Navê Ristemê Zal, di berhema Şahnameyê de derbas dibe. Li gorî vê berhemê em hîn dibin ku Ristem di dewrên Key Kûbat (Kavî Kavata), Key Kavûs (Kavî Ûsadhan) û Key Xisro (Kavî Hûsravah) de jîyaye.[1] Şerefxanê Bedlîsî dibêje Ristem kurd bûye û bi navê ‘Rostemê Kurdî’ hatiye nasîn.[2] Ristem, kurê Zal e û her du jî bi mêrxasîya xwe tên …