Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Narîn Omer *-Nivîskar û mamoste yê rêzdar û bi rûmet Lokman Polat: Ji kakila dilê nivîskaran, û ji bîroka şadîmaniya hunermendan, û ji şarezayî ya bawermendan, ez guldaneke sipasî diyarê te dikim li ser kar û xebata te ya bê dawî. Narîn Omer …
Nîsan, 2016
-
12 Nîsan
Qerîneke bêdeng RINDÊXAN
Pirtûka berxwedanek dîrokî: Qerîneke bêdeng RINDÊXAN “Mala Eliyê Ûnis” an “Qewmê Çiyê”, bêhtir bi serhiladana 1925 an, li herêma Xerzan hatine nasîn. Xerzan, bi rûbar, deşt û rêze çiyayên bilind û erdên bereket, balkêş e. Eşîra mezin, bi girêdan û domandina jiyana azad li ser xaka bav û kalan tê nasîn. ”Mala Şeref” ku rêvebiriya herêmê dikin, koka xwe dirêjî mîr …
-
12 Nîsan
Li Stenbolê, mûzeyek li ser navê alimê kurd El Cizîrî tê çêkirin
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, mûzeyek li ser navê alim û kaşifê kurd Îsmaîl bîn Rezzaz el Cizîrî, ku yekemîn robot çêkiriye, tê çêkirin. Rêveberê malpera babil.com Mehmed Alî Çalişkan da zanîn ku di demek nêzîk de dê mûzeyek li ser El Cizîrê li Stenbolê were çêkirin û di wê mûzeyê de dê berhemên wî bên nîşandan. Ismaîl Ebûl Iz …
-
12 Nîsan
Şengilo- Mengilo
Carekê bizinek ji nava pêz vediqete diçe çiyê, binê zinarekî xwe re dikole, holikê ava dike, xwe re dike gom, têda dizê: sê kara tîne. Navê yekê datîne Şengilo, navê yekê Mengilo, navê yekê jî Qalîçengilo. Kar ku mezin dibin, maka wan şîret dike, dibê: – Sengilo, Mengilo, Qalîçengilo, ez qurbana we, niha ezê herim çêre, kengê ez hatim, min …
-
11 Nîsan
Çîroka ker û hevalên wî
Carek ji cara, mamê Xidir li kerê xwe siwar bû çû dara, lê bû wextê êvara. Mamê Xidir bala xwe dayê Gurekî ji wê de hat, çû lêxist Kerê wî xwar! Mamê Xidir je re got; “Ey heywanê hovê har, qe li beriya jêrîn tunebûn berx û kar, tu hat te lexist kerç min evdalî xwar? Gur jê re dirane …
-
11 Nîsan
Pirsname – Nezir Gümüş
20 Pirs – 20 Bersiv Pirs 1. Peyva ku herî jê hez dikî? Nezir Gümüş: Jiyan Pirs 2. Van rojan kîjan stranê guhdarî dikî? Nezir Gümüş: Li qamîşlo Pirs 3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye? Nezir Gümüş: Îman Pirs 4. Tu ji bo çi dijî? Nezir Gümüş: Ji bo jîyaneke birûmet. Pirs 5. Ji kurdan re ya …
-
11 Nîsan
Mamik- Tiştonek (7)
Tiştek heye: Ne darî, ne cobarî, hesinê hesavdarî. Ew çi ye?(61) Tiştek heye: Ga dadikim, duv jêdikim. Ew çi ye?(62) Tiştek heye: Şev bûk e, roj pepuk e. Ew çi ye?(63) Tiştek heye: Merrê mirî, erd kûr kirî. Ew çi ye?(64) Tiştek heye: Av e, ne av e, nanê mirî di nav e, teyrê zêrîn hindav e. Ew çi ye?(65) …
-
10 Nîsan
Germahiya Xwuşka Min
Rojekî dayka min ne li mal bû. Rojekî dayka min û bavê min cîhekî de çûbûn,ez jî wê demê teze helege bûm ez peyî çûyîna dê hinekî giriyam. Xwûşka min a mezin em komî dora xwe kirin,hembêza xwe mina konekî li ser me vegirt,çawa mîna mirîşkeke li ser kurkê rûnê cûcika dora xwe kom bike. Xwûşka min a ji min …
-
9 Nîsan
Derdê Sado
HEJMAR \ 13 \ HAWAR 1932 DERDÊ SADO Di wextê şerê mezin de bû. Em bi malîtî di Girê Mîran de bûn. Girê Mîran gundek ji gundên me ye. Tê de heftê heştê mal hebûn. Bavê min li Xarpûtê di hepsa tirko de bû. Hingê ez zaro bûm. Gundekî me ê din jî hebû, jê re digotin Qenter. Qederê deh …
-
9 Nîsan
Gotinên Pîrevotê
Pîra Helê, nişkava ji nav ciyê xwe derket û deriyê xwe vekir derket derva. Her sibeh zû radibû lê belê iro ji di xew da mabû. Bi tirs û hirs çû nav ajelê xwe . Ji xwe du ajelê wê hebû yek hespek yek jî mangeyek bu. Mange biraye wê dabû yê hesp jî bi pereyek erzan kirî bû. Pîra Helê …