SERENCAMA RÊWÎTÎYEKÊ

Em, berîya her tiştî dikarin bibêjin di romanên Kurdî da piranî li ser çi tê sekinandin û bo hêjayîya berhemê kîjan mijar û armanc wek pîvan têne hesibandin. Belê, di romanên Kurdî da mijar bi piranî dîrok, hestên evîndarîyê, çand û folklora kurdan, pêşeroj, dem çawa tê û diçe bi sedemên nivîsîna vê romanê û bersiva pirsên ‘çima’, ‘çi’, ‘çawa dibe’ pêşkeşî xwendevanan dike.

Di romana Selîm Berekat ya bi navê “Perîk” ê da em dikarin bi kurtasî wuha bibêjin: Di romanê da lehengek heye, navê wî Azad e. Mem kurdekî xeyalperest e, tim li ser fikrên felsefîk, efsunî, xewn û xeyakî difikire….

Mem di ciwanîya xwe de tim dixwaze xwebikuje, çend cara teşebusê xwekuştinê jî dike dûre “Perik”ekî di çenteyê xwe yê rengcunîk da dibîne û li ser difikire dikeve rêyeke dûrûdirêj dev ji xwekuştinê berdide, Mem lehengekî kurdewarî û janbar e, di hişê wî da her tim mirineke ku xwe pê ve bixapîne heye, di kûrahîya laşê Mem da xwesteka Kurdistanê heye, gelek kes li pey şopa Kurdistanê çûne yek ji wan kesan jî ew e. Lehengekî bi navê Mirovê Mezin heye xwendavan dikare bi hêsanî wî lehengî bişibîne Kurdistanê ji ber ku hevgihîna gelek lehengan bi wî ve heye.

Selîm Berekat

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply