Dengê Dengbêj Museyîb dengekî ebedî û herheyî ye

Dengbêjê nemir Museyîb Gulşenzade yek ji dengbêjên binavûdeng yê Herêma Makûyê ye.

Ew 22yê Kanûna sala 1961ê li gundê Gula Morsê ser bi bajarê Makûyê hatiye dinyayê.Navê dayîka wî Gozel û navê bavê wî jî Ferzende ye û ji êla Celalî û berra Qendikan in.

Dengbêj Museyîb ji heman temênê xwe yê zaroktiyê eleqedarî kilam û stranên dengbêjan dibe û dema şeş salî bûye her dem li ber radyoyê rûdinişt û bi baldarî guhdariya kilam û stranên dengbêjiyê ya Radyoya Rewanê dikir û dema bernameya Rewanê bi dawî dihat wî ew kilam û stranên ku ji radyoyê hîn dibû bi tenê cihekî rûdinişt û wekî dengbêjên radyoyê kilam digotin û bi xwe bawer bû ku dê ew jî rojekê bibe dengbêjekî binavûdeng.

Herêma Makûyê jî wekî gelek herêmên din yên Kurdistanê her dem rastî bûyer û serpêhatiyên nexweş yên siyasî,olî û qewmî hatiye û ji ber şer û cengan xelkê wê hatine qetilkirin û sirgûnkirin.

Ji ber ku berê niştecihên herêmê xwenda nebûne û qedexeya ku li ser civakê hebûye, ew bûyer û şer bi awayekî nivîskî nehatine qeydkirin û tenê ew bûyer û dîroka veşartî di kilam û stranên dengbêjan de zindî mane û sîng bi sîng bi rêya dengbêjan ve hatiye veguhestin.Şerê Tahir Xanê Qelenî li gel Xanê Makûyê,Serhildana Agiriyê û sirgûnkirina Kurdên Makûyê û herwiha Serhildana Kurdan li Herêma Makûyê di destpêka Şoreşa Îslamî ya Îranê de û şerên êl û tafeyan û bûyerên civakî û malbatî,mirina kesûkaran û kesayetiyekî navdar hemû û hemû tim bibûye sebebê gelek xemgînî û trajediyan.

Dema li Herêma Makûyê kesek dimir. Ji bo wî kesê mirî şîn û girî dikirin û jinan di şînê de ser kesê mirî kilamên zelûlî û xemgîn digotin û ew kilam wisa birêkûpêk û pisporî ji aliyê jinan ve bilêv dibûn ku mirov hest dikir ku ew kilam ji mêj ve hatine nivîsandin û amadekirin û jinan jî ew ezber kirine û di şînê de dilorînin û distirên.lê di rastiyê de wan di heman demê de ku beşdarî merasimê dibûn ew peyv û rist bi şarezayî li hev dianîn û digotin.

Yan di demên herî kevn de li herêmê ji bo mirî êrdek ango gerdek girêdidan û gulî û gulik di stûyê hespê de darda dikirin û cilûbergên mirî davêtin ser zînê hespê û dûre dengbêjekî dengzîz û dengxweş gema hespê digirt û ber bi kesên ku beşdarî şîn û teziyê dibûn,diçû û pê re jî kilamên keserkûr digot û gel jî hevdem çokê xwe dixistin û digiryan.

Serpêhatiyên Kurdan bi du sebaban dibûn kilam û stran:

Yekem sebeb ew bû ku qedexetî li ser civaka Kurdan hebû û ew zext û zordariya dewletên zordest dibû sebeb ku kurd bi rêya denbêjiyê û kilam û stranan ve serpêhatiyên xwe bêyî ku bi awayekî nivîskî qeyd bikin dîrok û dema rûdana wê serpêhatiyê diparastin û jê xwedî derdiketin.

Her wiha piraniya civakê nexwenda bûn û nikaribûne serboriyên xwe li ser pelê kaxezan binivîsin û wekî belge bi kar bînin.

Mirov dikare ji aliyê derûnnasî û pîskolojiyê ve jî behsa çanda dengbêjiyê bike.Gava bûyereke nexweş dihat serê Kurdan ew bi roj û meh û salan di rewşeke xemgîn û bi êş û jan de dijiyan.

Her dem dilê wan tijî kul û êş bû û dilbirîn dibûn û tu carî nikaribûn wê bûyerê ji serê xwe derxin.

Lê tiştek dihat hewara wan.Ew jî çanda dengbêjiyê bû ewan çi xem û kulên wan hebûn wekî kilam û stran digotin û hêsir dibarandin û hêdî bi hêdî sivik û aram dibûn û êşa bûyerê di nava kilam û stranên xwe de dihelandin.

Dema berê çanda dengbêjiyê çandeke dewlemend û serdest bû.Radyo û televîzyon û înternet tunebû û ji bo ku xelkê demên xwe bi xweşî û şadî derbas bikirbana her şevê li malekê şevbêrk li dar dixistin û tê de dengbêjan çîrok û efsaneyên berê çi di warê evîniyê de û çi jî di warê mêrxasiyê de bibûna dikirin kilam û civat bi vî awayî sergerm û kêfxweş dibûn.

Bêguman Kurdên Herêma Makûyê jî di her serdemê de gelek bûyer çi xweş û ci jî nexweş tecrûbe kirine û borandine û ev jî bûye hokar ku gelek dengbêj ji vê herêmê serî rakin û kilam û stranên wan bûne belgeya herî xurt ji bo naskirina çand û dîroka Herêma Makûyê.

Dengbêjê nemir Museyîb Gulşenzade di hevpeyvînekê de li gel kanala Seherê Kurdî de dibêje ku gelek dengbêj ji bo min sembol bûne bi taybetî apê min Silêman û rehmetî Eliyê Kaşoyê Qizbaxşolî ku yek ji dengbêjên navdar yê Herêma Makûyê ye û herwiha dengbêjên  Radyoya Rewanê jî bandoreke mezin û girîng di warê dengbêjiyê de li ser min danîne û ez çand û hunera xwe ya dengbêjiyê deyndarê wan im û tu carî keda wan ji bîr nakim.Ew dibêje her kes bi awayekî bûyer û pirsgirêkên herêma xwe tîne ziman û em jî bi rêya denbêjiyê vê kedê dikin û gelek baş e ku her kes pirsgirêka herêma xwe ser veke û bibêje ji ber ku em yekem kes in ku wan pirsgirêkan hest dikin û dibînin.

Dengbêj Museyîb ji heman temênê xwe yê piçûktiyê dengbêjiyê dike û di şevbêrk û dawetan de dengbêjî dikir û her wiha dema diçû dibistanê ji bo şagirtên dibistanê jî kilam digotin û distira.Yekemîn kilama ku ew fêr dibe û dibêje,kilama“Hêdî bajo,ez birîndar im” ya dengbêj Mihemedê Silo bûye.

Dengbêj Museyîb dibêje,rojekê di dibistanê de şagirt ji min dixwazin ku ez ji bo wan kilamekê bibêjim min jî gotina wan li erdê nexist û min dey lê kir û kilamek ji bo wan got,lê ji ber ku min bi dengekî bilind kilam digot,mamosteyê dibistanê dengê min bihîst û loma bi çilpî û şivikê li min xist û ew lêdan bû sebeb ku ez xwendin û nivîsandinê biterikînim û êdî neçûm dibistanê.lê ew ji hedef û armanca xwe jê dûr nakeve û bi cehd û baldariyeke bêhempa li pey çanda dengbêjiyê diçe û wisa di çanda dengbêjiyê de pêşketî û şareza dibe ku bi xwe jî naveroka kilaman dinivîse û dibêje.

Her wekî hate gotin Dengbêj Museyîb ji bilî gotina kilamên hunermend û dengbêjên navdar,bi xwe jî çend kilam nivîsîne û gotiye. Hinek ji wan ev in:”Yarmiq,Goma Maro,Behra Ûrmiyê,Soma Biradost,Ferzende li Adaxanê”.

Dengbêj Museyîb Gulşenzade piştî çend salan jiyankirina tijî ked û xebat ji gundê Gola Morsê mala xwe bar dike û tevî malbata xwe berê xwe dide Ûrmiyê û li gundê Şahînavayê  nêzîkî riya navbera Ûrmiye û Mehabadê niştecih dibe.

Dengbêj Museyîb Gulşenzade li wir jî xebatên xwe di warê dengbêjiyê de ranawestîne û bi qasî ku li gelek festîval û pêşangehên folklorî û çandî de beşdar dibe û di sêyemîn festîvala folklora kurdî ya sala 2011an li bajarê Pîranşarê weke baştirîn dengbêj tê hilbijartin û xelatkirin û her wiha ji ber xebatên wî yên hêja di warê dengbêjiyê de dibe endamê Mala Dengbêjan ya Enstîtûya Ehmedê Xanî ya bajarê Ûrmiyê.

Kawîs Mîlanî ku bi xwe jî dengbêjekî giranbiha yê parêzgeha Ûrmiyê ye derbarê Dengbêj Museyîb de wiha dibêje:”Ew xwediyê hizir û hişmendiyeke bilind bû û loma wî karî di demeke pir kurt de di rêza dengbêjên giranbiha û rûmetgiran de cih bigire”.

Dengbêj Museyîb bi salan ji bo pêşxistina çanda dengbêjiyê kar û xebatên bêhempa kirin.Heta nebûna malê dinyayê û berjewendiyên kesane jî ew ji wê çanda neteweyî dûr nexist û bêhêvî nedibû.Eger astengiyek di warê huner û muzîkê de pêşte bihata wî hewl dida wê astengiyê li ser rêya huner û muzîkê rake û her dem destgir û alîkar bû.

Dengbêj Museyîb piştî ewqas sal xizmetkarî di warê dengbêjiyê de mixabin tûşî nexweşiyeke bêderman dibe û ev dengbêjê navdar sala 2019an ji ber wê nexweşiyê koça dawî dike û wî li goristana Îslamabadê a Ûrmiyê dispêrin axê.

Dengbêj Museyîb Gulşenzade xwediyê 5 zarokan e ku piraniya wan di warê huner û muzîka kurdî de çalak in û rêya pîroz ya bavê xwe dişopînin.

Dengê Museyîb Gulşenzade dengekî ebedî û herheyî ye û dê her dem di bîr û ramanên gel û miletê xwe de zîndî bimîne.

Nivîs: Yaqûb Kurmanc

 

 

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply