Romana Semerqand – 23 (Amîn Me’lof)

Piştî Emer Xeyam ji Isfehanê derketî, eynî weke qaçaxekî, weke derbederekî jiya. Dema çûyî Bexdayê, xelîfe axaftinên wî yên bi gel re qedexe kiribûn. Her weha qebûlkirina kesên heyranê wî yên dihatin ber deriyê wî jî qedexe bû. Dema çûyî Mekkehê, kesên dijberê wî, hemûyan gotina xwe kiribûn yek û gotina: “Bi umreyê xwe xweşkok dike!” tewanbar kirin. Dema di Besrayê re diborî, kurê qazî bi kubarî, jê xwestibû ku zehf nemîne bajêr.

Pêşeroj nexweş dixweya. Ti kesî dehayê wî û zanyariya wî red nedikir. Herê kû derê, kesên xwenda û rewşenbîr, li dorê dicivîn. Li ser fezanasî, cebîr û tibbê heta li ser olê pirs jê dikirin. Lê piştî hatina wî ya çend roj an jî çend heftiyan, komplo lê dikirin. Derheqê wî de, çîrokên sosret yên kes nebihîstî diafirandin. Ji wî re an zindiq an jî xurifî, dihat gotin. Behsa hevaletiya wî ya bi Hesen Sebah re dikirin û weke Semerqendê bi sihêrbaziyê dihat tewanbarkirin. Ewanan, gotinên wî dibîriyan, êrîşê wî dikirin. Gef lê dihatin kirin: “kesên wî bihewînin yê bên ceza kirin.” Bi rastî, Xeyam jî israr nedikir. Dema rewşa xerab didît, hêcetek derdixist û xwe dida alîkî û winda dibû. Pişt re jî, tûrikê xwe dida milê xwe û bi dizîkî ji bajêr derdiket û berê xwe dida bajarek din. Dizaniya ku rojên wî yên di bajarê nû de jî, wek yê bêrê kurt û eletexmînbin.

Ji Wartan pêştir ti kesê wî, li rex tine. Li maleke tê de bihewe, keseke wî biparêzê, heta li hunerperwerekî digerê. Ji ber ku meaşê baş yê Nîzam didayê, piştî mirina wî hatibû birîn, mecbûrbû bû ku debara xwe, bi nêrîna falên fermanrewan û walîyan dikir. Her tim di tengiyê de ye, lê bê serî tewandin, dizaniya diravê xwe bistîne.

Tê gotin ku bi xwestina Emer ya pênç hezar dînaran, wezîrek sosret mayî, dema dibêje:

—Ez ev qas dirav nastînim, ma tu wê nizanî?

Xeyam bersiva:

—Gengaz e. dide.

—Ji bo çi?

—Ji lew re, zanyarek weke min sed salan carekî tê dinê. Lê belê her sal penç sed wezîrên wek te peyda dibin û tên tayînkirin.

Li gorî nivîsandina dîroknasan, tiq tiq li wezîr dikeve û hemî daxwazên wî tînê cih. Ya Emer nivîsandî jî ev e: “Siltanek wek min dilşad û parsekek wek min neşad nîne.”

Gelek sal ser re diborin. Xeyam, di sala 1114’an, li paytexta Xoresanê li Mervê ye. Merv, bi qumaşê xwe yên hevrîşim û medreseya xwe ya vaye demeke sîyaset lê hatî qedexe kirin navdar e. Fermanrewanê herêmê, dixawazê qesra xwe ya şewq û şemala wê kêmbûyî, hinekî nûjen bikê. Ji lew re, ji bo navdarên wê demê li dora xwe bicivînê cehd dide. Dizanê ku ka yê Xeyamê Mezin, çawa bikişîne ba xwe. Avakirina nêrîgeheke wek ya Isfexanê, jê dixwaze. Emer, şêst û heft salî ye lê hêca wî xeyalî dike. Ji dil û can, pêşniyazê dipejirînê. Avahî, li ser girekî, nav nîvê baxçeyekê kulîlkan de, di taxa Bab-i Sencan de bilind dibê.

Emer, vaye du salin şade û ji dil û can dixebitê. Di şaxê hewanasiyê de cerabeyên şaşker dikê. ji ber ku ezmên baş nas dikê, texmîna hewayê ya pênç rojan dike. Di şaxê metemetîkê de jî teoriyên pêşrew pêş ve dibe. Ji bilî geometriya Oklîd, ji bo bê fêhmkirin ku dahîyek yê pêşengê geometriyan e; diviya heta sedsala XIX’an mirov bima hêviyê. Di heman demê de, bi xêra hilberînên rezên Mervê yên bê hempa, dicoşê û nivîsandina Rûbaiyata xwe didomînê.

Lêbelê berdêleke van tiştan jî heye… Divê ji tevlîbûna merasîmên qesrê re, piştî her cejn, her sunnet, her vegera nêçîrê an ya şer, ji bo rêzdariyên xwe ji fermanrewan re pêşkêş bikê amade be. Divê gelî caran li dîwanê be, li gorî rewşê ji gotina nukteyekî an vegotina serpêhatiyekî re amade be. Ev kar jî, wî diwestînê. Xwe weke gavanekî zanyar dihesibînê ku heroj bêrdoşa wî di destê wî de, nên veydê. Ji ber ku wextê wî yê hêja şûna li ser maseyê xwe xebatê yê berdartir li van deran diborê, dilê wî ne rehet bû. Ji bilî wê, îhtimala rasthatina kesên ji wan aciz jî zêde ye. Rojekî, yekî çavbarenegirtî çarmalikeke wî kiribû hêcet û êrîşî wî kiribû. Eynî weke wê roja reşemiyê ya sar, weke wan rojên cîwaniyê… Wê rojê dîwanê de yên serî bi şaşik zêdetir in. Fermanrewan, devê wî gihatiye guhê wî û li dora xwe dinêrê.

Dema Emer hatî, ew mijara alimê dîn pir jê hez dikin, ji zû ve vebî bû: “Gelo cîhan, ji vê çêtir dikariya bê afirandin?” Kesê bersiva “Erê” bidan, bi zindiqiyê dihatin tewanbarkirin. Ji lew re fikra Xwedayê bala nekariye baştir çêke, dihat zengûr kirin.

Civat, bi hevketiye û nîqaş dike. Emer, yeko yeko rûyê wan û tevgera wan dişopînê. Lê yek ji wan, navê wî dibêjê û pirsa ka ew çi difikirê dike. Emer, hêdîka dikuxê lê hêca dest bi axaftinê nekirî, Qaziyê Mervê yê ku ji hebûna Emer ya li wê derê aciz bûye, radibê ser xwe û wek çawa tewanbar bike, tiliya xwe lê dihejînê dibêje:

—Min nizaniya keseke bêxwedan yê derheqê dînê me de ramanên xwe bînê zimên.

Emer bêzar, lê heman demê de bi fikare jî. Dev biken dibêje:

—Kê ew bîrewerî da ye te ku, tu ji min re bibêjî bêxwedan? Qene te guhê xwe dabûya min, tu nû axivîbûyayî.

—Ne pêwîste ku ez guhdarî te bikim. Ma yê: “Heke neqenciya min kirî, tu bi neqenciyê li min bidî sencandin; navbera min û te de çi ferq dimîne? Ka bêje.” nivîsandî ne tu bi xwe yî? Kesê tiştên halê bibêjê, ma ne bêxwedan e?

Emer milê xwe hejand:

—Heke min bawerî li heyîna xwedê neaniya, min xîtabî Wî nakira.

Qazî bi tevzikî dipirsê:

—Bi vî awayî?

—Bi gotinên badayî, ne xîtabê Yezdan, xîtabê siltan û qaziyan tê kirin. Xwedan mezin e, ne hewce ye ku em xwe jê re evdal û pepûk bikin. Pêdiviya wî, bi melaqiya me tine. Ez ramanwer afirandime. Ez jî difikirim û berên fikr û ramanên xwe eşkere, pêşkêşê Wî dikim.

Ji civatê, dengê pejirandina gotinê bilindbûn. Qazî, pist pista gefên xwe ve derket. Fermanrewan kenî, lê ji tirsa vekirina ewda vê şevê li devereke din, ket nav fikaran. Dema me’dê wî guherî, civat jî belav bû.

Dema ew û Wartan vedigeran malê, Emer ji jîyana qesrê re, ji tepikên wê re, beredayîbûniya wê re, têr çêr kirin. Ji xwe re, biryara, derketina ji Mervê da. Wartan qet neqeliqî, vaye heft car bû ku ûstad behsa derketina ji Mervê dikir lê dema dibû sibeh, aram dibû û dîsa dest bi lêkolînên xwe dikir. Wê şevê Emer, di pirtûka xwe de ev nivîsand:

 

Hemberê meyê de şaşika xwe bide,

kumê kulav bike serê xwe û poşman nebe!

 

Paşê pirtûka xwe li cihê her carî veşart. Navbera cihikê xwe û dîwêr de! Dema hişyarbû, xwest ku dîsa rûbaîya xwe bixwîne. Diviya peyvekî biguherîne. Pelandina destê xwe pirtûk dît. Şev dema ew razayî, kaxizek êxistibûn nav pirtûkê re. Dema pirtûk vekir, ew kaxiz dît. Nîşe, ji Hesen Sabah hatibû.

Emer cihde, destnivîs û destnîşan nas kir. Digot: “Hevalê te yê li karwansaraya Kaşanê”.  Ji beriya çil salan nav xwe de ev parola tespît kiribûn. Dema xwend, tiq tiq lê ket. Wartanê li jûra kêlekê nû hişyarbûyî, bi dengê kenê ûstadê xwe ve hat.

—Me vexwendinek tirtire stand. Heta em saxbin yê li me binêrin, me bêxin mêhvan û me biparêzin.

—Ji alê kîjan fermanrwanî ve?

—Fermanrewanê Alamûtê?

Wartan veciniqî. Xwe sûncdar dît:

—Ev name çawa giha vê derê? Ji beriya razanê min derî hemî kotrol kirin.

—Qet serê xwe neêşîne. Siltan û xelîfeyan jî, ji dev xwe parastinê berdan e. Hesen ji yekî re nameyekî an xencerekî bişînê, bêguman bizanibe yê bikê cihê wê. Divê bila derîyê vekirîbê an jî  radayî û qulfkirî!

Wartan name hilda û nîzingê rûyê xwe kir, bêhn kir û paşê sê çar caran xwend:

—Ev iblîs, dibê ku ne neheq bê. li hemî deran çêtêr, tu yê li Alamûtê werî parastin. Jixwe Hesen dostê te yê kevne jî.

—Niha dostê min yê herî kevin, meya Mervê ye!

Emer wek zarokekî bi keyf, kaxiz kir hezar parçe û hilavêt. Li belavbûyîna kaxizan nihêrî û got:

—Navbera min û wî zelamî de çi hevparî heye? Ez hej jiyanê dikim, ew hej mirinê. Ez, “Heke tu hezkirinê bizanibî, ha roj derketî, ha çûyî ava. Çi ferq heye?” Dinivîsînim. Lê ew ji zelamên xwe re evînê, mûsikiyê, helbestê, meyê û tava rojê qedexe dike. Li ser vê jî, mizgîniya biheştê dide wan! Bawer bike, heke keleha wî deriyê biheştê bûya, min ê dev ji biheştê berda. Ez ti carî serê xwe nayêxim ciherê van olperestên sextekar de.

Wartan rûnişt, pişta stûwê xwe xwerand û paşê got:

—Madem ku tu naçî, nexwe ez ê jî razeke kevin, ji te re vebêjim. Dema em ji Isfexanê derketîn, leşkerên qor bi qor, ti tengasî ji me re dernexistin û em rehet rehet derketin. Gelo wê rojê, ti guman ji te re çênebûn?

—Min her tim mereq dikir. Lê ji ber ku min ji te bi salane heskirin û dilsozî dît. Min nexwest ez raboriyê tevlîhev bikim.

—Wê rojê, efserên nîzamiyeyê dizanîna ku ez ê te xelas bikim û bi te re birevim. Ev qetek ji plana me bû ku min sêwirandibû.

Badîna xwe û ya Xeyam dagirt û domand:

—Di serê lîsteya reş ya Nîzamulmûlk bi destê xwe nivîsandî de, Navê kesê em ti carî negirin, yê Hesen Sabah hatibû nivîsandin. Ma berpirsyarê kuştinê yê ewul ne ew e?  Plana min hêsan bû. Bi hêviya tu yê xwe bispêrî Alamûtê, ez ê bi te re bihatam. Min ê bigota min bi xwe re bibe lê nebêje ka ez kî me. Bi vî awayî min ê Islam û tevahîya cîhanê ji vî îblîsî rizgar bikira. Lê te înat kir û qet te xwe li ba wê keleha reş ve neda.

—Ev qas dem bihurî lê te xwe ji min neda alî û tu mayî li cem min.

—Ewul min digot qey sebir bese. Piştî tu ji pazdeh bajaran hatî qewirandin, dibiya ku tu berê xwe bidî Alamûtê. Paşê sal bihurîn, ez elimîm te. Hevalên min her yek aleke îparatoriyê ve belav bûn. Biryardariya min, ya vê rê de şkest. Va ye tu Emer Xeyam, careke din tu jiyana Hesen Sebahî rizgar dikî.

—Ti zar zariyan neke. Belko vê carê min ya te xelas kiribe.

—Kuna xwe de baş tê parastin. Ew rastiyek e.

Acizbûyîna Wartan, ji Emer re bû keyf û henek:

—Heke te plana xwe ji min re gotibûya, min ê tu biribûyayî Alamûtê.

Wartan, wek hêstira şemûz xwe hilavêt:

—Tu rast dibêjî?

—Na. Rûne cihê xwe. Ji bo ez te biqehirînim min ev got. Piştî evqas tiştên kirîn jî, Hesen di nav avê de li ber xeniqandinê be, ji bo xilaskirina wî ez ê dîsa destê xwe bavêjimê û wî xelas bikim.

—Lê ez! Min ê serê wî bitewanda nava avê de. Lê helwesta te dilê min rehet dike. Tu zelamî halênî, ji lew re ez mam li cem te. Ji ber wê jî, ez qet ne jovan im.

Xeyam, hevalê xwe ji dil û can hembêz kir:

—Ji ber ku gumanên min yên derheqê te de belav bûn, ez pir şad im. Êdî ez extiyar bûm. Pêdiviya min bi keseke baweriya min lê bê heye. Ji ber vê pirtûka min ya destnivîs. Ji vê giranbuhatir ti tiştê min nîne! Hesen Sebah, ji ber ku meydanê ji dinyayê re bixwîne, Alamût ava kir: Min bi tenê ev kaşxaneya ji kaxizê ava kir lê ez bawerim yê ji Alamûtê pêtir bijî. Angaşt û şanaziya min jî ev e! Piştî mirina min ihtimale pirtûka min bikeve destê kesên nirxê wê nizanibin de. Ti tişt weke vê yêkê, min natirsîne!

Helwesteke bi merasîm, pirtûk da Wartan:

—Tu dikarî vekî û lê binêrî, ji lew re êdî yê li cem te be!

Kelecanê hevalê wî girt:

—Ji berî min, kesek bûye xwediyê vê berbijariyê?

—Du kes. Yek Cîhan bû, şeva li Semerqendê me qirên kirî. Yê din Hesen bû. Dema li Isfexanê em di mezelekî de diman.

—Te ewqas bawerî li wî taniya?

—Heke ez rastiyê bêjim, na. Lêbelê her gav min dinivîsand û soxînê wî jî dît û bi heyîna wê hesiya. Dema ez ne li wir bûma, dikariya xef bixwînê, ji ber wê min nîşa wî kir. Min bawer dikir ku razan vedişêre.

—Gelek baş dizane razan veşêrê. Lê ji bo hemberê yekî de kar bînê.

Êdî pirtûka helbestan, şevên xwe di mezela Wartan de diborandin. Leşkerê kevin, xişxişek piçûk de jî ji xewê hildipekî, şûrê xwe dikişand û guhê xwe şilop dikirin. mezelên malê hemî kotrol dikirin, paşê derdiket bexçe û li dora xênî digera. Piştî vedigera dîsa ranediza, findika li ser mase pêdixist, çarînek ji ber dikir û paşê jî, ji bona bişkivandina wateyê û ji bo fêm bike ku ka ûstad ev helbest di kîjan rewşê de nivîsandiye, diket nava xergemanan û diponijî.

Piştî borandina çend şevên bêxew, fikra xwe ji Emer re vekir. Emer jî ev yek pejirand: Rûpelên ji ber rûbaîyan vale mayîn de nivîsandina çîroka vê pirtûkê. Bi vî awayî yê jiyanameya Xeyam jî bihata nivîsandin. Zaroktiya wî ya li Nîşabûrê, salên ciwaniya wî yên li Semerqendê, Navdayîna wî li Isfehanê, Naskirina wî ya Ebû Tahir, Cîhan, Hesen, Nîzam û yên din. Bi vî awayî di bin çavdêriya Xeyam de û carna jî bi dan nivîsandina wî, Rûpelên çîrokê yên ewul hatin nivîsandin. Wartan baş dixebitî. Her neqil, deh-pazdeh caran dinivîsand û paşê destnivîsek zirav û çarqurnî sererast dikir. Lê ev îhtimam, yê rojekê di nîvê hevokekî de nivîşkal bima.

Wê sibehê Emer zû rabû. Deng li Wartan kir, lê bersiv nehat. Bi dilovanî ji xwe re got: “Şevek din jî bê xew borand.” Ji bo bêhna xwe vekê, israr nekir. Ji xwe re badînek dagirt û derket bexçe. Xwe li avîtiya li ser pelên kulîlkan mijûl kir. Pişt re libên tûyên çêbûyî ji darê vekirin û ji vexurka xwe re kirin meze.

Dema vegerayî malê, saetek borî bû. Wextê rabûna Wartan bû. Şûna gazî wî bike, çû mezela wî. Wartan, qirika wî jêkirî, di erdê re dirêjkirîbû. Wek çawa bangewaziyek dawî bike, çav û devên wî vekirî bûn. Xencera kuştinê di kaxizek badayî de daçikilandî, navbera findê û taxima nivîsê de, li ser mase bû. Emer, dest avêt kaxizê û vekir. Halê dinivîsand:

“Pirtûka te, ji berî te ket ser riya Alamûtê.”

 

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply