Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê gij û gijalî, çirûska mitale û gûmanên xeternak tune bûn li ser awirên wê.

Heke behsa demsalan bikim, bihar bû, lê ji bo ku em bibêjin bihara rastîn, hêj zû bû. Bihareke di kirasê zivistaneke virnî de.

Ya rast, belkî ew dîmenê ku li ser hişê te mayî, ne ew dîmenê ku min bi hevokekê li jor ristiye bû. Lê wexta ez xwûzî ser jiyana te bûm, belkî di nav albûma te de fotoyê zûmkirî ev bû ji bo hişê min.

Ji xwe wê demê min go çend gotinan li ser te binivîsim, Macirê. Wê kêliyê ev fikrê aniha, wekî bayê birûskekê li ber çavê min jenî û min nexwest ev raman mirar bibe.
Min ji xwe re go: ezê çîroka Macirê bêjim. Macirê, muhacirê, ango xelka welatê jorîn.
Ez li Taxa Alîparê pêrgî şopa te hatim. Wexta yekî wesfê kubarî û huzna te ji min re got, ma ezê çima rabim derewan bikim? Weleh, ji xeynî çarik, secade û tizbiyekî dirêj, tiştek nehate ser hişê min.

Aniha tu guhê xwe bidî efsaneya Macirê. Formûlên belavê jibîr bike. Lava dikim, wê berçavka sûk û bazaran ji ber çavê xwe hilîne. Kosmosa bêdawî, bi katrîlyonan bêhtir varyant û texmînên ku hîç di hişê te re derbas nabin, vedihewîne li ser jiyan, bawerî û her ku qewmîn, bûyer û her tiştên din.

Wek min got, ez incex serê meselê vekim û tenê fotoyekî Macirê îro derxim mazatê. Îcar hêviya min ew e ku dema tu li ser serboriya wê ponijî, ne wekî jinekê be jî, hîç nebe wekî dosteke jinan serê xwe pê re biêşîne.

Min behsa trabzana şaneşînê kiribû… Şaneşîn incex di qesrê malmezina de hebin. Lê Macirê, wekî ku ji navê wê jî diyar dibe, ne xanim û jina koşk û sera bû.

Ka muhacir dikarin bi kîjan hêza xwe di civatê de pesnê xwe bidin. Jixwe kesên ku ber bayê felekê ketine. Karesat û tofanên heyamî ew dane ber xwe û avêtine warên xerîb. Ew li wan deran xwepêgirtî ne. An kirîvek an jî xinamiyek dikare wan bike bin per û baskên xwe. Wekî din, macir ji bo xurtên navgund û taxê rebenên bêkes û kûs in.

Macira me di xaniyekî hilweşiyayî yê guhê taxê de rûdinişt. Elîpara Diyarbekir ji we hemûyan ve ‘ayan e. Macira me cîrana Varojanê Hesinker bû. Belkî ne dexîlê wê bû, lê ku ne ji sî û stara Varojên bûya, nîvê caran nanê tisî jî peyda nedibû li malê; helbet ji xeynî nanê evara înê.
Hey me behsa fotoyê Macirê kir, temam nebe jî divê em hinekî behsa wî bikin. Sal derdora 1900î. Cihê ku foto lê hatiye kişandin, yanî ew şaneşîn, ew trabzan li qesreke serhedê bû. Nêzîkî quntara çiyayê Glîdaxê.
Wê demê hêj sêhrekan li ser mintiqê nexwendibûn, ango hêj fitne û fesadî, ev muxentiya bêdawî neketibû nav êl, eşîr, qewm, ol û miletan. Hêj qewmên van deran bi pêsîra hevdû negirtibûn.

Macira di foto de keçikeke biçûk a kejî ye. Porê wê gije, gijalî ye. Di çavên wê de haveynê endîşe, tirs û gûmanê tune. Hema bêje wekî rihaneke li dora çeman e.
Îcar Macirê çawa hate Elîpara Diyarbekir? Ew bi serê xwe çîrokek e.
Wexta Macirê ji welatê jor, ji zozan û waran berê xwe da vê devera germ û qijilî, ne bûk bû. Ne bi bûkanî hat. Wexta hat, berbûyiyayn negotin:
“Bûkê delalê, rabe xwe kar ke, şûşa lewento bi serê xwe dake.”
Negotin:
“Zava zava kekê mino zava…”
Ew di ber siya dengê mîtralyozan, di ber tûjiya xencerên ku gewrî bi fîzînî dibirîn re hat.
Wexta salox dan, gotin tirs li ser çavên wê zelal dixuyê. Wexta salox dan, gotin bide pey siya Macirê… gotin bide pey şopa macirê… gotin bide dû sûretê macirê. Gotin: tuyê bigihî kaniyeke zengîn ji keder û serboriyên zehmetiyan.

Ez hatim li ber sandoqa te rawestiyam. Ew ji dara guzê bû. Belkî ji xwe tişta ku welatê jor te bi xwe re heta bi van deran anîbû, tenê ev sandoq bû. Xetên wê, motîf û neqşên wê, tevli rizandina salan hê jî dibirîqîn.

Tenê ez zanim min çi zehmetî kişand heta tu qayîl bûyî û devê sandoqê ji min re vekir. Ya rast, ger min navê vê gotarê nekiriba “Macirê”, wê bibûya “Sandoqa Gulê”. Lê qismet e. Wiha bû nesîb.

Welhasil, emê huş bin, emê guhê xwe bidinê û bila serpêhatiyên di hundirê sandoqê de biaxivin.

19.01.2010 – Enqere

Hasan Kaya

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *