Zarema Jimara 8em Weşiya

Kovara Zarema di Gulana 2014a de li Amedê dest bi weşanê kiriye. Her sal di meha îlonê, çile û gulanê de derdikeve; niha hejmara 8mîn jî derket. Zarema seranser kurdî ye û nivîsên derbarê wêje, şano, sînema û zanistên mirovî tê de cî digrin. Zarema bi wê îdiayê dest bi weşanê kiriye ku rewşenbiriya kurdî ji serdetiya tirkî û tirkiyewîtiyê xilas bike û bike ku kurd bi zimanê xwe li ser xwe bifikirin û hilberîna wan a rewşenbîri bi kurdî û kurdewarî be; a din, di navbera parçeyên Kurdistanê de bibe pireke rewşenbîrî. Wek nav jî bi armanca xwe re li hev e; zarema di zimanê avestayî de tê wateya ‘bihar, geşbûn’ê, bi zaravayê kirmanckî de tê wateya ‘dilê me, hundirê me’ û di her hejmarê de nivîskarên kêmtirîn sê parçeyên Kurdistanê tîne ba hev.

Heta niha ji her du hejmaran yekê dosyeyên taybet hebû. Hejmara duyem de babeta dosyeyê ‘Dijmêtingerî’ bû. Ji xwendinên wêjeyî, sînemayî û siyasî yên bi riwangeyeke dijmêtingerî pêk dihat. Hejmara çarem bi babeta femînizmê, hejmarên 6mîn û 7mîn de giranî li ser helbesta kurdî ya modern bû. Taybetiya van her du hejmaran ew bû ku yekem car ewqas nivîsên nû û balkêş derbarê helbesta kurdî a modern li Rojhilata Kurdistanê cî digirtin.

Hejmara 8emîn bi giştî li ser sînemaya kurdî ye. Du nivîsên ewil ne derbarê sînemayê de ne. Yek ji wan nivîsa Metin Yüksel “Li Ser Sînorên Netewe-dewletên Tirk û Îranê: Serpêhatiya Ferzende û Besrayê” ye. Yüksel, di nav peywenda Serhildana Çiyayê Agiriyê û piştî wê bala me dikşîne ser jin û mêrekî ku bûne qurbana serhildanê. Bi vî awayî him ji bûyerê bêtir du kesayetan derdixe pêş him ji aliyê zayendî ve projektorên xwe bi awayekî wekhev dide ser herduyan ku di dîroknûsiyê de dikare wek helwesteke dij-mêrnavend bê binavkirin. Nivîsa duyem a Ciwanmerd Kulek “Guftûgoyên Perrîdankan” bersivek e bo rexneyên di nivîsa Burhan Tek “Perrîdankên Li Ser Pênûsa Min” de ku di hejmara 7mîn de cî girtibû.

Anthony Smith di “Xuyangên Neteweyê: Sînema, Huner û Nasnameya Neteweyî” de qal dike ku di salên 1930î de dema Yekîtiya Sovyetan bûbû hedefa Almanyaya Hitler, rejima sosyalîst çawa bi riya sînemayê hewl daye hestên neteweperwer û qehremaniyê xurt bikin. Lê beriya sînemayê hunera dîtinbar (visiual) resim bû. Smith ji me re qala rola tabloyên resimkî ya di afirandina xuyangên neteweyî û hestên civakî de dike û her wiha têkiliya dîrok û neteweperweriyê rave dike.

Khosro Sina li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha sînemaya Îranê qala peydabûna “fîlmên bi zimanê kurdî” dike û bandora şert û mercên civakî yên Serdema Reformê li ser van fîlman bi riya teoriyên Nowell-Smith, Terry Lovell û George A. Huaco û Pierre Bourdieu vedibêje. Nivîsa Suncem Koçer “Sînemaya Kurdî wek Cureyek Rabêja Neteweborî: Dîtbariya Sînematîk, Berxwedêriya Çandî û Aktoriya Siyasî” xebateke antropolojîk e ku bi riya çavdêrîkirina festîval û çalakiyên derbarê sînemaya kurdî û beşdarên van çalakiyan, hevpeyvîn bi sînemager û  çalakgerên sînemaya kurdî re û analîzkirina axaftin, nêrîn û gotinên wan panorameyekê sînemaya kurdî ya li bakurê Kurdistanê xêz dike. Taybetî çavdêriyên derbarê nîqaşa ‘yekem fîlmê kurdî’ Zarê de balkêş in.

Di vê hejmarê de jimara hevpeyvînan zêdetir e ji ber ku me xwest ewil guh bidin kesên rasterast karê sînemayê dikin. Ji van Zeynel Doğan digel derhêneriya xwe yek ji aktorên siyaseta sînemaya kurdî ye li Amedê, lewma di hevpeyvîna bi wî re em li ser sînemaya kurdî bi giştî peyivîn, ji nîqaşa ‘yekem fîlmê kurdî’ bigre heta projeyên sînemaya kurdî yên bo pêşerojê. Bi Ali Kemal Çınar re ku di sînemaya kurdî de xwedî reng û taybetiyên cuda ye, em bêtir li ser fîlmên wî û nêrîna wî ya li sînemayê axivîn. Lîstikvan û derhênerê kurtefîlmê Da Aram Dildar re li ser xebatên wî yê sînemayê û sînemaya kurdî peyivîn.

“Çirkîn Qralê Mezlûman: Yılmaz Güney” de Kemal Yıldızhan bala xwîneran dikşîne aliyê kurd ê  sînema û jiyana sînemagerê binavûdeng Yılmaz Güney û îtiraz dike ku tenê ji ber ku zimanê fîlmên wî tirkî ye, ew wek derhênerekî sînemaya tirk bê binavkirin. Yıldızhan sedema îtiraza xwe di nav peywenda siyasî ya Tirkiyeyê bi cî dike û nîşaneyên derbirîna wî ya nasnameya kurdî li ber çavan radixîne.

Derhêner Ömer Leventoğlu nîqaşa giştî ‘sînemaya kurd’ an ‘sînemaya kurdî’ kiriye mijara nivîsa xwe “Li ser Nîqaşa Sosret a ‘Hebûn û Nebûna Sînemaya Kurd’ Tevlêbûneke Derxetî: ‘Çê’kirina Sînemayê û ‘Çêtir’kirina Jiyanê’. ‘Sînemaya kurd an kurdî?” nîqaşek e ku dûrî mijarên wek dewletbûn, netewe-dewlet an nasnameya neteweyî nikare bê nîqaşkirin û argumentên nîqaşê li pozisyona aliyên nîqaşê yên derbarê her sê mijarên li jor şikl digrin. Lewma em hêvî dikin ev nîqaşa ku dikare berhemdartir bibe, bi awayekî firehtir û kûrtir bidome.

Hüdai Morsümbül di “Sînemaya Ali Kemal Çınar: Îmtihana bi Cîwar re: Kurtefilm” de û Nazif Coşkun bi nivîsa “Derhênerekî Serbixwe di Sînemaya Kurd de Ali Kemal Çınar” bi rê û rêbazên cuda li ser sînemaya Çınar disekinin. Memê Mala Hine di “Nivîs Difire Gotin Dimîne: Sirte Legel Ba û Dengê Bavê Min” de di ser du fîlman re nîşanî me dide ku ev gotina meşhûr a rojavayî ‘gotin difire nivîs dimîne’ di çanda me de çawa berevajî dibe. Em bawer dikin, tesbîtkirina vê taybetiyê an agahdarbûna ji vê taybetiyê di xebatên çandî de dikare rê li ber tesbît an encamên cuda veke.  Nivîsa dawîn a Çetoyê Zêdo Ji Kevirên Sînemaya Kurdî: Bîranînên li ser Kevir”, nirxandinek li ser fîlma Şewket Emîn Korkî ye ku gelek babetan di nav xwe dihewîne û dikare bibe mijara çendîn nivîsên din î berhemdar.

Dawiya kovarê de beşa Kinbeş de ku di nav nivîs û hevpeyvînên dirêj de bo xwîneran wek bêhnvedanekê ye, nûçeyên kurt derbarê sînemaya kurdî de, anketek li ser sînemayê bi xwendekarên zanîngehê re, hevpeyvînên kurt bi xwîner, guhdar û temaşevanekê/î re cî digre.

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply