Ji Bo Folklora Kurdî Çend Mînak

Tiştenok / Mamik

Tiştanok/Mamik Bersiv Şîrove
Şêrîno li darîno,

Darîno li gohbelo,

Gohbel di rê de,

Pî pahno li pey de. çi ye?

Cotkar Şêrîno; tireh /tirî

Darîno; selik

Gohbelo; ker

Pî pahno; mirov

Zîq û zîq,

Heşt ling û du pîx.

çi ye?

Cotkar Zîq û zîq; halet

Heşt ling; hejmara lingê du qantirên ku li pey halet

Du pîx; du pîye mirovên ku halet diajo

“Ez ji bajarekî hatim,

Ji min pê ve kes lê ne bû,

Çûm bajarekî mezintir,

Min du beran xwarin,

Hestî di wan de ne bû,

Li hespekî siwar bûm,

Reh tê de ne bû” çi ye?

Zarok / mirov Ji bajarekî hatim; zike dayikê

Çûm bajarekî mezintir; dinya

Du beran; her dû singê dayikan

Hesp; dergûş

“Ser miqara

Dûv mişare

Li ser tinga dike hewara

Kero bê dîk” çi ye?

Dîk Ser miqara; serê dîk

Dûv mişare; dûvê dîk

Li ser tinga dike hewara; bangdana dîk

Kero bê dîk; ji bo ê gohdar dike bersivê dide

“Ker zirî, pişkûl jê firî” çi ye? Tifing û fîşek Ker zirî; denge teqîna tifingê

Pişkûl; fîşek

“Qesra spî, bê derî” çi ye? Hêk Qesra spî; qaqilkê hêkê ye
Çavkanî; Nisebîn, Gundê Kertwenê,  Xelîl Turgut; 60 salî, Dem; 2010

Ser Sal

  1. Serê sale bine sale, Xwedê kurkî bide kavanîya male.
  2. Serê salê bine sale, Xwedê bûkeke bide kurke male.

Ji Bo Mirîyan

  1. Helawîya dimsê
  2. Nane mirîya
  3. Mewlûd
  4. Kefareta mirîya

Kevneşopîyên Bawerî

  1. Ser zarokan ra xwe avetin; Qama zarokan kin dike. Ku mirov vegere ye wek bere bibe.
  2. Ji bo şeytan tifkirina erdê, ji bo Xwedê maçkirina asîman.

Metelok

Hîna mîna keraze, Şemsedîne baraze, Îdo mîdo yola Quncir ciz biz.

Li Ser Destarhêrk

  • Zozan; Devhêr devhêr dayik
  • Delal; Te çi ji mina xwahike
  • Zozan; Ezê te bibim neşrûke
  • Delal; Neşrûka min û kê ye?
  • Zozan; Neşrûka te û (nave zilamekî bi qusur)
  • Delal; Ezê (nave zilamekî bi qusur) bibim ber ave Lê reşînim xunave (nave kesê dilketî) diçe ber pez, min nabe.

21.03.2004

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle