Romana Semerqand – 9 (Amîn Me’lof)

Li Semerqendê şahiya cejnê dihate jiyandin. Di nav vê şahiyê de, jinekî diwêriya bigirî: Ew jî jina xan ya ku ji şadiyê mestbûyî bû. Çimko Sultanê bi xencerê birîndarbû yî, babê wê bû. Her çiqas mêrê wê sersaxî jê re xwestibû, di haremê de fermana şînê dabû, axayeke haremê ji ber ku keyfxweşiya xwe zêde kifş kiribû, dabû qamçîkirin jî, lê dema vegerîya bû qesrê, xwe ji gotina: “xwedê daxwaziyên Semerqendiyan qebûl kirin” xelas nekiribû.

Dikare bê gotin ku, di wê serdemê de ehlê bajarekî, yê ji bo çi fermanrewaneke Tirk li yê din biguherîne? Lê dîsa jî Semerqendiyan dua kiribûn. Ji lew re piştî dest xistina bajêr, yê komkujî, talan û şelandin bihata. Ji ber wê, ji guhertina xweyê xwe ditirsiyan. Ji ber ku bivin fermanrewanek din, fermanrewanê wan têk bibe, diviya fermanrewanê wan, ew di bin barê baceke zehf giran de perçiqandibin û her tim bê aram kiribin. Lê Nasir Xan, ne fermanrewanek welê bû. Belko ne yê herî baş bû, lê yê herî nebaş jî nedihat hesibandin. Semerqendiyan riya edarekirina bi xan re dîtibûn û wêdetir jî hiştibûn bi hêviya xwedê ve.

Ji ber ku şerê di nava bajêr de biqewime, hatibû sekinandin, cejin dikirin. Di qada Ras-el-Taq ya mezin de, dengê tilîlîya dihat û dûyê agirê şahîyê bilind dibûya. Li ber dîwaran etar bûbûn rêz û binê ronahiya lambeyên kolanan jî stranbêj û mûzîkjenan girtibû. Li dora medah, rimildar û kesên mar didan leyîstandin, carna qelebalix û carna jî tenik bû. Hozan derdiketin ser textikê belawele yê li nîvê qadê de hatî sazkirin û ji bo Semerqenda bêhempa ya nayê li destxistin û fetehkirin helbest dixwendin. Biryara gel, ya demeke kurt e. Hem li rex stêrên dibiriqin jî û hem li rex yên digurijin jî pal dide. Ji heyvan berfanbar bû. Şev gelek dijwar diboriyan. Di qesrê de, şerbikên meyê yên tijî vale dibûn û disa dihatin dagirtin. Xan di nava sermestîyeke xweş de bû.

Nasir Xan, roja din piştî li mizgeftê selewat dan xwendin, ji bo mirina xezûrê xwe sersaxî qebûl dikirin. Kesên ji beriya rojekî mirina wî bi keyf û şahî weke cejnekî pîroz dikirin, niha jî çavên birondik, xemgîniya xwe tanîn zimên. Qazî, çend ayet xwendîn û ji Emer re jî işaret kir ku heman tiştê bike. Paşê li ber guhê wî êxist piste pist:

—Qet matmayî nebe. Rastî, dirû ye. Mirov jî welênin.

Wê êvarê Nasir Xan, gazî Qazî kir û xwest ku tevlî desteya serxweşiyê bibe. Ew desteya Semerqendê temsîl dike. Nava wê desteya ji sed û bîst kesan pêk dihat de Emer jî hebû. Devera çûyînê li qeraxa çemî, biryargeha artêşa Selçûqiyan bû. Li derdorê bi hezaran kon û war xuyadikirin. Nûnerên bi rûmet yên Maveraûnnehîrê li vî bajarê ji bo demeke kurt hatî avakirin de, li leşkerên ji bo dilsoziya eşîretên xwe ji nû ve pêşkêş bikin hatîn, bi guman temaşe dikirin. Melîkşahê hevdeh salî yê dişibûya dêwekî û rûyê wî weke yê zarokan, li ser derînceka kelaşê babê wî ketî şpîya sekinî bû. Du gava li pey wî, zelamê bihêz yê împaratoriyê hebû. Melîkşah, ji bo rûmetê jê re digot ata û kesên din jî bi leqabê wî digotin Nîzamulmulk. Nîzamulmulk, dihate wateya pergala dewletê û ti kesî weke wî ev nav heq nedikir. Çiqas serdêrek bihata, Fermanrewanê ciwan bi awirên xwe li wî dişêwirî û gora işareteke ti kes nebîne û kes fêhm neke, ji kesên hatî re an bi rûmet, an bi nîzingahî, an dûr, an jî bê eleqedar tevdigerîya.

Desteya Semerqendê, bi tevahî xwe avêtibûn li ber lingê Melîkşah. Ji nav wan de çend kesên mezin rabûn û ba li Nîzam ve çûn. Nîzam, bê lebat sekinîbû. Alîkarên wî, li dora wî digeriyan. Nîzam bê lebat guhdarî wan dikir. Ew ne amirek bi qêr û helaket bû. Amirek welê bû, her tişt pê tevgera xwe nîşan dida. Bêdengîya wî, nav û deng dabû. Serdêrek, li ba wî tam saetekî bê pêjin mabû. Çimko hatina wî serdêrî ne tenê ştexaliya bi wî re bû. ji bo xwe lê bide heskirin, gumanên wî yên derheqê xwe de rake û bike ku ji aliyê wî ve neyê jibîrkirin. Ji Semerqendiyan deh kes, bi girtina destê kesê împeretoriyê bi rêvedibe rûmetdar bun. Emer bi qazî re nîzingê Nîzam bûbû. Wî jî serê xwe rakir, destê wî di nava kefa destê xwe de girtibû û denegeke nivz li ber guhê wî gotibû:

—Sala werê vî çaxi were İsfexanê, da em biaxivin.

Xeyam, rast sehkiribû an nerast tam ne ewle bû. Ew zelamê li pêşberê wî ew tirsandibû û ketibû bin bandora merasîmê de. Ji bilî wan qêr û hawara girîkeran ew  sermest kiribû. Bi hêviya sererastkirina gotinê sekinîbû lê şapa mirovan ya li pey ew li ber xwe biribû û ji wezîr dûr xistibû.

Emer di riya vegerê de tenê li ser vê diponijiya. Gelo ev gotin tene ji bo wî hatibûn gotin? Gelo ew û yek din tevlîhev nekiribûn? Piştre çima demek ev qas dirêj û cihek ev qas dûr?

Biryara vegotina ji qazî re da. Ji ber ku qazî tam li pêşiya wî bû belko tiştin dîtibin, sehkiribin an jî fêhm kiribin. Piştî Ebû Tahir gotinên Xeyam sehkirin, bi helwestek tevzker got:

—Min dît ku wezîr tiştin li ber guhê te gotin lê min sehnekir ka çi got. Lêbelê ez teqez dikarim vê ji te re bibêjim, tu neşibuhandî ti kesî. Ew alikarên li derdora wî ma te nedîtin? Ma ew kêrî çi tên? Her deste jî kîjan kesan pêk tê, navê wan çi ne, çi karî dikin, derheqê wan de agahiyan didin. Piştî navê te sehkirin û pirsa: “Zanyarê Nîşabûrî, ezmanzan Emer Xeyam e?” kirîn, derheqê nasnameya te de çewtiyên wan nînin. Jixwe heta Nîzamulmulk nevê biafirîne, çewtî nakevin nava mijarê.

Rêyeke bi kevir de dimeşiyan. Li alê rastê, serê çiyayên dûr weke xêzekê xuya dikir. Ew çiya, çiqilên Pamîrê bûn. Xeyam û Ebû Tahir li kêleka hev hesp tajotin û zînê wan bi heve dihekirîn û diçûn dihatin.

—Nexwe dikare çi ji min bixwaze?

—Ji bo tu bi vê bihesî divê tu salekî sebir bikî. Heta wê deme, xwe newestîne û nebêje ez ê pê derînim. Li pêşiya te zehf wext heye, tê biwestî. Ji ti kesî re jî nebêje!

—Te carna ez axivok dîtim e?

Dengê Xeyam, bi gazind bû. Ne xema qazî bû. Domand:

—Ez ê eşkere bêjim, ji wê jinikê re nebêje!

Bi rastî diviya Emer bi guman bûya. Çûyîn hatina Cîhanê yê rojekî derketa holê. Ebû Tahir dewam kir:

—Hevdîtina we ya ewul de parêzdaran agahî da min. Ji bo hatina wê rewa bikim, min hinek hêcet li hev anîn. Min got; wê ji nedîtî ve werin û her sibeh wî hişyar bikin. Qet netirse, ew xanî hêca yê te ye. Vê yekê iro jî, sibe jî welê bizanibe. Lê divê ez qala vê jinikê ji te re bikim.

Emer aciz bû. Hez ji gotina hogirê xwe ya bi awayê “vê jinikê” nekir. Ne nîyet bû ku evîna xwe bixe mijara nîqaşan. Ji ber ku qazî jê mezintir bû dengê xwe dernexist, lê medê wî qermiçî.

—Ez dizanim gotinên min te aciz dikin. Lêbelê tiştên ez dibêjim, heta dawiyê ez ê bibêjim. Her çiqas dostaniya me nû be jî, temenê min vî mafî dide min. Dema cara ewul li qesrê te ev jinik dîtî, te bi dilketin lê nihêrî. Jinikek ciwan û bedew. Belko helbestên wê xweşê te çûbin û wêrekiya wê xwîna te kelandibe. Lê binêre, pêşberî sênîyek zêr de, helwesta we cuda bû. Ew tişta dilê te qeliqand, wê heşandin devê xwe de û devê xwe tijî kir. Ew weke helbestvaneke qesrê, lê tu weke zanyarekî tevgeriyayî. Te ev jê re got?

Emer tiştek negot, lê qazî dizaniya bersiva wî na ye. Domand:

—Gelemperî di serê têkiliyekî nû de mijarên nazik nayên rojevê. Ji tirsa hêlîna nazik ya bi hezar zehmetan hatî avakirin. Lê li gorî min, tişta te ji wê jinikê cuda dike giring e. Kakilê vî karî ye. Hûn bi heman dîtinê li jîyanê nanêrin.

—Ew jinek e û jê wêdetir jî jinebiyek e. Dike ku bê girêdana efendîyekî bijî. Mirov heyrandibe ji wêrekiya wê re. Ev ne destê mo de ye. Ji ber ku zêrên helbesta wê heqkirin û standin, çire em wê tewandar bikin?

Ebû Tahir, ji ber ku Xeyam kişandibû nava vê niqaşê keyfxweşbû û domand:

—Bila wek te be. lê tu jî vê qebûl bike ku ev jinik nikare jiyaneke ji jinên qesrê cudatir biborîne.

—Belko.

—Dîsa qebûl bike ku, tu ji jiyana qesrê nefret dikî û tu nikarî ji pêdivîyê zêdetir yek saniyeyî lê bisekinî.

Bêdengiyeke bi acizî çêbû. Ebû Tahir binî re birî:

—Min ji te re gotinên tu ji dosteke rast sehbikî gotin. Ji vir pê ve heta tu mijarê venekî yek gotinê tu ji devê min sehnakî!

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply