Ji bo wêjeya kurdî giringiya wergerê

Werger û wergerandin beşên herî sereke yên çand û wêjeya her miletekî ne. Wergerandin ne tenê guhestina tekstekê ji zimanekî bo zimanekî dine, lê werger pireke şaristanî û zanistî jî bi xwe re ava dike, bi taybetî ji bo gelê Kurd, wergerandin yek ji erkên herî pêwist û girînge, ku bibe sedemek ji bo dewlemendbûna ziman û wêjeya kurdî bi giştî.

 

Wergerandin şahî û daweta ziman e û zengînî û dewlemendiyeke mezin dide her zimanekî. Bi riya wergerandinê, xwîneke germ û nû di laşê zimên de digere û ziman nûjen dibe û şaristanî, çand û kultûrên dinyayê bêtir nêzîkî hev dibin û di nav hev de dihelin û dîmeneke gerdûnî ya mirovatiyê pêk tînin.

 

Tê gotin ku hin desthilatdarên Rojhilat di demên kevn de, pirtûkên wergerandî dipîvan û li gor giraniya wan zêr didan wergêran.

 

Wergerandin li ber guhastinê tenê naskine, lê berhemê ji nû ve diafirîne. Nivîskarê portugalî yê bi navûdeng Jose Saramgo rol û girîngiya wergerandin û wergêran ji ya nivîskaran bi xwe jî bilindtir dibîne û wiha dibêje: “Nivîskar edebiyateke neteweyî dirust dikin, lê belê wergêr edebiyata gerdûnî yan cîhanî dirust dikin.”

 

Ji bo gelê Kurd û wêje û edebiyata kurdî, girîngiya wergerê hîn bêtir e. Werger di qada edebî de, li şoreşeke zimanî û hizrî diçe, çimkî wergerandin dikare asoyên nû û deriyên girtî li pêşiya ruhê kurdî yê asêmayî û dorpêçkirî veke.

 

Mixabin ku wergera ji zimanê kurdî bo zimanên din yan ji zimanên din ji bo zimanê kurdî pir kêm e û ne wek ku tê xwestin e.

 

Werger wergerandina fikr, raman û hizran e, lewma divê kesê wergerê bike yan bi zimanê kurdî binivîse, bi kurdî bifikire. Çimkî li gor gelek pispor û zimanzanan wergerandin yek ji diyardeyên ziman bi xwe ye.

 

Bêguman wergerandin wek proseyeke berdewam û têkildarî jiyan û edebiyata temamiya miletan, herweha wek huner û pîşesaziyeke profesyonel ku pîvan, prensîb û bingehên xwe yên taybet hene, hewcedarî alîkarî, piştevanî û amadekirina atmosfêran e da ku wergêrekî Kurd bihêle wek mînak Kafka, Kundera û Şoloxov şikestin, hêvî, daxwaz û xewnên xwe bi kurdî bînin zimên.

 

Werger dikare bibe faktorek ku mirov û xwînerê Kurd bi çavekî kurdî li dinyayê binere û bûyer û pêşketinên cîhanê bi hişekî kurdî biparzinîne.

 

Ingilîz dibêjin wergêr xayîn in, lê belê dibe ku baştirîn xayînên ser rûyê dinyayê wergêr bin. Çimkî wergerandin pireke û divê ew pir zû di navbera edebiyata kurdî û ya cîhanê de bê sazkirin.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply