MISTEFA BEGÊ KURDÎ Û ŞEŞ HELBESTÊN WÎ

Navê wî Mistefa Begê kurê Meḥmud Begê Sa‘hêbqiran e. Saḥêbqran navê malbateka dêrîn û kevnê Rojhelata Kurdistanê ye.

Mistefa Beg di sala 1782yê mîladî de li Qereçolanîya paytextê Babanîyan li bajarê Silêmanî hatîye dunyayê. Di pênc saliyê xwe de çûye ḥucra mizgefta Ḥacî Xan û li Silêmaniyê dest bi xwendina xwe kiriye. Di pazde salîya ‘umrê xweda ji ber jêhatîya  xwe çûye qonaẋa Muste‘îdî ku ev qonax qonaẋa berya mezûnbûna wî ye. Piştî wê Kurdî destê xwe ji ḥucrê ber dide ji ber ku bavê wî ji ḥikumeta Babanîyan wezîr bûye. Kurdî piştî çend nakokîyan, mala xwe dibe Kerkukê.

Mistefa beg ji ber evîneke sernegirtî, ta mir nezewcî ye û di helbestên xwe de mexlesa Kurdî bikaranîye.

Ji ber ku weke destûr dihate ḥesibandin, lazim bû ku hemû helbestvanên klasîk mexlesek ango nasanavek bo xo dabinên. Mistefa Beg ji yekî zêdetir mexlesên wî hebûn. Mexlesa êkema ku piranî di helbestên wî de ev mexles hatiye bikaranîn mexlesa “Kurdî” ye. Herwekî ku tê zanîn berya Mistefa Beg jî gelek ‘alimên Kurd weke mexles peyva “Kurdî” bo xwe pejirandine.

Mexlesa Mistefa Beg a duwem jî “Hîcrî” ye. Ji ber ku Mistefa Beg gelek awareyî û mişextibûn dîtibû di helbestên xwe de nasnavê “Hîcrî” jî wek mexles bikaranîbû.

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply