Romana Semerqand – 25 (Amîn Me’lof)

PIRTÛKA SÊYEMÎN

DAWÎYA SALA HEZARÎ

Rabe ser xwe, ji bû xewê

Pêşiya me bêdawîtî ye!

Emer XEYAM

 

Heta vê derê, min kêm behsa xwe kir. Armanca min ew bû ku Destnivîsa Semerqendê ka çawa behsa Xeyam, ya kesên wî naskirîn, kirî ye û ka çawa behsa tiştên hatîn serê wî kirî ye, bidim zanîn. Berhema di serdema Moxulan de winda bûyî, di nîvê serdema me de, gelo çawa derketiye holê? Ji bo destxistina wê, çi hatine serê min û bi kîjan tesadûfê ez pê hesiyam ku ew winda nebû ye? Niha dora vegotina bersiva van pirsan e.

Min navê xwe goti bû: Benjamîn O. Lesage. Bişibe navê firansizan jî, ez Emerîkî me. Ez li bajarê Annapolîsê yê li eyaleta Marylandê ku li keviya kendava Chesapeakê ya dewama Atlantîkê ye, hatime dinê. Kalikên min di wextê Louîsê XIV. de ji Firansayê koç kirine ku malbatek Huguenot(*) bû. Têkiliyên min yê bi Firansayê re, ne bi tenê ji vê mirovatiya min ya dûr tê. Bavê min, pir cehd da ku van têkiliyan xurt bike. Agahiyên derheqê pêşiyên wî de, her wextî jê re kul bûn. Lênûska xwe ya dibîstanê de weha nivîsandi bû: “Gelo şecereya min, ji ber çêkirina kelekên qaçaxan xera bû?” Û dest bi hînbûna Firansizî kiribû. Paşê, bi kelecaneke mezin berê xwe dabû Firansayê û ji Atlantîkê borî bû.

Ew sala gerê, gelek guncan an jî gelek nebaş hilbijartibû. 9 ê Tîrmeha sala 1870 an de, bi keştiya Scotîayê ji New-Yorkê derket, 18 ê wê giha Cherbourgê û  êvara 19 ê Tîrmehê jî giha Parîsê. Tam wê rojê, danê nîvro, şer despêkir. Veger, têkçûn, dagirkirin, birçîbûn, Komûn, qirkirin, herhalde ji vê kambaxtir tinebû. Lê belê ew sal, ji salên bîranînên wî ya herî başbû. Bila mo rast bêjê! Keyfa xirexavî ya mayîna li bajareke hatî dorpêçkirin jî tiştek din bû. Dema tixûb radibûn, barîqat bilind dibûn. Jin û mêran, keyfa qebîleyên hovjiyanî dikirin. Dema diya min û bavê min vegerayîn Annapolîsê û li Parîsê raserî eloka sersalê ya adetî, ka çawa xortûma fîl xwarine, behs dikirin. Ew xortûma li bulvarê Haussmannê ji qesabê Ingilîs Roos, kîloya wî bi çil firangan kirîn.

Hêca nû bûne destgirtî û yê piştî saleke din bizewicibûna. Birazavayê wan bûye şer. Bavê min digot: “Piştî ez çûyîm Parîsê, ez elimîbûm ku her sibeh diçûm Cafê Rîchê ya li Boulevard des Italîensê. Min gelek rojname dixistin bin çengê xwe de: Le Temps, Le Gauloîs, Le Fîgaro, Le Presse. Ez li ser mase rûdiniştim û min her rêzika wan dixwend in. Peyva min fêhm nedikir, min li lênûska xwe dinivîsand û dema ez vedigeram min ji dergevanê me yê zana(!) dipirsî. Roja sisiyan bû, zelamek simbêl boz hat û li ser maseyê li rex yê min rûnişt. Komek rojnameyên wî jî hebûn lê piştî demekî, dev ji wan berda û bi baldarî, ez şopandim. Welê dixweya ku dixwest pirsekî bike. Soxînê, xwe negirt û bi min re dest bi axaftinê kir. Bi destekî kefika kopalê xwe digirt û bi destên din li ser maseyê mermer wek çawa piyanoyê lê bixe, tiliyên xwe hildidan û datanîn. Wî diviya, bizanibe ku yek weke min ciwan û saxlem, ka çima ji bo parastina welêt, neçûye eniya şer. Dengê wî nazik lê bi goman bû. Di bin çorên xwe re li lênûska min dinêrî. Hewce nebû ku ez rewşa xwe vebêjim, axaftina min, her tişt li

ber çavan rayêxist. Zelêm, lêborîn xwest û ez vexwendim maseyê xwe. Bi hûrgilî behsa Lê Fayette, Benjamîn Franklîn û Tocquevîlleyî kir. Paşê tiştên ji rojnameyan xwendîn, berfireh ji min re vegotin. Gorî rojnameyan: ‘Ev şer ji yekîneyên me re, weke gezmaxeke ya Berlînê ye.’

Bavê min, ketibû nav şerê Emerîkayê yê nav xweyî û li Atlantayê birîndarbû bû. Her çiqas nikaribe hêzên Prosyayê û yên Fransayê bide hemberê hev jî lê xwestiye dijî gotinên wî derkeve û vegotina xwe domand: “Ti şer ne gezmaxin lê netew ew qas bîrsar in û barût, mirovan ew qas ji rê derdixe ku min nexwest ez bikevim nava niqaşan. Jixwe ne wext û cihê

 

(*) Li Firansayê ji kesên sedsala 16. de piştî Reformê bûyîn Protestan re ev nav dihat gotin.

                                                                                                         (Nîşeya ji  wergerê)

nîqaşan bû jî. Mêrik qet fikra min nedipirsî. Carna digot ‘Ne welê ne?’ Hesko gotinên wî bipejirînim, min jî serê xwe dihejand. Zelamek şêrîn bû. Bi vî awayî em her sibeh digihiştin hev. Ez weke her car kêm diaxivîm, Ew jî bi parvekirina ramênên yekî Emerîkî şad dibûya. Raja çaran ya vê monologa bi coşî ez vexwendim mala xwe, şîvê. Ji xwe bawerbû ku ez ê weke her carî bipejirînim. Firset neda ku ez devê xwe vekim û erebeyek sekinand. Bi rastî ez poşman nebûm. Navê wî Charles-Hubert dê Luçay bû. Li Boulevard Poîssonîêrê di qesrekî de rûdinişt. Du kurên wî biribûn leşkeriyê û yê keça wî bibûya diya te.”

Keçik hejdeh salî bû û bavê min deh salan jê mezintir bû. Nav hestên welatparêziyê de, demeke dûv dirêj li hev nihêrîbûn. Ji 7 ê Gelawêjê pê de, piştî sê têkçûnan, êdî fêhm kiribûn ku şer hatiye windakirin. Axa welêt, di xetereyê de bû. Çiqas diçû axaftina bapîrê min, kêmtir dibû. Keça wî û zavayê wî yê pêşerojê, li milekî ber dilê wî ve diçûn û dihatin, li milê din jî nav xwe de peymanek xef ava dikirin. Ka yê kê ji wan dest bi axaftinê bike, êdî ji awirên wan dixweya. Digot: “Di wê salona mezin de, dema cara ewul em herdu mayîn tenê, nav me de bê dengiyek ecêp çêbû. Paşê jî bû tiq tiqa kenê me. Ew qas wextê me bi hev re borîbû, lê em nû pê hesan ku em bi hev re neaxivîne. Kenê me, ji dil, weke yê zarokan û xwezayîbû, lê ne hewce bû ku em bidomînin. Geleke gotina ewul min bigota. Li ser ranê diya te, pirtûkek hebû. Min pirsa; ka tu çi dixwînî ji wê kir.”

Zena min de Emer Xeyam, hingê ket nava jiyana min. Heta ez dikarim bêjim, bû sebebê bûyîna min. Diya min, Çarînên Xeyam yên di sala 1867 an de li metbeaya împaratoriyê hatî çapkirin standibû ye. Wergêrê balyozxaneya Fransayê ya Îranê yê kevin, ji Farisî wergerandibû. Bavê min jî, Rûbaiyata Emer Xeyam ya çapa 1868 an ya Edward Fîtz Gerald, li rex xwe anîbû. Bavê min digot: “Diya te nekarî, weke min şadiya xwe veşêrê. Em herdu jî, bêgumanbûn ku jiyana me gihaya hev û me herdukan jî dizniya ku ev ne rasthatineke jirêzê ye. Hingê Emer ji me re, weke işareteke çarenûsê hat xuyakirin. Gunehbû ku em li dijî wê yekê derkevin. Her çiqas ew agirê di dilê me de, me neda der jî lê li ser helbestê me axaftina xwe domand. Ez ji diya te hînbûm ku ev berhem, bi fermana Napolyonê III. hatiye weşandin.”

Aha hingê, Ewrûpiyan dest bi keşifkirina Emer kiribûn. Gerçî hinek kesên pispor, ji beriya hingê behsa wî kiribûn. Xebatên wî yên cebîrê, di sala 1851 ê li Parîsê hatibûn çapkirin. Hin kovaran de derheqê wî de nivîs derketibûn lê Rojavayiyan hêca ew nas nedikirin. Gelo li Rojhilat, ji Xeyam çi mabû? Navek, çend çîrok, çend çarmalikên ka kê nivîsandine ne diyar û navdariyek ezmannasiyê ya ne zelal!

Dema hozanê Îngilîz Fîtz Gerald, di sala 1859 an de heftih û pênç çarînên wî weşandîn, bal nekişand. Çapa wê, du sed û pêncêh pirtûk bûn. Nivîskar çendik dabûn hevalên xwe, yê din jî mabûn depoya weşanger Quarîtch de. Fîtz Gerald, ji mamosteyê xwe yê Farisî re nivîsandibû: “Poor old Omer”, “Emerê reben bala ti kesî nakişînê”. Piştî du salan weşanger, xwest ku pirtûk ji destê wî derkevin. Ji lew re bihayê wan erzan kirin. Bihayê Rubaiyatê şêst qatî, ji pênç şîlînan daket peniyekî lê welê jî hindik hatibûn firotin. Heta du rexnegiran ew keşif kir! Xwendibûn û jê re heyran mabûn. Şeş pirtûk kirîn û ji dostên xwe re kirin diyarî. Dema weşanger ferq kir ku eleqe zêde dibe, bihayê wê kir du penî.

Ez, dema cara paşî di Ingilîstanê re borîm, êdî heman Quarîtch, zelamek dewlemed bû û li Pîccadillyê rûdinişt. Ez difikirim ku hingê, ji bo ji wê çapa ewul, ez pirtûkekî bikirim ez mecbûr mam ku mim neh sed sterlîn dan…

Lê welê jî, pirtûk li Londonê zehf nehat firotin. Divîya di Parîsê re biboriya. M. Nîcolas, pirtûk wergerand. Thêophîle Gautîer, di Monîteur Unîverselê de bi nivîsa “We Çarînên Xeyam xwendin e?” da nasandin. Ji bo “Emerê Reben”, di nav Anglo-Saksoniyan de bênaskirin, diviya Ernest Renan halê binivîsiya: “Ji bo bê zanîn ku di nava dogmatîzma Îslamê de dehayê azad yê Îranê çi ye, dibe ku kesê herî balkêş Xeyam be, ji bo lêkolînê.”

Paşê hişyarbûn teqiya. Di rojekî de, dîmenên Rojhilat hemî li dora Xeyam gihan hev. Wergeran dan pey hev. Li Ingilîstanê û gelek bajarên Emerîqayê, li pey hev çap hatin weşandin. Komeleyên “Emer” hatin avakirin.

Heke em dîsa vebêjin, sala 1870 an nû modeya Xeyam despêkiribû. Heyranên Emer, çiqas roja diçû her zêdetir dibûn lê hêca ji çîna rewşenbîran drneketibû. Xwendina çarînên Xayam, diya min û bavê min nîzingê hev kiribûn. Çarînên Emer, jiber kiribûn û li ser wateya wan niqaş kiribûn: Gelo mey û meyxane, wek gotinên Nîcolas bi tenê sîmgeyên mîstikbûn? An weke gotinên Fîtz Gerald û yê Renan keyf û kêfdarî, didan nîşan? Van nîqaşan, tamek nû ji wan re tanî. Dema bavê min behsa Emerê destê xwe di serê xoşewîsta xwe de tînê dikir, diya min sor dibûya. Navbera du helbestan da maça ewul, dema cara ewul behsa zewacê kirîn, soza navê Emer li kurê xwe yê ewul bikin…

Salên nohtan, navê Emer li sedan piçûkên Emerîkiyan hat kirin. Dema ez 1 ê Adara 1873 yan hatîm dinyayê, hêca ti kesî ev nekiribû. Ji bo ez bikaribim giraniya vî navê egzotîk ragirim, kiribûn navê min yê duyemîn. Bi vî awayî, min kengê bixwesta min ê bikaribûya tenê bi tîpa O.’yekî karbaniya. O ya Omer.  Hevalên min yên dibîstanê, welê dizanîn ku ew, Olîver, Oswald, Osborne, an Orvîlle ye. Min jî gotinên kesî ji wan red nedikir in.

Ji ber ku ev nav ji min re mîrate mabû, min jî mereqa mirovê xwe yê dûr kir. Pazdeh saliya xwe de, derheqê wî de çi hebe, min dest bi xwendinê kir û min ji xwe re biryara hînbûna Farisî û dîtina Îranê dabû. Lê belê piştî vê pêla dil ya ewul, ez vesekinim. Heke wek herkesî pejirandî, her çiqas rêzikên Fîtz Gerald, weke şahesera helbesta Ingilîz hatibe dîtin jî, qet eleqeya wan bi nivîsên Xeyam re tinebû. Li alê din hinek nivîskaran, Çarînên Xeyam heta hezarî di hejmartin. Nîcolas, çar sed ji wan wergerandibûn, hinek pisporên hûr û kûr dikolan, digotin bi tenê dora sedî rastînin. Hinek Rojhilatnasên navdar jî digotin: ‘Mo nikarê bêjê yek jî ya Emer e.’

Digotin: “Divê pirtûkek orjînal hebê, da ku rast û sexte ji hev bê veqetandin. Lêbelê ti işaretên heyîna pirtûkek halê li holê nînin.”  Soxînê, eleqeya min ya li ser berhemê û nivîskarê wê nema û min tîpa O’yê ya di nava nîvê navê xwe de, weke xweziya zarokatî ya dê û babê xwe hesiband. Heta ku rasthatineke ji nişka ve, berê min da evîndara min ya kevin û jiyana min ber bi gavên Xeyam ve kişand…

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply