Nasa bi xêra xebatên xweyî hûr û bikêr hatî sîstemek tavê bi tev 7 gerstêrkên xwe kişfkir. Çend roj berê bi coşek mezin hate eşkerekirin û gelek agahî jî li ser vê sîstemê da. Navê vê sîstemê kirin Trappist-1 e û xwedî 7 gerstêrke. Ji van gerstêrkan 6 ji wan gerstêrkên kevirîne û 3 jî ji wan di herema jiyanê de cîh digirin.Ev 7 gerstêrk ji hêla meznahîyên xwe jî hema hema bi qasî dinya me ne.
Gelo herema jiyanê tê ser çi watê an dibe ku jiyan li hebê?
Ji xwe gerstêrkên di heremên jiyanê de bi ixtimala hebûna jiyanê tên naskirin. Şert û mercên wan gerstêrka rê dide kû ava herikî hebe. Hebûna avê jî bi tena serê xwe dibe piştrastîya hebûna jiyanekê. Ev kişfekî dîrokîye ji ber ku cara yekem sîstemek ewqasî ecêb û weke dinyê bi hevre hatîye dîtin. Lêkolîner Michaël Gillon dibêje: “ev kişf tiştekî gelekî bi kelecanîye û ji bilî dîtîna gerstêrkan, dîtina gelek gerstêrkan bi ixtîmala avê heye. Ev jî tiştekî ecêb û hêjaye.”
Yek ji lêkolîneran Amaury Triaud jî dibêje: Ev sîstem xwedî stêrkek ûltra-cûceye û gotînên xwe wiha dewam kir. Vejen(enerjî)a ji stêrkên cûceyên weke Trappîst-1ê derdikeve, gelekî qelse û ji a tava mê kêmtire. Heger li ser rûyê gerstêrkê av hebe, ji bo peydebûna jiyanê divê ew gerstêrk hebekîdin nêzî tava xwe be. Ev jî tê ser wê wateyê kû gerstêrkên di herema jiyanê de bin, li wê sîstemê divê ji sîstema me bêhtir nêzî tavê be. Rêgeha wan gerstêrkan divê gelekî nêzî tavê be.
Trappîst-1 kêm zêde 40 saltîrêj dûrî me ye. Rastê li gorî pîvanên astronomîk ev sîstem cîranê me tê hesêb. Belê li gorî teknolojîya me anha em nikarin herin an em bixwazin herin bi sedsal heta hezarsal rê li pêşîya me dirêj dibe. Anha şert û imkan rê nade belê xûyaye insanê vê gerstêrkê ji vê rojê û pêda wê van tiştana bi dengekî bilind biaxivin.
Wêne: Nasa/Bi çavên Nasa, ser rûyê gerstêrka sîstema Trappîst-1’ê.
Çavkanî: Rupela Astronomiya – Umran Akhamur