”Koroxlî û Koroxlan” û “Koroxlî û Kizîroxlî”

Ji nimûneyên zargotina me – 61

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema ji rêzenivîsa me a şêstûyekê yên bi sernavên ”Koroxlî û Koroxlan” û “Koroxlî û Kizîroxlî” me ji pirtûka “Varyantên kurdî yên destana “Koroxlî” hildane, ku sala 1953an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berevkar û amadekarê vê berhemê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl

Koroxlî û Koroxlan

Koroxlan diçe dibe xulamê axayekî. Axa dibêje:
– Kê ku here Qiratê Koroxlî bîne, ezê qîza xwe bidimê.
Koroxlî dibêje:
– Ezê herim bînim. Koroxlan radibe ber bi mala Koroxlî tê. Çend salekan ber destê Koroxlî dimîne; dike û nake Qirat nakeve mecala wî, ku bibe. Qirat nabe, lê Torat dibe. Li Torat siyar dibe û Koroxlan diçe. Elamî Koroxlî dikin, dibêjin:
– Koroxlan Torat bir.
Koroxlî li Qirat siyar dibe, pey dikeve, nêzîkayî li pê ra dike. Koroxlan dinihêre ku Koroxlî nêzîkayî li pê ra kir. Koroxlan xwe davêje aşekî, aşî li serê rê bûye. Ber derê êş peya dibe. Koroxlan hesp li ber derî dihêle, diçe hundirê aş; zû-zûka kincên aşvan li xwe dike, dertê dinihêre Koroxlî jî ber dêrî peya bû. Koroxlî dibêje qey aşvan e; serê hespê xwe da dêst, çû hundirê êş, çû ku Koroxlan bigere.
Koroxlan li ber dêrî li hespê wî siyar bû, ajot çû; Koroxlan Qirat bir.
Di destê Koroxlî da Torat ma. Torat jî nikaribû Qirat ra biçûya. Li Torat siyar bû, gelekî pey ket, kir û ne kir negirt. Koroxlîyê te vegerîya hat. Koroxlî got: “Wey halê minê çawa be, min Qirat da bi Torat”.
Koroxlîyê te hat şeherê xwe. Merîyên şeherê wî gişk bi Koroxlî kenîyan, gotin:
– Te Qirat da Torat? Te çend tûman di ser da da? Bazara te bimbarek be!
Li Koroxlî kenîyan, gelekî kenîyan. Jina wî jî pê kenîya.
Koroxlî got:
– Bêy Qirat ez nikarim rojekê jî ber xwe bidim.
Koroxlî îsmekî xwe xwend, bû dewrêş, terkeselatî dinê bû, di dilê xwe da got: “Heta ez Qirat neynim, ez nayême mal. Go, ku Qirat nîbe, mêranîya min tune”. Berê xwe da mala wî axayî, çû. Çû derket gundê wî axayî, ji xwe ra bi dewrêşî û belengazî gerîya. Hespê Koroxlî jî li wir bû, cem axê bû, nedihişt merî ser da herin. Ji wî axayî ra cab birin, gotin:
– Dewrêşek hatîye, kaxezan dike.
Axê got:
– Herin pey dewrêş, bînin werin.
Merî çûn pey. Dewrêş anîn. Dewrêş hesp êminand xwe. Cab ji axê ra birin, gotin:
– Hesp, welle avaş kir.
Dewrêş heftêyekî wisa hesp hîn kir. Axê dayînekî rind ji dewrêş ra kir. Dewrêş rojekê jê ra got:
– Axa, ku tu îzinê bidî, ezê îro li hespê te siyar bim.
Axê îzin da.
Dewrêş lê siyar bû, îsmek li ser pişta hespê xwe xwend; bû Koroxlî. Cimaetê temam dî ku ew bû Koroxlî. Cab ji axê ra birin, gotin:
– Ew dewrêşê ku te anîbû, ew ne dewrêş bû, ew Koroxlî bû.
Koroxlî li ser pişta hespê sekinîbû. Meydanek-dudu da hespê. Cimaetê jê ra got, go:
– Hespê te çi hêja ye?
Koroxlî got:
– Hespê min hêja ye heyştê hezar qîzî, heyştê hezar gayî, heyştê hezar hespî, heyştê hezar gamêşî.
Ajot û çû, go:
– Ji we kî ku mêr e, bira pey min keve, go, min hesp bir çû.
Axê ordîya xwe hilda pey ket. Koroxlî lê vegerîya, wisa kir, yê sax ew ma, ku ji mala xwe nehatibû. Koroxlî ajot çû mala xwe, şayî kete nava mala wî. Cimaeta wî lê berev bû, şa bûn û kêf kirin.
Ew çûn bi mirazê xwe şa bûn, hûn jî herin bi mirazê xwe şa bibin.

Koroxlî û Kizîroxlî

Padişê (şah) bihîst ku Koroxlî hatîye nava sînorê wî, go:
– Kî here Koroxlî bigire, yanê hespê wî bîne, yan bikuje, yan dîl bigire, bira bê nîvê text û payê min ji min bistîne, her tenê tac ji min nestîne.
Kizîroxlî li hespê xwe yê behrî siyar dibe, dide pey Koroxlî. Wextekê Koroxlî piş xwe va dinihêre, nolanî telpeke dûkerîya, nola bobelîskê pey wî tê. Koroxlî gemê li devê Qirat derdixe û davêje behrê. Qirat di nava avê da sovayî dike. Nişkêva li pey Koroxlî dengê şelpînekê tê. Kizîroxlî lê dike gazî, dibê:
– Ha, ha nehato, karê xwe bike, em teselîya hev bikin.
Koroxlî lê dinihêre eva Kizîroxlî ye, dibê: “Bi wî ra şerkirin wê dirêj bikişîne, ezê ji riya xwe bimînim” û dibêje:
– Kizîroxlî, kurê bavçîyan, mêrxas mêrxasan ji rê egle nakin.
Hingê Kizîroxlî disekine.
Wî wextî Koroxlî diçe, Kizîroxlî jî vedigere, diçe cem şah, dibêje:
– Ewî hesp avîte nava behrê, hespê min di behrê da nexebitî.
Hingê padişê çêrî Kizîroxlî kir, got:
– Ezê serê te jî lêxim, te jî ez xapandim.
Hingê Kizîroxlî gote padişê, got:
– Ez li reşayê dikarim mêranîyê bikim, lê nav behrê da nikarim.
Got: -De ku wisan e, ez moletê didime te, tu here, em dîsa li ser qirara berê bin; eger te Koroxlî girt yanê jî kuşt, yanê jî dîl girt anî hat, qirarê me qirar e; nîvê text û payê min ji te ra.
Kizîroxlî rabû berê xwe da Çardaxlî Çamlibelê. Wexta êvarê çû ber pencereya Koroxlî sekinî, guhê xwe da ser: “Gelo Koroxlî razaye, yanê hişyar e?”.
Wextekê deng li tembûrê sazê Koroxlî ket û şûr ji kalan kişîya derket, paşê kete kalan. Koroxlî banz da ser xwe, nihêrî ecêbeke giran, ku deng li sazê wî ket, şûrê wî ji kalan kişîya, kete kalan. Koroxlî sazê xwe ji jor da anî û çend kilam got, paşê got:
– Beg oxlî beg, Kizîroxlî kizîr, îgît sen, gêna îgît.
Jina wî Nîgar Xanim banz da ser xwe, got:
– Ya Koroxlî, ew çi bend bû te avîte ser xwe, ev çi yek e, tu pesinê Kizîroxlî didî?
Koroxlî got:
– Erê jinik, wextê em ji Îranê hatin, ew pey min ket, min nexwest pê ra şer bikira, ezê ji riya xwe bimama. Ewî gurra min kir. Kizîroxlî mêr e jî, egît e jî, mêrxas e jî.
Hingê Kizîroxlî li ber pencerê kire gazî, got:
– Koroxlî, derî veke.
Koroxlî derî vekir, got:
– Te xêr e, Kizîroxlî kizîr, Kurdoxlî kurd?
Kizîroxlî xwe avîte ser dest û pîyên Koroxlî, got:
– Mêr jî tu yî, mêrxas jî tu yî, ku tu merîkî wisan î, tu birê min yê mezin, ez birayê te yê biçûk.
Û ji wê rojê Kizîroxlî îdî venegerîya cem şah, ma Çardaxlî Çamlibelê û bû pismam û lêzimê Koroxlî.

Tîmûrê Xelîl-Riataza

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply