În , Pûşper 14 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / Erê û sed carî erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re

Erê û sed carî erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re

Erê… Stranek pesin ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re, ji roja 25ê Îlona 2017an re, roja serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê re.. Erê.. Silav, pesin û stranek çiyayî ji 11ê îlona 1961ê re… ji pêşmegeyên qehreman re, yên ku em bi xwîna wan gîhan vê qûnaxê… Erê… Silav ji ilim û zanînê re… Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e… Kurdistana ku em di bin banê wê de têne parastin û geşbîniyê bi ser me de dibarîne..

Erê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê re û sed carî ERÊ…

Erê… Bela êdî bes Ehmedê Xanî  bibêje:

Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de

Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek

Erê… Em ê bi geşbînî ji referandumê re dilîlînin. Ev referanduma ku bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û serxwebûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..

Erê.. Bela careke din gotina Mîr Bedirxan di asmanê Kurdistanê de belav dibe: Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in.. Û Misilman, Xiristyan û Êzidî tev bi aştî bi hev û din re li Kurdistana azad dijîn..

Erê… Bela daxwazên Hacî Qadirê Koyî bibin rastî:

Ta rêk nekewin qebîlî ekrad

Her wa dibine xerabe abad!

Enwa’î mîlel le gewre ta çûk

Xemilîwe memalîkî wekû bûk

Yek berg in û yek zuban û yek reng

Bê xeybet û xeyb û ‘ar û bê deng..

Erê.. Bela êdî serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest nema xewn be:

Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,

Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.

Serxwebûn doza me ye, lê Pêşveçûn bo me divê.

Herne pêş, herne pêş, herne pêş..

Erê… Stranek pesin ji 25ê îlonê re ji referanduma serxwebuna Kurdistanê re, ji avakirina dewleta Kurdî re..

Erê… Ez nebawerim ku neferekî Kurd heye û ev referandum ne bi dilê wî ye.. Erê.. Wek nivîskarekî kurd, ez roja referanduma serxwebuna Kurdistanê rojek dîrokî dibînim, ji dil û can dibêjim (Erê) û pîroz dikim..

 

Konê Reş

Qamişlo, 18.06.2017

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê)

Hotêla Kapitol û Semînara Xalid Cemîl Mihemed li Dor Romana Min (Beriya Mêrdînê) -Konê Reş …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *