SERHILDANA BEDIRXAN BEG (1842-1847)

Bedirxan Beg kî ye?
Mîrîtiya Botanê ya ku navenda wê Cizîra Botan e, di bin birêveberiya Bedirxaniyan de bû. Bedirxan Beg di sala 1812’an de dibe birêveber.
Di qada birêveberiya wî de li gel
eşîrên kurd gelên weke; asûrî, suryanî, nastûrî, ermenî û kurdên êzîdî jî dijîn.
Bi naskirina mercên sedsala 19`an ve dixwaze valahiya ku derketiye, bi Kurdistaneke di bin desthilatdariya xwe de dagire. Ji vî aliyî ve hewldanên wî yên jidil çêdibin.
Di birêveberiya mîrîtî û artêşa xwe de cih dide asûrî, nastûrî û ermeniyan jî.
Dixwaze ji ezmûnên van gelan sûdê
werbigire.
Baceke ji ya Osmaniyan kêmtir, ji wan distîne. Ji bo leşkeran, mûçeyekê dide. Di nava mîrîtiya xwe de ewlekariyê pêk tîne.
Xwendekaran dişîne Ewrûpayê. Di heman demê de ji Ewrûpayê şêwirmendan tîne.
Dema ku mîrîtiya Soran tê bêbandorkirin, di tevahiya Kurdistanê de dibe mîrîtiya herî bihêz.
Bi wêrekîbûna têkçûna Osmaniyan a li hemberî Mihemed Elî Paşayê Kavalayî (1829), ji bo damezirandina dewletê dikeve nava liv û tevgerê.
Ji ber vê yekê, alîkariya ku ji mîrîtiyên kurd daxwaz kiriye, werdigire.
Hewldanên avakirina artêşeke hemdem û sazûmaniya birêveberiyê bi pêş ve dibe.
Lê dema ku îngilîz û fransiz têdigihêjin ku hewldaneke weke ya Mîr Mihemedê Rewandûzî heye, li dijî Bedirxan Beg ku berjewendiyên wan ên Rojhilata Navîn dixist metirsiyê, alîkariya Osmaniyan dikin. Ramyariya “parçe bike û bi rê ve bibe”
dimeşînin.
Cizîra Botanê ku heta wê demê girêdayî parêzgeha Amedê bû, ji ber ku navbera Bedirxan Beg û parêzerê Mûsilê nexweş bû, bi Mûsilê ve tê girêdan.
▪︎Komkujîyên Bedirxan Paşa Bi Ser Gelên Din:
Eşîrên asûrî û nastûrî yên li herêma Colemêrgê dijiyan, ji aliyê îngilîz û fransizan ve tên çekdarkirin û ew jî diyar dikin ku wê ji niha û şûn de baca xwe nedin Bedirxaniyan.
Her wiha, li Geliyê Tiyarê (Colemêrg) dibistana ku ji aliyê mîsyonerên îngilîz û emerîkî ve hatiye vekirin, rastî nerazîbûna kurdan tê.
Di rojên ku ev bûyer tên jiyîn de du
kesên oldar ên nêzî Bedirxan Beg, li Sêrt û Perwariyê tên kuştin û kincên wan ên bixwîn ji bo Bedirxan Beg tên şandin.
Li hemberî van rewşên dihatin jiyîn, Bedirxan Beg artêşa xwe li dijî asûrî û nastûrêyan êrîşê dide destpêkirin.
Zêdetirî 10.000 asûrî bi destê wî hatin kuştin.
Bedirxan Beg di sala 1832`yan de ferman ser gelê êzidiyan li Şêxanê rakir. Bêtir ji hezar mirovên êzidî hatin kuştin.
Di sala 1844`an de jî ferman bi ser êzidiyên Tûrabdînê jî rakir.
▪︎Hilweşîna Mêrêtiya Botanê :
Ingilîz û fransiz da ku li dijî kurdan şer bidin destpêkirin, zextê li Osmaniyan dikin.
Li ser vê rewşê, dewleta Osmanî jî artêşeke ku ji 60 hezar kesî pêk hatiye, berê xwe dide
navenda mîrîtiya Botanê, Cizîra Botanê.
Li hemberî vê rewşa ku qewimiye, Bedirxan Beg serhildanê dide destpêkirin.
Dema ku artêşa Osmaniyan têk diçe, Bedirxan Beg di sala 1842’yan de avakirina dewletê radigihîne.
Bi hewldanên weke; derxistina dirav û paytext ragihandina bajarê Cizîrê, dixwest bingeha dewleta xwe saxlem bike.
Herêmên Wêranşer, Sîwrek û Şengalê dixe bin
desthilatdariya xwe.
Heta sala 1845’an beşeke mezin a xaka Kurdistanê, digire nava dewleta xwe. Dewleta Osmanî, dema ku dibîne hebûna wan dikeve metirsiyê, her wiha bi alîkariya îngilîz û fransizan dest bi amadekariyên mezin dike.
Artêşeke ku ji 100 hezar kesî pêk dihat, hat amadekirin.
Li Amed û Wanê navendên leşkerî hatin avakirin.
Li ser Amed, Wan û Cizîra Botanê, bi sê milan li dijî hêzên Bedirxan Beg êrîş hatin destpêkirin.
Di nava dijwariya şer de pismamê Bedirxan Beg, Êzdîn Şêr ku ji bo parastina Cizîra Botanê hatibû erkdarkirin, xiyanetê dike û Cizîra Botanê radestî dewleta Osmaniyan dike.
Bedirxan Beg, li ser vê bûyerê dema ku vedigere Cizîrê, eniyên din lewaz dibin û berxwedan zêde nameşe.
Bedirxan Beg, hêzên xwe vedikişîne Kelha Finikê (Erûhê) û li wir tê dorpêçkirin.
Piştî demekê ji berxwedanê, di 20’ê Tîrmeha
1847’an de Bedirxan Beg û du kurên wî bi birîndarî dikevin destê Osmaniyan.
Piştre sûltanê Osmanî wî mişextî bajarê
Qindiyê li girava Girîtê dike, piştre wî vediguhêze Stanbolê û di dawiyê de li Şamê jiyana xwe ji dest dide.
Hejmara zarokên Bedirxan Beg gihiştibû 96 zarokî. Gava ew çûdilovaniya xwedê ji van 96 zarokan, 21 kur û 21 keç mabûn.
Piştî serhildana Bedirxan Beg, dewleta Osmanî li Kurdistanê xebatên navendîbûnê didomîne. Herêmên Mûş, Colemêrg, Cizîra Botanê û Mêrdînê weke herêma Kurdistanê tên sazûmankirin û Muhlis Paşa weke parêzer tê
erkdarkirin. Mîrê Bedlîsê Şerîf Beg mişextî Stenbolê tê kirin û li şûna wî jî parêzerek tê şandin. Begên din ên ku bi Bedirxan Beg re tevger kiribûn jî, mişextî cihên cur bi cur hatine kirin.
Şervan Agirî

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply