar Dêdar Resûl her wiha got, kargeh li gorî standardên cîhanî kar dike û dikare rojane rûnê 30 ton zeytûn bigire.

Berpirsê kargeha zeytê da zanîn ku zeytê ku di vê kargehê de tê komkirin, dikare heta 20 mehan jî bimîne û xera nebe û got, “Em ti madeyeka parêzvan jî lê zêde nakin û nirxa her tenekeyekî derdora 20 hezar dînar e.”

Endazyar Dêdar Resûl anî ziman ku kargeh li ser rûbera 2500 m2 hatiye çêkirin û got, ji vir pê de cotkarên Kurdistanê dikarin berhemên xwe yên zeytûnê bînin kargehê û li beramber her tonek zeytûn tenê 75 hezar dînar bidin. Ji ber ku kargehên sektora taybet li hember her tonekî nêzîkî 250 hezar dînar didin, ev jî gelekî biha ye.”

Wezîrê Çandinî yê Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd jî derheqê kargeha zeytê de got, “Ev kargeh bo vejandin û geşkirina sektora çandiniyê bi taybet çandina zeytûnan hatiye çêkirin.”

Endamê komeleya “Herewerza Zeytûnî” ya Kurdistanê, Omer Eshed jî li ser wê kargehê got, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 4 hezar donim baxê zeytûnan heye û ji her donimekî jî derdora 800 kg zeytûn bi dest tê. Ji her tonek zeytûn jî derdora 130 kg rûn bi dest tê, ku ev berhem sal bi sal zêde dibe.

Peyamakurd.com

Derbar ziman

Check Also

Pakêtek Cîps Bi Qasî 5 Lître Rûn Zirarê Dide

Kesên ku rojane pakêtek cîpsên kartolan dixwin , weke ku salane 5 lître rûnê xwarinê …

Şiroveyek

  1. Rûn nabe zeyte zeyt

Leave a Reply to ZeytoCancel reply