FEDÊYA KURD Û EFREDÎTEYA YUNANÊ

Bêguman dema meriv dikeve nava lêkolînan, meriv li gelek tiştên girîng rast tê. Yek ji wan jî Fedêya Kurdistanê û Efrodîteya Yunanê ye ku herdu jî ji kefa behrê çêbûne.

Efrodîteya ku di mitolojiya Yunanê de ye, xwedawendê evîn û bereketê bûye, li gor baweriya Yewnanan ji kefa Behrê çêbûye.

Ew baweriya wan, ez birim dawiya salên 1950.

Bavê min dema li Gundikê Qêre meletî dikir, li wirê pîrejinek  bi navê Fedê hebû. Pirî ku jineke zana, bîrewer, xeberxweş û pêşbîn bû, gundî hemû jê re PÎRA FEDÊ digotin.

Pîra Fedê dema pesnê xwe dida, weha digot:

”Ez ji Edê me, Edê ji Kanê ye, Kanê ji Kefa Behrê ye.”

Li gor baweriya Islamê jî, dinya ji çengek nûra Xwedê çêbûye û keliyaye, keliyaye û kef daye. Kef bûye erd û yên dî bûye derya.

Di kurdî de:

ED: Kurtiya Adenê ye û wateya xwe bej e.

Lê ewrûpî ji Kurdistanê re dibêjin Aden.

Di mêjûya islamê de jî bo Kurdistanê dibêjin ”Bexçeyê Îremê”

Melayê Cizîrî jî gotiye: ÎREMA BOTANÊ…

KAN: Maden/mineral.

Min dema vê meselê ji birader Mamed Cimo re got, wî weha gote min:

”Çavkaniya Çanda Rojavayê, ji Çanda Kurdî ye. Îlhama çanda Grekiyan ku dibêjin Efredîte ji kefa behrê ye, ji Çanda Kurdî hatiye wergirtin.”

Pîra Fedê ya ku tîpnenas bû jî, wê felsefeya ”Kefa Behrê” digot û pê serbilind bû.

Hêvîdar im ku ciwanên me lêkolîn li van babetan bikin û binivîsin, bikin malê Ferhenga Kurdî.

Her şad û bextewer bin…

24/ 11/ 2020, saet: 21.50

Zeynelabidin Zinar

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply