Gelo Dîrokzanên Tirk Çima Zendên/Eşîrên Kurd Wekî Oxûz, Turkmen, Yorûk û hwd. Binavkirin?

Mahmut Ozçelîk

Carekê min agahiyek li ser pirtûkên herî bi bandor yên di tevahiya dîroka mirovahiyê de deng vedayî xwendibû û ji hêlekê ve ji ber ku di nav wan pirtûkan de çend heb hebû ku min jî xwendibû, pir kêfa min hatibû, lê ji hêlekê ve jî ji ber ku tê de derbasnebûna navek ji kurdan ez xemgîn kiribûm. Bi derbasbûna demê re gava ez li pêşangehek pirtûkan, rastî pirtûka Şoreş Reşî ya li ser dîroka kurdan hatiye nivîsîn hatim, wê çaxê fikirîm ku ger sed pirtûkên kurdî yên herî bi bandor hatibûya kifşkirin, ligel Şerefnameya Şerefxan, pirtûka wî “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan” dê di rêza herî bilind de cihê xwe bigirtaya.

Ev pirtûka ji 784 rûpelî pêkhatî, bi kurdiyek zelal, di dirêjahiya salan de, bi kedeke bêhempa hatiye nivîsîn. Di heman demê de ev pirtûk îsbata wê yekê ye ku, ew dîroka tirkan ya dewletê bi “îdeolojiyek fermî” bi salan di dibistan û zanîngehan de bi me dabû xwendin, ji zanistiya dîrokî bêpar, bi tevahî li ser hîmê nerastiyê û neduristiyê hatibû avakirin.

Şoreş Reşî ji Xorasana Mezin bigire hetanî rojavayê Anatoliyê, bi belge û çavkaniyên cihêreng, sedemên belavbûna kurdan a li ser wê erdnîgariya mezin bi me dide nasîn. Kurdên di Serdema Navîn de hatî Anatoliyê çawa di bin navê Germiyanî, Menteşî, Qeremanî, Candarî an Sorqadirî de dewlet/mîrîtî damezirandine, di rewşên awarte de çawa cardin vegeriyane Xorasana Mezin, yek bi yek bi hûrgulî vegotiye. Ya herî balkêş belkî ew e ku hemû zendên kurdan, ji alî biyaniyan ve exlebî ji alî rayedar û dîroknivîserên osmaniyan ve, misêwa bi navên bêhna tirkî jê tê, heman eşîr li her herêmeke lê belavbûyî bi naveke cuda derbasî defterên qeydkirinê kirine û bi gelemperî wekî oxûz, turkmen, yorûk, karakeçili, şamlû û hwd. navandine.

Dîroknivîserên tirk bi vê cûre xebatê dîroka êl û zendên kurdan tevlihev kirine, derheqê dîroka me ya dûr de şêlûbûnek, xumamiyek pêkanîne. Bi vê jî nemane, xwestine hîmê dîroka xwe, li ser zend û êlên kurdan bidin rûniştandin. Lê dîrokzanê hêja Şoreş Reşî, bi pey van dek-dolap û hîleyên dîrokzanên tirk ketiye û bi belge, çavkanî û hetanî bi ger û rêwîtiyên xwe yên ji Anatoliyê hetanî Xorasana Mezin ev “xeletiyên bi zanetî hatine kirin” yek bi yek pûçandiye û pê re jî sererast kiriye; derewên wan, hewldanên wan yên li ser kok û zendên kurdan avakirina ‘dîrokek çêkirî “ ya ji bo netew-dewletê di valahiyê de gêr kiriye, bi gêrkirinê re dîroka wan ya bi qurm û rîşeyên kurdan ve hatiye zeliqandin, qet qetî kiriye û rastiya dîroka kurdan ya di damezrandina selçûqî, osmanî û safeviyan de derxistiye ronahiyê…

Birêz Şoreş Reşî tenê bi sererastkirina dîroka kurdan ya ji hêla dîroknûsên tirk ve bi “terciheke hişmendane “ hatiye belovajîkirin re mijûl nebûye, bi sedemên parçebûna kurdan ya ku ji ber faktorên hundirîn û derveyîn yên siyasî, olî û rêolî/mezhebî ku wekî li dû miriyekê şînê bigerîne jî, mijûl bûye. Serqisê ev parçebûna di hêla olî de, di rewşa zenda/eşîra Reşiyan de wiha tê ravîkirin; ”Reşiyên li Qonyayê dijîn, îro misilmanên sunî ne, Reşiyên li Xorasanê şîîa, yên li Rusyayê êzidî, yên li bakurê Kurdistanê beşek jê sersor in. Ev yeka encama pevçûn û parçebûna dîrokî ye. Dema di nava du dewletên ku Reşî lê dijîn de şerek derdikeve ew bira jî qirma hev tînin. Va yeka herî zêde di serdema osmanî-safevîyan de hatiye jîyan kirin û hestiyê pişta kurdan şikandiye.” (r. 724).
Ev pirtûka qerase ya wekî destegulek ji gencîneya dîroka kurdan şînhatî, pêwîste ji hêla her meraqdarê dîroka kurdan ve were xwendin.

Çavkanî: Şoreş Reşî, Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan, (Netewa Dihele û Hilweşîna Dîroka Sexte), Weşanên Sîtavê, Çapa Yekem 2024, Ankara.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *