Helebçe: Çima Heman Rewş?

“…rojên Xwedê wê bîra wan bîne.” (Quran, 14/5)

Dibe ku destpêka cumhuriyetê bi bîra me neyê.

Dibê ku em nizanibin û tênegihîjin bê di sala1925an de çibû!

Çawa û çima bi deh hezaran kurd hatin kuştin?

Gund hatin xerakirin, mal hate talankirin.

Dibe ku em serhildana Agirî nizanibin,

Koçgirî, Geliyê Zîlan û Dêrsim

Lêbelê,

Kêm zêde em tev bi Helebçeyê hisiyane.

Me Enfal bihîstiye.

Lewra zarok be jî, pirên me dîtin bê zordarekî dewra xwe, çi tirs belav kir. Çi xezeb rakir!

Çawa kurdan bi deh hezaran, xwe li sînoran xist!

Çawa artêşên biyanî ew dorpêç kirin!

Çawa di çiyayan de neçar man!

Çawa bi deh hezaran kurd bi kîmyasalan hatin kuştin!

Çawa kurd di welatê xwe de koçber bûn!

Çawa hêzeke wan a hewayî ku wan biparêzetunebû.

Tanq, top û teyareyên wan tunebûn!

Heta kurdên bakur bodromên xwe amadekirin, bo xwe parastina ji kîmyasalê.

Helebçe

Bêxwedîbûn, bêhêzbûn, tunebûn…

Zarok, jin, yextiyar… Heywan, nebat û zevî…

Helebçe

Koçberî, perîşanî…

Sed heyf û mixabin!

Îro jî heman rewş e: mirin, malwêranî, koçberî…

Divê ji nav qelebalixa gotinan, toz û xubarêderkevin û bipirsin:

Çima heman rewş? Çima?

Derbar Rêvebir

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply