Birîna Pîrê [Paşa Amedî]

Min ne dixwest ku di vê quncika xwe de; vê çîroka jiyayî biweşînim lê ji ber ku min vê girîng dît ez vê diweşînîm.

Jinebiyek neçar û feqîr  debara xwe bi karên gundiyan derbas dikir. Ku zarokên wê mezin bûn û zarokên wê gihîştin, êdî ku kar ji zarokên wê hat, pîrê zarokên xwe civand û ji wan re got: “Zarokno, fikrekî min heye ku hûn jî bipejrînin, bibêjin erê, em ji gund derkevin û herin, herin bajarê Diyarbekirê. Dibêjin ‘Diyarbekir, cihê zengîn û warê feqîran e, her kes xwe tê de xwedî dike û bi rehetî jiyana xwe dewam dike,  hûn dibêjin çi?” Zarokên wê tev jî dibêjin: “Dibe dayê, çima nabe, jixwe erd û zeviyên me tunin, em li ber destê xelkê dişxulin…”

 

Jinebî û zarokên xwe mala xwe bar dikin derin bajarê Amedê. Xaniyek piçûk ji xwe re kirê dikin. Zarok ji xwe re kar bi destê xwe dixin û dişxûlin. Ku debara wan xweş bû; pîrejin zarokên xwe dizewicîne.

Sal derbas dibin zarokên wê navsal dibin, tornên wê jî diçin mektebê dixwînin. Dayîk jî sal bi sal pîr dibû, bû bi sal û yextîyar bû. Çavên wê êdî nedîdît, lê dilê dayikê ne xweş bû. Pîrejin tenê bi nimêj û îbadetê ve mijûl dibû; zikir û wîrdên xwe didomand, pê dilê wê xweş dibû, sebra wê pê dihat. Lê dayîk her tim dilê xwe xerab dikir,  ku ne ji nimêj û taetê biba wê dîn biba û bi çolê biketa. Car jî ku jê bihata wê ji zarokên xwe re bigotana “Min bibin gundê min…”  lê nikaribû dest ji zarokên xwe jî bike.

 

Jinepîr ji zarok, bûk û tornên xwe pir hez dikir; bi wan kêf digirt. Lê jiyana wê ne tu jiyan bû, her tim difikirî û diponijî. Zarokên wê fehm kiribû ku derdê wê heye lê nizanîbûn derdê wê çi ye. Zarokên wê carna digotin: “Dayê, dayika min, derdê te çi ye, tu çima derdê xwe ji me re nabêjî?..” Dêya wan jî: “Ez çi bibêjim law, lê jiyana min, ne tu jiyan e.” Qisê xwe dibirî û  dev jê berdida.

 

Çend roj çû, dîsa bû “of, of”a pîrê. Kurê mezin wê dibîne, ji dêya xwe re: “Dayê, tu yê derdê xwe ji min re bibêjî, ka derdê te çi ye? Gelo bûk nan nadin te, qey li te tehdê dikin, an jî me dilê te şikand û dile te ji xwe hîştî ye…”

Dayik mêze dike ku kurê wê jê nagere. Pîrê dest bi derdê xwe dike û dibêje: “Kurê min, ez dêya we me, ez pîrejin im, ez yextîyar im, ez xwedî zarok im, mala min jî heye, ez ne birçî me jî, lê hûn ji halê min fehm nakin, ez jî ji we. Hûn bi zarok û jinên xwe re qise û galegalan dikin, kêf kêfa we ye. Lê hûn li min nafikirin?” Kurê wê:

 

“Çima, çi bûye?”

Çer çi bûye? Kurê min, ez çawa ji we re bibêjim; ez dibinim ku we orf û edetê xwe jibîr kiriye, çek û cilên we bûye weka biyanîyan, ferqa jiyana we û ya gawuran tune!

Ya din; hûn derin karên xwe û tên, jiyan ji we re xweş e, lê hûn nabêjin em, jin û zarokên me di çi halî de ne. Ez qayîlim ku ji tornên xwe hez bikim, bi wan re qisa bikim, ez ji wan fehm bikim, ew jî ji min, ku ez bi wan şa bibim, Ê din wexta ku hûn bi jin û zarokên xwe re qisa dikin ez ji we fehm nakim, bi we re nakenim, bi derdê we ra xemgîn nabim û nagirîm. Ku kurê mirov, bûk û tornên mirov jî bi zimanê xwe yê Kurdî qîsa neke û bi zimanê Tirkî qisa bike wê dêya we çawa ji we fehm bike û bi derd û şahiya we xemgîn û kêfê bike.

 

Kurê min, rewşa we û yê min ne baş e. Yanê ku hûn, bi bûk û zarokên xwe bi min re qise nekîn, hûnê bi kê re qise bikin.

 

Ya din jî hûn heya êvarê bi jin û zarokên xwe re bi zimanê Tirkî qise dikin, ez ji we fehm nakim. Hûn telewîzyonê vedikin heya sibê ziman bi Tirkî ye, hûn jê fehm dikin lê ez? Ez ji ber zimanê we yê bi Tirkî bi we re her tim ker û lal im. Jixwe çavên min jî nabîne, qene ji gotin û qisên we fehm bikim. Li malê eciz dibim û dilê min teng dibe. Hedûriya min nayê û bîrîna min kûr e.

 

Gelo haya we ji we heye? We xwe daye zimanê Tirkî, we jiyana dêya xwe mehf kir, yê zarokên xwe jî. Gelo ku zarokên we bizewicin wê tornên we bi çi zimanî qise bikin. We zimanê bav û kalên xwe jibîr kir, we bi zimanê xerîb girt ser da jî bi zimanên xwe dikenin. We jiyan li min herimand. Bûk û zarokên me bi Tirkî qîse dikin. Cîranê me tên, ew jî bi Tirkî qisan dikin. Mirovên me tên mala me dîsa bi Tirkî qise dikin, ez dîsa ji gotinên we fehm nakim. Tornên min carna tên cem min, tenê dibêjin “Pîrê, çawa yî, baş î?” Kurdiya wan hew e û zû diqede.

 

Hezkirina tornên min di dilê min de maye. Ez dixwazim destê xwe li serên wan bidim û paç/maç bikim, ji min direvin, ji bo çi ji min direvin? Ji ber ku bi zimanê min ê Kurmancî fehm nakin û ez jî nikarim hezkirina xwe bidime wan. Hûn jî zanin ku mirov bi rêya qiseyan nêzê hev dibe, ji hev hes dike û bi hev şêrîn dibe. Ku ziman tunebe û ji hev fehm neke, mirov  ji hev sar dibe.  Hezkirin bi ziman û qiseyan dibe. Law me em ji ku hatin; hûn kî ne? Berê me û bûkên me, me tew bi Tirkî nizanîbû, niha jî li xwe nagrin ku bi Kurdî qise bikin, xwesika Tirkiya we jî baş biba. Li xwe haydarbin kurê min; ji ber ku hûn bi Kurdî qise nakin, zimanê me ji we ra, ji bûk û tornên me re xerîb tê.

 

Kurê min, ez mirov im, hestên min jî hene; ku ez bi we re, hûn bi min re qise nekin an ku ez ji gotinên we fehm nekim ez ji we  çawa kêfê bigrim. Qey ez li malê kevirê ser dîwanê m? Ma ez bi dîwarê re qise bikim

 

Gelo ez şaş im an hûn şaş in? Lê niha ez di çi halî de me hûn nizanin. Jixwe çavê min  nabîne, jiyana min tarî ye. Ez li mala xwe me jî ez dibêjim qey ez nîvanim û li mala Tirka me. We jiyana xwe herimand û jiyana min jî… Esl, kok û zimanê xwe ji bîr nekin. Jiyana xwe jî li gor dînê Muhammedî bişopînin. Heş û aqilê xwe bînin serê xwe û haydar bin, jiyaneke nû dest pê bikin. Kurê min hîna jî hûn pir dereng nema ne….”

 

Paşa Amedî

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply