În , Qanûn 6 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / 7’Min Filmefestîvala Duhokê; çûn, dîtin û ger

7’Min Filmefestîvala Duhokê; çûn, dîtin û ger

(7. Duhok Internatiyonal Film Festival)

-1-

Filmefestîvala Duhokê ya Navdewletî ji me Kurdan re, gavek nû ye ber bi şaristaniya moderin ve. Ji sînemakar, derhêner, nivîskar û hunermendên Kurd û biyanî re derfeteke baş e ji bo pêşketinê. Nexasim ku li Kurdistanê, bajarê Duhokê hev dibînin, hev nas dikin û di nav re serwextî proje û pilanên çêkirina fîlmên hev dibin û bi hev re alîkariyê dikin. Di baweriya min de wek vê festîvalê ji me kurdan re qonaxeke nû ye, ji bilî temaşekirina fîlman û hatina vê hunera 7’an (Sînema) nav kultura me, qenciya wê ku, sînemkarên cîhanî xweşiya xwerista welatê me jî dibînin û Kurdistan ji wan re dibe warekî fîlmçêkirinê.. Herwiha ew jî di rêka sînemaya Kurdî re serwextî kul û jan û kêf û şahiya gelê me dibin.. serwextî dîrok û civaka ma a dêrîn dibin.. Ev civaka ku temenê wê li hezarê salan vedigere, mixabin ku ji rex gelekan ve şaş hatiye maskirin.. Erê xweş e ku berhemdarên sînemayê yên cîhanî, ji nêzîk ve me nas bikin.. Naskirina hevûdin di warê sînemayê de, gavek zor girînge ji me re, ji ber ku destpêka me di vî warê sînemayê, hunera 7’an de nû ye.

Ez ne sînemakar û ne jî rexnegirê sînemayê me, lê wek nivîskarekî kurd ji rex komîta festîvalê ve hatim vexwendin gera 7’Min Filmefestîvala Duhokê. Min beşdarî di her 8 rojên festîvalê yên pêşî de kir, lê ji ber problemên malbatî, min nikarîbû her du rojên dawî berdewam bikim û zîvirîm Qamişlo. Di wan rojan de, ji 112/114 fîlmên dirêj, kurt û belgefîmên Kurdî, min li dor 50 filmî temaşe kir û di nav re gelek sînemekarên kurd û biyanî nas kirin. Herwiha min gelek ji dost û hevalên xwe, ji nivîskarên Duhokê dîtin. Nexasim ewên ku hatin hotêlê serdana min. Vêca bi min xweş e ku ez wan rojên beşdariya xwe di festîvalê de, dîtina wan dost û hevalan û herdu serdanên min bi sînemkaran re ji bo (Lalişa Nûranî) li Şêxan û (Dêra Reban Hirmiz û Gora Nebî Nahûm) li Alqoş ji we re raxînim ber çavan.

***

  Di roja 8/9/2019’an de, li ser daxwaza komîta 7’Min Festîvala Duhokê Ya Navdewletî, mamoste Eyûb Remezan û mamoste Hilket Idrîs, digel Şînda Mihemed û Ibrahîm Hesen du mediyakarên Arta.Fm, me ji Qamişlo berê xwe da başûrî Kurdistanê, bajarê Duhokê. Li ser ava mezin/ Dicle (Sêmalka), piştî ku problema min bi desthilatên Rojava re çareser bû, em her sê bi hev re derbasî Kurdistanê bûn. Li cem mamoste Şewket me çayek vexwar û ew otombîla ku hatibû pêşiya me, em birin Duhokê, hotêla (Jiyan). Li ber dergehê hotêlê, çav bi hunermendê qeşmeriyê (Bavê Teyar) yê navdar di nav kurdên Rojava de ketim. Ji Qamişlo hatibû û derhênerê kurd (Xemgîn Salih) yê ku ji Swêsra, bajarê Zurixê hatibû, pêre bû. Herdu ji bo çêkirina fîlman hatibûn Kurdistanê.. Me wêneyekê yadîgarî bi hev re kişand.

Li hotêlê xortê zîrek bi navê (Zagros Duhokî) pêşwaziya me kir û bi kar û barê mêvandariya min rabû.

Sibeha 9/9/2019, Idrîs Hiso xortê zimanhez, telefonî min kir û got; va ez ji Hewlêr tême Duhokê ku, çalakiyên festîvalê bişopînim.. Kêfa min bi hatina wî re hat û me çend rojên xweş bi hev re derbas kirin. Li hotêlê çav bi mêvanên festîvalê ji sînemkarên Kurdistanî ji Bakur, Rojhilat, Rojava, Başûr û yên ku ji Ewropa hatibûn ketim, digel ewên biyanî ku ji 72 dewletên dinyayê ve hatibûn wek; Ibrahîm Hecî Abdî, rexnevanê sînemayê ku ji Almaniya hatibû, Idnan Kerîm dengbêjê deng xweş ji Kerkûkê, hunermenda deng xweş Mahabad Ibrahîm Mozik, derhêner Suat Usta (Siwar) ji Stenbolê, derhêner Ardin Diner ji Amedê, Kardo Masûr, derhêner Ibrahîm Selman, derhêner Kamîran Betasî, Baroj Akrayî, Taşî Geytaşen ji Butan, Kemal Subhandag, Marie Schmidt, Dilşad Mihemed Seîd mûzîkjenê bi nav û deng, Sehîm Omer derhênerê ku ji Belcîka hatibû, Memet Aktaş derhêner û sînemakarê Amedî ku ji Almaniya hatibû, Batol ji Mêrdînê, Ana David derhênera ku ji Scotlanda hatibû..

Êvara wê rojê, mamoste Musediq Tovî, Dr. Ziraz Sedîq û mamoste M. Emîn hatin serdana min û me sihbetek xweş bi hev re derbas kir.. Musediq Tovî ji nivîskarên parêzgeha Duhokê yên naskirî ye. Ji berî 25 salan ve pêwendiyên me bi hev re hene û wî pirtûka min (Serhildana Sasonê), ji erebî wergerandiye Kurdî, digel ku ew pispore di warê serhildana Agirî û Ihsan Nûrî Paşa de.. Belê ji karên wî û hevalên wî yên giring ku, wan karîbû (Encyclopediya) Însiklopidya Parêzgeha Duhokê di (9) cildan de berhev bikin. Ev duyemîn care ku wiha Encyclopediya ji parêzgeheke Kurdistanê re berhev dibe, piştî Encyclopediya parêzgeha Hewlêrê. Dr. Zirar Sedîq; dîrokzan û mamosteyê dîrokê ye di zankoya Duhokê de. Ev cara sisyan e ku wî dibînim, belê ji mêj ve nivîsandinên wî dişopînim.. Wê şevê min û Ibrahîmê Hecî Abdî şevbuhêrkek xweş digek Ibrahîm û Şînda li hewşa hotêlê derbas kir..

***

  Roja duyem, li hola hotêlê çav bi xortekî di tîpên ewropiyan de ketim, bi kurmancî silav li min kir, min silava wî vegerand û xwest wî ji şêwezarê zimanê wî nas bikim bê ji kurdên kîjan perçeyê Kurdistanê ye û min jê re got tu çawa ye? Li min vegerand; mamoste ma tu ne Konê Reş î? Ez ji Rojava me.. Berî 35 salan hatime cem te.. Ez Dr. Perî Ibrahîm im, ji Derbasiyê.. ji 35 salan ve jiyana xwe li Brîtaniya û Scotlanda derbas dikim.. ji nû me hev maç kir.. Dr. Perî Ibrahîm, li Kurdistana Rojava, bajarê Derbasiyê jidayik bûye, di sala 1989’an de çûye Birîtanyayê, li herêma Scotlanda bi cih û war bûye. Li wir, xwendina sînemayê bidawî aniye, ta ku doktora xwe standiye. Ev bîst sal in ku li Scotlandayê mamosteyê Zankoyê ye û 8 xuleyên şagirtan ji ber destên wî derçûne. Dr. Perî Ibrahîm wek derhêner hejmarek fîlm çêkirine, binavtirîn fîlmê wî (Gas Attack/ 2001) e. Di gelek televîziyonan de jî kar kiriye. Heta niha wek derhêner û sînemarêst 12 fîlm çêkirine, çar fîlm ji wan bi Kurdî ne yên din Ingilîzî ne. Fîlmên wî li Birîtanya û dervî Birîtanya hatine temaşekirin.. Herwiha pê re min Ana David bermanesaza filman ji Scotlandî û sînemakara Italî Marî naskirin.. Erê, min gelek derhênerên kurd û biyanî di rojên festîvalê de dêtin û naskirin wek; Mano Xelîl, Dr. Ehmed Nûh Şingalî, derhêner Kamîran Bîtas, Nasir Hesen rêveberê sînemayê di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de, derhêner Fehm Omer, derhêner Hisên Hesen, derhêner Hesen Elî Mehmûd.. Çendî bi min xweş bû ku, min karîba navê tev kesên ku min ew li Duhokê û festîvalê dîtin anîbana ziman, lê mixabin navê gelekan nayne bîra min, lêborînê ji wan dixwazim.

Nizanim kîjan roj bû, mamoste Zêrevan Nêrweyî, Zagros Berwarî û Cehfer Berwarî‎‏‏ hatin Hotêlê serdana min.. Hem jî Prof Dr. Nazim Silêman Cexsî hat ziyareta min û alîkariya xwe ji min re diyar kir.. Ez û wî pêleke baş ketin dabaşa wan dengbêjên kurd ji Sûriyê, yên ku di salên heftêyan de diçûn îzgeya kurdî li Bexdayê ji bo tomarkirina stranên xwe wek; Mehmûd Ezîz, Mihemed Emîn Kîkî, Mihemed Şêxo û yên din wek Mihemed Arifê Cizîrî, Issa Berwarî, Tehsîn Taha.. Herwiha helbestvanê Duhokê yê navdar Bedirxan Sindî, yê ku navê wî di Kurdistanê de belav e, nexasim di nav kurdên Sûriyê de ku Mihemed Şêxo çend helbestên wî kirine stran û min helbestvan û nivîskarê naskirî Abdulrehman Mizûrî li bureya mamoste Musediq Tovî dît. Ev helbestvanê her ku ez navê wî sehdikim, navê her du dîwanên wî (Bi Xelkê Tal e, bi min Şêrîn e û Ji Evîna Çirayên Kevin) têne bîra min.. Di wê navê re romannivîsê kurd Laleş Qaso digel kebaniya xwe ku ji Swêdê hatibû û pismamê wî Sebrî Onler yê ku ji Stenbolê bi mêvanî hatibû Duhokê, hatin hotêlê serdana min û me sihbetek xweş bi hev re derbas kir.. Laleş Qaso romannivîsekî kurd yê jîr e, kurxalê bavê min e, jiyana xwe li Swêdê derbas dike, ew bi ziyaretî hatibû Duhokê, ji mêj ve me hev nedîtibû..

Di roja 14/9/2019an de, digel xortê hêja Idrîs Hiso em çûm serdana Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî li Duhokê û me sihbetek xweş bi mamoste Şamo Qasim Dinayî re derbas kir û çend hejmarên kovara Laliş digel çend pirtûkên bedew li dor êzidiyan dane me.. Wiha jî, em çûn serdana pirtûkxaneya Bedirxaniyan û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê..

Di nav wan rojan re jî, digel nivîskarê hêja mamoste Musediq Tovî çûm rojnameya (Evro) serdana mamoste Derbas Mustafa cîgirê serokê rojnameyê. Tevî ku hevdîtina me kurt bû, lê bi wate û sûde bû. Û li wir çav bi gelek nivîskar û karmendên rojnameya Evro ketim, ji wan mamoste Mihemed Ebdella Zêbarî cîgerê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê, Heyfa Doskî û gelekên din ku di vê derheqê de nave wan nayê bîra min.. Di vekirina festîvalê de jî ez çav bi romannivîs Enwer Mihemed Tahir, helbestvan Edîb Çelkî, helbestvan Şemal Akereyî, nivîskar Bayar Bavî. nivîskar Ismaîl Sulêman, nivîskar Selam Balayî û mamoste Hesen Silêvanê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê ketibûm.. Wiha jî du caran bi dîtina herdu nivîskarên ezîz Şêx Merwan û Kovan Xankî kêfxweş bûm, nexasim ku wan ew çend hejmarên kovara (Mehfel) yên dawî ji min re anîn.. Û min sihbetên xweş bi derhêner  Suat Usta (Siwar), derhêner Ardin Diren, derhêner  Kerem Tekoglu/ Keremo û Zana Heme derbaskirin (kêfa min gelekî ji hevkariya ku di nav Keremo yê ku ji Amedê ye û Zana yê ku ji Silêmaniyê ye re hat), jixwe ez û rexnevanê sînemeyê Ibrahîm Hecî Abdî û nivîskarê jêhatî Idris Hiso ji hev qut nebûn. Di rojên dawî de min nivîskar û wergêrê hêja Seîd Mehmûd û derhênerê zîrek Mihemed Şêxo naskirin, herdu jî jiyana xwe di navbera Kurdistanê û Fransayê de derbas dikin..

Herwiha di hola hotêlê de çav bi gelek derhêner û sînemakarên kurd ji Rojhilat ketim, ji wan Bahar Marûfî lehenga fîlmê (Dayan) û me şeveke xweş bi hev re di hola Kwîn (Queen) de bi beşdariya piraniya navdarên parêzgeha Duhokê derbas kir.. (Di şebuhêrka li Queenê de gelekî şad bûm ku pêşwaziya min bi rêzgirtin ji rex berpirsyarên Duhokê ve hat kirin.. Ez jî ji dil û can spasiya wan dikim û jibîr nakim..) Di wê şevê de li Queenê, ez û Bahar Marûfî baş bi hev re, li ber dengê stranên hunermendê navdar Bilind Ibrahîm raqisîn.

***

  Geşta Lalişa Nûranî: Sibeha 11/9/2019, ji hotêlê em dor 10 otomobîlan me berê xwe da Lalişa Nûranî.. Piştî dor nîvsaetekê em gîhan Geliyê Lalişa Nûranî. Geliyekî spehî û bedew e, bi dar û ber e, di nav sê çiyayên bi heybet û saw de ye; Çiyayê Erefatê ji bakur ve, çiyayê Hizretê ji rojava ve û çiyayê Miştê ji başûr ve. Di geliyê Laliş re em derbasî Lalişa Nûranî gora Şêx Adî bûn.. Berî ku em derbas bibin, li ber dergehê Laliş, me pêlavên xwe danîn, bi meşek rêzgirtinî, me dest bi ger û tewafa xwe kir.. Em di ber wê dara tiwa ewa kevnar re, ku bi navê (Dara Leylê) tê naskirin buhirîn.. Li ser Kaniya Spî me qurtek ji ava Zemzemê vexwar û raserî wan xanîkên biçûk û dêrîn ku bi kevirên şayîk hatine çêkirin û bi navê Çilxane têne naskirin sekinîn û ez baş di wan de ponijîm.. Dawî, me çend wêneyên yadîgarî ji bo vê serdana dîrokî, bi wan xelkên Êzidî yên ku hatibûn tewafê, kişandin. Ev duyemîn care ku ez diçim Lalişa Nûranî û Heca xwe dikim. Cara pêşî, Nîsana 2012an bû, ez û rehmetî Arjen Arî helbestvanê Amedê bi hev re bûn..

Geşta Dêra Reban Hirmiz û Gora Nebî Nahom: Sibeha 13/9/2019, piştî taştêxwarinê, me ji hotêlê berê xwe da bajarokê Alqoşê. Alqoş ev bajarokê ku Ji mêj ve min li dor xwendiye, wek peytextekê bû ji wan Cihûyên ku Aşûriyan ew sirgunî Kurdistanê, Mezopotamya û Îranê kiribûn. Alqoş dor 30 km dûrî Duhokê dikeve. Em di di nav gundên Êzidiyan, Xirstyanan û koçerên Artûşyan re derbasî Alqoş bûn.. Destpêkê em çûn serdana (Dêra Reban Hirmiz), ya ku li pişt Alqoş, di dawiya bilindahiya geliyekî kûr dikeve. Di pesara çiyayê Alqoşê de hatiye avakirin.. Em di heft fitlînoekên di ser hev re bilind bûn ta ku em gîhan dêrê.. Cihê wî pir asê ye. Dibêjin ku Reban Hirmiz bi tena xwe, ev dêr di çerxê heftan de avakiriye.. Piştî ku em dor saetekê li dêrê geriyan, ji nû me berê xwe da bajarokê Alqoşê, ser gora Nebî Nahûm ya ku di orta Alqoşa kevin de ye. Navê Alqoş û Nebî Nahûm bi hev ve hatine hunandin. Nebî Nahûm yek ji wan kesên ku Aşûriyan ew ji Israîl (Orşelîm û Samera) sirgunî gundê Alqoşê kiribûn. Nebî Nahûm li Alqoş, gotibû wê (Memfîs), paytexta Farûniyan xera bibe.. û wek ku gotibû di sala 663’an de Memfîs hat xerakirin.. Di pey wê re got; wê Nînewa jî xera bibe û wê destûra me bê dan ku em vegerin welatê xwe Israîl.. Ev gotina wî jî rast derket, di sala 612’an de Mîdî, Firs û Babiliyan xwe kirin yek qira Aşûriyan anîn û Nînewa xerakirin.. Nebî Nahûm li Alqoş miriye û ji wê hingê ve serdana gora wî ji Misilman, xiristyan, Êzidî û Cihûyan re serdanek pîroz û bimbarek e.

Bi van herdu serdanên ku em bi wan rabûn; (Lalişa Nûranî) li Şêxan û (Dêra Reban Hirmiz û Gora Nebî Nahom) li Alqoşê, gelekî kêfxweş bûm. Di baweriya min de ev herdu serdan xweş name bûn ji wan sînemakarên cîhanî yên mêvan re ku, Kurdistan ji kevin ve warê tev olên dinyayê ye.. Landika şaristaniya mirovahiyê ye.. Sînga wê ji tev ol û netewan re vekirî ye..

***

   Jixwe du armancên Festîvala Duhokê yên sereke hebûn, herdu jî bi serketin pêk hatin:

1 – Komek ji sînemaya Cîhanî, ji dirêjefiliman, fîlmên belgenameyî û yên kurt ji serasnerî dinyayê hatin pêşkêş kirin.

2 – Komek ji sînemaya Kurdî, ji filmên Kurdî; dirêj, belgenameyî û kurt ji welatên Kurdîaxêv (Tirkî, Îran, Îraq û Sûriye) hatin pêşkêş kirin.. Ev her du armanc bi serketin cihê xwe girtin, wek ku komîta festîvalê divîbû, festival pêk hatin.. Herwiha prosêsa helbijartina filîman ji bo heftemîn gerra filmefestîvala Duhok ya nêvdewletî wek ku dihat xwestin bi rola xwe rabû..

Vê paşiyê min ji mediya kurdî sehkir ku fîlmê (Her Malek Dibistanek) wek baştirîn belgefîlmê Kurdî di festîvalê de hatiye xelat kirin. Ev fîlm behsa rewşa zimanê Kurdî li bakurî Kurdistanê dike.. Fîlm ji derhênera mamoste Ardin Diren e, ew ji xelkên Amedê ye û derçûyê zankoya Eskîşehîrê, beşê sînemayê ye û di warê rexneya sînemayê de jî kar dike.

Dawî, spasiya van mamosteyên hêja dikim ku kar û barê festîvalê li ser milên wan bû: Farhad A. Atrûşî, Şawkat Amin Korkî, Bangen Alî, Lise Goll, Peşawan Noman, Lea Drescher û Helket Idrîs.

 

Konê Reş
Qamişlo
22/10/2019 

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Derbarê Post–Modernîzmê De Çend Gotin

Min bîst û pênc sal berê bi navê “Helwest – Kovara Kulturî û Lîteraturî” kovareke …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *