Arîstophanes ŞERÊ JINAN (Lysîstrata)

Arîstophanes
ŞERÊ JINAN
(Lysîstrata)

Wergêr
Lokman Polat

Weşanên Helwest
ISBN: 91-89224-62 -0
Çap: Peknotryck ofsset
Stockholm

Adres / Navnîşan
Lyckselevägen 6. 2tr.
16267 Välingby / Sweden
lokmanpolat-1@hotmail.com
helwestforlag@hotmail.com
lokmanpolat2000@yahoo.se

Pirtûkê wek PDF dabar bike

Arîstophanes

Arîstophanesê grekî ji vir 2500 sal berê berhemeke şanoyî afirandiye. Piştê 2500 salî ev berhema wî bi kurdî hate wergerandin û di nav weşanên Helwestê de wek pirtûk hate weşandin. Ez pir bextiyarim ku wergera vê berhema klasîk a hêja cara yekem bû nesîbê min û min wê wergerand kurdî.

Arîstophanes nivîskarekî Grekî yê dîrokî ye. Ew çarsed sal beriya zayîna Îsa -Mesîh- jiyaye. Di dema wî de li Helenîstanê dewletên bajarî hebûn û di nav wan dewletan de tim şer û pevçûn hebû. Şerê dîrokî ku bi navê şerê “Peloponez” ketiye dîrokê di dema wî de çêbûye. Ev şer di nav dewleta bajarê Athenê û Sparta’yê de qewimiye.

Arîstophanes di berhemên xwe de hemwelatiyên xwe sewqê aşîtiyê kiriye. Ji xwe navê berhema wî ya herî girîng jî ”Aşîtî” ye. Ev berhema wî jî dê di nav weşanên Helwest’ê de bi kurdî derkeve.

Li gorê dîtin û ramanên Arîstophanes şerê di navbera Athenî û Spartîyan de şerê birakûjiyê ye. Arîstophanes vî şerî bi şêweyeke komedî lê bi ramanên siyasî dinirxîne. Ew ji hemwelatiyên xwe re dibêje “Ev şerê navxweyî dê qelsiyê bi xwe re bîne û dê desthilatdarî ji dest biçe. Demokrasî dê ji holê rabe. Ev jî ji bo gel xetereke mezin e. Riya rizgariyê ev e ku; hemû Helen -Grek- bibin yek, şerên navxweyî ji holê rabikin.”

Arîstophanes ji bo di nav Grekîyan de aşîtî pêk bê çi ji destî hat kir e. Wî wek rewşenbîrekî rasteqîn ji gel re rastiyan got. Bi gel da fêmkirin ku yê ku ji şer feyde dibîne hinek qodemanin, hinek kesên ku ranta şer ji xwe re pay dikin in. Gel ji vî şerî bizar dimîne û zirara şer gel dikşîne.

Arîstophanes di berhemên xwe de dide xuyakirin ku di vî şerî de jin çiqas zor û zehmetê dikşînin. Di şer de mêrên jinan, zarokên dayikan têne kuştin. Yên ku herî pir li dijê şer derdikevin jin bi xwe ne. Jin aşîtîyê dixwazin. Arîstophanes di têkoşîna aşîtîyê de jinan dike lehengên sereke. Berhema xwe ya “Şerê Jinan” li ser têkoşîna jinan ya li dijê şer diafrîne.

Jinên Helen -Grek- bi pêşavatiya Lysîstrata êrişê ser Akropola Athenê dikin. Û Jin li wir sond dixwin, dibêjin “hetanî mêr aşîtîyê pêk neynin, venagerin malên xwe, ji mêrên xwe re jinîtî nakin, ji zaroyên xwe re dayikî nakin.” Li pêşberê helwesta jinan ya bi qerar û biryardan, mêrên bajarên Athenê û Spartayê mecbûr dimînin û aşîtîyê pêk tînin.

Ev pirtûka Arîstophanes 2500 sal berê hatiye nivîsîn. Şerê jinan, têkoşîna wan ya civakî hêj jî didome. Arîstophanes bi devê lehenga vê berhema hêja, bi devê jina têkoşer Lysîstrata’yê weha dibêje: “Ez niha ji we re dibêjim, Spartîyan. Di demeke de ewladê we Perîkleîdesê Spartî nehat û li ser vê tehta mermerê çok neda erdê û xwe netewand? Ji bo Urba’yên sor, ji Athenîyan ordiyek nexwest? Ew dem hûn di zor û zehmetîyê de bûn. Xwedan jî ji we hêrs bûbûn. Kîmon bi çar hezar Athenî ve çû û Spartayê xilas kir. Athenî’yan vê kir, yan nekir? Di gel vê, hûn niha bajarên me xirab dikin û dişewitînin.

Lê hûn Athenî, we got qey ez dê ji we re xatir bikim? Hûn dema di bin zilma Hîppîas de dinaliyan, Spartî nehatin û bi we re hevaltiya şerê çekdarî nekirin? Ew nebûn ku azadîya we bi dest xistin û we bi serbilindî gerandin?

We weha bi hevûdu re alîkarî kiriye, hûn çima li hev dixin, bi hevre şer dikin? Ka bibêjin ev hêrs û xerez çiye? Çima ev kîn? Ji bo lihevhatinê, ji bo aşîtîyê çi dest û pîyên we girêdaye?”

Xweziya dema şerê birakûjiyê di nav rêxistinên kurdan de, di demên berê de çê dibû, jinên kurdan jî bigotana “hetanî hûn dev ji şerê birakûjiyê bernedin û aşîtiyê pêk neynin, em ji we re jinitî nakin.”

Bi hêviya ku ev şano rojek di Kurdîstanê de wek tiyatro bê leyistin. Weşanên Helwest bi vê berhema klasîk, xizmeteke hêja ji bo ziman û edebiyata kurdî kir.

Lokman Polat

Pirtûkê wek PDF dabar bike

 

Arîstophanes
ŞERÊ JINAN
( Lysîstrata)

 

Kes

  • LYSÎSTRATA
  • KLEONÎKE
  • MYRRHÎNE
  • LAMPÎTO
  • Koroya Pîran
  • Koroya Jinan
  • PROBULOS
  • Çend Jin –
  • Kînesîas –
  • Zarokê Kînesîas –
  • Xulamê Kînesîas –
  • Peyivdarê Spartî –
  • Endamê Meclîsa bajarê Athenê –
  • Yekî Athenî –
  • Yekî Spartî –

Li pêş du mal, yek mala Lysîstrata’yê ye, ya din mala Kleonîke ye. Li paş, ji dûr ve Proplyle û Akropola Athenê xuya dike. Bi riyeke mirov derdikeve Akropolê. Li alî paş di nav zinaran de mixara Pan. Hendî roj derdikeve. Lysîsrata li pêşiya mala xwe virde wêde digere.

LYSÎSTRATA –
Ax ev jin! Heger ji bo cejna Bakkhosê, peristgeha Panê, bangê wan bikirana û biçana Aphrodîtê dê meydan ji dawil û şemateyê derbas nebana. Niha binêrin yek jî hatiye?
(Dibîne ku Kleonîke tê.)
Lê bisekine, ji cîranên me yek derketiye, roj baş Kleonîke.

KLEONÎKE –
Roj baş, Lysîstrata. Ev çi hale, çi heye? Wisan wek polîsan mêze neke, herdu çavêm, mûrê xwe tehl kirin bi te nakeve.

LYSÎSTRATA –
Ji hêrsan ez har bûm, wisan nabe! Nexwe mêr jî me qûrnaz û jîr dibînin.

KLEONÎKE –
Em wisanin lê.

LYSÎSTRATA –
Em wisanin lê, me got em ji bo karekî bicivin, biaxifin, û ji xwe ev karekî wisan ewk nîne, lê dest ji xewa xwe nakin û nayên.

KLEONÎKE –
Sebir bike, şekira min, dê bên. Wisan hêsane ku jin ji malê derkevin? Hinek li mêrê xwe dinêrin, hinek zarokên xwe aş dikin û dixin xew, dişon, nan didin wan.

LYSÎSTRATA –
Lê karên din jî hene, karên gelek girîngin.

KLEONÎKE –

LYSÎSTRATA min, mesele çiye? Tu çima jinan dicivînî? Tişteke ku bê dîtin heye?

LYSÎSTRATA –
Tişteke mezin e.

KLEONÎKE –
Yanê pir mezine?

LYSÎSTRATA –
Hem jî çawan!

KLEONÎKE –
Başe wisane çima nayên?

LYSÎSTRATA –
Wisan nîne, tiştê ku tu dibêjî bibe, em ji zûve civiyabûn. Tiştek dine, meseleyeke ku ji zûve ye ez li ser difikirim, meseleyeke ku xewa min li min herimandiye.

KLEONÎKE
Ev mesele qey tişteke nazîk e.

LYSÎSTRATA –
Nazîk, hem jî çawan! Rizgariya Helenîstanê di destê jinan de ye.

KLEONÎKE –
Wisane Helenîstan şewitî!

LYSÎSTRATA –
Divê em karên dewletê bigrin destê xwe. Nexwe ne Peleponez li holê dimîne…..

KLEONÎKE –
Aman çi baş dibe ku nemîne!

LYSÎSTRATA –
Ne jî Bîotîa dimîne….

KLEONÎKE –
Aman, aman, ew masîyên xweşik….

LYSÎSTRATA –
Ne jî devê min nagre ku bibêjim Athen. Wê hêlê hendî tu bifikire. Lê guhdarî bike, niha hemû jin li vir bicivin, Boîtîa’yî, Peloponezî, em, hemû bêne cem hev, Helenîstan rizgar dibe.

KLEONÎKE –
Tu çawan tiştên weha ji jinan hêvî dikî? Ev karê bieqilane. Karê me, em boyaxê di xwe de bidin, paşgotinî bikin, cil û lîbasên xweşik li xwe bikin, pêlavên xweşik bikirin…..

LYSÎSTRATA –
Waye evana dê me rizgar bikin: ew lîbasên qat bi qat, ew bêhnên xweş, ew emaretên û zînetên xemlandî, ew gomlekên hebreşîm….

KLEONÎKE –
Çawan?

LYSÎSTRATA –
Çawan nîne, ew bikevin nabeynê, wê gavê mêr nikarin rim bavêjin hev.

KLEONÎKE –
Ax kanê ew roj! min dê çi bikirana, çi bikirana!

LYSÎSTRATA –
Nikarin tîr û kevanan helbigrin….

KLEONÎKE –
Çi lîbasên xweş ez dê li xwe bikim….

LYSÎSTRATA –
Şûr û mertal nikarin helbigrin…

KLEONÎKE –
Ez dê çi zînetan bikirim….

LYSÎSTRATA –
Başe, ji bo kareke weha divê jin neyên?

KLEONÎKE –
Hatin jî gotine, divê bifirin û bên!

LYSÎSTRATA –
Lê kanê…. Tuyê bibînî, wek hemû Athenîyan eqilê wan dê paşê bê serê wan. Ji jinên ber behrê yek kes jî tuneye, ji Salamîsê jî kesek nehatiye.

KLEONÎKE –
Roj hêj navêje li keştiyan siwar dibin.

LYSÎSTRATA –
Min digot dê yên Akharnaî pêşî bên, ew jî li holê tunene.

KLEONÎKE –
Jina Theogenes jî beriya ku were, dê vebixwe. Lê, bisekin, waye ji wir yek tê.

LYSÎSTRATA –
Belê, belê, li vê hêlê jî hene.

KLEONÎKE –
Of, of, vana jiko tên?

LYSÎSTRATA –
Ji çala Anaforê.

KLEONÎKE –
Hi, çala Anaforê serî li binî ketiye.

MYRRHÎNE
LYSÎSTRATA, em direng man? Çi heye? Tu çima bêdengî?

LYSÎSTRATA –
Ji bo kareke weha em heta niha sekinîn, di ser de jî ez ji te re bibêjin aferin?

MYRRHÎNE –
Min di tarîtiyê de bi zorê qayişê xwe dît. Lê waye em hatin lo, ka bibêje.

KLEONÎKE –
Na, em hinek jî bisekinin: ji Boîtoîa’yê, ji Peloponezê jî dê bên, bêla ew jî bên hêj.

LYSÎSTRATA –
Belê, tu bi heqî. Binêr, waye Lampîto jî tê.
(Lampîto’yê Spartî, yekê Boîotîa’yî û yekê Korînthosî, du jinên ciwan pê re ne, tên.)

LAMPÎTO –
Eh, sîheta min li cîye, dikarim gav jî bavêjim.
KLEONÎKO –
Ax, divê memik weha bin.

LAMPÎTO –
Tu wisan çi dest lê digerînî, wek ku beranê qurbanê helbijêrî?

LYSÎSTRATA –
Ev jina ciwan ya bi te re ji ko ye?

LAMPÎTO –
Keçikeka kîbar e, ji Boîotîa’yê ye.

LYSÎSTRATA –
Bi rastî tam jî Boîotîayî ye: her tiştî li cîye.

KLEONÎKE –
Belê, giyanî biyanî jî baş jêbûne!

LYSÎSTRATA –
Keçika din kêye?

LAMPÎTO –
Ji malbateke navdar e, ji Korînhosê ye.

KLEONÎKE –
Rastî, pir navdar e!

LAMPÎTO –
Kê weha wek garanê bangê jinan kir?

LYSÎSTRATA –
Min bang kir.

LAMPÎTO –
Ka bibêje, tu ji me çi dixwazî?

KLEONÎKE –
Erê, heydê canêm, hindî bibêj, ev mesela girîng çiye?

LYSÎSTRATA –
Ez dê niha bibêjim lê, beriya ku bibêjim, ez dê ji we tiştek bipirsim, tişteke biçûk.

KLEONÎKE –
Çi dipirsî bipirs.
LYSÎSTRATA –
Hûn li bavê zarokên xwe nagerin? Hûn bêriya mêrên xwe yên ku çûne leşkeriyê nakin? Ez dizanim mêrên we hemûyan li cihên dûrin.

KLEONÎKE –
Ax, mepirs, yê min pênç sale ku li Trakyayê ye, li cem Eukrates pasewan e.

MYRRHÎNE –
Yê min bû heft sale ku çûye Pylosê.

LAMPÎTO –
Yê min carna tê, lê hetanî ku zirxê xwe derdixe, hema cîde dîsa zirxê xwe li xwe dike û diçe.

LYSÎSTRATA –
Di holê de mêr neman, ne dost man ne mêrên me. Piştê xîyaneta Mîletosîyan em nizanin ku ji xela mêran re çi çare bibînin. Heger ez riyek bibînim, bi min re bibin yek, hûn hene ku em dawî li şer bînin?

KLEONÎKE –
Ez heme, Yezdan şahîdin! Ez cilên xwe rehîn bidim û bi pereyê wê şerab vexwim jî, ez dîsa heme.

MYRRHÎNE –
Ez jî heme, hem jî çawan! Wek masîya zimên postê min jî rabe, ez heme.

LAMPÎTO –
Ez bizanibim aşîtî çêdibe, ez dê derkevim ser tepeya çiyayê Taygetos jî.

LYSÎSTRATA –
Wisane guhdarî bikin, ez qey vî karî ji xwe re berşê nadim. Jinên xoşevîst, heger em dixwazin mêrên xwe mecbûrê aşîtîyê bikin, divê em tiştek bigrin ber çav….

KLEONÎKE –
Ew çiye? Bibêje.

LYSÎSTRATA –
Lê hûn dê bigrin ber çav?

KLEONÎKE –
Belê, em bimrî jî, em dê bigrî!

LYSÎSTRATA –
Başa wisane, tiştê ku em bigrî ber çav….Bi mêran re wê îşî nekin… Çibû, çi heye? Hûn çima direvin? Diçin ko? Hêy! Çi dibe? Çima mûrê we tehl bû? Wisan çi bû buwe? Çiye ev girîn û zarîn? Hûn dê gotina min bikin, yan nekin? Çi we ditirsîne?

KLEONÎKE –
Ez gotina te nakim, ez çima direw bikim? Şer dom dike, bila bike.

MYRRHÎNE –
Bi rastî, ez jî tuneme, bila şer dirêj bibe, bidome.

LYSÎSTRATA –
Masîyê zimên, tuyî van tiştan dibêjî? Ka hinek berê te xwe dikir ducî?

KLEONÎKE –
Tişteke din ji me bixwaze, çi dixwazî bixwaze. Bibêj di nav agir de here, ez dê biçim. Tenê dev ji wê îşî berde: bê wî nabe, Lysîstrata xoşevîst.

LYSÎSTRATA –
(Ji Myrrhîne re.) Lê tu?

MYRRHÎNE –
Ez jî razîme ku di nav agir de biçim.

LYSÎSTRATA –
Ax, hûn jin! Ji serî hetanî binî mê ne! Çavtarî nine, hemû trajedya, jinan mijar digrin, heş û eqilê we tim li ser wî ewkî ye.
(Vedigere Lampîto.)
Lê tu, Spartîyê xoşevîst, qet nebe tu bi min re bimîne, dîsa jî em dê rewşê xilas bikin. Tu alî min be!
LAMPÎTO –
Bi rastî gelek zor e, ji bo jinan pir zor û zehmete ku bi tenê razin, bi serê xwe. Lê dîsa jî belê, lewra me gelek bêriya aşîtiyê jî kiriye.

LYSÎSTRATA –
Bijî, Lampîtoya xoşevîst! Di nav van jinan de tu tenê jinî.

KLEONÎKE –
Başe, em bibêjin ku tiştên ji destê me hat, me kir û me dev ji vî îşî jî berda -Xwedê hîvza me bike- bi vê aşîtî pêk tê, tu çi dibêjî?

LYSÎSTRATA –
Erê, pêk tê. Bi navên hemû Xwedayan sond dixwim ku pêk tê. Carê bifikirin, em di malên xwe de rûnî dikin, xwe dixemilînin, xwe tazî dikin û kiraseke tenik li xwe dikin, xwe dişon û pak tikin, mêrên me tên, pê dikevin, tên xwe dixin ber me, û em dibêjin na, nabe. Wê demê binêrin, dê li alî aşîtîyê bin yan na!

LAMPÎTO –
Belê, Menelaos dema memikên Helena yên tazî dibîne, şûrê xwe navêje erdê?

KLEONÎKE –
Lê ku mêr me di wê halî de bihêlin û biçin, wê demê dê çi bibe, herdu çavên min?

LYSÎSTRATA –
Wê demê, wekî ku Pherekrates jî gotiye, ji me re jî dimîne ku em destê xwe balêsin.

KLEONÎKE –
Ev hemû gotinin! Heger me bigrin û bi zorê bibin li ser livinan dirêj bikin?

LYSÎSTRATA –
Bi deriyan bigrin.

KLEONÎKE –
Heger lime bixin?

LYSÎSTRATA –
Hûn dê bê dil bikin. Dema ev îş bi zor be tehma wê tune. Ji xwe li berketin bese, meraq neke, dê zû pes bikin. Lewra mêr bi jinê re ewk neke, ew ewk nameşe.

KLEONÎKE –
Madama ku fikrê we herduyan jî ev e, em jî bibêjin belê.

LAMPÎTO –
Baş e, heydê em bibêjin me mêrên xwe ji bo aşîtîyeke rast û dirust îqna kir, lê hûn dê çawan pêşiya Athenîyên durû bigrin ku dê hertiştî dîsa xirab nekin?

LYSÎSTRATA –
Tu meraq neke, em dê riya wê bibînin.

LAMPÎTO –
Hetanî ku keştî di vê lîmanê de û pere di vê peristgehê de bimîne, Athenî rehet nasekinin.

LYSÎSTRATA –
Em wê fikirîn: Em dê îro êrişê Akropolîsê bikin. Jinên kalepîr jî dê beşdar bibin. Em li vir peyman çêdikin, ew jî bi behana jêkirina qurbanê dê biçin li Akropolîsê bi cîh bibin.

LAMPÎTO –
Wisane ev îş dibe! Tu vê baş fikirîyayî.

LYSÎSTRATA –
Baş e, Lampîto, em niha sond bixwin, sondeke ku xirab nebe.

LAMPÎTO –
Em çawan sond bixwin, bibêj, em sond bixwin.

LYSÎSTRATA –
Tu bi heqî. Çawîşê me liko ye?
(Jineke ku lîbasê polîs lêye tê.)
Hûn çi dinêrin. Mertalê li pêşiya min dayne. Ji min re jî qurbanek bînin.

KLEONÎKE –

LYSÎSTRATA, tuyê sondêke çawan bi me bidî kirin?

LYSÎSTRATA –
Çawan? Li ser mertalê, Aîskhylos jî weha kiribû, mêşinek şerjê kiribû.

KLEONÎKE –
Na, Lysîsrata, ji bo aşîtîyê li ser mertal sond nexwe.

LYSÎSTRATA –
Wisane em li ser çi sond bixwin? Em hespeke spî bibînin û wî bikin qurban?

KLEONÎKE –
Hespê spî? Em dê hespê spî jiko bibînin?

LYSÎSTRATA –
Heydê, biryar bidin, çawan son bixwî, em bixwin.

KLEONÎKE –
Binêr, dixwazî ez ji te re bibêjim : di şûna mertalê de em cerek daynin holê û di şûna xwîna mêşinê de cera şeraba Thasos birijînin û paşê jî sond bixwin…. Em sond dixwin ku av nakin nav şerabê.

LAMPÎTO –
Ji sonda weha re can qurban.

LYSÎSTRATA –
Bila yek ji hundir cerek bîne.
(Tînin.)

KLEONÎKE –
Eman hevalno! Ev çi şeraba cerê ye, mirov destê xwe dide pê serxweş dibe!

LYSÎSTRATA –
(Ji jinika ku şerabê hanîye re.)
Wê dayne, cerê bigre destê xwe.
Dest bi sond xwarinê dikin.
Ey Xudawenê bawerîyê û tu ey şeraba evînê! Vê qurbanê qebûl bike û daxwaza me jinan bîne cîh.

KLEONÎKE –
Waye, xwîn divê weha be! Mibarek çawan diherike!

LAMPÎTO –
Wek miskûember bêhn dide!

KLEONÎKE –
Gelî Jinan, bihêlin da vê sondê ez pêşî bixwim.

LYSÎSTRATA –
Na, heger dora te nebe, tu nikarî sond bixwî. Hûn hemû bi cerê bigrin. Heydê, Lampîto yek ji we bila gotinên min dubare bike. Paşê jî hûn hemû dê sond bixwin.
(Dest bi sondê dike.)
Dixwazî mêr, dixwazî nas û dost, di dinê de bi tu mêrekî re……

KLEONÎKE –
(Dubare dike.)
Dixwazî mêr, dixwazî nas û dost, di dinê de bi tu mêrekî re……

LYSÎSTRATA –
Ranazim, xwe nadim…. Heydê dubare bike.

KLEONÎKE –
Ranazim, xwe nadim…. Ax, Lysîstrata çokên min dilerize.

LYSÎSTRATA –
Mêr nakeve paşila min……

KLEONÎKE –
Mêr nakeve paşila min….

LYSÎSTRATA –
Xwe vebikim, bixemilînim….

KLEONÎKE –
Xwe vebikim, bixemilînim….

LYSÎSTRATA –
Mêrê min ji bo min pêkeve, bişewite….

KLEONÎKE –
Mêrê min ji bo min pêkeve, bişewite…

LYSÎSTRATA –
Dîsa jî bi riza xwe teslîm nabim…

KLEONÎKE –
Dîsa jî bi riza xwe teslîm nabim…

LYSÎSTRATA –
Heger zorê bi kar bîne.

KLEONÎKE –
Heger zorê bi kar bîne…

LYSÎSTRATA –
Ez dê zehmetî derxim û wek kevirê hişk bim.

KLEONÎKE –
Ez dê zehmetî derxim û wek kevirê hişk bim…

LYSÎSTRATA –
Ranên xwe bilind nakim…

KLEONÎKE –
Çaqên xwe bilind nakim…

LYSÎSTRATA –
Nabim wek pisînga adarê…

KLEONÎKE –
Nabim wek pisînga adarê…

LYSÎSTRATA –
Heger ez sonda xwe negrim, bila xwarina vê şerabê nesîbê min nebe.

KLEONÎKE –
Heger ez sonda xwe negrim, bila xwarina vê şerabê nesîbê min nebe….

LYSÎSTRATA –
Heger ez sonda xwe xirab bikim, bila ev şerab bibe av.

KLEONÎKE –
Heger ez sonda xwe xirab bikim, bila ev şerab bibe av.

LYSÎSTRATA –
Hûn hemû sond dixwin?

HEMÛ –
Bi navê Zeus em sond dixwin!

LYSÎSTRATA –
Bîne, pêşî ez vebixwim.

(Şeraba cerê vedixwe.)

KLEONÎKE –
Qasê paya xwe vexwe, em jî vexwin, em bibin dost.
(Vedixwin. Ji dûr ve deng tê.)

LAMPÎTO –
Ev çi dengin?

LYSÎSTRATA –
Wek ku min got bû: Jinan Akropolîsê girtin dest. Heydê, Lampîto, tu jî here di bajara xwe de kar pêk bîne. Vana jî wek êsîr ji me re bihêle.
(Jinên Bîotîa û Korînthosê dimînin, Lampîto diçe.)
Em jî biçin Akropolîsê, bi wan re alîkarî bikî, deriyan bigrî.

KLEONÎKE –
Tu dibêjî dê mêr çibkin? Dê êriş bikin?

LYSÎSTRATA –
Ez ji wan natirsim. Hetanî ku şertên me neyên cîh, bibin agir jî xem nake! Em xwe nadin wan.

KLEONÎKE –
Na, em xwe nadin wan! Ew dê bibînin! Ji me re bila sebe negotine mexlûqên ku nakevin nav dest û lep.
Derdikevin.
Dekor tê guhertin. Pêşiya Akropolîsê. Ji alî rastê ve koroya kalepîran tên. Li ser milên wan dar û di destê wan de qazaneke bi agir heye.

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Birêkev Drakes!
Ev dara zeytûnê,
Mil bi mirov ve nahêle.
Lê, hinek xeyret,
Hêdî hêdî be jî, heydê em birêkevin.

NIVÊ KOROYÊ Ê YEKEM –
Mirov bijî çi nabîne!
Hey gidî dinya,
Kî digot ku jin,
Di malan de runî dikin, nanên me dixwin,
Dê Akropolîsa mezin bi dest bixin,
Xudawenê bigrin dest,
Deriya sirgû bikin,
Û li serûrûyê me bigirin.

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Heydê, lezbikin, em biçin Akropolîsê, Phîlurgos!
Êzingan li dorberê rapêçî,
Van jinan bişewitînî!
Bi destên xwe hemûyan bişewitînî,
Di serî de jî ew qehpika jina Lykonê!

NIVÊ KOROYÊ Ê DUYEM –
Ma weha dibe, ji bo heqê Demeter?
Ez hetanî ku bijîm, rûyê xwe nadim dest.
Serdarê Spartayê Kleomonesê ku Akropolîsê cara pêşîn zift kiribû,
Bi zorê pêsîra xwe ji destê min xilas kir,
Min bi vî mêrêkê pozbilind jî,
Zirxên wî û çekên wî da berdan,
Bi kiras û timan, bi qirêj û zincara şeş mehî,
Siktir bû û çû ji vir.

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Te çawan wî girêdabû,
Şev û roj li ber derî,
Li ser mertalê radizan.
Tuyê qey bi jinan re serî dernexî,
Jinên ku Xwedê û Eurîpîdes jî pişt wan nîne?
Bila yuf be li peykera serketinê ku te li Tretapolîsê daniye!

NÎVÊ KOROYÊ Ê YEKEM –
Di Akropolîsê de tiştek nema,
Pêwîstiya bi ker û qantirê nema,
Êzingan derbixe hetanî tepeyê,
Milên min mehf bû,
Lê nabe ku bisekinin,
Di alîkî de jî agir pif ke,
Heger em negihîjî jor û xar be,
Em mehf dibin,
Of, of, çi dûman e, çi dûman!
Em ji vê çîmenê derkevin, temame.

NÎVÊ KOROYÊ Ê DUYEM –
Li pêta agir binêrin, çawan çavên mirov gez dike,
Wekê kuçikê har, êriş dike,
Xuya ye ev agir, agirê Lemnos e,
Nexwe weha diranê xwe nedixist çavên min.
Heydê ber bi pêş, ber bi kelê ve,
Xwedawenê xilas bikî!
Heger em îro pê re alîkarî nekî, kîjan roj dikî?
Hey, li dûmanê binêrin, dûmanê!

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Şikûr ji Xwedê re, binêr çawan agirê min gur bû,
Em pêşî van êzingan daynin erdê,
Meşaleyê têxî nav qazanê,
Û hemûyan bi hevre pêbixî,
Paşê jî wek beranan li ber derî bicivî,
Heger jin gohdariya gotinan nekin û derî venekin,
Em dê deriyan jî bişewitînî, her derî di dûmanê de bixeniqînî.
Heydê em barên xwe daynî!
Of, of, çi dûmane, çi dûman!
Kesek tune ku alîkarî bike, em êzingan daynî?
Mêrxasên ku Samosê rizgar kirin likone, bila bên!
(Êzingan datînin erdê.)
Ox, dinya heye, milê min rehet bû.
Heydê, bila niha qazan bikelin!
Bila bikelin û meşaleyên me pêt bidin.
Ey Nîke, îlahîya serketinê, li alî me be!
Em heqê van jinan de derkevin,
Ji bo te peykerek daynin.
Kalepîr bi meşaleyên xwe êzingan pê dixin. Wê demê koroya Jinan bi cerên avê ve ji alî rastê tên.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Gelî Jinan, ev çi dûmane? Şewat heye?
Dostino bazdin, lez bikin, lez!

KOROYA JINAN A YEKEM –
Aman bazde, Nîkodîke, bazde, nesekine!
Nexwe ne Kalya dimîne, ne Krîtylla.
Di alîkî de ba agir gur dike,
Di alîkî de ev kalepîrên pîs.
Em direng bimînin, agir digî paceyê.
Waye av hat, av….
Lê av hanîn hêsane?
Li ser kanîyê tijî ne,
Kole, yên bi demxe ketine hev,
Bi zorê min cerê tijî kire,
Ez bazdam hatim,
Bo ku dostên xwe ji şewatê xilas bikim!

NIVÊ KOROYA JINAN A DUYEM –
Ez pê hesîyam ku kalepîrên xêvik têne Akropolîsê,
Li ser milên wan darên êzingan, wek ku hemamê pêbixin,
Diqîrin, dibêjin “Van kehpikan bişewitînî”.
Athena’yê pîroz, tu jinan ji şewatê biparêze.
Biparêze Helenê û helenîyan,
Ji şerkerên hov.
Jin ji bo vê armancê ketin perestgehê.
Ey parêzgerê bajarê me yê tace zêrîn!
Ez bangê alîkariyê li te dikim, ey Trîtogeneîa!
Heger mêrekî bê û me bavêje nav agir,
Tu jî we re bi me re av bikşîne!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
(Ji Jinek re.)
Ka bisekine, ev jî çiye?…
Koroya kalepîran dibîne.
Hey kesên hov, alçaxên pîs,
Yên mêrbin wek we dikin?

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Bibînin, bibînin, ev çi ecêb e?
Gelek jin ji derve têne alîkarîyê.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
We me dît, çima şaş bûn?
Nexwe we hesab nedikir ku em ewqas qelebalik in.
Yê ku hûn dibînin ji hezarî yekin.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Phaîdros raste ku mirov bihêle ev jin devên xwe vekin?
Em dar û çovan di serên wan de bişkînin,
Em çi sekinîne?

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Werin em jî ceran daynin erdê:
Bila destê me vala be, dema êriş bikin.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Heger em çeneya van jinan neşkînî,
Devên wan nasekine.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Heydê, lêxin, ez waye hatim!
Kulmê dixwim, lê gez jî dikim,
Xêr dê bimîne, tuyê bibînî.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Wisbe, ez dê ava te derxim!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Da tiliya xwe bide Stratyllîs, bibînim.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Ez dê bi lêdanê te geber nekim?
Tuyê karibî çi bikî bi min?

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Ez dê bi diranê xwe rodî û cigerê te jê bikim.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Şaîrê herî biaqil Eurîpîdes bûye:
Bi rastî jî ji jinan binketîtir mexlûq tuneye!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Ceran bigirin, Rhodîppe!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Way dijminê Xwedê, ev cer jî çine?

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Lê agir çi dibe, ka bibêj kevirê mezelê?
Ji bo xwe bi xwe bişewitîne?

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Agirê min ji bo yê wek te bişewitîne ye.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Ava min jî ji bo agirê te bitefîne ye.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Tuyê agirê min bitefînî hê?

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Pêxe, tuyê bibînî!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Ez dibêjim hema te li vir sor bikim.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Heger te cilên xwe qirêj kiriye,
Were ji te re hemamê pêxim!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Ji min re hemam, jina leş?

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Hem jî çi hemam, mêrê pîs!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
We bihîst? Li vê bêheyayê binêrin!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Tu nikarî devê min bigirî lê.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Ez dê devê te wisan bigrim ku!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Li vir mehkeme nîne ku tu devê min bigirî.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
(Ji çira xwe re.)
Porê wê pê bixe.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Heydê, birêje ava min, birêje!
(Mêran şil dikin.)

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Way ev çi hat serê me!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
(Av dirjînin ser kalepîran.)
Çawane, germe?

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Bê şermûheya pirs dike ku germe!
Bisekine lo, bese! Çi dikî?

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Te av didim, ji bo tu şîn bibî.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Tuyê zor vê êzinga hişk şîn bikî.
Ez ji sermanan ricifîm.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Ka agirê te hebû, xwe germ bike.
(Probulos bi leşkerên tîr û kevan ve tê. (Di şerê bi Spartîyan re sazûmana demokratiya Athenê her diçû xels dibû, Bule yanê meclîsa bajar rola xwe ya desthilatdariyê kêm dibe. Di sala 413an de desthilatdariya dewletê didin “Prpbulos”ê yanê deh kesên îdaregirê meclîsê. Evana wezîfedarin ku, karên bajêr bi leşkerên ku di emrê wan de ne pêk bînin. Di Athenê de ewlekariya bajêr ji alî Tîr û kevanvanên Îskîtan ve pêk tê. -Xwedêgiravî vana wezîfeyên polîs û leşkeran bi cîh tînin-)

PROBULOS –
Jin dîsan nerhetî dikin?

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Tu bizanibana vana çi dikin! Her tişt kirin bes nebû, me şilopilo kirin. Wek ku em mîz bikin binê xwe.

PROBULOS –
Me van jinan ji serî derxist! Weha dibe? Em biçin mijul bibin, ji bo bêr çêbikin daran bibînin, tam dema ku em dê pereyê wan bidî, jin bên û deriyê xezîneyê li ser rûyê me bigrin! Lê bisekinin, hesînan bînin, em hedê wan bidî! (Ji Leşkeran re) Hûn çi weha dinêrin? Tu çima li wir sekinî, revokê meyxanê? Heydê, hesînan têxin binê derî, hûn ji wî alî ve zorê bidin, ez ji vî alî ve.

LYSÎSTRATA –
(Deriyan vedike û derdikeve derve.)
Waye ez ji ber xwe ve derketim. Hesîn jî çi dibe? Ev karê hesîn nîn e, karê eqil e.

PROBULOS –
Na lo, wisane? Tu yê bêheya! Leşker werin vir! Wê bigrin, destî li pey girê bidin!

LYSÎSTRATA –
Ji bo heqê Artemîs, heger tu destê xwe bidî min, ez leşker, meşker gohdarî nakim, we poşman dikim.
(Leşker xwe paşve didin.)

PROBULOS –
(Ji leşker re.)
Tu jî alîkarî bike, em vê jinikê girê bidin!

KLEONÎKE –
(Ji kelehê derdikeve, ji leşker re.)
Bi sonda Pandrosos, kî destê xwe li Lysîstrata’yê bilind bike, wî dixim binê xwe, rodîyê wî derdixim.
(Myrrhîne jî baz dide tê alîkarîyê. Li hemberê herdu jinan, leşker bi tirs direvin.)

PROBULOS –
Hela binêrin, rodîyan derdixe! Li vir leşkerên din tunene? (Kleonîke’yê nîşan dide.) Pêşî vê girê bidî : yê herî pirxeber ev e.

MYRRHÎNE –
(Ji leşkerê sêyem re.)
Bi sonda Xwedayê ronahîyê, kî destê xwe bide Kleonîka’yê, ez dê wî perçe perçe bikim.
(Leşkerê sêyem jî direve.)
Çi dibe? Bila leşkerek jî bê vir!
(Ji leşkerê çaran re.)
Wî bigire! Ez we weha yeko yek bi zorê ji vir derxim der.

LYSÎSTRATA –
(Ji leşkerê çaran re.)
Bi sonda Taurîs, tu nêzîkê Myrrhîne’yê bibî, ez dê te purt bikim, qet mû di serê te de namîne!
(Leşkerê çaran jî direve.)

PROBULOS –
Heywax! Ji van leşkeran jî xêr tune. Lê ji jinan re qey em serî danaynî. Em hemû bi hevre êrêşê ser wan bikî, leşkerno, amadeyê şer bin!

LYSÎSTRATA –
Ji bo heqê Yezdan, hela bi rê bikevin, hûn dê çar tabûr leşkerên jin li pêşberê xwe bibînin, hem jî bi çek.

PROBULOS –
Leşkerno! Destê wan li pey wan girê bidin!
(Leşker xwe tev didin.)

LYSÎSTRATA –
Ey jinên ku ji bo aşîtîyê şer dikin! Bazdin derve! Yên ku ce û genim, sîr û pîvaz, xiyar û kundir difroşin, yên ku nan çêdikin, herne pêş, êriş bikin, çîrê wan bikin, li wan xin, li hêstirên çavên wan nenêrin!
(Jin qufle bi qufle derdikevin, hemû leşker direvin.)
Jinino paşve bizivirin, êdî ewqas bes e, hendî têkil nebin!
(Hemû jin têne hundir. Tenê Lysîstrata, Kleonîka û Myrrhîne di sehneyê de dimînin.)

PROBULOS –
Heywax çi bi serê leşkerên me va hat!

LYSÎSTRATA –
Lê, dê çi bihatana. Te yên li hemberê xwe kole hesêb kir? Te got qey çavên jinan reş nabe?

PROBULOS –
Çawan reş nabe, hela li derdorê meyxaneyek hebe!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Ey mirovê desthilatdarê vî welatî,
Ev çi gotinên xweş e ku te got!
Mirov bi van heywanan re qet mineqeşe dike?
Tu di ferqê de nînî :
Vana hinek berê me di ava cilên qirêj de xeniqandin.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Erê dostêm, mirov divê li mirovan dest bilind neke,
Heger dest bilind bike, bela xwe dibîne,
Binêr, lewra min tiştek nedikir,
Li vir wek xaniman runî dikir,
Zirarê nedidan kesekî, têkilîyê tiştek nedibûm.
Lê tu bikevî nav sitla min,
Hengivê min bidîzî,
Hêrsê min tê.
KOROYA MÊRAN –
(Vedigere Probulos.)
Ey Zeus, em dê van heywanên hov çi bikin?
Ji vê rewşa wan re çav nayê girtin.
Werin em serî bidin ber hev û meselê bifikirin.
Van jinan ji bo çi armancê kela Kranaos’ê zift kirin?
Çima derketin serê van zinarên pîroz?

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
(Ji Probulos re.)

Heydê, wan bikşîne lêpirsînê. Lê hişk bisekine, serê xwe bişixulîne, bersîva hemû gotinan bibîne. Vê meselê weha bihêlî, ranexî holê, eyb e, vê bizanibe.

PROBULOS –
(Ji Lysîstrata, Kleonîke û Myrrhîne re.)
Ez ji we pirs dikim, ji bo heqê Zeus, ez dixwazim rastiyê ji devê we bibîhîsim : We ji bo çi mexsedî keleya me zeft kire?

LYSÎSTRATA –
Ji bo em pereyan bigrî ewlekariyê û pêşiya şerê we yê ku hûn ji bo pereyan dikin bigrî.

PROBULOS –
Nexwe em ji bo pereyan şer dikî, wisane?

LYSÎSTRATA –
Belê, ji bo peran, ji bo pereyan ewqas humên û gumên, ji bo ku Pelsandros û serokên dewletên din şer der dixin, ji bo ku pereyan dizî bikin nîne? Lê de bila niha bikin, çi dikarin bila bikin, em bibînî.
(Keleyê nîşan dide.)
Pere waye li wir, de bile bên peran bibin.

PROBULOS –
Hûn peran pê çi dikin?

LYSÎSTRATA –
Da li pirsay binêre! Em dê karên peran bi rê ve bibin.

PROBULOS –
Hûn dê bi rê ve bibin?

LYSÎSTRATA –
Di vê de çi tiştê ecêb heye? Li ser navên we pereyên ji bo karên malê em bi rê ve nabin?

PROBULOS –
Lê ev eynê tişt nîn e.

LYSÎSTRATA –
Çima eynê nîne?

PROBULOS –
Ev pere ji bo şer lazim e.

LYSÎSTRATA –
Belê lê, pêwîstiya şer tuneye.

PROBULOS –
Başe, bi şêweyek din em dê xwe çawan biparêzin?

LYSÎSTRATA –
Em dê we biparêzin.

PROBULOS –
Hûn?

LYSÎSTRATA –
Belê, em.

PROBULOS –
Binêr, çi nehne dixwin!

LYSÎSTRATA –
Erê, em dê we biparêzin.

PROBULOS –
De were nebehece.

LYSÎSTRATA –
Dixwazî bibehece, em mecbûrin vê bikin.

PROBULOS –
Heqê we tune ku hûn têkilên tiştên weha bibin.

LYSÎSTRATA –
Dostêm, te xilaskirin ji bo me wezîfe ye.

PROBULOS –
Lê ku ez nexwazim?

LYSÎSTRATA –
Wê demê wezîfe hîn mezin e.

PROBULOS –
Başe, lê ji ko hate eqilê we ku hûn têkilê karên şer û aşîtîyê bûn?

LYSÎSTRATA –
Em dê behs bikin.

PROBULOS –
Heydê zû qal bikin, (êrişê ser dike.) nexwe ez dê lite xim!

LYSÎSTRATA –
Wisane guhdarî bike, dest û milên xwe jî nelivîne.

PROBULOS –
Îmkan tune, ez ji hêrsan nikarim di şûna xwe de bisekinim.

KLEONÎKE –
Ha, tu hêrs bûyî, tu şewitî.

PROBULOS –
Tu bişewite, cadaloz! (Ji Lysîstrata’yê re.) Heydê, bibêj tu çi dibêjî.

LYSÎSTRATA –
Helbet ez dê bibêjim. Em jin di rojên pêşîn yên şer de me hedê xwe zanibû, me ji her gotina we re ustiyê xwe xwar kir. We nehêşt em devên xwe vekin, em wis bûn. Lê me tiştên ku we dikir dieciband? Na, em di ferqê de bûn ku çi dibe, çi nabe. Em bi tiştên girîng dihesiyan, ji biryarên we hayidar dibûn. Hundirê me xwîn digirt, lê dîsa jî me bi rûken dipirsiya : “Di civîna gelêrî ya îro de we li ser aşîtîyê çi biryar girt?”, mêrên me : “Ji te re çi? Tu têkil nebe!..” digot, em jî wis dibûn.

KLEONÎKE –
Binêr, ez wis nedibûm, bêdeng nedimam.

PROBULOS –
Dema tu wis nedibûn jî, te paya devê xwe digirt.

LYSÎSTRATA –
Ez ji bo paya devê xwe negrim, wis dibûm. Lê carna em pê dihesiyan ku çiqas biryarên xirab girtine û me pirs dikir : “Aman, mêro, çawan dibe, hûn çawan kareke weha ecêb dikin?” Lê mêrê me li me di jor de mêze dikir û digot : “Tu bi destê xwe yê hevir eleqa karên mêran neke. Şer û ceng karê mêran e!”

PROBULOS –
Ji bo heqê Zeus, rast gotiye.

LYSÎSTRATA –
Mirovê bê oxir, rast gotiye hê? Hûn serê me dixin derd û belan, dîsa jî heqê me tune ku em li we şîret bikî. Lê dawiyê we bi xwe dest bi qêrînê kir e : “Di vî welatî de mêr tunene?” Wê demê em jin li hev civîyan û me biryar da ku Helenîstanê rizgar bikî. Em dikaribûn bisekinin? Niha gotin a me ye, dora wisbûnê ya we ye. Hûn heşên xwe bikin serên xwe, şîretên me guhdarî bikin, em dê karan bi rêk û pêk bikin.

PROBULOS –
Hûn dê karên me…? Ewqas jî zêde ye, ez hindî nikarim guhdarî bikim!

LYSÎSTRATA –
Wisane wisbe.

PROBULOS –
Ez wisbim ha, li pêşberê te, jina cadaloz? Li pêşberê jineka sergirtî wisbim hê? Ez bimirim jî wis nabim.

KLEONÎKE –
Han vê şîşê û vê selekê bigre, dawa xwe top bike û dest pê bike dirûnê bike, benîşt bicû. Şer û ceng karê jinan e!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Heydê jinino, ceran berdin, em bazdin, biçin alîkariya dostên xwe.

NÎVÊ KOROYA JINAN –
Hildikişîm, baz didim, nawestim,
Çokên min dişke, nakevim erdê.
Em jinên leheng ji her tiştî re hene.
Dil me re ye, nazikî, kûbarî, delalî,
Xweşiktî, şêrîntî, bedewtî bi me re ye,
Eqil bi me re ye, em dizanin ji welatên xwe hez bikin, biparêzin.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Heydê jinino bila xişma we rabe,
Wek gezokên ku pîr dibin û hîn pirtir gez dikin,
Bi coş bin, pêl bidin, ba li alî me ye!

LYSÎSTRATA –
Nefesa şêrîn ya Eros û Aphrodît sing û ranên me rapêçe, xwîna mêran pêt bide û wan bişewitîne, dê Helenî rojek ji me re jî bibêjin nemir.

PROBULOS –
Nemirên çi? Hûn dê çi bikin ku?

LYSÎSTRATA –
Karê ku em pêşî bikin, em dê nehêlin mêr çek li ser milên wan di sukê de qûretî bikin.

KLEONÎKE –
Ax Aphrodît, wan rojan bi me nîşan bide!

LYSÎSTRATA –
Hendî bese, mêr di suk û bazarê de wek gamêşên heşerî digerin!

PROBULOS –
Helbet dê bigerin, ev karê mêran e!

LYSÎSTRATA –
Belê, lê dîsa jî komîk e, mêrekî bi şûr û mertal masîyeke biçûk bistîne.

KLEONÎKE –
Hem jî çawan. Min komutanekî siwarî dît, porê wî dirêj bû, li hespê xwe siwar bû, ji pîrejineke helaw sendibû û kiribû mîxfera xwe. Yekî din bi çek bû, di destî de remil, ketibû pey jinika ku hencîl difrotin, di alîkî de jî zeytûnan dixwar.

PROBULOS –
Başe, hûn dê çi bikin ku pêşberê ewqas tiştan û bêserûberiyê bigrin?

LYSÎSTRATA –
Wisan hêsane ku!

PROBULOS –
Lê çawan? Ka bibêje.

LYSÎSTRATA –
Hevrîşîm çawan dirêsî weha. Bi vî alî û wî alî ve dikşînî rast dikî. Em ji heqê şer jî tên. Hûn bihêlin, sefîrek diçe wir, sefîrek vir, girê dipişkifînî.

PROBULOS –
Ya, dêmek çareya ku we dîtiye ev e! Bi hevrîşîmê we her tişt rast dibe hê? Çi eqil, çi eqil!

LYSÎSTRATA –
Helbet. Bi we re ji hinek eqil hebana, dema we karên xwe rast bikirana, we dê ji hevrîşîma me mînak bigirtana.

PROBULOS –
Ya? Çawan?

LYSÎSTRATA –
Weha: pêşî hevrîşîm çêdibe, baş tê şûştin, paşê tê raxistin, bi mîrkûtê tê kutandin, ji yê qebe tê safîkirin. Athen jî wek wê ji pas û qirêjê bê pak kirin, ji bo bibin xwediyê mewkiyê serûgohê hevûdu dixwin, divê vana bêne safîkirin, yeko yek serê wan bê jêkirin, yên mayîn yên baş jî hemû bikî nav selekê, hindikayî, piranî, yê eslî û yê biyanî nebêjî, hemûyan bikî cem hev. Yê ku ji vî welatî koç kiriye û çûye, yên ku çûne bajarên din û li wir bi cîh û war bûne hemû bînî cem hev bicivînî, hevdayê wan jî bi yê me ve girê bidî û gilokek mezin amade bikî û paşê bi vê gilokê lîbasê gel çêbikî.

PROBULOS –
Ji ewqasî re jî pes! Jin bi rês, hevrîşîm û mîrkûtên xwe dê hertiştî rast bikin! Ew jinên ku nizanin şer çiye û şer di xewa xwe de jî nedîtîne.

LYSÎSTRATA –
Belê lê, hûn geber bibin, derdê we em dikşînin, zehmetiya şer jî esil em dikşînin. Em nînin ku diwelidin, diwelidin û zarokên xwe dişînin biyanîstanê?

PROBULOS –
De wisbe, derdê berê tev nede.

LYSÎSTRATA –
Em nînin ku cihê ku tehm û lezeta ciwantiyê hebe, ji bo şerên we di nav livînên xwe de bi tenê radizin? Heydê em bibêjin tiştê ku bi me bû, bû, lê keçên ciwan yên malan, ji wan re çi bibêjî?

PROBULOS –
Temenê mêran jî derbas nabe?

LYSÎSTRATA –
Eynê tişt nîne; mêr ji şer vegere, umrê wî derbas bibe jî, bi keçikek ciwan re dikare bizewice, lê ê jinan demsaleke wan ê kin heye, ew derbas bibe, kes naxwaze pêre bizewice, xeynê ji xwe re runîke û li fala xwe binêre, başqe tu kareke wê namîne.

PROBULOS –
Lê hetanî di dinê de mêr bijîn, mêranî hebe…

LYSÎSTRATA –
Tuyê bijî qey dê çi bibe? Geber bibe! Li axê cih pir e, here ji xwe re tabutek bikire, çorek danîn ser mezelê te jî ji min. Han! (yên destê xwe davêje Probulos) han vana jî ji xwe re bike çeleng!

KLEONÎKE –
Ev paçik jî bila diyariya min be!
(Tiştek davêje serî.)

MYRRHÎNE –
Han ev çeleng jî ji min!
(Kulmek ax davêje ser serî.)

LYSÎSTRATA –
Hindî çi lazim e? Başqe daxwazeke te heye? Biteqize here cehenemê! Keştiya Kharon li benda teye, bê te dernakeve rêwîtiyê.
(Jin bi dûr dikevin. Probulos cilên xwe dihoşîne.)

PROBULOS –
Wey! We dît bi min çi kirin? Ez biçim bila heval vî halê min bibînin!
(Derdikeve.)

LYSÎSTRATA –
Nexwe ji bo me te baş nexemiland tuyê gilî bikî? Meraq neke, di roja sisiyê mirina te de ez dê tiştek bînim ser mezelê te.
(Lysîstrata, Kleonîke û Myrrhîne derdikevin.)

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Yê ku ji azadîyê hez bike hendî ranaze!
Heydê hemwelatîno, amade bin!

KOROYA MÊRAN –
Di nav vî karî de karek heye!
Dîsa dê dema zehmetiya Hîppîas bê?
Spartî xwe nespêrin mala Kleîsthenes’ê,
Wan jinên dijminê Yezdan coş bikin,
Nanên me ji destên me nestînin!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Weha dibe ku jin hemwelatîyan rexne bikin,
Behsa şûr û mertalan kirin,
U di serde jî me bi dijminên me re
Li hevûdu bînin,
Weha dibe?
Bi Spartîyan bawerî dibe?
Sparta wek gurê ku devê xwe vekirî ye.
Ev hemû ji bo vegerin dema zordariyê ye
Dostên min, ev kumpaseke ku pêk hatiye.
Lê nikarin min bixapîtin, çavên min vekirî ye,
Û “di destê min de şûr wek bi qalikên mêrsînê rapêçaye”.
Di meydanê de serbilind disekinim, wek Arîstogeîton!
(Wek peykera Arîstogeîtonê qehreman destê xwe bilind dikin û disekinin.)
Paşê jî bi kulmekî van cadalozên dijminên Yezdan geber dikim!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Lêxe ku em jî lite xin,
Ku diya te jî te nas neke.

KOROYA JINAN –
Guhdariya min bikin, hemwelatîno!
Em li pêşberê meseleyeke ne ku bi mijara jiyana dewleta me ve girêdayî ye.
Em têkilê hemû şan û şerefa vî welatî bûn,
Me ji Xwedayan re xizmet kir,
Me di merasîman de, di cejnan de cîh girt,
Me cil û lîbasan li xwe kir….

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Çima yê me jî şîretên ku em bidin tunebe?
Jin bûyîn sûc e?
Di serde jî ji karên têkilhev re
Çare tînî, bi rêk û pêk dikî.
Kê mêrên vê dewletê diwelidîne?
Em.
Li hûn, kalepîrên belengaz, hûn ji dewletê re çi dikin?
Xezîneya ku ji bapîrên we maye, xerc dikin,
Û tiştek nakin şûna wê.
Ji bo we em ber bi îflasê ve diçin.
Li hemberê vê gotineke we heye?
Hem tu hêrsê min bibî,
Tuyê telikê li çena xwe bixwî?

KOROYA MÊRAN –
Hopalla! Ev hemû bêheyayî, şelehandîtî nîne çiye?
Dawîya vî îşî dê xirabî be.
Lê heger mêr, mêrên rasteqîn mane li holê,
Divê em rê li pêşiya vê belayê bigrin.
Xwe tazî bikî, bila mêraniya me derkeve holê!
Xwe pêçandin ji mêranîya me re dest nade!
Heydê em bi rê bikevin, bi lingên tazî,
Wek ku di demek de em çûn parastina azadîyê.
Îro xwe ji vê kalepîrîyê biweşînî,
Divê xwîna me bikele, dest û pîyên me bi bask bibe.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Erê, belê, ev jin firsendek nebînin,
Xelta ku nexwin tuneye.
Te nêrî keştî çêkirin,
Di behrê de jî êrêşê me kirin,
Heger bibin siwarî,
Me wek siwarîyan xirab bikin,
Lewra jin li hespê siwar bibe, ji şûna xwe nalive.
Bi çargavê jî saxlem li cihê xwe disekine.
Wek ku hunermend Mîkon jî çêkiriye,
We wêneyên Amazonan nedîtiye.
Çawan şer dikin li dijê mêran?

KOROYA JINAN –
Ji Yezdanan re sond dixwim, zikê min binepixe,
Ez dê jehrê hundirê xwe vala bikim,
Te jî û yên te jî wisan bikim ku,
Şîrê diya te di poza te de derkeve.
Heydê, em jî xwe tazî bikin,
Bila diranên me ji bo gezkirinê amade be,
Bêhna xişma me biçe her derî.
De bila mêrekî derkevê pêşberê me,
Em binêrin ji dev û pozî xêrek dimîne?
Heger tu hinek jî bêyî ser min,
Ez dê te wek bazê Ezop biqurtînim,
Û ji nû ve biwelidînim.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Lampîto’yê min ê xoşevîst, li ber Îsmenîa’yê Bolotîayî tu ji min re ne xemî! Tu li ser min heft ferman jî derxî, bîlasebe ye. Tiştek ji destê te nayê, tu ku te nefreta heft duwelan girt ser xwe. Hêj doh ji bo mîhrîcanê ji Bîotîayê min bangê hevalên zarokên xwe, zarokek şêrîn kir, gotin nayê. Çima? Ji bo fermanên ku te derxistiye. Kar û îşê te fermanên weha ecêb derbixî, serê te jênekim, tuyê berdewam bikî.
(Ji Lysîstrata’yê re.)
“Ey şahbanûya ku min serê xwe daniye ji bo riya te,
Çima tu bi mûrtehlî ji sarayê derdikevî?”

LYSÎSTRATA –
Jinên şîreret! Min qehr dikin! Qet mêyîtiya xwe bernadin.

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Çi? Tu çi dibêjî?

LYSÎSTRATA –
Ez rastiyê dibêjim, rastiyê.

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Çi dibe? Bibêj, ji dostên xwe re bibêj.

LYSÎSTRATA –
“Ax, ez bibêjim rûreşîye, nebêjim jî nabe.”

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Tiştê ku hatiye serê me, ji me berşê nede.

LYSÎSTRATA –
Bi kurtî, em dîn û har bûne,
Di rewşeke xirab dane.

SERKÊŞÊ KOROYÊ –
Heywax!

LYSÎSTRATA –
Ji heywax gotinê çi derdikeve? Halê me ev e. Hendî di destê min de nîn e ku ez wan ji mêrê wan veqetînim. Yê ku direve, direve. Min niha yekê girt, ji bo ji mixara Panê derkeve qulek vedikir, yekê din xwe bi werîs berdabû xwarê, yek jî bi eşkere çû aliyê dijmin. Heger min bi porê yekê negirtana dê bifiriya û biçana mala Orsîlokhosê zempere. Çi direwan dikin, ji bo vegerin malên xwe çi gotinan lihevûdu tînin! Ha, waye yeka din jî. Hey, tu weha kove baz didî?

JINIKA YEKEM –
Ez diçim malê, ji Mîletosê herî hatiye, ez ditirsim dê kurm bikevin pê.

LYSÎSTRATA –
Dê kurm bikevin pê? Heydê, here hundir!

JINIKA YEKEM –
Ez kor bibim, ez dê aniha vegerim, ez herîyan ser livînan raxim…

LYSÎSTRATA –
Herîyan li cihê wê bihêle, karê te di malê de tune.

JINIKA YEKEM –
Lê herîyên min zîyan bibin?

LYSÎSTRATA –
Bila zîyan bibin.

JINIKA YEKEM –
Ax çi hat serê min! Ez dê çawan herîyên xwe di malê de bihêlim!

LYSÎSTRATA –
Binêr, yekê din jî diçe ji bo herîyê xwe. Were vir!
JINIKA DUYEM –
Xwedê bela min bide. Ez dê ji kilifê wê derxim û vegerim bêm.

LYSÎSTRATA –
Na dernexe, tu dest pê bikî, dê hemû jî bixwazin.

JINIKA SÊYEM –
Ey Şahbanûya welidandinê! Ez hetanî negihîjim ser livînên xwe, li vir min newelidîne!

LYSÎSTRATA –
Tu li wir çi tiştê tewş dibêjî?

JINIKA SÊYEM –
Min berdin : ez diwelidim.

LYSÎSTRATA –
Lê tu doh hemle nebû.

JINIKA SÊYEM –
Lê waye îro hemîle me. Çi dibe, Lysîsrata, min berde, ez biçim mala xwe, ebeyê bibînim.

LYSÎSTRATA –
Tu kê dixapînî? (Li zikê jinikê mêze dike.) Ev yê zikê te de çiye?
JINIKA SÊYEM –
Kurikek.

LYSÎSTRATA –
Kurikê çi lo! Tişteke ku dirûbê qûşxanê pê dikeve. Hela bise ez binêrim. (Cil û lîbasê wê seh dike.) Weylo, ev çiye? Kumzirxa Şahbanûyê! Tu dibêjî ez hemîle me hê?

JINIKA SÊYEM –
Ez ji te re dibêjim ez hemîle me, bi navê Zeus sond dixwim ku ez hemîle me.

LYSÎSTRATA –
Başe, ev mixfer çiye?

JINIKA SÊYEM –
Ji bo ku heger ez di Akropolîsê de biwelidim, biwelidim nav mixferê. Kevok jî weha nakin?

LYSÎSTRATA –
Li gotinê binêr! Direwa bi dûv. Hela vê mixferê bide, ez bi alemê nîşan bidim ku çi diwelidî….

JINIKA SÊYEM –
Ez çi bikim, ez hendî di Akropolîsê de ranazim, marê Athena nahêle ez razim.

JINIKA ÇARAN –
Ax, ez jî ranakevim : ev çûkên şevşevikê tunene, şevşevik, dê min bikujin!

LYSÎSTRATA –
Heydin ji wir, xêvikan! Heş û eqilê we li ser mêrên we ye. (Vedigere ji jinek re.) Lê em, mêrên me qey me naxwazin? Bişev xew nakeve çavên vana. Lê çi dibe? Hinek sebir! Yezdan mizgîna serketinê didin me; dubendî nekeve nav me, em bi ser dikevin. Ka binêrin Yezdan çi dibêjin.

JINIKA SÊYEM –
Ka bibêj, xwedan çi dibêjin?

LYSÎSTRATA –
Wisane heşbin û guhdarî bikin: (Dixwîne.)
Roj bê, mirîşk bibin yek, li cîyek bicivîn,
Dîk têkil bibe, ji mirîşkek rû bigre,
Wê demê îş bi rêk û pêk dibe,
Yên binî bêne ser,
Yên ser biçin binî,
Yezdan Zeus gume gum bike.
JINIKA SÊYEM –
Jin li ser, mêr li binî hê?

LYSÎSTRATA –
Lê heger du bendî bikeve nav mirîşkan,
Bila qet mirîşkek jî ji parêzgehê nereve,
Nexwe dê her tişt xirab bibe,
Mirîşk dê ji çûkan xirabtir bibe!
JINIKA SÊYEM –
Pirtûkê vekirî gotiye. Hey Zeusê pîroz, hey Xwedanên mezin!

LYSÎSTRATA –
Wisane sistî tune! Heydê herkes bila biçe hundir! Heger em gotina Yezdanan bi cîh neynin bila ji me re yuh be!
(Hemû diçin hundir.)

KOROYA MÊRAN –
Çîrokek heye, dema ez zarok bûm min guhdarî dikir :
Xortekî hebûye, jê re dibêjin Melanîon.
Xwestine vî xortî bi zorê bizewicînin;
Ew jî reviyaye çûye çiyan.
Di mêrg û çîmenan de bi serê xwe jiyaye,
Bi lehbika xwe kiroşkan girtiye,
Qet hendî venegeriyaye mala xwe :
Wisan ji jinan nefret kiriye ku,
Em yên bieqil,
Em jî wek Melanîon in.

KOROYA JINAN –
Çîrokek min jî heye li hemberê Melanîon :
Bi navê Tîmon yek hebûye, bê mal bûye,
Ji herkesî dûr, di nav istirîyan de jiyaye.
Ev Tîmon çima ji dinê vekişiyaye?
Ji dostên xwe yên mêr gelek xirabî û nankorî dîtiye,
Loma li hemûyan lanet haniye.
Vaye ev Tîmon ji jinan hez kiriye.
(Lysîstrata ji Akropolîsê derdikeve.)

LYSÎSTRATA –
Hey Jinino, werin vir.
Lez bikin, werin vir.

JINEK –
Çiye, çiye ev qêrîn?

LYSÎSTRATA –
Mêrekî, mêrekî tê : wek ku dîn û har bibe. Aphrodît çavên wî reş kiriye. Ey Şahbanûyê welatê bextiyar, qudreta xwe nîşan bide, bike tu bi mêran çi dikî!

JINEK –
Kanê? Kanê ew mirov?

LYSÎSTRATA –
Waye, di pêşiya perestgehê de diçe.
JINEK –
Eman, Zeus bibe alîkarê me, bi rastî jî mêrekî ye. Gelo kîye?
We dît? Yê ku wî nas dike heye?

MYRRHÎNE –
Erê, heye, heywax, yê min e, Kînesîas e.

LYSÎSTRATA –
Heydê, xwe nîşan bide. Here pêşberî, wî biewqîne, di devî de here hundir, di pozay de derkeve, bikene, cîlve bike. Çi xwest bidê, tenê tiştek nede pê : ew tiştê ku me li ser sond xwaribû ya…..

MYRRHÎNE –
Meraq neke, ez dizanim ez çi dikim.
LYSÎSTRATA –
Ez jî dimînim, ez dê bi te re alîkarî bikim, agir pêt bidim. Heydê hûn niha xwe ji vir bikşînin.
(Jinên din diçin. Kînesîas tê. Xulamê wî jî zarokek helgirtiye û li pey wî tê.)
KÎNESÎAS –
Wey ev çiye hatiye serê min! Ez bûm wek qazûxê, wek ku bi min şkence bikin.

LYSÎSTRATA –
Ew kîye? Ew kîye ku ji novedaran derbas bû?

KÎNESÎAS –
Ez im.

LYSÎSTRATA –
Mêrikekî hê?

KÎNESÎAS –
Mêr lê, helbet.

LYSÎSTRATA –
Siktir bibe ji vir here!

KÎNESÎAS –
Tu kêy ku min diqewirînî?

LYSÎSTRATA –
Nobedarê rojê me.

KÎNESÎAS –
Ji bo Xwedê, bangê Myrrhîne’yê bike.

LYSÎSTRATA –
Ez bangê Myrrhîne bikim? Tu kîy?

KÎNESÎAS –
Mêrê wê, Kînesîasê Paîonî.

LYSÎSTRATA –
A, merheba dostêm! Me navûdengê te bihîstiye; navê te ji devê jina te nakeve. Hêkek û hermoyek bikeve destê wê, “ax xweziya Kînesîas li vir bana û bixwarana” dibêje û disekine.

KÎNESÎAS –
Ax canêm, jina min!

LYSÎSTRATA –
Belê, Aphrodît şahîdê min e, dema gotin ji mêran vebibe, jina te dibêje “hemû mêr li ber Kînesîasê min hîç in.”

KÎNESÎAS –
Here bangê wê bike.

LYSÎSTRATA –
Lê? Ku ez bang bikim tuyê çi bidî min?

KÎNESÎAS –
Ez dê vê bidim te, bi navê Zeus, dixwazî han bigre. (Jesteke qebe dike.) Tu bixwazî yê hebe ez dê bidim te.

LYSÎSTRATA –
Başe, ez biçim bakim pê.

KÎNESÎAS –
Zû, lez bike! Ji malê çû neçû tehma jiyanê nema. Ez naxwazim ling bavêjim hundir. Her alî ji min re vala xuya dike, hizn dikeve hundirê min. Tehma devê min jî nemaye. Cenabet rehet jî nasekine!

MYRRHÎNE –
(Di hundir de ji Lystrata re dibêje.)
Ez hez dikim, ez jê hez dikim lê qet goh nade min ku! Ez çima biçim cem?

KÎNESÎAS –
Myrrhîne, şêrîna min, ev çiye tu bi min dikî? Çi dibe were xwarê!

MYRRHÎNE –
Zeus ruhê te bistîne, ez nayêm xwarê, na!

KÎNESÎAS –
Yaw ez bang dikim te, tu çawan nayî xwarê?

MYRRHÎNE –
Tu çima bang dikî? Pêwîstiya te bi min tune ku.

KÎNESÎAS –
Pêwîstiyam tune jî gotine! Yaw ez dimrim!

MYRRHÎNE –
Ez diçim.

KÎNESÎAS –
Bisekine, eman neçe, qet nebe guhdariya zarokê xwe bike. (Ji zarok re.) Bangê diya xwe bike!

ZAROK –
Dayê, dayê, dayê!

KÎNESÎAS –
Bi te çi dibe, dilê te bi zarokê te jî naşewite? Şeş roje ne hatiye şûştin ne jî memik misandiye!

MYRRHÎNE –
Çawan dilê min naşewite? Lê halê zarok ji bo bavê qet e.
KÎNESÎAS –
Were, ez rica dikim, ji bo zarok were.

MYRRHÎNE –
Ji neçariyê, ez têm. Ax ev dayiktî! Ez çi bikim?

KÎNESÎAS –
(Ji xwe re.) Way be! Ama jî ciwan buye, çavên wê jî tu dibê qey tewireke dine, çiqas xweşike. Hêrsa wê, dev ji min berdana wê min dîn û har dike.

MYRRHÎNE –
(Zarok digre bersingê xwe.) Were kurê bavê xirab, were kurê min ê xweşik! Were kezeba diya xwe!

KÎNESÎAS –
Tu pey eqilê jinê xelkê çûy û te min xist çi halî? Hem tu bi min eziyet dikî û hem jî bi xwe. (Dixwaze wê ramîse.)

MYRRHÎNE –
Têkilêm nebe, xwe bikşîne!

KÎNESÎAS –
Lê tiştên di malê de dê çi bibin? Yên te, yên min? Hemû dê çi bibin?

MYRRHÎNE –
Ji min re çi!

KÎNESÎAS –
Kors u dantêlên te mirîşk nikûl dikin, virde wêde davêjin, ji vê re jî ji te re çi?

MYRRHÎNE –
Ew jî xema min nîn e.

KÎNESÎAS –
Ax cejna Aphrodît? Ji zûve ye te pîroz nekiriye? Ji bo wê jî tu nayî?

MYRRHÎNE –
Hetanî hûn bi hev nekin û dawî li şer neynin, ez venagerim nayêm, bila Zeus şahîdê min be!

KÎNESÎAS –
Başe, ger bixwazin em dê wê jî bikin.

MYRRHÎNE –
Başe, ger bixwazin ez jî dê vegerim malê. Li niha ez sond xwarî me.

KÎNESÎAS –
Qet nebe carek were em şadîman bibin.

MYRRHÎNE –
Na, nabe; lê ev nayê maneya ku ez ji te hez nakim.

KÎNESÎAS –
Tu hez dikî? Wisane em şad bibî, Myrrhîne.

MYRRHÎNE –
Tu ecêbî! Li ber zarok hê?

KÎNESÎAS –
Na canêm, Manes zarok bibe malê. Waye zarok çû. De dirêj neke, heydê were.

MYRRHÎNE –
Başe lê liko?

KÎNESÎAS –
Liko? Mixara Panê tam cîye.

MYRRHÎNE –
Lê ez dê çawan pak vegerim Akropolîsê?

KÎNESÎAS –
Hêsane, di kaniya Klepsydra’yê de xwe bişo.

MYRRHÎNE –
La lê sonda min? Ez sonda xwe xirab bikim, tu dîn bûyî?

KÎNESÎAS –
Dev ji sondê berde, bila gunê te ustiyê min de be.

MYRRHÎNE –
Başe, wisane biçim doşekek bînim.

KÎNESÎAS –
Pêwîst nake, em dê li erdê dirêj bikevin, qediya û çû.

MYRRHÎNE –
Na, em xeydandî bin jî, ez te li erdê dirêj nakim.
(Derdikeve.)

KÎNESÎAS –
(Ji temaşevanan re.)
Hûn dibînin lê, ev jin ji min hez dike, beyluye.

MYRRHÎNE –
(Vedigere.)
Waye, zuke xwe dirêj bike, ez jî xwe tazî bikim. Aaa, nebû, ez biçim hesîrek bînim.

KÎNESÎAS –
Niha dev ji hesîrê berde, ez naxwazim.

MYRRHÎNE –
Li ser erda tazî tê dirêjketin, eybe.

KÎNESÎAS –
Bisekine, ez te ramîsim.

MYRRHÎNE –
Ramîse.
(Dîsa diçe.)

KÎNESÎAS –
Wey, wey, wey, zû veger, zû!

MYRRHÎNE –
(Hesîrek tîne.)
Waye hesîr. Xwe dirêj bike, ez jî xwe tazî bikim. Heywax! Balîf tune.

KÎNESÎAS –
Ez balîf malîf naxwazim.

MYRRHÎNE –
Lê ez dixwazim.
(Dîsa diçe.)

KÎNESÎAS –
Wey ev çiye hate serê min! Ez li ser sofrê bûm wek Herakles!

MYRRHÎNE –
(Bi balîfek ve tê.)
Heydê, rabe pîyan, rabe! (Balîfê dide pey.) Niha hertişt temam e.
KÎNESÎAS –
Belê, hertişt temame. Heydê were canê min.
MYRRHÎNE –
Bise ez singê xwe vekim. Ha, binêr divê hûn aşîtî çêbikin. Tu min nexapînî hê?

KÎNESÎAS –
Ez sond dixwim ku na. Bi serê min!

MYRRHÎNE –
Başe lê, tişteke ku tu li xwe rapêçî tuneye.

KÎNESÎAS –
Ez paçik maçik naxwazim, te dixwazim.

MYRRHÎNE –
Acele neke, ez dê bêm, hinek bisekine.
(Derdikeve.)

KÎNESÎAS –
Bi paçik maçikan dê min bikuje.

MYRRHÎNE –
(Vedigere.)
Ez bêhn li te bikim?

KÎNESÎAS –
Yaw hendî bese lo!

MYRRHÎNE –
Lê, bi heqê Aphrodît, tu bixwazî jî nexwazî jî ez dê li te kim.

KÎNESÎAS –
Ey Zeusê pîroz! Van bêhnan bixe binê erdê.

MYRRHÎNE –
(Bi şûşeyek ve vedigere.)
Destê xwe dirêj bike, han bigir, bêhnê di xwe de bide.

KÎNESÎAS –
(Bêhn dike.)
Dirûbê tiştek bi vê bêhnê nakeve, tenê îş dirêj dike.

MYRRHÎNE –
Tuh, te dît çi hate serê min, min bi xeletî rûnê Rhodosê haniye!

KÎNESÎAS –
Başe, başe, ez qurbana te, bila bimîne.

MYRRHÎNE –
Tu zarokî, qet dibe?
(Diçe.)

KÎNESÎAS –
Yê ku van bêhnan îcat kiriye bila biçe binê erdê.

MYRRHÎNE –
(Vedigere.)
Han, vê bigre.

KÎNESÎAS –
Tu nabînî, destê min meşgûl e. Were dirêj bikeve, hendî tiştek neyne.

MYRRHÎNE –
Başe, ser çavan, bise ez pişkovên xwe vekim. Lê, evîndarêm, tuyê ji bo aşîtîyê ray bidî, ne wisane?
(Direve û diçe.)

KÎNESÎAS –
Em dê bifikirin.
(Li derûdora xwe dinêre, Myrrhîne’yê nabîne.)
Va jina min kuşt, min mehf kir, canê min derxist û di ser de jî reviya çû. Ax, ev çiye hate serê min! Rinda rindan, jina min ku min naxwaze, ez dê ji kê re bibim destîyê bivir? Kî dê vê zarokî xwedî bike? Atîna Katîna hûn liko ne? Ji zarokê min re pîraşîr bibînin.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Wax xortê belengaz, ev çiye hatiye serê te!
Helbet tuyê pêbikevi.
Xetere, pir xetere, dilê min bi te dişewite.
Kîjan can dayaxê vê dike?
Kîjan xwîn, kîjan stun, kîjan dil, kîjan mil kîjan….
KÎNESÎAS –
Zeus ev çiye ez dikşînim? Ev çi îşkence ye?

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Ya, te dît, jinika pîs te xist çi halî, jina xaîn!

KÎNESÎAS –
Heydê, jina min a xoşevîst, jina min a şekir!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Çi? Te got şekir?
Şîret, ew şîrete lo.
Hêvî dikim Zeus xwe bicivîne,
Bibe ka û bi hewa keve,
Bila xezeb li ser bibare!
(Ji Spartayê peyivdarek tê. Yekê Athenî diçe pêşiya wê.)

PEYIVDAR –
Senatoya Athenê liko ye? Ez endamên meclisa bajêr jî bibînim dibe. Min nûçeyek hanîye.

ENDAM –
Tu kîyî? Mexlûqî, cinî?

PEYIVDAR –
Ez peyivdarê Spartayîyanim, xorto, li ser aşîtîyê nûçe tînim.

ENDAM –
Nexwe yek jî qazûx tînî.

PEYIVDAR –
Çi, qazûxa çi?

ENDAM –
Başe, çima paltoyê xwe bilind dikî? Di rêde zikê te werimî?

PEYIVDAR –
Ev mirov dîne.

ENDAM –
(Paltoyê peyîvdar vedike.)
Vaye ev qazûx nîne çiye?

PEYIVDAR –
Nîne, canêm, gotinên tewş nebêj.

ENDAM –
Başe, wisane ev çiye?

PEYIVDAR –
Fermane, fermana Spartayê.

ENDAM –
Li fermanê binêr û singûyê bigir. Başe, ka bibêj di Spartayê de çi heye, çi tune?
PEYIVDAR –

HEMÛ Spartî şev û roj li ser piyanin. Em şaş bûne ku çi bikin.

ENDAM –
Başe, derdê we çiye? Leyistikeke Pan e?

PEYIVDAR –
Na, bi min leyistika Lampîto ye. Hemû jinên Spartayê pê re bûne yek û li hemberê mêrên xwe serî hildane.

ENDAM –
Başe, hûn di çi rewşî de ne?

PEYIVDAR –
Rewşa me xirabe! Em duqat bûne, di riyan de digerin, em bûne wek kevira fanosê. Aşîtî çênebe, jin serê tiliya xwe jî bi mêran nadin bêhnkirin.

ENDAM –
Fêm bû, ev serîhildana jinane. Heydê, here bibêje, bila ji me re peyivdarên tam xwedî selahîyet bişînin, em biaxifin. Ez jî xeberê bidim meclisê, bila peyivdarên xwe helbijêrin.

PEYIVDAR –
Temam, ez bi bazdanê diçim.
(Derdikevin : peyivdar alî çepê, endam alî rastê de diçe.)

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Ji jinan hartir heywan, ji jinê pêttir agir tuneye,
Tu pilingek ji wan bi belatir nîne ye.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Tu vê dizanî, lê dîsa jî dixwazî bi min re eşk bikî,
Halbukî tu bixwazî, dostanîya herî baş di min de dibînî.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Vê bizanibe ku min ji jinan nefret kir,
Nefret dikim, ez dê nefret bikim!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Başe, di vê rê de bidomîne.
Lê, ez dîsa jî te di vê halê perîşan de nahêlim.
Tu pir bi kenî weha çîp tazî.
Heydê were vê paltoyî bigre li xwe ke.
(Bi jinên din ve cilên mêran li wan dikin.)

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Bila Zeus ji we razî be! Ji vê başîya we re gotin tune.
Hingê ez hêrs bûbûm û min xwe tazî kiribû.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Binêr, niha baş dirûbê mêran bi te ket,
Niha hindik bi tinazî,
Te min hêrs nekirana,
Min dê vê mêşa çavê te jî derxistana.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Ha, nexwe ev mêş bû ku laşê min dêşand.
Han ji te re vê gulîskê, mêşê ji çavê min derxe,
Paşê jî bi min nîşan bide.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Heydê were ez derxim, bila xirabî ji te re bimîne.
Ey Zeus, ev mêş ewqas jî mezine lo! (Derdixe.)
Binêr, binêr, kîjan avzêlê vê cenewarê xwedî kiriye?

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Destê te sax be! Wek ku bîr veke çavê min qul dikir!
Wisan bûye ku, çawan derket, ji çavên min hêstiran kire xwarê.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Başe, were ez hêstirê çavên te paqij bikim,
Paşê jî te maçî bikim.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Maçî neke!

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
Tu bixwazî jî maçî dikim, nexwazî jî.

SERKÊŞÊ KOROYA JINAN –
De heydê bila wisan be, çi bikim.
Ax, hûn di devê mirov de diçin hundir, di pozên mirov de derdikevin!
Yê ku vê hevokê gotiye, şaş negotiye :
“ Belayeke ku, ne bê wê dijî ne bi wê.”
Heydê em lihev bên.
Ez hendî li hemberê we dernakevim,
Hûn jî hemberê min.
Heydê em bibin yek û bi yek dengî,
Strananan bibêjin!

HERDU KORO BI YEK DENGÎ –
Mirovno, mirovno, hendî gotinên xirab ji me nebihîsin,
Em dê tiştên baş bibêjin, tiştên baş, tenê tiştên baş!
Êdî bese xirabîyên ku me dît.
Heydê jin, mêr hemû kes kê çi niyaz dike bila bike.
Zêr dixwazin? Vaye zêr li vir e,
Çeng bi çeng bigirin, bi qasê ku hûn bigirin.
Hetanî ku di nav aşîtiyê de bijî, ev zêr yên we ne,
Kesek ji we paşve nastîne, heta aşîtî hebe.
Heydê em mêvanên xwe bigrin û biçin malên xwe,
Xwarinên me yên xweş heye, me qurban jî jêkir.
Zû werin, hûn hemû dema ji hemamê derketin,
Zar û zîç, bê pirs û bersîv, wek ku hûn biçin mala xwe û derkevin….
Na dernekevin, lewra…. derî girtîye!

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Vane peyvdarên Spartayê, bi lîbasên xwe yên ecêb ve.
Selam ji we re Spartîyan! Ka bibêjin,
Hûn di çi rewşê de ne?

SPARTAYÎYEKÎ –
Em çi bibêjin? Hûn rewşa me ya xirab dibînin. Em bûn duqat.

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Wax belengazino! Nexwe bi we jî yê bû, bû.

YÊ SPARTÎ –
Ewqas bû ku em şewitîn, pêketi. Me got bes, bes! Aşîtî dixwazin, em li hev bên. Hemû şert qebûl!
(Endamê meclisa bajêr tê.)

ENDAM –
Ez li Lysîstrata’yê digerim. Lysîstrata liko ye? Em mêr hendî dibêjî bes e. Kanê Lysîstrata?

YÊ SPARTÎ –
Ji me jî ewqas. Heydê madamaku aşîtî dixwazin, em li hev bên.

ENDAM –
Selam Spartîyeyîyan re, ev çiye hatiye serê me? Xwelî li me be!

YÊ SPARTÎ –
Raste, xwelî li me be! Em mêr divê biketana vî halî?

ENDAM –
Başe lê, Spartîyan, hûn çima hatine vir? Hûn çi dixwazin?

YÊ SPARTÎ –
Em hatine ji bo aşîtîyê, em aşîtî dixwazin, aşîtî.

ENDAM –
Aman, Zeus ji we razî be. Em jî aşîtî dixwazin, heydê wisane em Lysîstrata’yê bibîni. Em çi sekinîne? Hah, waye Lysîstrata tê.
(Lysîstrata ji Akrepolîsê derdikeve.)

SERKÊŞÊ KOROYA MÊRAN –
Selam ji te re, qebedayîyê jinan!
Îro roja te ye:
Dixwazî baş be, dixwazî xirab,
Dixwazî nerm be, dixwazî hişk,
Dixwazî dîn be, dixwazî bieqil.
Em Helenî bes dibêjî ji te re.
Tu çi bibêjî dê ew bibe.

LYSÎSTRATA –
Dilê mirov bê vê qivamê, kar dirustkirin hêsane. Hûn ji min re bihêlin. Kanê perîyê aşîtîyê?
(Keçikek nîv tazî û gelek spehî ji ezman tê xwarê.)
Heydê, destê Spartîyan bigir û bîne; lê wek mêran bi qebetî na, bi nazikî û şêrînayîya ku li jinan bê.
(Perîyê aşîtîyê Spartîyan yeko yek tîne.)
Heydê niha Athenîyan bîne.
(Perîyê aşîtîyê Athenîyan jî tîne.)
Gelî Spartîyan, hûn xwe bidin vê aliyê min, Athenî hûn jî wê alî! Niha guhdarîya min bikin : Jineke Eurîpîdes weha dibêje : “ Her çiqas ez jin bim jî, di serê min de eqil heye.” Ez jî ewqas bêeqil nînim. Ez ji bavê xwe û ji kalepîran pir tişt fêr bûm. Madamaku ev firsend ketiye destê min, ji we re du gotinên min heye, ez dê bibêjim : Ey Helenî, hûn ku zarokên malbatekîne, ji eynê Xwedanan re qurban jêdikin, di olympîa de, Thermopylai de, Pytho’yê de û di gelek cîhên pîroz de hûn dibin yek, ji bo ku wisane, çawan dibe ku hûn Helenî, dijminên we yên barbar li we şûran dikşînin, hûn hevûdu dikujin, bajarên hev xirab dikin? Vaye gotina min li vir diqede.

ENDAM –
(Wek ku perîyê aşîtîyê bixwe, lê dinêre.)
Heger tiştê ku biqede heye, ew jî ezim, ez..

LYSÎSTRATA –
Ez niha ji we re dibêjim, Spartîyan. Di demeke de ewladê we Perîkleîdesê Spartî nehat û li ser vê tehta mermerê çok neda erdê û xwe netewand? Ji bo Urba’yên sor, ji Athenîyan ordiyek nexwest? Ew dem hûn di zor û zehmetîyê de bûn. Xwedan jî ji we hêrs bûbûn. Kîmon bi çar hezar Athenî ve çû û Spartayê xilas kir. Athenî’yan vê kir, yan nekir? Di gel vê, hûn niha bajarên me xirab dikin û dişewitînin.

ENDAM –
Raste. Lysîstrata, nabe ev tiştên ku dikin.

YÊ SPARTÎ –
Raste, ev tiştên ku em dikin nebaş e. (Ji xwe re, Perîya aşîtîyê nîşan dide.) Lê ewqas çaqên xweşik jî nabe kû!

LYSÎSTRATA –
Lê hûn Athenî, we got qey ez dê ji we re xatir bikim? Hûn dema di bin zilma Hîppîas de dinaliyan, Spartî nehatin û bi we re hevaltiya şerê çekdarî nekirin? Ew nebûn ku azadîya we bi dest xistin û we bi serbilindî gerandin?

YÊ SPARTÎ –
(Lysîstrata’yê nîşan dide.)
Ji jina weha re can qurban!

LYSÎSTRATA –
We weha bi hevûdu re alîkarî kiriye, hûn çima li hev dixin, bi hevre şer dikin? Ka bibêjin ev hêrs û xerez çiye? Çima ev kîn? Ji bo lihevhatinê, ji bo aşîtîyê çi dest û pîyên we girêdaye?

YÊ SPARTÎ –
(Çaqên Perîyê nîşan dide.)
Tiştê ku em dixwazî ev herêm e. Bidin me, em li hev bên.

LYSÎSTRATA –
Dostêm, kîjan herêm?

YÊ SPARTÎ –
Ew herêma ku ji zûveye em ji we dixwazin : Herêma Pylosê.
ENDAM –
Na, hûn nikarin wê heremê bigirin.

LYSÎSTRATA –
Canêm, wê heremê bidin bila biçe.

ENDAM –
Çawan dibe, ji me re çi dimîne?

LYSÎSTRATA –
Hûn jî li hemberê wê tişteke din ji wan bixwazin.

ENDAM –
Ha, ev dibe. Hûn pêşî neqeba Ekhînosê, devê Melîayê û qolê Megarayê bidin me.

YÊ SPARTÎ –
Ma dibe? Em çawan ewqas çîh didin we?

LYSÎSTRATA –
Bidin canêm. Ji bo dev û poz û qolan ewqas qirecir hewce dike?

ENDAM –
Ez hendî xwe tazî dikim. Em esil karî pêk bînin.

YÊ SPARTÎ –
Han ji min jî ewqas.

LYSÎSTRATA –
Hela bila aşîtî çêbibe, paşê hûn dê xwe tazî bikin. Niha herin, bi hevbendîyên xwe re biaxifin û bigihîşin encamek.

ENDAM –
Tu çi dibêjî, encama çi? Em hatine nixteya dawîn. Yekbûn, mekbûn, ê me hemûyan tenê daxwazeke me heye.
YÊ SPARTÎ –
Ê me jî wisane, hem jî çawan!

ENDAM –
Mêrên fêlbaz yên Karystosê jî gihaştine eynê encamî.

LYSÎSTRATA –
Wisane başe. Niha duzenek bidin xwe, xwe bişon, pak bikin û paqij werin Akropolîsê bibin mêvanê jinan. Di sepetên we de çi hebin em bixwin û vexwin. Li wir hûn dê li ber hev sonda aşîtiyê bixwin û paşê jinên xwe bigrin û biçin.

ENDAM –
De heydê em pêwîste çi bikin, zû bikin.

YÊ SPARTÎ –
Em kove diçin, biçin.
(Diçin Akropolîsê.)

NÎVÊ KOROYA JINAN –
Xalî, nexş, livîn û cilên hevrişîm,
Bazinên zêr, guwar, alyans, çi hebe,
Bigrin, bila li we bimbarek be!
Bila herkes bê û bigre,
Ji zarokên xwe re, ji keçên xwe re bibe!
Ez bangê we hemûyan dikim :
Werin, hertiştê min bigrin û bibin!
Derî, sandoq, heger girtîne, bi zorê vebikin,
Vekin û mêze bikin ku…. Tiştek tuneye!
Binêrin, binêrin hûn zirniq nabînin.
Lê çavên we,
Heger ji çavên min beltirin, ew başqe ye.
Xwarina we tuneye?
Zar û ziçên we birçî ne?
Werin cem me, bikevin kîlerê.
Genimên wek miskûember bila ji we re be.
Feqîr û belengaz bila bên,
Çiwal bi çiwalan helgirin.
Lê bila kesek nêzîkê deriyê min nebe :
Kuçik êriş bike, wey halê we!

ENDAM –
(Li deriyê Akropolîsê dixe û ji serkêşa koroya jinan re dibêje.)
Derî veke, xwe ji pêşîya min bide alî!
(Ji jinên ku li ber derî civîyane re.)
Hûn çi li vir sekinîne? Xwe paşve bidin, nexwe ez dê we bi vê meşaleyê bişewitînim. Na, ewqas qelebalix zêde ye. Heydê neyse ez we naşewitînim. Lê heger hûn îla dixwazin, ji bo we memnûn bikim ez dê vê zehmetiyê pêk bînim.

YEKÎ ATHENÎ –
Pêxe ku em jî pêxin.

ENDAM –
Heydê xwe bikşînin! Hûn xwe nakşînin?
Nexwe di şûna porê we de dê ba bisitire.
(Meşaleyê nêzîk dike, jin diçin. Ji koroya kalepîran re.)
Hûn jî herin. Spartî jî bila piştê ziyafetê bi xêr biçin.
(Koroya kalepîran jî diçe.)

YEKÎ ATHENÎ –
Ziyafeteke nedîtî! Bi rastî jî Spartî jî îro xweşhal bûn. Şerabê me aş kiriye. Em çiqas ji mêvanên xwe re baş bûn.

ENDAM –
Tebî canêm, em dema venexwin ji hed derdikevin. Heger Athenî guhdariya min bikin, dema em serxweş bin karên nav dewletan pêk bînin. Dema em diçin Spartayê, em qet venaxwin, ji bo wê jî hertiştî tevlîhev dikin û vedigerin. Ew dema tişteke baş jî bibêjin, em guhdariya wan nakin. Tiştên ku nabêjin, em dibêjin we vê got û tebî ku em bi hevûdu nakin. Îro berevajê wê, me çiqas xweş bi hev kir, em çiqas ji hev xweşhal bûn! Ewqas bû ku, ji her seriyek awazek derket jî, dîsa me bi hev kir, em li hev hatin. Yekê stranek bigotana, me çiqas xweş guhdarî dikir.
(Yên ku hatin qewrandin, paşve tên.)
Binêrin, waye dîsa tên. Ji vir siktir bibin herin, xwestikên lêdanê.
(Dîsa diçin.)

YEKÎ ATHENÎ –
Hah, waye derdikevin.
(Koroya Athenîyan û Spartîyan bi dawil û zirnê ve tên. Li pey wan jin, di serî de jî Lysîstrata, ji Akropolîsê derdikevin.)

YEKÎ SPARTÎ –
(Ji zirnevan re.)
Bilûrê lêxe dostêm, lêxe. Ji me re straneke xweş jî bibêje, straneke ji bo Athenî û Spartîyan.

ENDAM –
(Ji zirnevan re.)
Ji bo Xwedê, bilûra xwe lêxe!

YEKÎ SPARTÎ –
Ey Xwedanê stranan!
Ji vî xortî re perîya îlhamê bişîne.
Bila ji me re rojên serketinê bibêje,
Bila behs bike ku me çawan şer kir,
Bi Athenîyan ve li Artemîsîonê,
Me çawan wek beranên hov êrişê keştiyan kir,
Me çawan Aryanîyan têk bir!
Çibû ew qêrîna me li pey Leonîdas!
Serûçavên me kef dabû.
Li hemberê me wek qûmê tevdigeriyan Aryanî.
Ey Artemîs, ey Şahbanû,
Were nav me, aşîtîya me pîroz bike,
Bila yekîtîya me temen dirêj be.
Bila li hev hatina me bi xêr be, dostaniya me bi bereket be!
Bila rovîyên fêlbaz nekevin nav me.
Were cem me, nêçîrvana bakîre, were cem me!

ENDAM –
Heydê gelî Spartîyan, madama ku her tişt li gor dilê we bû û qediya, (Jinên li pey Lampîto nîşan dide.) van jinan bigrin û bibin, (Ji Athenîyan re.) Hûn jî vana. Bila jin xwe bixin hemêza mêrên xwe, mêr jî hemêza jinên xwe. Ji bo Xwedê rabin govendê! Em dehwet bikin, serê dîlanê bikşînin, carek din jî bila nabeyna me xirab nebe!

KOROYA ATHENÎYAN –
Bila koro bê. Bangê hersê rindan û Artemîs bikî.
Xweşka wê Apolonê, serekê koroyê,
Bangê Xwedayê ku ji derdan re derman dibîne bikî!
Di nav Maînadan de
Bangê Bakkhos bikî ku çavên wê dibiriqe!
Bangê Zeus bikî, Zeusê ku erd û ezman rapêçaye,
Bi jina xwe ya bi heybet ve bê,
Bila li pey wan hemû Xwedan bên,
Bila me bibînin, di vê roja aşîtiyê de.
Govendê bigrin, dîlanê bikşînin,
Wek ku pîrozbahiya serketinê dikin.

ENDAM –
Gelî Spartîyan em carek din jî dixwazin dengê we guhdarî bikin!

YEKÎ SPARTÎ –
Ey Perîyê Spartayê,
Çiyayê xwe yê xoşevîst berde,
Were cem me,
Bi me re pîroz bike Xwedanê Amyklaî’yê,
Pîrozgeha Athenê,
Kurên Tyndarosê leheng,
Heydê mêrxasino, gavek din jî,
Heydê çil bidin, carek din jî,
Bifirin wek çûçikan.
Bila dilê Spartîyan xweş be, ji govendê hez dikin!
Em çil bidin ber bi newalê ve,
Wek Keçan çil bidin û bireqisin,
Wek hespan toz û dûmanê rabikin.
Bila porên me li ber bayê belawela bibe,
Wek porên Bakkha’yîyan!
(Hemû bi stran û govendê derdikevin.)

Dawî.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply