Germahiya Global Xwezayê Dikuje

Hejmara wan li ber tune bûnê ye

Li gorî lêkolîneke hevpar a zanyarên Amerîkî û Qanadayî, li qada cemedê ya di navbera Giravên Artktîk ên Qanadayê yên li Cemsera Bakur û Alakskayê de cih digire, hejmara hirçên cemserê ji sedî 40 kêm bûye. Di lêkolînê de hejmara hirçên cemserê yên salên 2000’î hatin lêkolînkirin û hat destnîşankirin ku helîna cemedê ya ji ber germahiya global, qadên jiyanî yên hirçên cemserê tine kiriye.

Li gorî lêkolîna ji aliyê pisporên Enstîtuya Jeofîzîk a Amerîkayê (USGS) ve hat meşandin, bi taybetî di navbera salên 2004 û 2006’an de hejmara hirçên cemserê yên mezin û çêlik kêm bûye. Di navbera salên 2004 û 2007’an de ji çêlikên li Alaskayê hatin şopandin, bi tenê du ji wan sax man. Di lêkolînê de hat ragihandin, ku li Alaskayê mercên jiyanê yên hirçên cemserê yên spî, ji sala 2007’an û pê ve baştir dibin û di sala 2010’an de hejmara wan gihaştiye 900’î. Lê belê di salên lêkolînê yên piştî 2011’an de hat dîtin, ku dema jiyanê ya çêlikên hirçan ên li herêmê kurt bûye, mercên wan ên jiyanê gelekî zehmet bûne.

Her wiha ji ber cemeda deryayên xwarina bingehîn a hirçên cemserê fok lê ne, gelekî tenik e, nêçira wan jî zehmet e. Di lêkolînê de derket holê, ku hejmara fokan ji ber nêçira mirovan a ji bo çerm û pîşesaziya dermanan tê kirin, kêm bûye. Hat destnîşankirin, ku kêmbûna hejmara fokan jî gef li jiyana hirçên cemserê xwariye.

Di daxuyaniya Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî (UICN) de hat ragihandin, ku wê encamên lêkolîna USGS ji bo lêkolînkirina meylên pêşketinê yên cureyên hirçên cemserê, bên bikaranîn. Hejmara hirçên cemserê, ku temamiya wan li Cemsera Bakur dijîn, tê texmînkirin ku di navbera 20 û 25 hezarî de ye. Hejmara 4 celebên hirçên cemserê yên tên zanîn kêm dibin, di celeba 5’an de jî guhertin tê dîtin. Ji celebên hirçên cemserê bi tenê yek jê zêde dibe. Der heqê 9 ji wan de, daneyeke têr nîne.

hawarnet.org

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply