Modernîzm, Postmodernîzm û Despotîzma Aqil

Modernîzm, di sedsala 19an de li Fransayê wekî tevgereke ramanî derketiye holê û di gelek warên mîna felsefe, aborî, avahîsazî, huner û hwd. de pirsiyarkirinekê nû diparêze. Di şûna Xwedê de, mirovan wekî navendê dibîne û dinirxîne. Di zanistê (science, bilim) de toklînê (deney, experiment) diparêze û rasyonalîst e. Xwestiye ku tesîra felesefeyên berê, kêm bike ku tesîra wan, li ser geşbûna ramanî heye. Azadîya ramanî yan jî em bibêjin ramana azad, diparêze. Xwezayê, mîna qada lêkolanê dibîne û hawirdorê jî, mîna qada serwerîya mirovan dinirxîne. Xwedîyê nêrîneke mekanîk e. Ehlaqê ku di bin tesîra dîn de ye, red dike. Dewleteke sekuler (laîq) diparêze û nêzîkwerîya dewleta nedîtbar (soyut, abstract) red dike. Netewe dewletê, yan jî em bibêjin dewleta neteweyî diparêze.
Ê baş e, gelo Postmodernîzm çi diparêze û di kîjan xalan de, dijberîya Modernîzmê dike? Postmodernîzm têgih yan tevgerên mîna rasyonalîzm, kapîtalîzm, lîberalîzm, sosyalîzm û hwd. red dike û dijberê, wan e. Li hemberî nirxên modern, dudil û rexnegir e, wan dide ber lêpirsînê. Eklektîsîzm serwer e. Di şûna sentezê de, perçe dihên parastin û nabin yek. Lê têkilîya wan, ligel hev dihê danîn. Di şûna tevahîya herdemî de, piranîparêzî heye. Feraseta neteweyî û gerdûnî, nayê pejirandin. Li dijî otorîte û rêbazên lêpêwîstkar, nêrîneke dijber heye. Nêrîna ku dibêje yek rastîyek û yek maneyeke heye, nayê pejirandin û di şûna wê yekê de, rastîyên pirhêl dihê parastin. Xwedîyê helwisteke rûxîner e û redkar e û li dijî piranîya rê û rêgehên parastwer e. Postmodernîzm, tinazên xwe bi têgihên kevneşopî û dîtwarîyên kevneşopî, dike. Hêlên dijber, ligel hev dihêne bikaranîn. Werabirdû û dema niha, kevneşopî û modern, rast û çep û hwd. Li hemberî bûyera dîn, xweşbîn in. Gormirovtîyeke pirole, li ser kar e. Postmodernîst dixwazin ku rabirdû, bi rastî û resenîya xwe bijî. Li ser qadên wekî tarîx, felsefe, avahîsazî, jînnasî, sîyaset, huner û hwd. tesîra wan, gelekî zêde ye. Di derketina holê a Postmodernîzmê de tesîra ramanwer, ruhnas û feylesofên mîna Nietzsche, Martin Heidegger, Søren Kierkegaard û Sigmund Freudî gelekî mezin e.
Postmodernîzm îdîayên derbarê heqîqetê de yên ku dînên yekxwedayî wan dibêjin, red dike. Bi taybetî jî heqîqetên derbarê têkilîya Xwedê, mirov û alemê de, qebûl nake. Ji ber ku dibêjin heqîqeteke unîversal tune û nikare, tevahîya mirovan li dora xwe bicivîne. Nêrîna tevahîyê, red dike û bi serê xwe, giringiyê dide perçeyan, ku ew perçekirin jî dikare bibe sebebê derketina holê a dînekî nû a senkretîk. Nietzsche gotiye demajoya ku Sokrastesî wê dabû destpêkandin, xwe gihandiye Kopernîk û bûye sebebê, despotîzma aqil. Ji ber ku nikaribûye tiştekî nû bîne (bixe) şûna aqil, bûye sebebê hîçparêzîyê. Lewra, zor daye heqîqetên heyî. Wekî tê zanîn li Yewnanîstana Antîk, nêrîna dinyayeke trajîk serwer bûye û li gor wê nêrînê bi awayekî aqilane, îmkana têgihiştina dinyayê tune bûye. Hunera trajîk ku xwe dispêre xwedayê Dionysosî, sembola wê hunerê bû. Sokrates ji ber ku gotibû hûn nikarin bi awayekî aqilane têbigihêjine dinyayê û çêbûna wê şirove bikin, dawîya tragedyayê anîye. Di vê xalê de, Nietzsche gotiye ku ez ne li dijî aqil im. Lêbelê, ez li dijî wê nêrîn û feraseta ku aqil wekî şayanê her tiştî dibîne, me. Nietzsche, dijberê Platon û Ronahîdarîyê (Aydınlanma, Enlightenment) ye jî ku gotiye îdeaya Platonparêzîyê, kujerê xwedayên Oîmposê ye û xwedayê, xaçparêzan xuliqandiye. Ronahîdarîyê jî, aqil xistiye şûna Xwedê yan jî, aqil kiriye Xweda. Lêbelê, dest ji nirxên xwe yên xiristiyanîyê bernedaye. Herçuqasî ramana ku mirovan wekî navenda her tiştî dibîne ji holê rabibe jî, ew bawerîya ku mirovan wekî candarên herî hêja dibîne, ji holê ranebûye. Vê yekê jî, wiha kiriye ku mirov xwe raser bibînin û pozbilindîyan bikin.
Ali Gurdilî
Çavkanî: gurdili.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply