Dr. Abdulazîz Ferman û Dîwanên; Dûrîya Welêt, Evîn Li Welêt û Hezkirina Li

Qet min bîrnedibir ku Dr. Abdulazîz Ferman helbestvan e.. Bi tenê min ew wek bijîşekekî serketî ku xwendina xwe li li dervî welat Sovyêta berê (Moskova) bi dawî anîye û ew 3’mîn bijîşkê kurd e ku nexweşxaneyeke taybet bi navê (Nexweşxaneya Ferman) di sala 1986’an de li Qamişlo avakirîye, piştî nexweşxaneya Hersan û Nafiz.  Havîna 1999’an bû, dema ku min di rêka mamoste Rezoyê Osê re nas kir ku Dr. Abdulazîz Ferman helbestvane jî û ji kurdên Rojava yên yekemîn e ku li Ewropa helbest bi zimanê dayika xwe, di bin naznavê (Can Salar) de afirandine û dîwanek helbestên wî li Swêdê sala 1978’an bi navê Dûrîya Welêt hatîye çap û belavkirin.

Berî dor du heyvan Dr. Abdulazîz Ferman, di rêka xwarzîyê xwe mamoste Eyad Abdulkirîm ji min xwest ku ez pêşgotinekê ji dîwana wî ya sêyemîn re bi navê Hezkirina Li Welêt binivîsim.. Piştî ku min dîwanên wî xwendin, min ew ji nêzîk ve naskir; nexasim piştî xwendina her du dîwanên wî yên pêşî (Dûrîya Welêt/ Swêd 1978), bi pêşgotina Dr. Nûreddîn Zaza û Reşo Zîlan û dîwana (Evîn Li Welêt/ Qamişlo 1999), bi pêşgotina Rezoyê Osê xwendin.. Di encam de, min jîyan, niştimanperwerî, raman û helbestvanîya wî baş nas kir.

Dr. Nûreddîn Zaza di pesnê wî de wiha dibêje: “Salar yek ji wan xotan e ku, tevî xwendina xwe ya bijişkîyê (Doktorayê) û têkoşîna xwe ya sîyasî, bi kurmancî nivîsandin ji xwe re kire armanc û ev dîwana çeleng anî meydanê.. Ez bawer dikim ku ev destpêka xebata helbestvanê me yî nûgihiştî ye. Em hêvîdarin ku ew ê dom bi nivîsandinê bike û ji me re eserêne giranbihatir bîne der..”, Mamoste Reşo Zîlan jî wiha dibêje: “Dîwana C. Salar, ji birê welatparêzî û yê evînîyê pêk tê. Birê welatparêzîyê ji alîyê zencîreya dîrokî neqş û nîgarkirina şoreşa Kurdistana Başûr ve pir giring e.. Wek xortekî jîr û dilsoz, wî hem xwendina xwe pêkanîye û hem jî wek welatparêzekî xwe bi doza rizgarî û gerdenazadîya gelê xwe ve mijûlandîye û di nav rêzên têkoşîna sîyasî ya kurdan de cihê xwe wergirtîye.. Heçî zimanê dîwana wî ye, pir paqij û zelal e. Ev jî, bedewbûn û hêjabûna afirandina wî zêdetir dike..” Mamoste Rezoyê Osê jî di pêşgotina xwe de wiha dibêje: “Piştî bîst salan ji derçûna dîwana pêşî, helbestvan dîwaneke din dide cape, lê salên1998-1999 naveroka vê dîwana nû beqef dikin. Dimîne mirov xwe têxe wê behwerîyê, ku hozanê me Salar di van bîst salan de, bi karê xwe yê bijîşkîyê daketibû û vî karî valayî bo nivîsînê jê re ne hiştibû.. Lê, ne veşartîye ku hozanê me dil bi kul û perşikestî, piştî têkçûna şoreşa Barzanîyê nemir, sala 1975, li welêt vegerîya û hesteyên (Dûrîya Welêt) bi evîneke veşartî dipêçe, da vê evînê bi rondikên gerim di sebeta sînga xwe de bilorîne û bendewarê demê bimîne..”  .

Ma, piştî gotinên van intelektuelên kurd ez ê çi di pesinê helbestên vê dîwana wî ya nû (Hezkirina Li Welêt) ya 3’yemîn de bêjim?

Helbestên wî bi zimanekî sade kurdî hatine hunandin, naveroka wan li ser zîlana niştimanperwerî, evîndarî û civakî hatine gerandin.. Armanca xwe bi zelalî di helbestan de anîye ziman.. Di bawerîya min de ku di hunandina helbestê de jî, xwe westandiba wek ku xwe di warê bijîşkîyê de westandîye, wê wek helbestvanekî navdar di nav kurdan bihata naskirin û deng vedaba.. Lê xuyaye mijûlbûna wî bi bijîşkîyê ve, li talanê wî yê helbestvanîyê xistîye.. Rê nedaye ku alavên xwe di hunandina helbestê de bikar bîne.. Tevî vê yekê, ez Can Salar (Dr. Abdulazîz Ferman), tekane bijîşkê kurd yên ku helbest bi zimanê kurdî afirandine, dibînim.

Ji qonaxên ku Helbestvanê me Dr. Abdulazîz Ferman (Can Salar) di wan re derbas bûye:

Di sala 1944’an de li gundê Çaxirbazar çêbûye. Li Çaxirbazar û Qamişlo xwendîye, di sala 1966’an deçûye Ewropa ji bo xwendina bilind.. Di sala 1975’an de doktoraya xwe di bijîşkîyê de ji Zankoya bijîşkîyê ya yekem di Moskoyê de ya bi navê Sitşînov (First Moscow State Medical University named after Sechenov), bi serketin wergitîye.. Di sala 1979’an de jî, pisporîya xwe di warê nexweşîyên jinê de qezenckirîye.. Di salên 1966-1968’an de serokatîya komelaya Xwendekaranên Kurd li Bulgaristanê kirîye.. Di pey re ew serokatî li Sovîyêta berê jî berdewam kirîye, digel ku berpirsyarîya Alpatî li Mosko dikir.. Di destpêkê de, di bin bandora Seydayê Cegerxwîn de dest bi hunandina helbestê kirîye.. Paşê, van helbestvanên Rûsî, ew bêtir ber bi hunandina helbestê de dehif dane, wek: Alexander Pushkin, Mayokovsky, Sergey Esenin, Alexander L. Blok..

Di warê welatperwerîyê de jî, dostanîya wî bi van sîyasetmedar û intelektuelên kurdan re hebû: Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza, Hemîd Sîno, Hemereş Reşo, Omer Şêxmûs, Reşo Zîlan, Dr. Roj Nûrî Şawîs, Kerîm Husamî, Dr. Nasih Xefûr, Dr. Mihemed Salih Cumaa, Dr. Circîs Hesen, Selah Bedreddîn, Zibêr Hiso Ferhan, Ferhad Haco..

Konê Reş/ Qamişlo 03/04/2018

Derbar Konê Reş

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply