SERENCAMA RÊWÎTÎYEKÊ

Lê ez dikarim wiha bibêjim meriv di nivisa xwe da divê behsa xewn û xeyelan jî bike, behsa rastîyên jiyan û civatê jî bike, ev wiha ye gelek roman ji serî heta binî xewn û xeyal in. Tu krîterên wan bi rastiyê ra tune ye. Lê belê ew xewn û xeyal jî li gora rêbazên nivîsîna romanê hatine hûnandin. Divê bila nexşandina temayê û ziman li hev hatî be û tehm bide xwendevanan romana Perikê jî bi awayekî wiha hatîye hûnandin, ji ber wê ye roman bala xwendevan dikişîne ser xwe û di bin bandora xwe da dihêle.

‘’Min şemsiya xwe rakir û di deriyê wê metbexê bi xwe re derketim û berê xwe da wî cihê ku herdu balinde nêzîkî hev veniştibûn, ewan xwe di bin baranê de komî hev kiribûn û êdî stûyên wan nema xuyabûn. Ku ez nêzîk bûm ew firîn. Ez tênegihîştim bê ka çima firiyan. Ez jî mîna wan tev şemsiya xwe di bin baranê de bûm û min xwest ku ez wan jî mîna xwe biparêzim. Ez nizanim ka gelo ezê di wê pehnava pişt malê de rûnim yan jî ezê wisa rawestim heta ku baran bisekine. Tiştê ku ez ji dil dizanim, ew e ku min dixwest herdu balindeyan biparêzim lê ew firiyan. Balinde ji min fêm nakin.” Min di kûraniya xwe de bi baweriyeke tehl wisa biryar da û ji berê xemgîntir vegeriyame hundirê malê û vê yekê hişt ku ez di xwekujiyê de bêtir bi israr bim. Ez ne bi hacetî sebebin zêdetir im, lê her zêdebûnek di hesaban de dirêjkirinê tarûmar dike: “De bila ez niha bimirim.’’ (r.13)

Mem rojên ciwaniya xwe yên giran, hestên xwe yên nostaljîk ên derheqê azadbûna Kurdistanê ew bîranînên dijwar yên jiyanên zor derbas dibe wekî destaneke ji êş û azaran qal dike. Di vê romanê de, Mem xortekî Rojavayî ye û ji bo dîtina mirovekî esrarengîz û mezin radibe bi fikrên xeyalî diçe Qibrîsê û di rêwîtîya wî xortî ya di navbera rastî û xeyalê de tê û diçe û jiyana wî gelek caran wekî şexsiyetên Kurd mesela Simko Axa, îsmaîl Axa, Şêx Seîd û hwd… ji bo azadbûna Kurdistanê serî radike her çiqas wek destpêkekî be jî, mina çilka agir destpê dike tevgera xwe lê mixabin jiyanên wan bi pirsgirêk derbas dibe û di dîrokê da cih digire. Loma jî ew rêwîtîya wî bi têkçûnê dawî dihat û ji ber wê “têkçûn” jî ji îmajekê zêdetir wek dîroka Kurdan vedigêre. Di vê romana da wekî çîrokên efsaneyî; rastî û xeyal û demên niha û borî didome. Lehengên romanê û mekan bi dîrok û tebîeta Kurdistanê têne xemilandin. Çiqas bi zimanê erebî jî be lê rewş bi Kurdistanî ye û wek welatê xewn û xeyal û bîranînan jî bê xuyan, rih, rihekî welatperwer û Kurdewarî ye. Xeyalan ber bi rastiya xwe jî dikişîne roman. ‘’Kurtistana mezin ji vî agirê di serê cigareya di devê min de nêzîktir e.’’ (r.66)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply