Efsaneya Çiyayê Agirî

Ji alî efsaneyan ve Grekî û Kurd gelek dewlemend in. Gelek efsaneyên Kurdan heye ku hêj qet nehatiye nivîsîn. Lê hinekên wan hatine nivîsandin.

 

Efsane di bingeha xwe de çîrokên dîrokî yên gelêrî ne. Lê qalkirina van çîrokan ji derveyê eqil e, mîtos e. Di bingeha van çîrokên dîrokî yên gelêrî de bûyerekî rast jî hebe, di qalkirinê de, gel bi xeyalan, bi îmgeyan wan bûyeran digehurîne û ew bûyer ji rasteqînîyê derdikevin dibin tiştekî xeyalî û ji dûrê eqil û mantixê, dibin mîtos.

 

Gelek romannivîsên mezin yên navdar yên cîhanê, romanên xwe li ser hîmên bingeha efsaneyan dihonin û bi serdikevin. Nivîskarên Amerîka Latînî û di serî de jî Gabrîel Marcues, çend romanên xwe li ser efsaneyan afirand û metoda herikandina Macîgrealîzmê (realîzma efsunî) bi kar anî û bi ser ket. Yaşar Kemal jî romana xwe li ser efsaneya Çiyayê Agriyê dihone û bi rastî jî romanek bedew derdixe holê. Wek têt zanîn, jiyan û têkoşîna Abdalê Zeynikê jî di nav gelê Kurd de bûbû efsane. Rahmetiyê Mehmed Uzun li ser bingeha vê efsaneyê û li gor metoda Macîgrealîzmê romana Abdalê Zeynikê afirand.

 

Nivîskarê navdar yê bi eslê xwe Kurd, rahmetî Yaşar Kemal, hinek berhemên xwe yên edebî li ser efsaneyên Kurdan ava kiriye. Nivîskarê kokKurd Yaşar Kemal di gelek berhemên xwe yên din de jî qala (behsa) gelek efsaneyên Kurdan dike.

 

Berhema Yaşar Kemal a bi navê Efsaneya Çiyayê Agirî’yê bi temamî li ser efsaneyekî Kurdan hatiye amadekirin. Yaşar Kemal vê efsaneyê bi zimanê tirkî û bi navê “Agirî Dagi Efsanesi” weşandibû. Wergervana Kurd Şerefnaz vê  romanê wergerandiye Kurdî û bi navê “Çiyayê Agirî” weşandiye. Ev roman di nav “weşanxaneya Çanda Kurdî” de li Stockholmê hatiye weşandinê. Roman 128 rûpel e û bi wêneyan hatiye xemlandin. Wêneyên romanê Abîdîn Dîno çêkiriye.

 

Wergervana Kurd Şerefnaz, romanê bi Kurdiyekî paqij û zelal wergerandiye. Wê zimanê ku di wergerê de bi kar aniye, zimanekî fesîh, vekirî û hêsan e. Xwendevan bi xwendina vê romanê qet zehmetî nakşîne û bi her awayî jê fêm dike. Şerefnazê di wergerê de bêjeyên zor û zehmet, yên ku nayên fêmkirin bi kar naniye, wê zimanê axiftinê yên gelêrî bi kar anîye û bi ser jî ketiye.

 

Çiyayê Agirî li Kurdistanê ye. Li der û dora vê çiyayî gelek gund û navçeyên Kurdan hene. Ehmed jî di gundekî Kurdan de dijî. Rojek hespekî boz ê kihêl tê û li ber deriyê wî radiweste. Sofiyê gund serê sibê zû radibe û hespê li ber deriyê mala Ehmed dibîne. Sofî dibêje qey mêvanek hatiye mala Ehmed. Sofî bangê Ehmed dike û jê pirs dike ku gelo ev mêvan kî ye hatiye mala Ehmed.

 

Ehmed ji malê derdikeve tê ber derî û ew jî hespê dibîne û ji xwe re şaş dibe. Ehmed ji Sofî re dibêje kesek, mêvanek nehatiye mala min. Gelo ev hesp hespê kî ye? Ehmed jî û Sofî jî ji xwe re şaş dimînin, lewra li wan doran kesekî ku xwediyê hespekî wisa bûna, tûnebû. Erê, gelo ev hesp hespê kî ye? Roman bi vê meraqê dest pê dike.

 

Sofî ji Ehmed re dibêje:“Ev hesp qismetê te ye. Ji ba Xwedê ji te re diyarî hat.”

 

Gelo ev belayek bû yan kêfxweşiyek bû ku ji Ehmed re hatibû? Ehmed di jiyana xwe de hespekî weha xweşik nedîtibû. Ev hesp bûbû ê wî û hendî li gorî kevneşopî, tore, adet û ananeyan -tradistion- êdî xwediyê hespê kî bana jî Ehmed hespê nedida pê. Li gor adet û toreyan divê wî serê xwe bidana lê hespê nedana.

 

Hemû gundiyên Ehmed û gundiyên der dorê bihîstin ku hespekî kihêl hatiye û li ber deriyê Ehmed rawestiyaye. Gundiyan hatin hesp dîtin. Navûdengê hespê boz ê kihêl gihaşt temamê Kurdistanê û hetanî Îran û Turanê. Gelek Mîrên (Beglerên) Kurdan hatin hespê dîtin û çûn. Demekî dirêj derbas bû, ji xwediyê hespê deng derneket. Ehmed jî meraq dikir ku gelo xwediyê vê hespî kî bû?

 

Paşê fêm dibe ku hesp hespê Paşayê Beyazîdê Mahmûd Xan e. Mahmûd Xan mirovên xwe dişeyne cem Ehmed, hespê jê dixwaze. Lê Ehmed hespê nade. Mahmûd Xan bi leşkerên xwe ve diçe ku êrişê ser gund bike. Dibîne ku di gund de xeynê Sofî kesek tûne ye. Mahmûd Xan û leşkerên wî digerin, nagerin Ehmed û gundiyên wî nabînin. Bi emr û fermana Mahmûd Xan, Sofî digrin û tînin di Beyazîdê de davêjin zindanê.

 

Sofî mirovek gelek zana ye, pîspor e. Helbestên Ehmedê Xanî hemû bi ezber dizane. Keça Mahmûd Xan, Gulbahar tim jê re xwarin dibe diçe zindanê û li cem Sofî dimîne, gohdariya axaftinên wî dike. Sofî ji Gulbaharê re dibêje:“Ev hespê boz ê kihêl hespekî bêyewm e, dê belayekî mezin derxe holê.”

 

Yaşar Kemal di romana xwe de bi berfirehî qala malbata Mahmûd Xan dike. Mahmûd Xan, mîrekî (Begêkî) Kurd e. Yaşar Kemal li ser şexsiyeta wî, li ser psîkolojiya wî gelek baş disekine. Lê li ser şexsiyeta Ehmedê gundî nasekine, lê wek çînek qarektera gundiyan û ya Mîrîtiyê (Begîtî, Feodalî) datîne ber çavan û têkoşîna di nav herdu çînan de derdixe pêş. Wek têt zanîn, Yaşar Kemal nivîskarekî Sosyalîst e. Ew li gor bîr û baweriya Sosyalîstiyê li cîvakê dinêre.

 

Mahmûd Xan bi saya Mûsa Begê, bi fen û fûtan Ehmed hanî Saraya xwe û wî girt avête zîndanê. Mûsa Beg li dij bêbextiya Mahmûd Xan derket e, wî jî avêtin zindanê. Lê hêj hesp neketiye destê Mahmûd Xan. Keça Mahmûd Xan, Gulbahar diçûn zindanê cem Sofî, Mûsa Begê û Ehmed. Gulbahar evîndar bûbû. Wê ji Ehmed hez dikir. Lê Gulbahar dizanibû ku paşayekî tu caran keça xwe nade yekî çiyayî.

 

Yaşar Kemal di vê berhema xwe ya hêja de qala Ehmedê Xanî, qala destana Siyabend û Xecê, qala Kurdên Ezîdî, kurdên ku baweriya xwe bi Zerdûş tînin, dike.

 

Mahmûd Xan 40 roj wext datîne ku; hetanî wê rojê -roja çilî- çiyayî hespê neynin dê serê Sofî, Mûsa Begê û Ehmed jêbike. Gulbahar li çareseriya xilaskirina Sofî, Mûsa Begê û Ehmed digere. Hiso Kurdekî Zerdeştî ye. Gulbahar diçe cem û jê alîkarî dixwaze. Hiso qebûl dike ku pêre alîkarî bike. Hiso mohra şêxekî bi navûdeng digre û diçe nav çiyayiyan. Hiso ji çiyayiyan hespê distîne û tîne. Hiso hespê tîne û li ber deriyê Sarayê girê dide. Gulbahar gelek dilşad û bextiyar bûbû. Ew baz da çû cem Ehmed.

 

Mahmûd Xan li behaneyan geriya û got ev hespê mîn nîne. Hesp hespê wî bû, lê ji bo ku Mûsa Begê, Sofî û Ehmed bikûje li behanan geriya û xeber derxiste nav gel, bangker derketin bajêr û biryara kuştina wan kesan û sûcên wan xwendin.

 

Hisoyê ku çûbû hesp hanîbû, gelek aciz bû, bêhnteng bû. Hiso çû ber deriyê sarayê û qêriya, got:“Ev zilm e paşa. Ev zilm e. Ev zilm weha berdewam nake. Hesp ê te ye. Ez derew nakim. Min hesp anî paşa ev ê te ye.”

 

Hiso ji hêrsan hevsarê hespê vekir û hesp berda. Hîrîniyek bi hespê ket. Ew hîrînî ûsa bû ku erd û ezman lerizî.

 

Yaşar Kemal di vê romanê de zimanekî mîtolojîk bi kar tîne. Ew qala hemû dewlemendiyên çandî yên Kurdan jî dike. Ji xalîçeyên Kurdan bigir hetanî pisîka Wanê ku çavek wê şîn e yê din zerê zêrîn e, bi zimanekî edebî qal dike.

 

Gulbahar xemgîn bû. Wê digot: “ Heger sibê serê Ehmed jêbikin ez jî dê xwe ji gêlî bavêjim ser laşê wî.” Gulbaharê hewqas ku ji Ehmed hez dikir. Gulbaharê çû ji Memo’yê dergevan alîkarî xwest e. Ji Memo re got: “Ehmed berde bila bireve, here. Ehmed berde bila bireve biçe, tu çi dixwazî ez dê bidim te.”

 

Memo got: “Ez çi bixwazim tu dê bidî?”

 

Gulbaharê bersîv da, got:“Çi bixwazî ez dê bidim Memo, çi bixwazî… Hew bila Ehmed rizgar bibe.”

 

Memo çû zindanê, qeyd û zîncîrên wan vekir û ji wan re got:“Birevin û azad bin.”

 

Mahmûd Xan ku pê hesiya ku Memo wan daye revandinê Memo jî kuşt e. Piştre Mahmûd Xan bi her tiştî dihese û Gulbaharê jî davêje zîndanê.

 

Xelk -gel- pê dihese ku Gulbaharê avêtine zindanê. Xebera-nûçeya- ku Gulbaharê avêtine zindanê li her alî belav dibe. Evîna Gulbaharê û Ehmed ji bo xelkê dibe destan. Dengbêjan li ser keçika ku di zindanê de ye, stran çêkirin.

 

Di demekî kin de gundiyan li dij sazûmana Mahmûd Xan serî hildan. Gundî ber bi saraya Beyazîdê dimeşiyan. Gundiyan serîhildan çêkiribû. Ehmed jî di nav gundiyan de bû. Gundî ketin hundirê sarayê. Ber bi zindanê ve çûn. Gulbaharê ji zindanê derxistin.

 

Ehmed Gulbaharê digre û direvîne, diçe cem Şêx. Şêx jî wan dişeyine kela Xoşavê. Di vê romanê de baş xuya dike ku nivîskar Yaşar Kemal adet û toreyên Kurdan gelek baş dizane. Ew rastiya ku gava Kurdek jinek birevîne û xwe bavêje mala kî, ew bên kuştin jî wan teslîm nakin. Yaşar Kemal vê tiştî bi hawayekî gelek baş tîne zimên.

 

Ehmed û Gulbahar di kela Xoşabê de ne. Mahmûd Xan, ji Osmanîyan alîkarî dixwaze ku biçe kela Xoşabê xirab bike. Osmanî alîkarî nadin pê. Mahmûd Xan dizane bi leşkerê xwe ve biçe bavêje ser kela Xoşabê, dê nikaribe kelê fetih bike.

 

Rojek dengbêjekî bilûrvan di dîwana Mahmûd Xan de hem li bilûrê dixe û hem jî efsaneya Çiyayê Agirîyê dibêje. Ew qala xezeba Agriyê, bela Agriyê, laneta agriyê dike. Mahmûd Xan û Îsmaîl Axa piştê kû guhdariya wî dikin, ramanek tê heşê Îsmaîl Axa. Ew vê fikrê xwe ji Mahmûd Xan re pêşniyar dike. Îsmaîl Axa dibêje: “Em ji kela Xoşabê re xeberê bişînin, bila Gulbahar û Ehmed bên vir. Heger Ehmed karibe derkeve serê çiyayê Agirî, em dê keçikê bidin pê. Bi vî awayî em dê ji Ehmed xelas bibin.”

 

Mahmûd Xan dizanibû yên ku çûne serê çiyayê Agriyê venegeriyane. Mahmûd Xan got: “Ramaneke baş e. Bila herdu jî bên.”

 

Îsmaîl Axa û hinek Begên din çûn kela Xoşabê, pêşniyarê ji Begê (Mîrê)  Xoşabê re gotin. Mîrê Xoşabê ji Îsmaîl Axa re got: “Çawa dibe Îsmaîl Axa? Ev mirin e. Paşa Ehmed dişîne riya mirinê. Ma heya îro kesek heye ku çûye serê çiya û vegeriyaye? Kesekî dîtiye, bihîstiye?”

 

Begê Xoşabê got em dê ji Ehmed bipirsin ka ew çi dibêje. Ji Ehmed pirs kirin, pêşniyarê jê re gotin. Ehmed qebûl kir, got: “Baş e. Ez dê hilkişim serê çiyayê Agirî. Bi şev li wir agirekî mezin dadim. Dê Paşa jî bibîne.”

 

Mîrê Xoşabê û Gulbahar li dij Ehmed derketin, gotin neçe! Lê Ehmed înad kir got ez dê biçim. Hem Şêx û hem jî çiyayî hatin li ber Ehmed geriyan, jê re gotin; neçe, Paşa dixwaze te bikûje. Lê, Ehmed li kesî guhdarî nekir.

 

Ehmed çû. Roja çaran li serê çiyayê Agirî agir pê xist. Mahmûd Xan ji Îsmaîl Axa re got: “Agirî Ehmed negirt, ma çi bû?”

 

Îsmaîl Axa got: “Ehmed ji Agiriyê ye. Agirî tiştekî bi wan nake.”

 

Roja din, serê sibê Ehmed hate, li ber deriyê sarayê rawestiya. Paşê jî ew û Gulbahar li hespên xwe siwar bûn û ajotin çiya. Li navsera çiyayê Agirî, di bilindahiya çar hezar û dused mîtroyan de golek heye. Jê re gola Kûpê dibêjin. Ehmed û Gulbahar diçin ser vê golê û paşê jî di golê de wenda dibin. Dibin efsane.

 

Efsaneya çiyayê agirî, berhemekê hêja ye. Ev romana Yaşar Kemal di nav romanên wî de yek ji wan romanên wî yên herî bi serketî ye.

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply