Biro Metînî helbestvanê kurdên Libnanê bû

Bi min xweş e ku ez evîndarekî welat û zimanê Kurdî ji kurdên Libnanê, bi we bidim naskirin. Ew Biro Metînî ye, yê ku di helbesteke xwe de wiha dibêje:

Bihayî bihayî Kurdistan

Bi serê Mîtanî*, tev laş û can

Lê îro dijmin lê paldayî

Bihayî bihayî Kurdistan..

*    *     *

Bihayî bihayî Kurdistan

Bijî Qadiyê Mehabad, bijî Şêx Seîd

Bijî Mistefayê Barzan

Bijî Kurd û Kurdistan..

Ji encamên herdu rojnameyên ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi navê (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê, bi kurmanciya Latînî diweşandin û ew dibistana ku di sala 1943’an de ji kurdên Beyrûtê re vekiribû, gelek ji kurdên me, yên ku di pey bidarvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî re çûbûn Beyrûtê ku, piraniya wan ji xelkên Çiyayê Omeriyan û Tora Mihelmiyan bûn, fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibûn. Ji wan, Biro Metînî an Ibrahîm Metînî, yê ku wek yekemîn helbestvanê kurd di nav kurdên libnanê de tê naskirin.

Biro Metînî; ji bakurî Kurdistanê, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna bû.. Ew di sala 1909’an de li gundê Metîna hatibû ser rûyê dinyayê. Di sala 1930’î de derbasî binya xeta Fransawî, nav kurdên Rojava bibû. Çend salan mala wî li bajarê Amûdê û Qamişlo mabû û dostaniya wî bi nivîskarên kovara Hawarê re çêbibû, di serê wan de seydayê Cegerxwîn.. Di dawiya salên 1930’î de mala xwe bardike Beyrûtê û li wir dostaniyeke mezin di navbera wî û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de çêdibe; li ber destên wî, di wê dibistana ku ji kurdên Libnanê re vekiribû, fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dibe û herdu rojnameyên wî (Roja Nû û Stêr) li kurdên Libnanê belav dike.. Ew dostanî dirêjkiriye ta bi mirinê.

Biro Metînî di roja 6’ê Adara 2001’an de li Beyrûtê koça dawî dike. Li ser daxwaza wî, ew di goristana malbata Hemiyê de, ya ku bi koka xwe kurdên Beyrûtê ne tê veşartine.

Biro Metînî: Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan û Mela Mustafa Barzanî bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Û ji encamên vê yekê û dûrbûn û hezkirina welat helbest hunandine. Komek helbestên wî bi zimanê Kurdî hene, lê ta niha nehatine çapkirin.. Ez wî, mîna yekemîn helbestvanê kurd di nav kurdên Libnanê de dibînim.

*-Mîtanî navê kurê wî ye.

Konê Reş
Qamişlo

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply