BAZARA PIRTÛKÊN KURDÎ Û KOMÊN XWENDIN Û NIRXANDINA WÊJEYA KURDÎ

Bazara pirtûkên kurdî di rewşeke nebaş de bû, lê niha ber bi başiyê ve diçe. Helbet li welat û li ewropayê pirtûkên kurdî hindik têne firotin. Gelek caran bi firotina pirtûkê heqê çapa pirtûkê dernakeve. Lê hinek pirtûkên ku baş têne belavkirin û pir têne firotin jî hene. Pirtûkên weha weşanxaneyan dixine karê. Weşanxaneyên ku pirtûkên kurdî çap dikin, zirar dikin û lewre jî newêrane pirtûkên kurdî zêde çap bikin. Hinek weşanxaneyên kurdan yên ku pirtûkên kurdî diweşînin di gel bi dehan pirtûkên tirkî, salê yek, du pirtûkên kurdî jî diweşînin. Ev jî ji ber hestên wan ên welatpariziyê tê. Lê hinek weşanxaneyên kurdan jî bi piranî pirtûkên kurdî diweşînin. Diyare ê wan jî di gel hestên wan ên welatpariziyê, fedekariye…

Di dema çûyî de, li Stenbolê û li hinek bajarên Kurdistanê dibistanên –dersxanên- qursên zimanê kurdî vebûn. Li wan dersxanan hindik be jî hejmareke kurd fêrê kurdî bûn. Niha jî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û li hinek bajarên metropolên Tirkiyê komên xwendinê û komên komên nirxandina wêjeya kurdî pêk hatine. Ev pêvajoyek û pêçveçûnek gelek baş e. Ji bo faydeyên komên xwendinê di malpera “Çandname“ de hevpeyvîneke bi birêz Ayetukllah Badikî re hatiye kirin. A. Badikî ji bo faydeyên komên xwendinê weha dibêje :“ Feydeya komên xwendinê ew e ku endamên komê bi awayekî bernameyî û bi disîplîn xwendinan dikin. Dema pirtûkên li ber destan xilas dibin, bo şêwra pirtûkê, endam li cihek kom dibin û bi hev ra şêwra xwe dikin. Her yek ji alîyek da pirtûkê dinirxîne û di dawîyê da encameke zor baş derdikeve holê.“

Ji bo siûdwergirtina ji xwendina pirtûkên kurdî jî A. badikî weha dibêje : “ Jixwe mebesteka me jî ew bû ku em balê bikişînin ser pirtûkên Kurdî. Em dibînin ku her sal her sal pirtûkên nû li ser selika edebîyata me zêde dibin. Lê gelo ev pirtûk tên xwendin an nayên xwendin, li pêşber nivîskar û helbestvanên me bazareke bi çi hawê heye, ev berhem ji xwe ra muxatab dibînin an nabînin……. bo bûyîna mînakeke baş, bo balê kişandina ser van pirtûkên Kurdî me dest bi xebateke wuha kir. Xwendin jixwe karek pîroz bûye, di hemûyê dem û dewranan da. Vêca xwendina li ser zimanê me helbet pîroztir û hêjatir e. Ev ji bo hemûyê gelan welê ye…. Xwendin xweş e, ya bi zimanê mirov xweştir e, em dibêjin. “

Pirsa ji bo xebatên komên xwendinê zêde bibin divê çi were kirin? A. Badikî dibêje : “ ji bo hejmara van koman zêde bibin mirov dikare van koman teşwîq bike. Çawa?

Niha derdora deh heban da weşanxaneyên me yên aktîf hene. Ev weşanxane dikarin bo van koman buhayê pirtûkên xwe piçek daxînin. Qet nebe dikarin bi buhayê ku ji pirtûkfiroşan ra dişînin dikarin ji van koman ra pirtûkan bişînin.

Weke din kesên ku bi zimanê xwe nexwendine lê dixwazin ji kesên xwenda ra bibine alîkar dikarin ji layê aborî da piçek alîkarîya van koman bikin, wek sponsorek li pişt wan bisekinin. Piştgirîyên bi vî awayî xebatên komî domdartir dikin.

Di dawîyê da jî bi zêdebûna van koman ew dê bazara pirtûkên Kurdî geş bibe û namzedên nivîskarîyê jî dê ji vê bazara geş hêzê bistînin û xwe dirêjî pênûsên xwe bikin û binivîsînin.“

Spas ji A. Badikî re ku min vê gotara xwe bi dîtinên wî ên giranbiha xemiland. Belê ez bi hêvî me ku dê rewşa bazara pirtûkên kurdî ber bi başiyê ve here. Li bajarê Stockholmê jî “koma xwendin û nirxandina wêjeya kurdî“ pêk hatiye û dest bi xebata xwe kiriye.

Bi min, heger digel xwendevanên kurd yên unîversîteyan/zankoyan rewşenbîrên kurd û nivîskarên kurd pirtûkên kurdî bikirin, heger digel kurdên normal, kurdên sîyasî, endamên partî û rêxistinên kurdan, kîtleya partîyên legal yên ku kurdan damezrandine, sîyasetvanên birêvebirên partiyên sîyasî ên kurdan pirtûkên kurdî bikirin dê bazara pirtûkên kurdî geş bibe, dê gelek pirtûkên kurdî bine firotin.

Li welêt û li ewropayê bi sedan nivîskarên kurd hene. Heger vana, heryekê yek pirtûkeke kurdî bikire, dê bi sedan pirtûkên kurdî bêne firotin. Lê, diyare ku nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu nakirin û naxwînin. Nivîskarê kurd, romanniväser Îbrahîm Seydo Aydogan di hevpeyvîneke xwe de gotibû : ”Heger nivîskarên kurd pirtûkên kurdî bikirin û bixwînin, dê bazara pirtûkên kurdî pêk bê.” Herçiqas ev gotinên îronîk bîn jî, rastîyeke tîne zimên. (Çend sal berê, di navbera min û Î.Seydo Aydogan de di derbarê hebûn û tunebûna romana kurdî de minaqeçeyek pêk hatibû. Me ji hev mêr nekujtiye û em xwîniyê hev nînin, di encamên rexne û minaqeşeyan de divê mirov ji hevûdu nexeyide. Xeydandin ango ji hevûdu xeydandin karê rewşenbirî û nivîskariyê nîn e. Ew minaqeşeyek bû, wî gotibû romana kurdî tune û min jî gotibû heye. Ev du dîtinin, herkes di dîtina xwe de azad e.)

Pirsa çima bazara pirtûkên kurdî qels e? Çima pirtûkên kurdî hindik têne firotin û hindik têne xwendin? Sedemên vê rewşê hemû kurdên welatparêz, şoreşger, kurdperwer û rewşenbîr zanin. Lewre jî pêwîst nake ez bersîva van pirsan binivîsim. Dema mirov li rewşa netewa kurd ya 90 salan û li konjuktura welatê kurdan binêre û pêkanîna sîyaseta dewleta dagirker bîne ber çavan, sedem dîyar dibe.

Lêbelê, herçiqas astengiyên dewletê hebin jî, hinek tişt di destê kurdan de ye û divê ew ji bo xebatên çandî û edebî û ji bo xwendina pirtûkên kurdî mobîlîze bibin. Divê mirov li ser teşvîk kirina xwendina pirtûkên kurdî bisekine û jê re çareyan bibîne. Bazara pirtûkan bi kirîn û xwendinê pêk tê. Heger pirtûk neyên kirîn û xwendin, bazar pêk nayê. Ji bo xwendina pirtûkên kurdî bê geşkirin, divê mirov çi bike? Lêkolînvanên kurd li ser vê mijarê bisekinin, analîzkerên kurd vê mijarê analîz bikin, bi berfirehî binirxînin û pêşniyazên konkret pêşkêş bikin, dê gelek baş be.

 

Weşangerekî tirk di hevpeyvîneke xwe de dibêje : ”Pirtûkên kurteçîrokan nayên firotin, roman û helbest têne firotin. Herî pir jî roman têne firotin.” Diyar dibe ku xwendevanên zimanê tirkî ji xwendina romanan hez dikin, ew li romanan germ bûne û lewre jî herî pir roman dikirin û dixwînin.

Gelo xwendevanên kurd herî pir kîjan cure pirtûkên kurdî dixwînin? Bi qasê ku ez zanim pirtûkên kurdî yên ku herî pir hatine weşandin pirtûkên kurteçîrokan in. Romanên kurdî hindik têne weşandin. Li bakurê Kurdistanê helbestvanên kurd çend kes in. Ew jî çend salan carek pirtûkeke wan ya helbestan derdikeve. Pirtûkên şanoyê ji xwe tek, tûk in. Yanî herî pir pirtûkên kurdî yên kurteçîrok û romanan têne weşandin. Gelo di nav cure pirtûkên kurdî de kîjan cure pirtûk pir têne firotin û xwendin? Digel ku pirtûkên kurteçîrokan gelek têne weşandin, gelo pir têne kirîn û xwendin?

Bersîvên van pirsan bi bersîvên weşanxaneyên kurdan diyar dibe. Heger rojnamevanekî/a kurd ji weşanên Avesta, Sîtav, J#J, Nûpel, Nûbihar, Ar, Peymen, Deng, Doz, Aram, Na, kîl, Pêrî, Lîs, Belkî, Veqfa Îsmaîl Beçîkçî, Zehra, Hîvda, Helwest, Apec û Nûdemê bipirse ku herî pir kîjan cure pirtûkên kurdî têne firotin û bersîvên hemû weşanxaneyên kurdan bide berhev, dikare jê rastiyeke derbixe.

 

Têbinî – Min behsa fuarên pirtûkan ku salê careke têne çêkirin nekir. Digel Stenbol û Îzmîrê, li du, sê bajarên Kurdistanê jî fuar têne pêkanîn. Ez bi xwe beşdarê wan fuaran nebûme û lewre jî rewşê baş nizanim. Yekî ku hersal beşdar bûye û bi rewşa fuaran baş dizane gotarek binivîse, xwendevanên kurd pê agahdar bike baş dibe.

Lokman Polat – candname.com

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply