Şemî , Sermawez 17 2018
Home / Wêje / Çîrok / Çîroka Du Gundiyan

Çîroka Du Gundiyan

Gundekî piçûk û şîrin. Dema hêjmara gundiyan bênêrî ne gundekî piçûk e. Lê gor malbatên li gund dimînin, bi rastî jî gundekî piçûk e. Pir kes li vî gundî tên serê erdê û hinî jiyanê dibin. Di dû demekê ra ji bo domandina debora malbatâ xwe, mîna hemû gundiyên heremê berên xwe didin xeribiyê, li çar aliyê dinyayê belav dibin.

Rewşa mirovan wusa ye. Mirov haydarê qîmeta pir tiştên di bin destên wî da ne nîne. Lewma gotinek pêşiyan a kurd dibêje: „Kengê mir dibe kûnzêrinî.“ Gundî  heta li gund in pir jî haydarê şîrintiya gundên xwe nînin. Dû terikandina gund pê dihesin ku gundê wan xweş û şîrin e. Pir caran di xeribiyê de bi hesreta gundê xwe dijin û ji hevûdin re çîrok û meselokên li ser gund vedibêjin. Lewma piraniya gundiyên ku berên xwe dane xeribiyê bi hêviya rojekê vegerandina gund jiyana xwe didomînin. Ji bo rojên teqawûtê xeyalên jiyana xwe yên li vegerandina gund dixemilînin.

Li ser însanan pir tişt hatine gotin û ew ê hîn pir tişt werin gotin. Ji wan gotinan yek jî ev e: „Mirov di bin tesîra şert û mercên di tê de dijî de dimîne“. Kesên ku ji gund derdikevin gor şert û şurtên nû yên di tê de dijin hêdî hêdî tên guhertin. Mirov çiqas bê guhertin jî duriva demên zaroktiyê û xortiyê heta dawiya jiyanê bi şiklekî bondora xwe nîşan dide. Kesên gundên piçûk ên berê xwe dane xeribiyê û li çar aliyên dunê belav bûne bi demê re hatine guhertin. Lê hîn bin bandora dema xwe yên gund de ne jî. Salên buhirtî duriva salên van ên zaroktiyê nikare jê bibe, holê ra bike. Lewma ku dibin bila bibin gundiyên gundê piçûk xwe bi tevger û kirinên xwe re aşkere  dikin.

Gundiyên gundê piçûk li serê erdê li her derî ve biçin jî piraniya wan li Stembol û Elmanyê cîh bûne. Wan bi demê re ji xwe ra hinek durivên Stembol û Elmanyayê jî hilgirtine. Ango bi demê re hinek xûy û adetên dewerên lê dijin hildane. Em li vir çîroka Selim û Helîm pêşkeşî we dikin û parçeyek jiyana wan didin li berhev. Ka em binêrin çi di navbera wan da qewimiye û çi guhertin di navbera wan da derketine holê.

Selîm û Helîm zarokên eynî demê ne. Herdû jî di gundê piçûk de çavên xwe vekirin û bi hev re mezin bûn. Zaroktî û xortiya wan bi hev re derbaz bû. Mîna piraniya gundiyan dema wan a xeribiyê hat. Di pêşiyê de Selîm koç kir, çû Elmanya yê. Bi salan li wir ma, dibistan qedand, hinî rêbazekî/meslegekî bû. Bi salan li wir şixuliya, pere qezenc kir. Zewicî, bû xwedî mal, zarokên wî hatin dunê. Roj hat, teqewûtiya wî nêzik bû. Xwest di gundê xwe yê piçûk de ji xwe re xaniyekî bide çêkirin.

Helîm hîn çend salên din li gund ma. Dixwest bixwîne û zanîngehê biqedîne. Dû re pê hesiya ku jiyan zor e, di şert û şûrtên gund de zortir e. Wî jî biryara koçkirinê da. Di serî de dixwest biçe welatên Ewrûpayê. Lê derfetên wî yên çûyîna welatên Ewrûpayê bi zehmet bûn. Disa jî ji bo çûyina Ewrûpayê çû Stembolê û li wir ma. Ji xwe re kar dît, xebitî. Dû re ew jî zewiciya, bû xwedî mal û zarok. Jiyana wî jî bi salan re herikî, roja teqawûtê nêzik bû. Wî jî xwest demên xwe yên teqawûtê zêdetir di gundê piçûk de derbaz bike.

Jiyana li Elmanyê û ya li Stembolê ne wek hev in. Li Elmanyê şixul parçeyek jiyanê ya girîng e. Mirovên naşixulin pir jî baş nayên dîtin. Di aliyekê de jî wexta mirov neşixuliya nizane ku çi bike. Jiberku ji bo teralan pir cîhên ku jê egle bibin tunin. Loma mirovên teqawût dibin ger ji xwe ra meşkuliyetekê karbixinin ku hedûra wan were. Bê meşkuliyet wext derbaz nabe û jiyan zehmettir dibe.Çavên mirovên teqawût dibin her çiqas gund bin jî destên wan ji Elmanyê jî nabin. Zav û zêçên wan, nevî û hevalên wan li Elmanyê jiyana xwe didomînin. Kesên vedigerin welat carna xwe xerîb jî hîs dikin. Jiyana li gund û ya li Elmanyê pir naşipînin hev.

Wexta mirov bi rojên hijmartî tere welat dixweze ku vêsa xwe bigire, gor kêf û zewqa xwe rabikeve û rabibe. Lê wexta dem dirêj bû xûy û hutîbûna mirov derdikeve pêş û mirov gor wan tevdigere. Jiberku kesên li Elmanyê xebitîne demek dirêj zû rabûne û çûne kar, nikarin serên sibehan wer zêde di nivînên xwe da bimînin; zû heşar dibin. Lê wexta heşar bûn jî nikarin wer zêde di hundur malê da bimînin, derdikevin ber derî an jî li ser balkona mala xwe.

Hinek kes jî hene çiqas pîr dibin bila bibin dema vedigerin gund zaroktiya wan dikeve bîra wan û teqawûtbûna xwe jibîr dikin. Gor xûy û hutîbûnên xwe yên zaroktiyê tevdigerin. Ew jî carna dibe sedema hinek pirsgirêkên rojane.

Her çiqas qonaxa bavê Selîm, ew çûye ser rehma xwe, li nav gund de be jî lawê wî Selîm dixwest ku  li taxa jorina gund ji xwe re qonaxekê ava bike. Zarokên mala Apê Qadir li ser gund re di koşeyên zewiya xwe da qonaxek çikiribûn û li ber hinek sedeman nîvçe hîştibûn. Lewma wan xwest vê qonaxê bifiroşin. Va biryara wan ji bo Selîm firsendek baş bû. Wî ew qonax kiriya û gihîşt xeyala xwe ya qonaxa li jorî gund.

Mala bavê Helîm ji berê de li jorî gund e. Lê xaniyên wan edî kevn e. Selîm dikariya xaniyê kevn bihêrifîne û di cîhê wî de qonaxekê darbixe. Wî wusa nekir û li nêzikî mala bavê xwe de qonaxek darxist. Nonaxa Helîm li ber qonaxa  Selîm de ye. Ango Selîm û Helîm êdî zêdetir cîranên hev in. Dema yek li ber derî bikuxe yên din wî bibihîse. Bavê Helîm jî çûye heqiya xwe. Diya wî hîn xweş e. Helîm tenê havînan dikare were gund û rojên xwe yên hêjmartî li wir derbaz bike. Helîm hîn teqawût nebûye û rojên wî yên li qonaxê rojên bêhn û vêsa xwe girtin e. Lewma Helîm dixweze serên sibehan jî rabize û hinek dereng rabe.

Cudahiya li serê sibehan zû rabûn û dereng rabûnê bûye pirsgirêkek mezin a di navbera herdû cîranan. Dema Selîm li sibehan zû ra dibe û derdikeve li ser balkona qonaxa xwe, bi rêwiyên ku berê xwe dane bajêr ra dengek bilind qezî dike. Jiberku balkon bilind e û rê jî jêr dikeve mecbûre ku biqêre. Lê di vê wextê da Helîm hîn di xewa kûr da ye. Qêrîna wî di serî de ji Helîm re wek xewn tê. Helîm dû re hevdiceniqî û hişyar dibe. Pê dihese ku qêrîna Selîm ne xewn e. Êdî nikane carek din di xew ve here û mecbûrî ra dibe ser xwe. Wexta here li ser balkonê ger bi Selîm re biaxife. Jiberku Selîm nehiştiye ew rabikeve naxweze bi wî re sibeh sibeh biaxife. Di hundur malê de wek girtiyan tê û tere.

Helîm mijara li serê sibehan bêdengbûnê çend caran bi Selîm re anî zimên. Lê wer dixuyê ku wan gotinan nagire li ser xwe û qet tiştek di xema wî da nine. Ew dîsa derdikeve li ser balkonê û bi dengê xwe yî zelal mirovan re qezî dike. Helîm qaytî kir ku ha nabe, rojekê bi lezûbez berê xwe da mala Mixtêr û giliyê Selîm kir. Dû silavdayîna xwe qet tewat di tê de tunebû ku hinekî sebir bike. Ji Mixtêr re bi hêrs got:

  • Mixtar, cîranê minê Selîm nahêlîne ez sibehan hinekî zêde rabikevim, bi qal û qiran xewê li min diherimîne!

Bi van gilî û gaziyên Helîm kul û derdêm Mixtêr dîsa serûbin bûn. Wî zûva dixwest ku vê pirsgirêka gundiyan bîne ziman. Bi hêrs ziviriya ser Helîm û got:

  • Lo van gundiyên ji gund derketina û çûne li cîhên din cîh bûne xewa şîrin jî jibîra xwe kirine. Di şevaqa serê sibê da pêş dîkên gund hişyar dibin. Ma xewa we nayê, balê nivînên xwe da bisekinin. Na, ger rabibin û qalûqirê bikin. Berê em bi dengên dîkan hişyar dibûn, niha bi qalûqira wan. Edî bes e, lo hûn çi ji me dixwezin?!

Helîm ji çûyîna xwe poşmam bû, paş hustiyê xwe kola û hat mal. Lê diyar bû ku pir bihêrs bû. Wê rojê heta êvarê di hundir malê de wek mîha gêj hat û çû. Diya wî, Amoja Besîme li ber gerî li ser gerî, çi kir û nekir nekarî wî haş bike. Mêze kir çare tune, berê xwe da qonaxa Rehmetiyê bavê Selîm. Diya Selîm bi wan salên xwe yên mezin jî nedixwest derê mala rehmetî bigire û here mala lawê xwe. Bi serê xwe di wê qonaxa gir û gerî de dima. Amoja Besîme dixwest bi Amoja Xatûn re li ser vê pirsgirêka di navbera herdû cîranan de bi hevûdin re axaftinê çareser bike. Ka çer mirov bikane Selîmê lawê wê îqna bike ku sibeh sibeh dernekeve li ser balkonê û qalûqirê neke. Qet nebe heta Helîm li mal e Selîm bikare hinek bêdeng bisekine.

Amoja Besîme ji jor ve xwe berda nava gund, aliyê mala bavê Selîm ve hêdî hêdî meşiya. Li ber derê hevşo hinekî bêhna xwe girt. Dû re deriyê hefşo vekir û bi derenceyên/nerdîganên bêton re hilkişiya jor, silav da Amoja Xatûn. Amoja Xatûn silava wê ragirt û hoz da xwe ku ra bibe. Amoja Besîme destê xwe da ser serpîla wê, nexwest ew li ber wê rabibe. Kursiyê xwe girt û li cem wê da rûnişt. Hal û xatirên hevûdin pirsiyan. Amoja Besîme destpêkir sedema hatina xwe bi kurtayî hanî ziman.

Amoja Xatûn xûyê lawê xwe dizaniya. Bêdeng guhdarî kir. Di serî da nezanî çi bibêje. Hinekî hizirî. Dû ra got:

  • Xwengê xwengê! Me ewqas zarî xwedî kirin. Rind xirab em hatin va rojana. Me wer dizanî ku wexta zarok mezin bibin êdî em rehet dikin. Lê tu jî dibînî ku zarok çiqas mezin dibin kul û derdên me ewqas mezin dibin. Yê te barê tenê Helîm e, Xwedê ji te re bihêlîne. Min hêjmara yên xwe jibîr kiriye. Xwedê xêrê bide Selîm, mirovekî baş e. Welle qet di dilê wî de tiştekî xirab tune. Xwezî ew xûyê wî yê pir qalûqir kirinê tunebûna. Her însan xwedî kêmasiyekî ye. Kêmasiya Selîm jî ew e.

Amoja Besîme wan gotinên Amoja Xatûn gişt di serî de hetanî binî bi dîqqet guhdarî kir. Bi xwe jî dizaniya ku di dilê Selîm de tiştekî xirab tune. Lê dîsa jî dixwest ku ji vê pirsgirêka di navbera Selîm û Helîm re çareseriyekê bibîne. Helîm hatiye gund ku hinekî rehet bike. Ew jî Selîm nahêlîne. Wer meseleyek mirov pir mezin bike jî nîne. Lê wexta mirov ji tiştekî xû kir, êdî ew tişt dibe bela serê mirovan. Qalûqira Selîm carê bûye bela serê Helîm. Bi vî halî dibe ku Helîm di xewnên xwe de jî ji van xilas nebe. Niha vegere mal û xewnên bi qalûqira Selîm li mala wi ya li Stembolê jî dawîya wî bernede ewê çi xweliyê li ser xwe da bike?

Amoja Xatûn pê hesiya ku Amoja Besîme bêhizûr e. Xwest hinekî dilê wê rehet bike. Carek din dest bi qezîkirinê kir û got:

  • Dayê dayê! Ez îroj ji Selîm û Bûkê re xeber bişînim, bila werin vira. Ez vê meselê ji wan re vebikim û çareseriyekê jê re bibînim. Bila dilê te rehet be. Niha tiştek nayê bîra min. Lê bêguman Bûk dikane ji Selîm re çareseriyekê bibîne. Wexta pir nebû bila êvaran dermanê xwewê bê zanîna Selîm bike nav çaya wî ku sibehan zû ra nebe. Ez dizanim dermanên xwewê pir rind nînin, lê em çi bikin. Barê heta Helîm li vira ye bila Selîm hinekî zêde rabikeve, sibehan zû ra nebe.

Van gotinên Amoja Xatûn ketin serê Amoja Besîme. Kêfxweşî û sipasiya xwe ji Amoja Xatûn ra anî zimên. Nexwest wê pir eciz bike û destûra rabûnê jê xwest. Amoja Xatûn xwest pistepistek hatibû guhên wê ji Amoja Besîme re bîne ziman ku ew qotin di dilê wê da nemîne û wê berdewamî bêrehet neke. Got:

  • Xwenga Besîme! Pistepistek hat guhên min. Nizam tu ji bo vê çi dibêjî. Bihîstina min bihîstiye; te li ber mala xwe qawûn hajotine ku kijikên reş werin li ser balkona Selîm daynin û li wir zirîçê bikin. Ma tiştek wusa heye?

Amoja Besîme di şuna xwe da şaş û mat ma. Di serî da nezanî çi bibêje û çi bike, bi van gotinan şok derbaz kir. Lê şikur ew şoka wê pir nekudiya. Dû ra bi dengek aram vegeriya Amoja Xatûn û got:

  • Xwengê xwengê! Xwedê me ji van mirovên şeytan ên van gotinên bêser û bêbin dikin biparêze. Na tu nabêjî van qijikên reş tenê tên ser balkona Selim? Welleh balkona min jî xirab kirine. Ez saldin êdî yek mêwek qawûn li ber deriye xwe najom.

Herdû porsipiyan xatir lihevûdin xwestin û Amoja Besîme bi dilaramî berê xwe da mal.

 

Hesen Polat

Almanya-Stuttgart, 01.10.2018.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir