Şeş nexweşîyên me yên civakî

Gelî birayên Ereb ku li vê Camiya Emewî, li vê dersê guhdarî dikin! Ez serdestî heddê xwe, ne ji bo îrşada we derketime ser vê mînberê û hatime vî meqamî. Çimkî ne heddê min e ku ders bidim we. Li ber vê cemaeta ku tê de nêzî sed alimî hene, mîsala min dibe mîna mîsala gedeyekî ku serê sibehê diçe medreseyê dixwîne û êvarê tê ba bavê xwe, dersa ku xwendiye, ji bavê xwe re pêşkêş dike ka gelo dersa xwe rast girtiye yan na. Li benda bavê xwe dimîne ku ew wî yan biecibîne yan jî dersa wî rast bibîne. Erê, em Kurd li ber we, di hukmê zarokan de ne û em, telebeyên we ne. Hûn, seydayên me û seydayên milletên Îslamê ne. Va ye ez jî, qismekî ji dersa ku min girtiye, li ber seydayên me yên mîna we, wiha beyan dikim.

Min di vî zemanî û vê zemînê de, di medreseya heyata civakî ya beşerîde ders girt û hîn bûm ku: Sedemê ku biyanî û Ewrûpî, tevî ku di pêşveçûnê de firiyan îstiqbalê û wan em, ji aliyê maddî ve di sedsalên navîn de hiştin û wan em dan sekinandin, şeş heb nexweşîn in. Ew nexweşîn jî ev in:

   Ya yekê: Di nav me de hêşînbûn û vejîna yeis û bêhêvîtiyê.

   Ya duduyan: Di heyata îctîmaî/civakî ya siyasî de, mirina rastiyê.

   Ya sisêyan: Hezkirina ji neyartiyê.

   Ya çaran: Nezanîna bi wan rabiteyên nûranî ku ehlê îmanê bi hev ve girê didin.

   Ya pêncan: Îstîbdada ku mîna nexweşînên cûre bi cûre yên mînasarî/şofî belav dikin.

Ya şeşan: Bi menfaeta şexsî ve girêdana himmetê.

 

Çavkanî: https://zehra.com.tr/kitapoku.php?id=22&sayfa=41

Bedîûzzeman Seîd Nûrsî – Xûtbeî Şamîye – (Dersên Civakî r.41) 

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply