Mîrateya kevneşopî ya mantiqa kurdî

-Awireke giştî li bingehê zimanî-çandî yê mantiqa kurdan digel rexneyeke çaksaziyê-

            Destpêk

            A. Li gorî astên dîrokî çarçoveya giştî ya hişmendiya kurdan

            1. Li gorî “Kurdgalnamek”ê kurdê heyamên kevnare û çarçoveya mantiqa wî ya jiyanê

            2. Li gorî çavkaniyên hedîsî-dîrokî kurdê serdema îslamê û çarçoveya jiyana wî ya dînî

            3. Kurdê serdema Împaratoriya Eyûbî: awirek li  paşperdeya civakî-dîrokî

            4. Li gorî “Şerefname”yê kurdê serdema mîrgehên kurdan û çarçoveya zanistên wî

            5. Li gorî “Rusûmatname”yê kurdê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê û hewldanên wî yên çaksaziyê

            B. Kurd çawa dihizirin an jî çarçoveya giştî ya hizirîna kurdan

            1. Çarçoveya zimanî-çandî ya hizirîna kurdan

            2. Çarçoveya hikmetî-şîretî ya hizirîna kurdan

            C. Mantiq çi ye?

            1. Zanista “mantiqa klasîk”

            2. Mantiqnasê aryayî Îmam Xezalî

            3. Mantiqnasên kurd ên navdar

            D. Mîrateya nivîskî û devkî ya mantiqa kurdan

            1. Mantiqa kurdî di navbera “Islah’ul-Mentiq” û “Neqd’ul-Mentiq”ê de

            2. Awirek li bingehê zimanî yê mantiqa kurdan a kevneşopî

            3. Dibistanên mantiqnasiyê yên kurdan

                        3.1. Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê

                        3.2. Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî

                        3.3. Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê  

                        3.4. Dibistana Heranê ya Rexneyî

                        3.5. Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê

                        3.6. Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman

            E. Encamname: Berhevkirina “mantiqa neteweyî” û bêjingkirina “mantiqa hinardekirî ya gerdûnî”

            Destpêk:

            Di jiyana her mirovî û geşedana her civakê de astên ketin û rabûnê hene; her wiha astên van ketin û rabûnan jî li gorî rêjeyekê tîr an jî zelal dibin. Wekî mînak, barkêşî (hemalî) cureyekî ketinê ye û  sedema wê ya sereke belengazî ye; lê nokerî cureyekî ketina dilxwazane ye û sedema wê ya bingehîn nizmiya exlaqî ye. Dîsa evîndarî cureyekî rabûnê ye û sedema wê paqijiya wijdanê ye; lê xemxurî cureyekî berpirsiyariyê ye ku exlaq û tevgera kesê şîrhelal destnîşan dike. Wihareng e, dildarî şûrekî dudevî ye; dibe ku mirov bibe dildar û aşiqê dozeke mafdar an jî neheqiyekê. Kesên dildar guh nadin qanûnên hişê analîtîk û hişmendiya serdest an jî bindest; li şûna ku analîza raman û tevgerên xwe bikin, guh didin her çi tiştê ku tê ber dil û devê wan. Wekî masiyekî biçûk li nava ava deryayê digerin, carinan dibin nêçîra jixwemezintiran û carinan jî jixwebiçûktiran nêçîr dikin. Îcar heta ku ev kes berjewendiyên xwe û civakê neavêjin xetereyê tu pirsgirêk tuneye; dibe ku ew kes bibin hezkirî û dildarê hişmendiya bindestan û bi wan re li ber xwe bidin, dibe ku bibin evîndarên serdestan û bi wan re zilm û sitemê li bindestan bikin.

Bêguman xetere piştî dildariyê dest pê dike; gava kesek bibe mankenê doza yekî din, an jî bibe barkêşê doza dijminekî, yan jî xayintiyê li doza gelê xwe bike, yan jî bi beranberî çend qurişan alîkariya dijminê gelê xwe bike û bibe cehşikê ber kera wan, yan jî bi dilxwazî piştgiriyê bide doza neheq a dijminê gelê xwe. Wisan dixuye ku astên exlaqê ketiyan hene û li gorî ziyanên xwe yên giştî tên polînkirin (kategorîzekirin).

Divê bê zanîn ku asta hera xeternak a feramûşkirin û terikandina “qanûnên hişê analîtîk” ew e ku mirov dikare vê astê wekî “mankentiya bîrdoziyên biyanî” bi nav bike. Her wekî tê zanîn, manken (model) ew kes e ku xwediyê rolekê ye; dibe ku ji bo lîstina rola xwe berhemên hilberandî yên bazirganî (nemaze kincên modayê di pêşandanên modayê de) pêşkêş bike, nîşan bide yan jî reklama wan bike. Dibe ku carinan ji bo afirînerên hunerekê yan jî wênekêşiyê pozan bide û bi xebateke dîtbarî xizmetekê bike. Her çend -ji ber egerên bazirganiya bêexlaq- piraniya mankenan jin bin jî, mankenên mêr jî hene; nemaze ji bo pêşkêşiya kincan bi awayekî pisporane yan jî heweskarane û bêserûber dixebitin. Bêguman ev pîşeyekî civakî ye û gelek kes jê nanekî dixwin; lê belê di vê gotarê de em ê qala mankentiyeke neyînî bikin ku ew jî mankenên bîrdoziyan in. Mankenên bîrdoziyan ne xwediyê ramaneke serbixwe ne; ew berhemên xelqê yên ramanî-felsefî pêşkêş dikin, li cîhanê nîşan didin û reklama wan dikin. Mixabin -ji ber bêdewletbûnê- rêjeyeke berbiçav a kurdan mankenên bîrdoziyên xelqê ne; ev nêzikî du hezar salî ye ku gelek kurdan cil û bergên xwe yên ramanî ji ser xwe avêtine, pêşkêşiya bîr û dozên xelqê dikin. Îcar ev gotar hewl dide ku kurdan bi mantiqa wan a kevneşopî re rû bi rû bike û wan bi mîrateya wan a zimanî-ramanî re bike hevnas ku nebin kuştiyên di ber bîr û dozên xelqê de, ji bo zirdiranên xelqê yên sexte pens û kelbetanan neavêjin diranên xwe yên resen û wan hilneqetînin.

            A. Li gorî astên dîrokî çarçoveya giştî ya hişmendiya kurdan

            Bêguman ji bo naskirina hişmendiya neteweyekê pêwistî bi ronîkirina paşperdeya wê ya dînî, mezhebî û ramanî heye. Gava mirov li mantiqa klasîk a rojavayî (yûnanî) dinihêre, eşkere dibe ku ev cureyê ramyarî û hizirînê di civakeke pûtperest de derketiye holê; lê belê mîtolojî û dîroka Aryaya kevnare nîşan didin ku kurd û Aryayî li ser dînekî yan jî gelek dînan bûne. Her wiha gava mirov li surişta geşedena mantiqa rojavayî mêze dike, wisan dixuye ku zanyarên pêşîn ên vê rêbazê bi qabiliyetên xwe yên mirovîn qeware û naveroka zimanê xwe yê ramyariyê şopandine; her wisan hişmendiya xwe li ser encamên lêkolînên xwe yên mirovîn ava kirine. Îcar di dînan de çarçoveyeke dînî heye ku tekstên pîroz bingeh tên girtin û mantiqa wan sînorkirî ye. Ji ber ku hemû şirove li dora van tekstan dizivirin û ji bo têgihiştina wan tekst/fermanan rêbazên rewa tên destnîşankirin. Lewre ji bo diyarkirina cureyê mantiqa kurd û aryayiyên din, divê mirov bi xwezaya wan a dînî û deredînî re bibe hevnas. Wisan e, -wekî ku di mîtolojiya aryayiyan de jî derbas dibe-, “gelo dînê kevnare yê Aryayê baweriyeke pirxwedayî bû, ango aryayiyên berê pûtperest bûn an dînek ji dînan dihewandin?” “Gelo di destpêkê de li Aryaya Gewre (Kafkasya, Kurdistan, Asyaya Navîn, başûr û rojavaya Asyayê, Asyaya Biçûk û Rojhilata Navîn) kîjan dîn serdest bûn?” Ji bo bersivandina van pirsan, divê mirov vegere dîrokzaniya klasîk a ku dîroka Aryayê li ser çar astan dabeş dike: Pîşdadî, Keyanî/Medî (cûntaya Hexamendişî jî di nav de), Eşkanî (Partî) û Sasanî.

Ibn Werdî diyar dike ku dînê pêşîn ê Aryayê “keyûmersî” bûye; baweriya bi xwedayekî qedîm hebûye ku navê wî “Yezdan” bûye û Ehreman jî navê xwedayekî çêkirî-sexte yê wê serdemê bûye ku ji tarîtiyê hatiye afirandin. “Yezdan”ê keyûmersiyê bergindê “Ellah”ê îslamê ye û Ehremenê afirandî jî dengî şeytên (Iblîs) tê. Hîmê vî dînî li ser “mezindêrandina ronahiyê” û “xweparastina ji tarîtiyê” hatiye avêtin.  Her çiqas di destpêkê de rûmetdayîna ronahiyê xîmê sereke yê keyûmersiyê bûye jî, piştre ev ayîn vegeriyaye perestina êgir ku hêmaya ronahiyê ye. Kurd û aryayiyên din heta serdema Zerdeştî li ser vê ayînê bûne; lê belê di serdema keyê pişdadiyan Guşhespê kurê Luhrespî de dînê Zerdeşt Pêxemberî bûye dînê fermî yê Aryayê.[1] Divê bê gotin ku tevahiya guhertoyên dîroka efsaneyî ya Aryayê diyar dike ku Keyûmers bav û damezrînerê dewleta aryayiyan bûye. Her çiqas Kurdgalnamek kesayeta Keyûmersî wekî bav û damezrînerê dewleta kurd û aryayiyan nehesibîne jî, derbarê dînê kevnare yê kurdên Medyayê de dibêje ku “Dînê kurdan beriya koçkirina wan a navçeya Madê, gelek tarî û nediyar e. Lê piştî hatina wan a navçeya Madê, li şûnewar û nîşanên wan derdikeve ku Ahûraperest yanî ronahîperest bûne; ji ronahiyê hez kirine, ji tarîtiyê tirsiyane û pê dilteng bûne. Bêjeya ahûra ji “a” û “hûr”ayê pêk hatiye. “Hûr” tê maneya “agir” û “a” jî tê maneya “hatî”, yanî “rastiyeke ku ji agir hatibe”. Ev rastî çi ye? “Ronahî” ye. Kurdan agir hêmayê wê rastiyê zanîne; yanî ronahî pîroz zanîne û perestine. Roj jî -her ji ber vê ku nîşana rastiya ronahiyê ye- pîroz zanîne û perestine.”[2]

Helbet maweya ku dînê keyûmersiyê hatiye perestin bi zelalî nayê zanîn; her wiha zanyariyên derbarê dîroka jidayikbûna Zerdeştî de jî nakokbar in, lê belê texmîna xurt ew e ku di navbera 1200-600 BZ de hatiye dinyayê.[3] Zerdeştî pergala baweriya aryayî bi çaksaziyeke bingehîn nûjen kiriye; pergala sê-xwedawendî ya wê çaxê bi dînekî yekxwedayî guhartiye. Bi vî awayî Arya ji serdema pirxwedayî ya baweriya Îndra, Mîtra û Varûnayê derbasî pergala Ahura Mazdayî bûye; gava ev pergala dînî li Anatolya, Medya û Îranê serdest dibe, hin têgehên mîna “buhişt, dojeh, firîşte, qiyamet, dadgeha bilind, qencî û xirabî, wekhevî…” jî dikevin ziman û çanda gelên aryayî.

Dewleta Aryayê ya ku ji Bîzansê gelekî mezintir û gewretir bû, hertim bi dînê zerdeştiyê ve hatiye naskirin; lê belê di destpêka sedsala 3an de dînê Manî û di sedsala 5an de jî dînê Mazdekî berbelav bûye. Mirov dikare bibêje ku mazdekiyê navekî nebaş di wêjeya aryayiyan de hiştiye; ji ber ku gazî serbestiya zayendî û milkiyeta hevpar kiriye. Ev jî bûye sedema berbelavbûna şoreşên gundiyan, talankirina koşk û serayên serweriya cemawerî, desteserkirina keç û jinan, wêrankirina zevî û mêrgan. Li gorî Ibn Xeldûnî (Dîrok, 3/308), aryayî yek ji kevintirîn koma gelên cîhanê ne; li ser rûyê erdê rêveberiya wan pergala herî hêzdar û bibandor bûye û du dewletên wan ên mezin û demdirêj hebûne: “Xanedana Keyanî/Medî” û “Xanedana Kîsrayî/Sasanî”. Desthilatdariya wan ji Keyûmersê bavê wan heta kîsra Yezdêgirdê heyama xelîfe Ozmanê kurê Efanî bi qasî 4281 salî kişandiye. Şehristanî (El-Milelu we’n-Nihel, 1/23) dîn û mezhebên Aryayê yên berî îslamê li ser du tofan dabeş dike; di tofa pêşîn de keyûmersî, zorvanî û zerdeştiyê bi cih dike. Di tofa duyem de maneyî, mazdekî, dîsanî, merqeyûnî, keynewî, seyamî û tenasuxiyê destnîşan dike; her wiha diyar dike ku mezhebên tofa duyem li ser duxwedayîtiyê hatine avakirin.[4]

Roja îroyîn piraniya kurdan misilmanên sunnî û şiî ne; lê di nava wan de baweriyên din jî hene û em ê tenê qala “Raya Heqî” (“Elewîtî”), “Yarsanî” (“Ehlê Heq”) û “Êzidîtî”yê bikin.

Raya Heqî (bi kurmancî: “Riya Heqîqetê”) navê kevneşopî yê pergala baweriya elewiyên kurd e; şûnwarê wan ê dîrokî bajarê Dêrsimê yê kirmanckîaxêv e. Di vê pergala baweriyê de rola navendî di destê hozên pîroz de ye; hozên pîroz li ser ezbetan (tîreyên hozan) û ezbet jî li ser xaneyan (berekên tîreyan) belav dibin. Têkiliyên ayînî yên sepandî ji aliyê hozên pîroz ve tên destnîşankirin û bicihanîn; ango li lûtkeya hiyerarşiya rêveberiyê hoza pîroz (ocax) rûniştiye, rê û resmên ayînî diyar dike û peyrewên bawermend (talib) jî wan bi cih tînin. Merasîmên cemawerî û seredana ocaxên hozên pîroz taybetmendiyên sereke yên Raya Heqiyê ne; her wiha serdana cihên pîroz ên xwezayî (yên wekî dar, çiya, zinar, şkeft, çem, gol, kanî, roj û hîvê…) jî taybetmendiyeke vê baweriya civakî-dînî ye. Mirov dikare bibêje ku tevahiya têkiliyên civakî-dînî yên pergala baweriya Raya Heqî li ser du xîmên bingehîn hatiye damezrandin: “iqrar” (têkiliyên ayînî yên mecbûrî) û “jiyare” (serdana cihên pîroz). Hiyerarşiya navxweyî ya Raya Heqiyê pergaleke kastî ye, ango ji hoza pîroz (murşid/pîrepîran, pîr, rayber/rehber) û peyrewan (talib) pêk hatiye; lewre pergal ji çîna jêrîn ber bi çîna jorîn ve dixebite. Talib piraniya civakê temsîl dikin û di nava rêxistina kevneşopî ya hozan de dijîn; lê belê vê rolê bi awayekî mîrateyî-neguherbar di destên xwe de digirin û bi ocaxên pîroz re girêdanên wan hene. Têkiliyên pîr û taliban hêmaneke nemekanî diafirîne; dibe ku ev pergal li her derê û her dem ji nû ve were hilberandin. Talib û hoza pîroz (ocax) hertim li ser zêdebûna nifûsê di nava hevahengiyê de ne; koçberiya ber bi herêmên cuda û ji nû ve damezrandina heman rêxistina civakî-dînî peywireke hevpar a talib û hoza pîroz e. Rayber dikarin wekî rêberên herêmî, pratîkî û herwiha şêwirmendên li ser mijarên ayînî bên hesibandin; peywira sereke ya rayberan ew e ku hevdîtinên pîr û taliban pêk bînin. Rayber mijarên girîng ên civakî-siyasî yên ku di merasîmên cemê de tên nîqaşkirin berhev dike; dersên exlaqê ayînî dide; hem derbarê rê û resmên civakî de agehiyan belav dike hem jî derbarê mijarên civakî-dînî de şêwirmendiyê dike. Pîr rêberên ruhanî yên peyrewên xwe ne; tê bawerkirin ku ew mûcîzeyan (keramet) nîşan didin û wekî bav û kalên xwe yên mîtolojîk xwedanên hêzên efsûnî û mîstîk in. Ew her sal serdana şagirtên xwe dikin û ev rêwîtî jî pîroz in; mafê pîran heye ku di van ger û geştan de heqdesta çirayan (cureyekî bac û infaqa ayînî ye) berhev bikin. Di dawiyê de murşid/pîrepîran hene ku di nava ocaxan de xwedî meqameke bilind in û desthilatdariya dadwer bi rê ve dibin. Bi kurtî Raya Heqî pergaleke eşîrî, dînî, civakî û siyasî ye; hoza pîroz a rastîn û nîgaşî bi alîkariya hevalbend-bawermendên xwe kar û barên ayînî li ser bingehê hozdarî û eqrebatiyê bi rê ve dibe.[5]

Yarsaniya ku wekî “kakeyî” û “ehlê heq” jî tê zanîn, piranî li rojhilata Kurdistanê û başûrê wê tê bawerkirin; li deverên Kirmaşan, Îlam, Azerbeycan, Loristan (rojhilata Kurdistanê) û deverên  Kerkûk, Xaneqîn, Silêmanî (başurê Kurdistanê) belav bûye. Doktrînên dînê yarsanî li ser “dûnadûn” (kirasguhertin) û “teceliya îlahî” ava bûne; bingehên vî dînî di vegotinên yarsaniyan (kelam) de xuya dike ku demeke dirêj bi devkî ji nifşekê derbasî nifşeke din bûye.[6] Wêjeya sofîger û veşartî (mîstîk û batinî) ya yarsaniyan bi gelemperî bi zaravayê goranî hatiye parastin; lêbelê tê de çend kelamên soranî û farisî jî hene. Kelamên yarsaniyan mîhenga hizir, bawerî û ayînên wan in; şêwazê wan ê helbestî yê ku ji wêjeya farisî pir ne cuda ye, di rastiyê de wekî rêya îfadekirinê ye; her wiha ji aliyê hizir û şêwazên estetîk ve jî li hev dikin. Kevneşopiya yarsaniyan giringiyê dide aliyê îlahî yê metnên xwe; ev metn ne tenê wekî wehyên rastîn têne dîtin, her wiha wekî gotinên kesên xwedênas jî têne hesibandin. Kelamên yarsaniyan bi kevneşopiya helbestî û mîstîk a misilmanan re çend xalên hevpar dihewîne; lê belê di ravekirina doktrînên xwe û hizirên kevneşopiya xwe de li dora “dûnadûn” (kirasguhertin) û “ruhê îlahî” (zat) dizivire ku di bedena kesên pîroz de xuya dibe. Em bi gelemperî dikarin bibêjin ku mijarên sereke yên metnên dînî yên baweriya yarsaniyan ev in: 1. şiroveya doktrîn, hizir û ramanên baweriya taybet a yarsaniyan 2. raveya “tecelî”ya hebûnên yezdanî 3. firîştenasî 4. ayîn û seremonî 5. qiyamet (şerê dawîn ê dinyayê 6. mîtolojiya kurdan 7. efsaneyên kevn ên aryayî 8. dînê zerdeştiyê, kesayet û baweriya wan 9. dîroka Aryayê ya beriya îslamê 10. kesayetên îslamî. Wêjeya dînî ya yarsaniyê beşeke giring, kevin û bingehîn a wêjeya dînî ya kurdî ye; lê belê ev wêje beşa herî nenas a wêjeya kurdî ye jî. Xebatên bingehîn ên li ser vê wêjeyê dikarin alîkariyê bidin zengînkirina têgeh û peyven dînî, felsefî û edebî yên zimanê kurdî.[7]

Ayîna yekxwedayî ya êzidîtiyê bawerî û dînekî kevnare yê kurdan e; di nava bawerî û ayînên kurdan de yek ji wan ayînan e ku pirtûka wê ya pîroz bi kurdî ye. Du pirtûkên êzidîtiyê yên pîroz hene ku ew jî Mishefa Reş û Cilwe ne.[8] Bi gotineke zelaltir, êzidîtî ayîneke kurdistanî ye û di civaka êzidî de pergala axaftinê ya hevpar zimanê kurdî ye. Piraniya êzidiyan xwe wekî kurd dihesibînin; lê hindikahiyek jî ji bo misilmanan têgeha “kurd” bi kar tîne û êzidîtiyê jî wekî nasnameyeke nijadî û dînî destnîşan dike. Mîsyonerên rojavayî ji salên 1850î û pê de behsa êzidiyan, civak û ayîna wan kiriye; piştî weşandina serpêhatiyên rêwî û mîsyoneran li dezgehên zanistî yên ewro-amerîkayî jî eleqedariyek pêk hatiye. Nivîskarên destpêkê yên ku bi êzidîtiyê re eleqedar bûne, êzidiyan bi rengekî romantîkî rave dikin;[9] lê belê gerokê osmanî Ewliya Çelebiyî hê di sedsala 16an de ev civaka kurd nas kiriye û derbarê wan de çendek agehiyên neyînî û dijminane tomar kirine. Çelebî di xebata xwe de li ser kurdên êzidî agehiyên berfireh dane; li gorî gotina wî, Wezîr Kara Mustafa Paşayî li Şingalê 13 hezar êzidî qetil kirine, çendî çend jinên êzidî û keçên wan dîl girtine û birine Amedê.[10] Civaka êzidiyan ji <kastan> (“pergala pileyan”) pêk tê û ev hiyerarşî (pergala pileyan) cara pêşîn di nava civakên serdemên kevnare de hatiye dîtin; lê di serdema me de civaka êzidî hê jî vê pergala kevneşopî diparêze û pergal jî reseniya wan diparêze. Li lûtkeya pramîdê <mîr>ek rûdine û mîrîtî ji bavan derbasî lawan dibe. Roja îroyîn bi qasî 300 malbatî çîna <şêx>an pêk tînin û serokê şêxan <babê şêx> e; wekî serokê ruhanî ye û alîkarê mîr e. Babê şêx ji aliyê mîrî ve tê peywirdarkirin; di nava peywirên wî de amadekirina şahî û dêlindêzên ayînî yên Lalişa Nuranî û warên din hene. <Pîr> alîkarên kar û barên şêxan in û zewac li wan hatiye qedexekirin; serokê wan ê bi navê <babê çawiş> ji aliyêcivakê ve tê hilbijartin û ji parastina Lalişa Pîroz berpirsiyar e. Pîr piranî bi kar û barên rêvebirina civakê re mijûl dibin û di wextên xwe yên mayî de jî ibadetê dikin; her wiha ji aliyê hurmetê ve piştî şêxan tên û di şûştina miriyan de avê li destê şêxan dikin.  <Qewal> rûspiyên civakê ne û <xêr>an (infaq, sedeqe, zikat) berhev dikin; li Lalişa Nûranî beyt û qewlên êzidiyan dibêjin û li gundan <senceq>a (peykerê) Melekê Tawisî digerînin. Gava qewaldiçe gundekî, mîrê gund li mala xwe odeyekî jê re amade dike; di destpêkê de qewal peykerê biçûk ê Melekê Tawisî li ser cihekî datîne, gundî jî ew peykerê mezin ê Melekê Tawisî yê ku li ba xwe diparêzin, datînin kêleka yê biçûk. Çîna <feqîr>an xirqeyê reş li xwe dikin û şaşika reş li serê xwe girê didin; piraniya demên xwe ji dua, ibadet û şîretan re vediqetînin, hertim di nava civakê de digerin û pirsgirêkên civakî yên heyî çareser dikin. Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe; gava feqîr xirqeyê pîroz li xwe dike, heta mirinê wî dernaxe.  Çîna <koçek>an (pêkhateya peyvên “guh” û “çak”êye) derwêş, zanyarên razên ayînî û şîretbêjên civakê ne; şîretan li civakê dikin, wan perwerde dikin, tirba Şêx Adî diparêzin û heyama gerandina senceqa Melekê Tawisî, alîkariyê didine qewalan. Çîna <xilmetkar>an (xizmetkar) xizmetên perestgehê pêk tînin; bi paqijkirin û spîkirina qubeyê, amadekirina donê ayînî yê pîroz û çend karên din re mijûl dibin. Çîna <feqra>yan jinên dîndar in, wan zewac li xwe heram kiriye û li Lalişê dijîn; li perestgehê qendîl û tiştên wekî fitîlên qendîlê çêdikin. Ji wan re <dayê kebanî> yan jî tenê <dadê> tê gotin. <Micêwir> berpirsiyarên goristanên êzidiyan in; hem ji gorên li gund û bajaran hem jî ji yên li navenda Lalişê berpirsiyar in. Êzidiyên ku peywireke ayînî wernegirtine, çîna <mirîd>an pêk tînin; bi kar û barên xwe re mijûl in û piştgiriyê didin peywirdarên civakê yên pilebilind.[11]

            1. Kurdê heyamên kevnare û çarçoveya mantiqa wî

Kurdgalnamek derbarê jiyan, pergal, çand û zimanê kurdên berê de çendek agehiyan dide ku berî misilmanbûnê jî xwediyê şaristaniyekê bûne: <Di serdema kevn de, di dema desthilatdariya Madê de, wilayetên Tûran, Mekran û Zabilistanê gelek hêşîn, terr û bi bereket bûne, xelkê wan asûde û xweşhal bûne. Li hemû milên vî erdî, mezra, gund û bajar avadan û bi rewneq bûne. Ji bajarên kevn her çend navên wan hatine guhertin, hinek jê hê jî ava ne. Lê piraniya mezra, gund û bajaran bi rewşa serdemê re wêran û kavil bûne, ji nav çûne û niha tenê şûnewarên wan mane û ji wan re “tepe” tê gotin.

            Sîstema leşkerî û medenî ya kurdên Mekran û Tûranê hevawa bûye. Cihêtiya wan tenê ew bûye ku peywendiya sîstema leşkerî bi bergirîkirina welat ji êrişên dijmin û peywendiya medenî jî bi rêveberiya medenî ve hebûye. Sîstema medenî/sîvîl a kurdan li ser bingehê peywendiya biratiya navbera hozan hatiye avakirin. Hoz ji tîreyan, tîre ji çend berebaban û berebab jî ji çend malbatan an “xelek”an pêk hatiye. Ji hozan re gotine “timin/tumen” an “bulik”, ji tîreyan re gotine “cuk”, ji berebaban re gotine “parîn”. Her parînek jî ji çend “şalwar” an “helekan” pêk hatiye. Di sîstema medenî de, hoz di bin desthilata serekekî mezin de bûne ku bi nasnavê/leqebê “mîrmîran/mîrêmîran” hatine nasîn. Her hoz, tîre, berebab û şalwarek jî xwediyê serekê xwe yê taybet bûye ku kurdan jê re gotiye “mîran”, “sergul”, “kimaş” û “wace”. Her bi vî awayî sîstema medenî ya kurdên beluçî hatiye birêvebirin.

            Dînê kurdan beriya koçkirina wan a navçeya Madê, gelek tarî û nediyar e. Lê piştî hatina wan a navçeya Madê, li şûnewar û nîşanên wan derdikeve ku Ahûraperest yanî ronahîperest bûne, ji ronahiyê hez kirine û ji tarîtiyê tirsiyane û pê dilteng bûne. Bêjeya ahûra ji “a” û “hûr”ayê pêk hatiye. Hûr tê maneya agir û “a” jî tê maneya “hatî”, yanî “rastiyeke ku ji agir hatibe”. Ev rastî çi ye? “Ronahî” ye. Kurdan agir hêmayê wê rastiyê zanîne. Yanî ronahî pîroz zanîne û perestine. Roj jî -her ji ber vê ku nîşana rastiya ronahiyê ye- pîroz zanîne û perestine. Dema ku kurdên beluçî jî li Tûran û Mekranê bi cih bûn, dînê xwe bi pêş ve birin û dînê pûtperestiyê yê Tûranan jî ku beriya hatina kurdan li van wilayetan belav bû, terk kirin. Adetê dînî yê kurdan gelek sade û hêsan bûye. Di rojekê de sê caran, di wextê rojhilat, rojava û nîvroyê de, agir diperestin. Navê perestgeha wan “Arîn”a ji “ar”ê hatî bûye. Ji pasevanên agirdanga perestgehê re digotin “Arîwan”. Bi giştî di her bajar û gundî de agirdangek hebûye. Li wilayeta Tûranê du perestgehên mezin ên bi navê “Arîn Zawk” û “Tarîn Helwan” hebûne ku fermanrewayên kurdên beluçî li bajarê Kîkan û Xuzdarê ava kiribûn. Ev her du perestgeh li serê kopa çiyayê Zawk û Helwanê ava kiribûn. Kurdên beluçî ev her du perestgeh gelek pîroz dizanîn û di salekê de du caran, di demsala bihar û payîzê de, ji hemû milên Tûran û Mekranê ji bo ziyareta vê perestgehê dihatin. Bi hatina xwe re jî, diyarî û xwarinên zêde dianîn û çendîn rojan di vê perestgeha pîroz de dua dikirin û mijûlî perestina Yezdan dibûn.

            Kurdên beluçî baweriya wan bi jiyana piştî mirinê tunebûye û mirin ji ber qetandina peywendiyên berdewamî ji Ehrîmen zanîne. Di destpêkê de laşê miriyan neşûştine, danîne ser kevirekî yan jî cihekî bilind ku teyr û ajel wan bixwin û careke din bibin beşek ji laşê jîndaran. Lê piştre, ev adet terk kirine û mirî kirine nav kûpekî mezin û di nav çiyayan de veşartine. Adetê mehrbirînê (şûkirin) di nav wan de berbelav nebûye. Ji bo dawetê, tenê rizamendiya her du aliyan yanî jin û mêr û bav an serekê malbatê pêwist bûye. Zêde jinanîn di nav kurdan de qedexe nebûye, lê pêwendiya nerewa (zina) bi giranî qedexe bûye. Bi dê, xweh û keça xwe re nezewicîne û zewac bi wan re heram bûye. Adetê sinetkirinê di nav wan de belav nebûye. Keçan heta dema balixbûnê şalvar li xwe nekirine. Kuran heta temenê balixbûnê piştînî li pişta xwe girênedane û di şer de kuştina wan qedexe bûye. Kurdên beluçî di warê pîşeyê de koçer û xwediyê keriyan bûne. Gelek zêde pez û dewarên wan hebûye û bi erebeyên du teker geriyane. Kurdên beluçî niştecihê yek cihî nebûne, ji ber wê jî çûne zozan û germiyanan. Piştre ku derbasî jiyana bajêr bûne, dest bi jiyana ziraetê, baxvanî û darçandinê kirine. Lê li gel wê jî ji bo parastina avê, bendav ava kirine ku bi dîtina wan avahiyan mirov ecêbmayî dimîne. Desthilata malbatê di destê bav û mezinê malbatê de bûye. Piştre serekên hozan jî di çareseriya pirsgirêkên giring de xwedî biryar bûne. Di hemû pirsgirêkên hundirîn ên din de, desthilata çaresirkirinê bi temamî di destê serekên hoz û rihspiyan de bûye. Dema ku di bin desthilata siltanekî de bûna, tenê serekên hozan li milê peywendîdar li gel siltan bûye. Ev milê peywendîdar jî peywendî bi kar û barên siyasî û mîrî yên wekî şer, aştî, bac, leşker û nimûneyên vê bûne. Bi pereyan re ewqas zêde nasîna wan tunebûye. Pêdawistiyên xwe bi riya guhertina kel û pelan bi dest xistine. Cil û berg û pêlavên xwe sade ji hirî û postên heywanên xwemalî û kûvî çêkirine. Jinên wan di kar û barên rojane de mil bi milê mêran kar kirine. Çekên kurdên beluçî ji tîr û kevan, gurz, şûr, xencer, şirîtên nêçîrê û berqenîkan pêk hatine. Adetê halgirtinê di nav kurdên beluçî de belav bûye. Dema ku kesekî xerîb hatiye nav bajarekî yan gundekî û çûye mala kesekî, xwediyê malê piştî bixêrhatinê, xebera sefera wî jê pirsiye. Bi vê riyê xwediyê malê sebebê hatina wî zaniye. Kurdên beluçî xwediyê leşkerê her dem amade nebûne. Ji ber wê, di esnayê şer de bi riya delalan xebera şer di nav welêt de belav kirine û serbazên kurdên beluçî agehdar kirine. Bi vî awayî ji yê xeber gihandî re “hul” gotine. Hul bêjeyeke kurdî ye ku tê maneya eşkerekirinê. Di esnayê adetê hulê de, cihê berhevbûna serbazan jî hatiye diyarkirin. Bi vî awayî, serbazên leşkerî yên kurdên beluçî jî li wî cihî berhev dibûn.

            Kurdên rojhilatê yanî kurdên Madê bi eynî zimanî axivîne ku Avesta pê hatiye nivîsandin. Dema ku Kurdên Biraxoyî, Edreganî, Kirmanî û Mamîlî hatin nav erdê Tûran û Mekranê, her bi wî zimanî diaxivîn. Ji ber vê, xelkê xwemalî navê wan kirin “Kurdgal”, yanî ew xelkên ku bi kurdî diaxivin.> (Kurdgalnamek, 103-110)

            2. Li gorî çavkaniyên hedîsî-dîrokî kurdê serdema îslamê û çarçoveya jiyana wî ya dînî

Dîmenê kurdan ê di serdema Pêxemberê Îslamê de -silav lê bin- wêneyekî lawaz û çilmisî ye; berevajî vê yekê, hebûna parsan xurt û birqonek e. Wekî mînak, wêneyê Gavanê Kurd (Caban Es-Sardî El-Kurdî) tenê bi du hedîsan hatiye belgekirin; lê belê aryayiyên din ên wekî Rûzbe Xweşnûdanê Espehanî (Selmanê Farsî), Pîrozê Deylemî (Fîrûz Ed-Deylemî), Salimê Sitexrî (koleyê azadkirî yê Ebû Huzeyfeyî), Bazanê Sasan (neviyê Behramê Çopînî) gelekî navdar in, bûyerên wan ên vegotî dirêjtir in, hedîsên ji wan ragihandî zêdetir in û rolên girîng di nava rêveberiya misilmanan de wergirtine. Yekane kesê ku hedîs ji Gavanê Kurd ragihandine, kurê wî yê bi navê Meymûnê Gavên e (Ebû Nesîr/Besîr Meymûn b. Caban Es-Sardî El-Kurdî) û nivîskarê “El-Enwar’ul-Kaşife”yê El-Yemaniyî derheqa wî de wiha gotiye: <Kesî ew nedaye nasandin û min tiştek jê seh nekiriye; bavê Meymûnê Kurd jî hema hema nayê naskirin. Di “Usud’ul-Xaye” û “Îsabe”yê de navê wî wekî Caban derbas dibe û wan jî derbareya wî de tiştek negotiye. Malikê kurê Dînarî ji Meymûnê Kurd xwestiye ku ji bavê xwe salixan bide ku di heyama Cn. Pêxember de jiyaye û ew guhdarî kiriye. Wî jî wiha gotiye: “Bavê min salixên Cn. Pêxember ji me re nedidan. Tirsa wî ew bû ku li gotinê zêde bike yan jî jê kêm bike.” Meymûnê Kurd ji bavê xwe ragihandiye ku Xwedê jê raziyê bavê wî wiha gotiye: Min ji Cn. Pêxember eleyhiselamî bihîst ku wiha dibêje: “Kî bi qelendekî kêm an jî zêde jinekê li xwe mehr bike, lê belê di dilê wî de dayîna mafê wê jinê tunebe, li ser vê rewşê bimire û mafê wê nedê, di roja qiyametê de ew kes dê wekî zinakarekî derkeve hafa Xwedê. Kî tiştekî ji kesekî deyn bike; lê belê nexwaze ku wî malî vegerîne xwediyê mêl, wî bixapîne û malê wî desteser bike, ew kes dê wekî dizekî derkeve hafa Xwedê”[12]

Divê bê gotin ku ji dîroknasên pêşîn ên ereb Ibn Werdî (1292-1349) di “Dîrok”a xwe de diyar dike ku kurd gundî û çolteriyên parsan in û wan her du gelan di bin sîwanekê de dinirxîne; her wiha sînorê rojhilatî yê welatê wan digihêjîne çemê Ceyhûnê û erdnîgariya li pişt Ceyhûnê jî welatê tûraniyan dihesibîne. Bi rastî, Qelqeşendî jî vê gotina Ibn Werdiyî piştrast dike û neseba her du gelan di Aşûr kurê Samê kurê Nûh eleyhiselamî de digihêjîne hev; li gorî wî, bapîrê parsiyan Parsê kurê Tîraşê kurê Aşûr e, kurd jî neviyên Îranê kurê Aşûrê kurê Samî ne û bi vî awayî pars dibine biraziyên Îranê kurê Aşûrî.[13] Dîsan li gorî Qelqeşendiyî, erdnîgariya Îran (Aryayê) bi navê bapîrê kurdan hatiye naskirin; her wiha ji misilmanên wan re “kurd” û ji filehên wan re jî “gurc” tê gotin ku di rastiyê de kurd û gurcî heman gel in. Dîsan dîroknas û şirovekarê Quranê Taberî di şiroveya ayetên 68-70î yên sûreya Enbiyayê de radigihîne ku kurd gundî û çolteriyên parsan in; hêjayî gotinê ye ku Taberî van zanyariyan dispêre zanayên pêşîn ên misilmanan Ebdullah b. Ebbas û Mucahidî.[14] Îcar Ibn Werdî balê dikêşe ser “teza dîrokî ya aryayiyan” û dibêje ku “li gorî wan, mirovahiyê ji Keyûmersî dest pê kiriye û her xanedaneke ku li Aryayê serwerî kiriye ji nifşa wî bûne; lê belê Dehak û Efrasyabê Turkî biyaniyên dagirker bûne ku her duyan ji bo demekê serweriya welêt bi darê zorê bi dest xistiye. Welatê wan hertim ji aliyê xanedanên wan ên ji heman nifşê ve hatiye rêvebirin û vê rewşê heta belavbûna îslamê berdewam kiriye. Şahên Aryayê ji aliyê hişmendiyê ve gewretirê serweran bûne; van şahan bi hişên kûr, stratejiyên durist pergalên pêşketî welatê Aryayê bi rê ve biriye, kesên nehêja û nepispor nexebitandine û kesên bêexlaq hilnedane malên xwe.”[15] Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ibn Werdî jî wekî Dînewerî wêrankeriya Skenderê Romî wekî hewldaneke dagirkerane ya biyaniyan nahesibîne û wî di nava dagirkerên biyanînijad de tomar nake; her wiha navê Dehakî wekî peyveke erebî “Ed-Dehak” dinivîse ku bi ihtimaleke mezin li gorî wî Dehak erebnijad bûye.

Gava mirov kurd û aryayiyên din di bin sîwanekê de bihesibîne, wêneyekî kemilî yê misilmantiya gelên aryayî derdikeve holê; wisan e misilmanên aryayî yên pêşîn di damezrandina dewleta îslamê de roleke girîng lîstiye, kesayet û exlaqên xwe li gorî rêbazên îslamî ro kirine û gihiştine çarçoveya “misilmanê kamil”. Lewre divê mantiqa wan a ramanî ya wê serdemê di çarçoveya destpêkî ya dînê îslamê de bê nirxandin. Ji aliyekî din ve, serdema belavbûna îslamê (heyama pêxembertî û xelîfetiyê) bûye sembola têkçûna hêmayên aryayî; di vê maweyê de nirxên dînê îslamê bilind bûne û aryayî vegeriyane xwendekar û serhildêran. Kurd û aryayiyên din ên ku bûne misilman û xwendekarên dînê îslamê, hewl daye ku li gorî çarçoveya dînê nû jiyanekê ji xwe û doraliya xwe re ava bikin; her wiha kurd û aryayiyên din ên ku nebûne misilman û li dijî dînê nû şûrên serhildanê rakirine jî, hewl daye ku çarçoveya dînê nû bişkînin û bigihêjin desthilatdariya xwe ya berê. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku hê di vê serdemê de dubendî ketiye mantiqa kurdî ya ramyarî; kurdên ku bûne misilman ji rêbaza hizirînê ya kevneşopî derbasî nirxên civakî yên nû bûne û bi vî awayî wan xwe spartiye çarçoveyeke biyanî. Dîsan kurdên ku nebûne misilman jî, xwe spartiye hêzên dijber ên wekî bîzans, hind û tûraniyan; lewre rêbaza wan a hizirînê ya kevneşopî jî guheriye yan jî di bin bandora hevalbend û hevpeymanên wan de maye. Wisan e, di encama vê dînguhartinê de dubendiya kurdan lez daye pişaftin û bêtifaqiyê.

            3. Kurdê serdema Împaratoriya Eyûbî: awirek li  paşperdeya civakî-dîrokî

Di heyama pêxembertî û xelîfetiyê de kurd û aryayî ketine ber çerxa pergaleke nû û desthilatdariya wan a kevneşopî hatiye betalkirin; lewre di serdema xelîfeyê duyem (Umer b. El-Xetab) de kurd û aryayiyan hêdî hêdî lingên xwe berdane nava pergala îslamî û di serdema xelîfeyê çarem (Elî b. Ebî Talib) de bi pêşengiya Xariciyan beşdarî çend tevgerên li dijî vê pergalê bûne. Di serdema emewiyan de beşdarî tevgereke bi navê “şu’ûbiye” bûne û cara yekem wan doza wekheviya gelan kiriye; lê belê piştre ev tevger vegeriyaye çalakiyên li dijî ereban û pergala wan a îslamî.[16] Lewre ji destpêka sedsala 8an û pê ve nivîskarên erebînivîs giringî daye “reh û rîşeyên kurdan” û hewl daye ku kurdan wekî neteweyeke erebînijad nîşan bidin, bi vî awayî neyartiya wan a li dijî ereban sist bikin û di nava toqa erebî de bipişêvin. Serdema ebasiyan bi pêşengiya kurdan dest pê kiriye û fermandarê kurd Ebû Mislimê Xoresanî dewleta emewî hilweşandiye; lê belê ebasiyên ku bi sayeya kurdan hatine ser textê desthilatdariyê, hêdî hêdî tevgera Ebû Mislimî û şagirtên wî yên Bermekî daxistine asta hera nizm û di vê pêvajoyê de xalanên siltanên ebasî (gelên tirknijad) li şûna kurdan hatine daçikandin. Tirkên selçûqî di destpêka sedsala 11an de gihiştine piraniya deverên Kurdistanê û koçberiyekê di nava hozên kurdan de dest pê kiriye; ji ber êriş û sitemkariyên selçûqiyan giregirekên hoza Rewendî ya Divînê jî ber bi başûrê Kurdistana wê demê koçber bûye.[17] Her çiqas kurdên rojhilatî hatine tasfiyekirin jî, kurdên bakurî-rojavayî berê xwe daye Misir û Şamê. Di vê pêvajoyê de malbata Eyûbî ya ku ji Aranê daketibû Bexdayê, bi desthilatdariya ebasî û xizmetkarên wê yên tirknijad re ketiye nakokiyan; lewre malbata Silhedînê Eyûbî ji Bexdayê derbasî Şam û Misirê bûye.

Divê bê zanîn ku beriya damezrandina Împaratoriya Eyûbî (1171-1341), kurd di dezgehên ereban de ji asta şagirtiyê derbasî mamostetiyê bûbûn; bi kurtî, ji destpêka belavbûna îslamê heta avakirina dewleta Eyûbiyan, çendek mîrgehên kurdan ên wekî Sadaqiyan (770-827), Eysaniyan (912-961), Deysemiyan (938-955), Şedadiyan (951-1199), Rewadiyan (955-1071), Hesenweyhiyan (959-1014), Merwaniyan (983-1096), Enaziyan (990-1117), Kakeweyhiyan (1008-1141), Şivankariyan (sedsalên 11-12), Zekeriyan (1161-1360), Hezarespiyan (1115-1425), Mîrgeha Gêlê (1049-1864, Amed), Mîrgeha Hezoyê (1058-1598), Mîrgeha Erdelanê (1169-1867) û Mîrgeha Kilîsê (1171-1264) derketibûn ser dika dîrokê.[18] Bi gotineke din, hişmendiya kurdê serdema Împaratoriya Eyûbiyan xwediyê bingehekî îslamî ye; di bin siya dewletên xilafet, emewî û ebasiyan de hînî rêveberiya li gorî rêbazên îslamî bûye, mîrateyeke çanda serweriyê bi dest xistiye û piştre bi liyaqeteke bilind pêşengiya umeta misilman kiriye.

4. Li gorî Şerefnameyê kurdê serdema mîrgehên kurdan û çarçoveya zanistên wî

            Ji xebata Şerefxanê Bedlîsî (1543-1603) ya bi navê “Şerefname”yê[19] diyar e ku kurdê serdema mîrgehan demeke dirêj dîroka xwe nenivîsandiye yan jî dîroknivîsiya wî di çarçoveya rêzikname û fermanên mîrî de maye; lewre berhevkariya pêşîn a dîroka kurdan li ser hinek şaşiyên zanistî ava bûye. Wekî mînak: gotina wî ya derbarê eslê kurdan ku ji nesla Xalid b. Welîdê kordunde ne, lê di rastiyê de kurê Xalidî yê tekane û bêzarok Silêman di dagirkirina Amedê de hatiye kuştin; bi rastî Şerefxan îro sax bûya, dê bi vê agehiyê bikeniya. Bi vî awayî mirov pê dihese û dikare texmîn bike ku wê heyamê gelek zanistên civakî yên din jî li ser kêmasî-şaşiyên zanistî hatine avakirin. Her çiqas Dîneweriyî (828-896) derbarê nesebên kurdan (“Ensab’ul-Ekrad”) de berhemek nivîsandibe jî, wisan dixuye ku ev pirtûk negihiştiye ber destê Şerefxanî; her wiha wisan dixuye ku ev pirtûk ji aliyê mîrgehên kurdan ve jî nehatiye parastin, dest bi dest û nifş bi nifş nehatiye guhastin. Lewre Şerefxan bêyî mehdeyê xwe neçar dimîne ku xwe bispêre çavkaniyên biyanî û li ser zar û zimanê xelqê sûdmendiyên dîrokê ji gelê xwe re şirove bike: “Dîroknasî di ser hemû huneran re ye. Dîrok, tijî ji ders û tecrûbên bi feyde û rênîşandanên bikêrhatî û biqazanc in. Serpêhatiyên me yên borî bi bîra me dixe, rojên me yên kevnare yên dûr nêzî me dike û bala me dikişîne ser emekdariyên ku berî me hatine kirin. Ji xwe, bi taybetî eger ew serpêhatî û bûyerên han ji dem û lêkolînên xweş pêk bên û xwendevanên destpak û qelemrengîn rûpelên kitêban pê binexşînin.” Gava Şerefxan sûdmendiyên dîrokê şirove dike jî xwe naspêre berhemeke kurdan û dîsan bi neçarî agehiyên bi farsî yên “Rawdat’us-Safa” ya Muhemmed b. Xwandşah b. Mehmûdî (1433/34-1498) wekî çavkanî nîşan dide; diyar e ku bi xwe ne di wê astê de ye yan jî kurdê heyama wî ne di wê astê de ye ku berhema xwe bi zimanê kurdî binivîse, lewre bi deyndariya zimanê farsî û bi parastina siltanê osmanî dîroka kurdan dinivîse: <1- Ji bo naskirina însanan e. 2- Zewq û dilxweşiya ji hînbûna ew mijarên ku di derheqên wan de kêm tên zanîn e. 3- Zanyariya dîrokê, tiştekî wisan e ku bêyî zehmetî û kulfetek mezin mirov xerc bike, dikare ji derûdora xwe ya nêzîk bi hêsanî bi dest bixe û zanyariyek e ku li ser taqeta zîhîn hatiye danîn. 4- Rast û derew ji hev cihê dike û nerewayan ji nav rewayan dibijêre. 5- Gelek pîvan û daneliberhevî tê de hene. Zanayan gotiye: ‘Tecrube însanan zana dike’ ji ber vê, tecrube şaxek ji wan deh şaxên zanistiyê hesibandine. Mirov bi xwendina dîrokê hînê gelek fikirandin, nêrîn û tecruban dibe. 6- Dîrokzan ji bo pirsîna tiştan kêmtir karê wî dikeve li ha û li wir. Çunkî mebesta wî ji bo ku li ber destê wî ye, bi xwe lê dinêre û dizane. 7- Mirovên mezin ên bi karên giran û dijwar rûbirû dibin, bi xwendina dîrokê agirê kula dilê wan vedimire û dikevin nav aramî û bêhnfirehiyê. 8- Dîroknasîn jîrî û hişyariya mirov zêde dike û arastî lêkolîn, fikirandin û bîrên rast dike. 9- Kesên agahdariya wan ji dîrokê heye, hemû bêhnfireh û hişyar in. 10- Serdar û zordar ji serpêhatiyên borî desthilatdariya Xwedayê mezin tê bîra wan û bi hêz û qudreta xwe pozbilind nabin û ji ser xwe naçin, baş têdigihêjin ku heta xweşî li ser be û nexweşî her tenê ji bo wê mebestê ye ku Padîşahê hemû Padîşahan ku di Qur‘ana pîroz de emir kiriye :“Bi rastî jî, di çîrokên wan de ji bo kesên xwedî aqil, nesîhet hene.”> Şerefxan sedema berhevkirina dîroka xwe jî wiha rave dike: “Ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in, ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine, behs û dengên gernas û sernasên kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê ku di tehm û bîhna xwe de wekî hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bê dest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min gelekî der, behs û serpêhatiyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanrewayên kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên ku di dîrokên ‘Eceman de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, rasterast bi xwe seh kirine, binivîsînim û navê wê daynim: ŞEREFNAME. Hemû armanc û daxwaza min jî ev e ku xanedanên mezin ên Kurdistanê navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.” Ji vê agehiyê jî diyar e ku kurdên serdema mîrgehên kurdan hê negihiştine avakirina dîrok, ziman û mantiqa zimanê xwe; lewre wan li ser bingehê zimanê farsî û mantiqa wî zimanî hewl daye ku kurdan bînin rojevê. Divê bê gotin ku xebata giranbiha ya Şerefxanî bi kurdî bûya û wergera wê ya kurdî nemaya heyama Mela Mehmûdê Bazîdiyî, dê rewşa dîrok, ziman û mantiqa zimanê kurdî bigihişta asteke pêşketîtir.

            5. Li gorî “Rusûmatname”yê kurdê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê û hewldanên wî yên çaksaziyê

            Bêguman nimûneya hera rewneqdar a kurdê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1868?) ye; yekem rewşenbîr û zanayê kurd e ku di hemû danûstandin û xebatên xwe de tenê zimanê kurdî bi kar aniye. Wî hem berhevkariya xebatên beriya serdema xwe kiriye hem jî gelek berhem nivîsandine yan jî wergerandine kurdî û hewldaneke çaksaziyê ya nimûneyî pêk aniye. Her çiqas çend xebatên wî yên destpêkî yên li ser alfabe, rêziman û hin pirsgirêkên zimanê kurdî hebin jî, mixabin ev babet baş nepijandine û nekemilandine, lê hêjayî pesnê ne. Divê bê bibîrxistin ku hemû berhemên wî yên berhevkirî, nivîsandî û wergerandî niha di Pirtûkxaneya Akademiya Zanistî ya St. Petersburgê de ne û hinek jî li Fransayê tên parastin.

            Her çiqas Mela Mehmûdê Bazîdiyî pirtûka xwe ya bi navê “Rusûmatname”yê[20](sala 1857an) beriya wergerandina “Şerefname”yê (sala 1858an) nivîsandibe jî, di navbera amadekirina her du berheman de tenê salek heye; wisa dixuye ku gava pirtûka xwe ya navbihurî dinivîsand, ji aliyekî ve jî “Şerefname” werdigerand û hinek xebatên xwe yên din jî dimeşandin.[21] Ji ber vê yekê bandora “Şerefname”yê li ser vê xebata wî tê dîtin ku Bazîdî jî dîroka kurdan bi agehiyeke şaş dide destpêkirin; ango Bazîdî jî wekî Şerefxanî reh û rîşeyên kurdan dispêre gundî û çolteriyên ereban ên ku demek ji deman hatine nava xaka Kurdistanê (r. 1-2). Bêguman di wê serdema pîşesazî-rewşenbîriyê de pejirandina van agehiyan kêmasiyeke mezin e; lê divê bê gotin ku gelek xebatên pêşîn hertim bi kêmasî û seqet diwelidin. Ji bilî van agehiyên dîrokî yên şaş, Mela Mehmûdî wêneyekî dem û heyama xwe girtiye; di vî wêneyî de hem rêbaz û qanûnên wê jiyanê şirove kirine hem jî şêwazên ramyariyê û paşperdeya tevgerên kurdan tomar kirine.

Hê di destpêka berhemê de, Bazîdî qala çanda kurdan a “vegotina dîroka devkî” dike; her wiha pesnê dide çendek dab û nêrîtên wan ên wekî çanda bexşandina sûcdar û gunehkaran, nekuştina dîlên şer (r. 2). Piştî ku şêwazê zewacên wan bi kurtî vedibêje (r. 2-3), derbasî tevgera wan a hozdariyê dibe û bi dirêjahî vê mijarê nîqaş û enene dike (r. 4-9); gava gotin digihêje dab û nêrîtên şaş, tu dinihêrî Bazîdî carinan wan hizir û reftarên çewt rexne dike û carinan jî bêrexne bi dirêjahî behsa baweriyên kurdan ên bêbingeh dike (r. 9-12).

“Rusûmatname”yê rewşa kurdan a civakî li ser gundewarî û bajarvaniyê dabeş kiriye; hem tevgera wan a li xanûman, zozan, war û zomeyan vegotiye hem jî amaje bi çînên civakê yên bajaran kiriye. Ji aliyekî din ve exlaqê kurdan ê heyamên aştiyê û şeran, rewşa perwerdehiya wan a dînî-zanistî, tatêla wan a ji bo çek û hespan jî veguhastiye nifşên peyhatî (r. 12-15). Wekî ku tê zanîn, gelek rojhilatnasan rexne li rêbaza berhevkirin û dabeşkirinê ya Mele Mehmûdî girtine; wekî mînak: urf û adetên xwezgînî, jin-xwestin, şûkirin, bûkanîn, dawet û govendê li çend cihan dubare dibin (r. 15-17). Her çiqas nivîskarî di destpêkê de bi kurtî qala perwerdehiya zarokan kiribû jî, dîsan vedigere dab û nêrîtên kirîvatî, sunetkirina zarokan û perwerdekirina wan a li ba seydayekî (r. 17-18).

            Bêguman ne mumkin e ku tevahiya berhemê bi gotarekê bê nirxandin, lê mirov dikare bi kurtî bibêje ku kesayetê sedsala 19an Mele Mehmûd kurdperwerekî nimûneyî ye; ji bo naskirina rewşa kurdperwerên wê serdemê jînenîgarî, berhem û helwestên wî jî nimûneyî ne. Wekî mînak: Mela Bayezîdî demeke dirêj û bi berdewamî li ser wergera çavkaniya dîrokî ya Şerefxanî re xebitiye û qedrekî bilind daye wê berhemê; bi rastî, Kurdistan ji bo dîroka xwe deyndarê pênûsa vî mirovê zana û rûmetyar e ku kesayeta hera navdar a sedsala xwe ye. Her çiqas ronahî nedîtibe û niha winda be jî, berhema wî ya bi navê “Tewarîxê Cedîd ê Kurdistanê” (“Dîroka Nû ya Kurdistanê”) berdewamiya xebata Şerefxanî ye; heke ev berhem rojek ji rojan derkeve holê û bê dîtin, mirov dikare heyama piştî 250 salî ji Şerefxanî bişopîne û zanyariyên Şerefxan û Bazîdiyî bi hev ve girêde. Wergera kurdî ya berhemên Şerefxanê Bedlîsî û berhemên din ên ku Mela Mehmûdê Bazîdiyî amade kirine, divê bibin çavkanî ji bo lêkolîna mîrateya vî kurdnasê navdar ê sedsala 19an.[22]

Bêguman pêngava hera girîng a ku Mele Mehmûdî avêtiye, afirandina zimanê pexşanî yê kurdî ye; wisa dixuye ku wî bi ser Rûsyayê re guherînên li Ewropayê şopandibûne, her wekî ku berê jî bi ser Stenbol û Tewrêzê re cîhana îslamî ya sunî û şiî jî raçav kiribûn. Wî baş dizanibû ku helbest û stran çavkaniya wêje û “kurdmayîn”ê ne; lê pexşan û werger amûra sereke ya şaristanî û dewletbûnê ne. Lewre wî ji aliyekî ve hêza xwe ji çand û zimanê gelêrî werdigirt û li milê din jî zimanê kurdî bi ezmûnên pexşanê re derbas dikir. Di wê serdema pîşesazî û rewşenbîriyê de wî erka xwe baş bi cih anîbû; wî zimanê kurdî rojane kiribû û ji bo ku bibe amûra dewletsaziyê, ev ziman guncandibû. Pêngaveke girîng a din jî, hem berhemên beriya xwe kom kiribûn hem bi xebatên xwe serdema xwe dabûn nasandin hem jî pêşengî li gelê xwe kiribû. Bêguman di navbera hişmendiya wî ya dûrbîn û tevgera gelê wî de cudahiyeke balkêş heye; Mele Mehmûd bi “Rusûmatname” û xebatên xwe yên din gelekî li pêş civaka kurd diçe û diyar e ku rojanekirina hişmendiya kurdê wê serdemê ew gelekî westandiye.

            B. Kurd çawa dihizirin an jî çarçoveya giştî ya hizirîna kurdan

            Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê û nivîskar Nebez Semed di hevpeyvîneke ligel Scott Douglas Jacobsen de pêwendiya zimên û rêbaza hizirînê wiha kurteve dike: “Mirov bi zimanên xwe dihizirin, ji ber ku ziman navgîna ramanê ye. Hûn raman, bîr û baweriyên xwe bi zimên eşkere dikin. Ziman hêmaneke girîng a her çandê ye û çandê di xwe de hildigire; bi giştî çand xwe di zimên de nîşan dide û bi navgîniya zimên tê veguhastin. Lewma heke çandek zayendperest, hozdar, baviksalar (patriarchal) û ayînî be, dê rengê xwe bide ziman û ramana neteweyê jî. Çanda kurdî çandeke baviksalar û mêrsalar (male-dominated) e; hozdarî û îslamgirî jî vê baviksalariyê xurt û hêzdar dike. Di zimanê kurdî de baviksalarî hatiye bicihkirin û jin bi wî rengî dibin bindest û amraz. Ji vê pêwendiyê em têdigihêjin bê ka zimanê kurdî çiqasî zayendperest û mêrsalar e. Çanda kurdî baviksalar e; lewma hem nirxên baviksalarî, hozdarî û ayîndariyê hem jî qalibên zayendperestiyê bi cudakariya li dijî jinan hatine dagirtin. Encamên vê çandê di zimanê kurdî de xwe didin der û di zimên de bêhemdî xwediyê gotinê xuya dibin. Îcar gava di çanda kurdî de ramanên baviksalarî, cîhanbînî û nirxên baviksalariyê serdest bin, wê demê ev serdestî bandorê li zimanê kurdî jî dike; ji ber vê yekê zanyendperestiya di zimanê kurdî de koka xwe ji çanda kurdî digire û li gorî serdestiya mêran teşe digire. Gava hûn di çarçoveya mêr an mêranî û baviksalariyê de bihizirin, wê demê hûn zanîn, zanist, bawerî, wêje, huner, felsefe, dîn û hwd di qalibekî diyarkirî de ro dikin; bêguman ev hilberîn bi kêrî serdestiya mêran tê û bi riya zimên nifş bi nifş tên vegotin.”[23]

            Lêkolînerê kurd Sebah Mufîdî jî li hemberî vê ramanê derdikeve û diyar dike ku ji heyama Ksenefonî ve (nivîskarê Anabasîsê) tê zanîn ku rola civakî ya jina kurd û bandora wê ya li ser mêran nayê înkarkirin; her wiha sedema bêbandoriya jinên kurd têkçûna serweriya kurdan e: “Dîroknasên kurd di wê baweriyê de ne ku Medî kurdên pêşîn in an jî rehek ji rehên bapîrên kurdan bûne; ji ber ku Ksenefon di beşên girêdayî Kurdistanê de zêdetir li ser Medan radiweste, têkiliya mediyan û kurdan jî dide xuyakirin. Di vê çarçoveyê de rapora wî (Anabasîs) nîşan dide ku jinên kurd ên pêşîn di serdema Medan de xwedî roleke giring bûne. Piştî hilweşîna Împaratoriya Medyayê jî jinên hêzdar ên wekî Mîdyayê di berxwedana li dijî Hexamendişan de cih girtiye; lê belê di serdema Hexamendişan de rola jinê pir guheriye û mirov dikare bibêje ku bi awayekî qonaxeke din a bindestiya jinê dest pê kiriye. Bi vê yekê re, beşeke jinên Medyayê -li kêleka jinên hexamendişî- wekî parçeyekî jiyana lawan (amûra rehetî û konforê) a mêran hatine dîtin; bi gotina Ksenefonî “jinên gewre yên hêja” mîna mêweyê reheka efsanewî ya Lotûsê, xewn û xeyaleke bêtevger derxistine holê. Ji ber vê yekê guhertinên siyasî bandor li rola jinên kurd ên pêşîn kiriye.”[24]

            Her çiqas ev her du ramanên dîrokî û rojane li dijî hev xuya bibin jî, di rastiyê de îşaretî bal heman rastiyê, ango rastiyekê tenê dikin: têkçûna serweriya kurdan bandor li tevahiya jiyana kurdên pêşîn û paşîn kiriye; heta ku ev têkçûn dubare û çendbare bibe, jiyana wan dê ewqasî têkel û nexwezayî bibe, kurd dê hertim çînekê sûcdar û yekê jî mafdar bibînin, di heyama ku ew hilbaskî qirikên hev dibin jî dagirkerên wan dê bi aramî desthilatdariya xwe ya li ser bindestiya kurdan bidomînin.

            1. Çarçoveya zimanî-çandî ya hizirîna kurdan

            Wekî her neteweyê, kurd jî li gorî heyamên xwe yên xurtbûn û lawazbûnê cuda cuda dihizirin; her wiha di van pêvajoyên xurtbûn û lawazbûnê de cureyekî zimên bi kar tînin û çandeke ji vî zimanê xurt an jî sist hilberandî li pey xwe dihêlin.

Nebez Semed di nivîseke xwe ya bi sernavê “Zimanê kurdî û zayendperestiyê” de hewl dide ku mantiqa zimanê kurdî vereşîne, parçe û pêkhateyên wê bide nasandin; lê belê mixabin paşperdeya dîrokî ya mantiqa kurdî ranexistiye ber çavan. Wî di nivîsa xwe ya kurt de bal kişandiye ser rewşa rojane ya zimanê kurdî (zaravayê soranî) û gihiştiye van encaman: “Têkiliyeke xurt di navbera raman û zimên de heye. Peyvên gotî û nivîsandî ji bo ramanên me hêma û sembol in. Ziman ne tenê amûrek e ku em di jiyana xwe ya rojane de pê danûstandinê bikin; dibe ku ziman tiştekî ji vê yekê pir zêdetir be jî. Ziman bi hebûna me ya mirovîn ve girêdayî ye. Ji ber ku hebûna me, hemû hizir û ramanên me di zimanê me de diyar dibin; bi kurtasî em bi zimanê xwe dijîn û bi pêş dikevin. Wekî ku Heidegger jî dibêje: “Ziman mala Hebûnê ye”. Di encamê de ez dihizirim ku ziman û raman yeksan û wekhev in. Em nikarin wan ji hev veqetînin. Raman di zimên de diyar dibe û bi dû re jî ziman ramanên me çêdike. Em çand, kevneşopî, dab û nêrît, wêje, felsefe û hwd bi zimanê xwe werdigirin, çi bi vegotina devkî û çi jî bi qalibên nivîskî. Em ji zimanê xwe hizir û ramanên bav û kalên xwe dizanin. Ji têkiliya ziman û ramanê, em ê bikaribin zayendperestî û mêraniya di zimên de nas bikin. Serdestiya mêr, mêranî, cudakariya zayendî û bindestiya jinê hemû bi navgîniya zimên xwe nîşan didin û bi zimên tên zelalkirin. Di vê gotarê de ez ê bi kurtasî vekolîneke li ser çawaniya zayendperestî û mêraniya di zimanê kurdî de aşkera bikim. Zimanê kurdî serdestiya mêran e, alîgir û zayendperest e; tevahiya van taybetmendiyan jî çavkaniya xwe ji baviksalariya kurdan werdigire. Baviksalariya kurdan (û hemû normên têkildar) bi gelemperî jinan li meqam û şûnwarên desthilatdariyê yên bindest didin rûniştandin. Digel ku jin wekî dê, xwişk û hevserekê tê dîtin jî, wekî miroveke xweser û xwedî îradeya azad nayê dîtin; berevajî vê yekê, girêdayî (bi mêran ve), qels û pir hestiyar tê pênasekirin. Hemû karên birûmet bi mêran ve girêdayî ne. Wekî nimûne, “piyaw” (berginda peyva kurmancî ya “mirov”) hemwateya rûmet û qenciyê ye; ev rewşeke neguherbar e. Heke kesek baş be, di kurdî de jê re tiştên wekî “kesekî piyaw e/kesekî mêr e” yan jî “piyaw qise dekat/mêrane diaxive” tê gotin. Peyva kurdî ya “piyawetî” (mêranî) jî ligel her cureyê viyan û rûmetê bi qenciyê ve hatiye girêdan. Di navên kurdî de jî zayendperestiyek –û bi aşkerayî xurtkirina mêraniyê– heye. Ev jî bi piranî ji ber wê yekê ye ku di zimanê kurdî de navên jinan bi gelemperî wekî xweşik, hestyar, qels, nerm, şermoke û hwd tên pênasekirin; lê navên mêran wateyên hêzdarî, xurtî, wêrekî, serkeftin û hwd dinimînin. Ji navên jinan çend mînak ev in: Nazik (naz), Nermîn (nerm), Şermîn (şerm), Kinêr (cureyekî kulîlkan), Gulabax (cureyekî gulan e) û hwd. Berevajî vê yekê, çend navên mêran jî wiha ne: Serdar (kesê ku serî di dêst de ne), Serkewt, (ji serkeftinê, ji bo derketina ser tiştekî), Diler (wêrek), Şaho (navê çiyayekî), Şêrzad, Şêrko, Şêrwan (her sê jî şêrê hêzdar dinimînin û nûneriya hêza mirovî dikin). Di gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî de jî zayendperestî heye; wekî mînak: “ba daykî kuran bit” (bila dayika kuran be), “ba xuşkî hewt birayan bit” (bila xwişka heft birayan be), “noberat nêr bêt” (nixuriyê te nêr be). Her wiha di nifirên kurdî de jî zayendperestî heye; piraniya wan di bin serdestiya mêran de ne û bi berfirehî nifiran li dayik û jinan dikin (mînak: “diya wî ewk bikim”, “xwişka wî ewk bikim”, “jina wî ew bikim”, “kurê dêlê”). Îcar em em ji şiroveyên jorîn çi werdigirin? Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku di navbera raman û zimên de bend û girêdankên xurt hene. Ji ber vê yekê, divê em ji xwe bipirsin bê ka ziman kîjan ramanan xurt dike û didomîne; her wisan bandora vê xurtiyê ya li ser encaman çawa ye û em wekî kurd divê çawa zimanê xwe binirxînin û biaxivin. Em bixwazin bawer nekin an jî nexwazin bawer bikin, zimanê kurdî bê lec û nîqaş zayendperest e. Ev rewş di nava peyv, sernav, gotinên pêşiyan û nifirên kurdî de wekî zayendperestî û mêraniyê xwe dide der. Hevokeke wekî “em dikarin vê rewşê biguherînin” cihê nîqaşê ye; lê -ji bo destpêkirina guherînê- bêguman destpêkirina axaftinê pêngaveke baş e. Divê em wekî kurd teqez ji bo xatirê wan kesên ku di encama zimanê me de herî zêde mexdûr bûne –ango ji bo jinan– li ber xwe bidin.[25]  

            2. Çarçoveya hikmetî-şîretî ya hizirîna kurdan

            RehmetîBedîuzeman Seîdê Kurd (1878-1960) ligel ku zanayekî dînê îslamê ye, mantiqnasekî jêhatî ye jî; di piraniya berhemên xwe de rêbazên mantiqa îslamî bi kar anîne. Gava Seîdê Kurd cara pêşîn hatibû Sitembolê û rastî weşangeriya kurdan hatibû, şîreteke gelekî hêja li gelê xwe yê kurd kiribû û ev şîreta wî tekane nivîsa wî ya bi kurdî ye. Bi rastî ev gotara wî ya kurt û kurdî hişmendiya wî ya analîtîk û mantiqî nîşan dide ku mixabin bi xwe jî di tevahiya jiyana xwe de nekaribûye ji bin barê wê şîretê rabe, ango barê şîreta xwe ranekiriye, di heyama xwe de negihandiye encamê û ew bar ji nifşên peyhatî yên piştşikestî re hiştiye:“Ey gelî kurdan! Ittifaqê de quwet, ittihadê de heyat, di biratiyê de se’adet, hukumetê de selamet heye. Kabika ittihadê û şirîta muhebetê qewî bigirin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek: islamiyet e ku hezar hezar xûna şehîdan e, buhayê wê dane. Ê diduwan: insaniyet e ku lazim e em nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, ciwanmêranî û insaniyetiya xwe nîşanî dunê bidin. Ê sisiyan: miliyeta me ye ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe û bi hifza miliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin. Yek: feqîrtî ye; çil hezar hemalê Sitembolê delîlê wê ye. Ê diduwan: cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji me da yek <qazete> nikanin bixwînin, delîla wê ye. Ê sisiyan: Dijminî û ixtilaf e ku ev ‘edawet quweta me winda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumetê jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir. Ku we ew seh kir, bizanin çareya me ew e ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigirin, ta ku em her sê cewherên xwe ji destên xwe nekin û her sê dijminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewil: me’rifet û xwendin e. Ê duduwan: ittifaq û muhebeta millî ye. Ê sisiyan: insan ê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesiyeta paşî: Xwendin! Xwendin! Xwendin! Destêhevgirtin! Destêhevgirtin! Destêhevgirtin!”[26]

            Serokkomarê Komara Kurdistanê ya li Mehavayê (1946) gorbihuşt Qazî Mihemmedî (1893-1947) ligel ku zanayekî dînê îslamê û pêşengekî siyasî-leşkerî ye, mantiqnasekî jêhatî ye jî. Di tevahiya jiyana xwe ya perwerdehiyê de mantiqa kurd-îslamî bi kar aniye; her çiqas ev mantiq berhemeke bêjingkirin û li gorî îslamê rojanekirina mantiqa yûnanî be jî, bûye destûra jiyan û biryarên wî. Qazî Mihemmedî bi payeya “xizmetkarê gel û welêt” di wasiyetnameya xwe de jiyan, têkoşîn û armanca xwe ya ji damezrandina komarê wiha rave dikir: “Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Ey gelê kurd û birayên min ên hêja! Gelê min î zorlêhatî, sitemdîtî, bêparhiştî! Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de bi boneya şîretê çend daxwazan pêşkêş dikim: ji bo xatirê Xwedê êdî dest ji dijminahiya hev vekişînin, yekgirtî bin û hev biparêzin. Li hemberî dijminan rawestin, xwe bi bihayekî erzan nefiroşin dijminan. Dijmin tenê ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe bi we re danûstandinê dike; ji bilî vê yekê tu nirxekî we li ba wan tuneye. Dijminêngelê kurd pir in,dûrî mirovahiyê û bêwijdan in. Sembola serkeftina her gel û neteweyekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya giştî ya ya neferên gel e. Her gelê ku yekîtî û hevgirtina wî tunebe, ew ê hertim çewisandî be. Tu tiştekî gelê kurd ji gelên din ên li ser rûyê vê cîhanê ne kêmtir e. Bêguman mêranî, xîretkêşî û wêrekiya we besî hemûyan e û jê zêdetir e jî. Gelên ku ji bin nîrê bindestiyê rizgar bûne, tenê yekgirtî bûne û ewqas; hûn jî dikarin bi riya yekîtî û hevgirtinê qeyd û bendên bindestiyê tarûmar bikin. Çavnebarî, minexetî û xwefiroşiyê bidin kêlekekê. Êdî bi destî dijminan neyên xapandin; dijminên kurdan ji kîjan deste, civat, reng û nijadê dibin bila bibin, ew her dijmin in. Bêmerhemet in û wijdana wan tuneye. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev çavsor bikin û bi xap û derewan we li dijî hev rakin.

            Di nava dijminên kurdan de ecem dijminê herî zalim, mel’ûn, xwedênenas û bêmerhemet in; ecem destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê kurd venakşîne, di dirêjahiya dîrokê de bi gelê kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnare hebûye û hê heye jî. Temaşe bikin û binêrin! -Ji Smaîl Axayê Şikak bigire hetanî Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengur û çendî çend mêrxasên din- eceman gelek mêrxasên we yên mezin xapandin, bêdeng kirin, xelq ji pişt wan vekişandin û gelekî bi nemerdî ew kuştin. Ew tev bi sond û Qur’anê xapandin ku xwedêgiravî daxwaza eceman a xêrê bi wan re heye û dê qenciyê bi wan bikin; lê belê van kesayetan bi dilsafî bi wan bawer kiriye û bi sond û sozên eceman xapiyane. Îcar hetanî niha di dirêjahiya dîrokê de tu kesî nedîtiye ku tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibin û ehd-peymanên ku dane kurdan pêk anîbin. Hemû derew û xapandin bûne. Va ye ez wekî birayekî we yê biçûk, di rêya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim ku hev bigirin û tu carî pişta hev bernedin. Piştrast bin ku heke dijmin hingivî bide we, diyar e jehr xistiyê. Bi sond û sozên derewîn ên eceman nexapin. Heke hezar carî jî dest li Qur’ana Pîroz bixin û soz bidin we, daxwaza wan tenê xapandina we ye, da ku xapekê bînin serê we.

            Va ye ez di demên dawîn ên jiyana xwe de me. Ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedayê mezin şîretê li we dikim. Da ku riya rast nîşanî we bidim, çi ji destê min hat min kir; min têkoşîneke ji dil û can meşand û tu carî xemsarî nekir. Niha jî, di vê dem û rewşê de jî, dîsa ji we re dibêjim ku êdî bi eceman nexapin; ji sond, destlêxistina Quranê, ehd û peymanên wan bawer nekin. Ji ber ku ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê, pêxember, roja qiyametê, hesab û kitaban bawer dikin. Bila hûn  misilman jî bin; bi tenê ji ber ku hûn kurd in, li cem wan hûn sûcdar û mehkûm in. Hûn ji wan re dijmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e. Sozê ku min dabû, ne ew bû ku ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim. Ez pir caran li ser dîrok û pêşeroja me hizirîm; li ser kesayetên me yên mezin fikirîm ku eceman ew bi xapandin, sond, derew û kemînan girtine û kuştine.Ew gişt li bîra min bûn û tu carî jî min ji eceman bawer nekiriye; lê belê beriya ku vegerin vir (Mehavayê), çendîn caran wan bi şandina nameyan, bi navberkariya kurd û farisên navdar ên ku wekî qasid hinartî, soz dabûn ku dewleta Ecemistanê, ango Şah bi xwe ne xwediyê nîyeteke xerab e û ew ê nehêlin dilopeke xwînê li Kurdistanê bê rijandin. Niha hûn encama sozê wan bi çavên xwe dibînin. Heke xiyaneta serokên eşîran nebûya û xwe nefirotana dewleta Ecemistanê, ev yek nedihat serê me û Komara me.

            Şîret û wesiyeta min ew e ku bila zarokên we bixwînin. Ji bilî perwerdehiyê, tu tiştekî me ji yê gelên din ne kêmtir e. Bixwînin, ji bo ku hûn ji karwanê gelan bi paş ve nemînin; ji ber ku tenê perwerdehî çeka dijminkuj e. Piştrast bin û bizanin ku heke hevahengî, yekîtî û perwerdehiya we xurt û baş be, hûn ê li hemberî dijminê xwe bi ser kevin. Bi kuştina min û kuştina bira û pismamên min çavtirsiyayî nebin. Hetanî ku hûn bigihêjin hêvî û armancên xwe, pir kesên din ên mîna me dê li ser vê riyê bên kuştin. Piştrast im, piştî me pir kesên din jî her dê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin. Her çiqasî ji me zanatir û hêjatir bin jî, dîsan piştrast im ku piştî me jî gelek kesên din dê bikevin kap û xapên eceman; lê belê hêvîdar im ku kuştina me ji dilsotiyên gelê kurd re bibe pend û ibret, jê dersekê wergirin.

            Wesiyeteke min a din jî ji we re ev e: Her çi tiştê ku we ji bo serfiraziya gel kir, wisan bikin ku gel alîkarê we be. Piştrast im ku dê Xwedayê mezin dê we serfiraz bike û alîkarê we be. Dibe ku hûn bipirsin bê ka çima ez bi ser neketim?! Di bersivê de dibêjim ku bi Xwedê ez bi ser ketime! Çi nîmet û serkeftin ji wê yekê mezintir e ku va ye ez niha di riya gel û welatê xwe de, serê xwe, malê xwe û canê xwe didim. Bawer bikin, min ji dil mirineke wisan dixwest ku bi rûyekî çîl-qerqaş derkevim hafa Xwedê û pêxemberê Wî, di huzûra gel û welatê xwe de rûreş nebim, ji bo min ev e serkeftin.

            Xweşdiviyên min! Kurdistan mala her kurdekî ye. Her wekî ku di malekê de, kîjan endamê malê çi karî bizanibe, karê wî dispêrin wî; êdî mafê tu kesî tuneye ku çavnebariyê lê bike. Kurdistan jî her ew mal e. Heke we zanî ku kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin û bila wî karî ew bike. Êdî çênabe ku hûn keviran daynin ser riya wî û çênabe ku dilê we biêşe; ji ber ku berpirsyariyên mezin ketine destê kesekî ji nava we rabûye. Heke karên mezin ketin ser milê kesekî û wî kesî ew kar bi rê ve bir, wisan dixuye ku jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin li hemberî wî erkê hene. Piştrast be ku birayê te yê kurd hertim ji dijminê kîndar baştir e; heke berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez ê neketama ber hukmê sêdarekirinê. Lewra çênabe ku hûn li dijî hev çavçil bin. Ên ku fermanên me pêk neanîn, ne tenê ferman pêk neanîn, lap dijmintiya me jî kirin. Niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa şîrîn de ne. Ji ber ku me jî xwe wekî xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha li ser navê xizmeta gel di bin sêdareyê de me û va ye ez demên dawîn ên jiyana xwe bi nivîsandina vê wesiyetnameyê derbaz dikim. Îcar heke berpirsyariyên mezin li ser milên min nebûna, ez dê jî niha di nava zar û zêçên xwe de û di xewa şîrîn de bûma. Lewre ez niha wan şîretên xwe dinivîsînim û rê li we nîşan didim bê ka hûn ê piştî mirina min çawa tevbigerin.

            Piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana stûyê xwe, niha ew ê li şûna min di bin biryara sêdarekirinê de bûya. Ji bo rizamendiya Xwedê û wekî kurdekî xizmetkarê gel, li gorî berpirsyariya di stûyê xwe de ez van şîretan li we dikim. Hêvîdar im ku ji niha û pê de hûn ê pendan jê wergirin û bi duristî guhdariya şîretên min bikin ku bi alîkariya Xwedayê mezin hûn li hemberî dijminên xwe bi ser kevin:

            1. Baweriya xwe bi Xwedê û pêxemberê Wî (silavên Xwedê lê bin) bînin, bi <tiştên li cem Xwedê hatî> razî bin û di pêkanîna wezîfeyên dînî de xurt bin.

            2.Yekîtî û hevahengiya di navbera xwe de biparêzin; bi taybetî di berpirsiyarî û xizmetê de karên nerind li hemberî hev nekin û çavçil nebin.

            3. Da ku hûn nekevin kap û xapên dijminî, asta perwerdehiya xwe bilind bikin.

            4. Ji ber ku dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye. Ji dijminan bawer nekin. Bi taybetî jî dijminên ecem. Ji çend aliyan ve ecem dijminên we ne; ji ber ku ew dijminê netewe, welat û dînê we ne.

            5. Ji bo hin rojên jiyana bêqîmet a vê dinyayê, xwe nefiroşin dijminan. Dîrokê tesbît kiriye ku hertim bi çendî çend bihaneyan li dijî kurdan rawestiyane. Ji ber sûcekî herî sivik kurdan dikujin; her wiha li dijî kurdan her çi sûc hebe, destên xwe jê nagirin.

            6. Minexetî û xiyanetê li hev nekin. Ne xiyaneta siyasî, ne ya giyanî, ne ya malî û ne jî ya namûsî. Ji ber ku xiyanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûcdar e; ji ber ku xiyanet dîsan li xiyanetkaran vedigere.

            7. Gava ji we kesek bikaribe kar û barên we bêxiyanet pêk bîne, jê re alîkariyê bikin. Ne ji ber çavnebarî û çikûsiyê li dijî wî derkevin, ne jî -Xwedê neke- li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

            8. Cihên ku min derbarê wan de li vê wesiyetnameyê nivîsandine (mizgeft, nexweşxane û dibistanan) serwet û samanên we ne ku divê hûn bi awayê herî kêrhatî mifayê jê wergirin.

            9. Heta ku hûn ji dagirkeran rizgar bibin, divê hûn dest ji xebat û tekoşînê venekişînin. Malê dinyayê ne tu tiştek e. Ger welatê we hebe û serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we dê hebe. Hem mal hem serwet hem dewlet hem rûmet hem jî niştimanê we dê hebe.

            10. Ez ne bawer im ku ji bilî heqê Xwedê heqên din li ser min hebin; lê belê digel vê yekê jî, heke kesekî dît ku mafekî wî li ser min heye, bila ji mîratgirên min bixwaze û wergire.

            Heta ku hûn destên hev negirin, hûn ê bi ser nekevin. Sitem û zoriyê li hev mekin; ji ber ku Xwedê dijminê sitemkaran e.

            Hêvîdar im ku hûn ê van gotinên min bipejirînin. Bila Xwedê li hemberî dijminan pîroziyê bibexşîne we. Wekî Se’dî jî kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û guftîm Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm Mirazê me şîret bû û me got,  Me hûn spartin Xwedê û em çûn.[27]

            C. Mantiq çi ye?

Peyva “mantiq”ê ya erebî li ser bingehê “logos”a yûnanî hatiye dariştin û di nava gelên misilman de jî belav bûye; lê di zimanê mak (yûnanî) de gelek wate li logosê hatine barkirin: “hevok”, “gotebêj”, “hiş”, “qanûn”, “rêje”, “jimar”, “rêbaza beraqil”, “şirove”. Piştre ev peyv wekî “lojîk”ê (logic) bûye navê zanistekê û îro ev zanist wekî “rêbaz û qanûnên hizirîna rast û piştrastkirî” tê şîrovekirin.[28]

Îcar zanista mantiqê ya ku îro wekî waneyekê tê fêrkirin, çawa pêk hatiye û bi pêş ketiye? Gava fîlozofê yûnanî Arîstotelesî (384-322 BZ) xwestiye ku rêbazekê ji bo “hizirîna rast û piştrastkirî” dayne û xwendekarên xwe li ser wê rêbazê perwerde bike, berhemeke 6 cildî ya bi navê “Organon”ê nivîsandiye û xîmê “mantiqa klasîk” avêtiye; di wê xebata xwe de qala “kategoriyan”, “pêşniyaran”, “nirxandinên pêşîn”, “nirxandinên duyem”, “mijar” û “delîlên felsefeyî/sofîstîk” kiriye.

Ereban naveroka vê zanistê ji yûnaniyan wergirtiye û di qalibekî erebî-îslamî de rokiriye; wan jî piştî çendek zêdehî û sererastkirinan bi cil û bergekî nû hinerdayî nava misilmanên ereb û ecem (ne-ereb) kiriye. Li gorî hinek belgeyên berdest, cara pêşîn siltanê ebasî Meimûnî bi awayekî fermî daxwaz ji keşeyên fileyan kiriye ku zanyariyên xwe yên ramanî bi misilmanan re pareve bikin; lê belê gelek çavkanî diyar dikin ku wergerandina xebatên felsefeyî hê di serdema emewiyan de dest pê kiriye, ji ber ku pêwendiya pêşîn a bi zanistên bîzansî, îtalî û spaniyan re di wê heyamê de çêbûye. Divê bê gotin ku lêkolîner û rojhilatnas Nicola Richer di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Zanista Mantiqê li ba Ereban” de bi çavkaniyên beraqil diyar dike ku wergerên pêşîn ên mantiqa yûnanî ji aliyê fileyên suryanî ve hatiye pêkanîn; piştre ereban û hemwelatiyên dewleta erebî ev zanista amadekirî “bê ked” û “bi teqlîd” wergirtiye.[29]

            1. Zanista “mantiqa klasîk”

Şirovekarê berhemên Arîstotelesî yê sedsala sêyemîn Ammonius Saccasî “Retorîka” û “Poetîka”ya Arîstotelesî û “Îsolojî”ya Porphyriosî li şeş pirtûkên Arîstotelesî (“Kategorî”, “Pêşniyar”, “Nirxandinên Pêşîn”, “Nirxandinên Duyem”, “Mijar” û “Delîlên Felsefeyî/Sofîstîk) zêde kirine; -bi taybetî Ibn Sîna û Farabî- mantiqnasên misilman jî ev neh pirtûk pejirandine û di nava mijarên mantiqê de nirxandine. Li welatên ewropayî lêkolînên mantiqê bi wergera latînî ya berhemên Arîstotelesî dest pê kiriye û serdestiya wî ya li Ewropayê heta Ronesansê berdewam kiriye. Piştî Ronesansê, bi bandora pêşketina zanistên xwezayî kêmasiya mantiqa Arîstotelesî derketiye holê; cara yekem Petrus Ramusî (1515-1572) zanista mantiqê li ser beşên wekî “gotin”, “pêşniyar”, “encam” û “rêbaz”ê dabeş kiriye; piştî ku Bacon û Descartesî bal kişandiye ser pirsgirêkên “rêbaz”ê, êdî rêbaza zanistan bûye mijara herî girîng a mantiqê. Di rastiyê de kurdan berî van ramyaran hizira xwe ya di vê bareyê de bi riya gotineke pêşiyan ragihandiye ku mixabin heta niha kesî bal nekêşaye ser; gotina kurdan a “erê erê ye, na jî na ye, îcar erê-na çi ye” diyar dike bersiva “erê” û “na”yê gotin, pêşniyar û encamekê didin, lê belê “erê-na” hem encamekê nade hem jî rêbazeke şaş a bersivandinê ye. Di serdema navîn û serdema nû de çendek lêkolîn li ser mijarên mantiqê yên wekî “gotin”, “pêşniyar” û “encam”ê pêk hatine; lê belê van xebatan alîkariyeke berbiçav negihandiye mantiqa Arîstotelesî. Divê bê gotin ku zanista mantiqê ber bi dawiya sedsala 19an berepêş çûye û lêkolînên li ser mantiqa hêmayî (sembolîk) asoyeke nû li pêşiya wê vekiriye; lewre mirov dikare bêbêje ku mantiqa nûjen guhertoyeke berfirehkirî û xurtkirî ya mantiqa klasîk e.[30]

            2. Mantiqnasê aryayî Îmam Xezalî

Xezalî (Ebû Hamid Mihemed b. Mihemed El-Xezalî, 1058-1111 z.) sala 1058an li gundê Xezaleyê yê bi ser bajarê Tûsê (Xoresan) ji dayik bûye û sala 1111ê li heman bajarî miriye; xwendina destpêkî li Tûsê li cem Ehmed b. Mihemedê Razikanî wergirtiye, paşê çûye bajarê Gurganê û li cem Ebû Nesrê Ismailî perwerde dîtiye. Piştre, derbasî Nişawerê bûye û heta 28 saliya xwe li Medreseya Nizamî xwendiye; ji aliyê ramanên kelamî ve di bin bandora Ebû Hesenê Eşerî de maye û ji aliyê fiqhê ve jî mezheba Îmam Şafiyî hilbijartiye.

Di nava zanayên aryayî yên misilman de cara yekem Xezaliyî ji bo pêşvebirina zanistên îslamî rê li ber sepandina mantiqa Arîstotelesî vekiriye; ev ramanên xwe yên destpêkî di beşa yekem a “Meqasid’ul-Felasife” (Armancên Fîlozofan), “El-Qistas’ul-Musteqîm” (Terazûya Rast) û “Mi’yar’ul-Ilmi we Mihekk’un-Nezer”ê (Pîvana Zanînê û Mîhenga Nihêrînê) de diyar kirine. Di asta duyem a lêkolînên xwe de Xezaliyî pirtûkeke metodolojiyê ya bi navê “El-Mustasfa” (Encama Bijartî) nivîsandiye û pêşgotina wê bi tevahî ji ilmê mantiqê re terxan kiriye. Ji ber vê yekê, hema hema hemû lêkolînerên kevn û nû diyar dikin ku Xezaliyî mantiqa fîlozofan li ser zanistên misilmanan sepandiye û yekem zanayê misilman e ku tayê terazûyê bi ser mantiqa yûnanî de takêş kiriye. Her wiha Xezalî di vê berhema xwe de bi aşkerayî diyar dike: “Kesên ku mantiqê nizanin û bi kar nayînin, digihêjin  encamên şaş; lewre zanyariyên wan ne li cihê baweriyê ne.”[31]

            Divê bê gotin ku mantiqnasê kurd Eliyê Dînewerî (Ebû’l-Hesen Elî b. Mutehher b. Mekî Ed-Dînewerî, mirina wî: 533 k. / 1138 z.) şagirtekî Xezaliyî ye ku Ibn Esakirî jê hedîs ragihandine.[32]

            3. Mantiqnasên kurd ên navdar

            Gava kurd dibêjin “mantiqeke vî karî tuneye”, destnîşan dikin ku “rêbazeke eşkere ya wê tevgerê tuneye ku mirov derbarê wê de biryarekê bide”. Wisan e, kurd vê peyva erebî di wateya wê ya zanistî de bi kar tînin; xuya ye ku ev bêje ji aliyê zanyarên erebîzan ên kurd ve hatiye belavkirin û bi destî wan di zimanê kurdî de hatiye bicihkirin. Mixabin heta niha berhemeke serbixwe ya li ser mantiqnasên kurd nehatiye nivîsandin; her wiha jînenîgarî û pirtûkên wan ên li ser zanista mantiqê nehatine nîqaşkirin. Dema ku hezkiriyên felsefeyê yên kurd qala mantiqê dikin jî, rasterast ji mantiqa yûnanî û guhartoya wê ya erebî-îslamî dest pê dikin. Bêguman kurdan jî di dirêjahiya dîroka xwe de mantiq xwendiye, derbarê wê de berhem hilberandine û ramanên beriya xwe bêjing kirine û rexne-pêşniyarên xwe tomar kirine. Gava mirov li dîroka kurdan dinihêre, hê di destpêka derketin û belavbûna îslamê de kurd li meydana zanistên misilmanan bûne, her wiha di serdema berhevkariya zanistên mantiqê de jî kurdan kedeke hêja û bêhevta daye; hema hema di her sedsalê de mantiqanasekî kurd hebûye û vê rewşê heta sedsala 21ê berdewam kiriye.

Di lêkolîneke lezgîn de mantiqnasê navdar ê sedsalên 9-10an Ebû Henîfeyê Dînewerî (281-290 k. / 893-902 z.) derdikeve pêşiya me ku zimannas, dîroknas, endazyar, stêrnas û pisporê gelek şaxên zanistê ye; navê wî yê dirêj Ebû Henîfeyê Dînewerî kurê Dawid kurê Wenend e, li ber destê zanayên dibistanên Besra û Kûfeyê xwendiye. Di nava mamosteyên wî de zimanzanê navdar Ibn’us-Sikkît jî heye ku kedeke wî ya mezin li ser pêşveçûna zanista mantiqê heye û berhemeke wî ya bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê gihiştiye roja me. Ebû Henîfeyî di sala 235an a koçî de li bajarê xwe Dînewer û Espehanê du dezhegên çavdêriya seqayê damezirandine û li van dezgehan liv û tevgerên feza û hewayê şopandine. Dînewerî hê di destpêka ciwaniya xwe de derketiye ger û geştên cîhannasiyê; li deverên Filistîn, Hicaz û Kendava Aryayê geriyaye û di agehiyên xwe yên berhevkirî de wekî çavkaniyeke pêbawer hatiye dîtin. Lewre Ebû Heyyan Et-Tewhîdî derbarê wî de gotiye ku “gava em li agehî û teoriyên wî dinihêrin, tê fêmkirin ku hema hema di her şaxeke zanistê de zana bûye.” Dîneweriyî jî wekî mamosteyê xwe pirtûkeke bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê nivîsandiye; lê ji berhemên wî yên herî navdar “Ensab’ul-Ekrad” (Nesebên Kurdan) winda ye; dîroka wî ya bi navê “El-Exbar’ut-Tiwal” derketiye ber ronahiyê û çap bûye. Ji bilî van berheman û tefsîra wî ya 13 cildî çend xebatên wî yên naskirî wiha ne: “El-Enwa”, “El-Bah”, “Ma Yelhenu bihi’l-‘Ammeh”, “Eş-Şi’ru we’ş-Şu’era”, “El-Fesahe”, “Fî Hisabih’id-Dewr”, “El-Behsu fî Hisab’il-Hind”, “El-Cebru we’l-Muqabeleh”, “El-Buldan”, “Er-Reddu ‘ela Luxez’il-Isfehanî”, “El-Cem’u we’t-Tefrîq”, “El-Wesaya”, “Newadir’ul-Cebr”, “El-Kusûf”, “El-Qibletu we’z-Zewal”, “El-Iskenderu we’l-Furs”, “Risaletun fî’t-Tibb”, “En-Nebat”.[33]

Di sedsalên 11-12an de gelek zanayên kurdan li ber destê Îmam Xezaliyî xwendiye ku yek ji wan jî Mihemedê Gavanî /468-561 k. / 1075-1166 z.) ye; navê wî yê dirêj Mihemedê kurê Elî kurê Evdilahê Gavanî yê Kurd e û nasnava wî Ebû Seîd El-Hillî El-Iraqî ye. Li ber destê Xezalî, Şaşî û Keyalisiyî xwendiye; zanayekî huqûqê, wêjenas û mantiqnasekî rexnevan e. Dersdarî kiriye û “Meqamat”a Herîriyî li ber destê nivîskarê wê xwendiye. “Ez-Zexîretu li Ehl’il-Besîreh”, “Uyûn’uş-Şi’ir”, “Şerhu Meqamat’il-Herîrî”  çendek ji berhemên wî yên navdar in.[34]

Bêguman zanyarê herî navdar ê vê serdemê Şêx Şehabedînê Sorewerdî (549-563 k. / 1154-1191) ye û navê wî yê dirêj Ebû’l-Feth Yehyayê kurê Hebeş kurê Emîrekê Sorewerdî ye; lê belê ew zêdetir wekî Şêx Şehabedînê Sorewerdî û bi nasnavê Sorewerdiyê Kuştî (Meqtûl) tê naskirin. Sorewerd gundekî kurdan e[35] ku di navbera bajarokên îroyîn ên Zencan û Bîcar Garûsê de ye; Sorewerdiyê ku sala 1154an li vî gundî hatiye dinyayê, li ser şîreta bavê xwe di deh saliyê de diçe Meraxeyê û li ber destê Mecdedînê Gîlî dixwîne ku di heman demê de mamosteyê Fexredînê Razî jî bûye. Piştî ku li vê medreseyê zanistên zimannasiya erebî diqedîne, dest bi zanistên îslamî dike û piştre zanistên ramanî yên mantiq û felsefeyê dixwîne. Gava perwerdehiya xwe ya destpêkî kuta dike, berê xwe dide Espehana ku navenda zanistan a wê heyamê ye;[36] li wê derê jî li ber destê Şêx Zahiredînê Qarî berhema Umer b. Sehlanê Sawî ya bi navê “El-Besair’un-Nesriyyetu fî’l-Mentiq”ê dixwîne, her wiha berhemên Ibn Sînayî li ber çavan re derbas dike. Gava Sorewerdî perwerdehiya xwe ya li vir jî diqedîne, ber bi erdnîgariya kurd û aryayiyan derdikeve ger û geştên zanistî; di vê navberê de li ber destê Şêx Fexredînê Mêrdînî  (512 – 594 k. / 1118 – 1198 z.)[37] lêkolîneke baş li ser pirtûkên Ibn Sînayî dike. Sala 1186an di sî û du saliya xwe de xebata xwe ya mezin a bi navê “Felsefeya Ronahiyê” (“Hikmet’ul-Işraq”) dikemilîne; paşê çend salan li Iraq û Sûriyê digere û zanîna xwe bi pêş dixîne. Sorewerdî di jiyaneke kêmtirî çil salî de rêzeke berheman nivîsandine û wekî damezrînerê dibistaneke nû ya felsefeyê hatiye pejirandin. Li gorî Henry Corbinî, <Sorewerdiyê ku jê re “mamosteyê ronakbîriyê” (şêxê îşraqê) jî tê gotin, vejandina hişmendiya kevnare ya aryayî ji xwe re kiribû armanc>.[38] Li ser mirina wî gelek agehiyên nakokbar hene; lê belê nihêrîna herî gelemperî ew e ku di navbera salên 1191 û 1208an de li Helebê bi bihaneya belavkirina hişmendî û felsefeya batinî hatiye daliqandin û fermana kuştina wî ji aliyê Mîr Zahirê kurê Silhedînê Eyûbî ve hatiye derxistin; lê belê hinek çavkanî diyar dikin ku gava Şêx Şehabedîn bi zanayên Helebê re ketiye nîqaşê û ew têk birine, van zanayên têkçûyî gilînameyek rakiriye bal Siltan Silhedînî û wî jî ferman daye kurê xwe yê Zahirî ku Şêxî bikuje.[39] “Pertewname”, “Awazê Perrê Cebrayîl”, “Eqlê Sorx”, “Rûzî Ba Cemaetê Sûfiyan”, “Luxatê Mûran”, “Sefîrê Sîmurx”, “Bustan’ul-Qulûb”, “Yezdanşinaxt” çendek ji berhemên wî yên navdar in; hêjayî gotinê ye ku di berhemeke wî ya bi navê “Et-Telwîhat’ul-Lewhiyye” de beşeke zanista mantiqê heye û piştre bi navê “Mentiq’ut-Telwîhat”ê hatiye weşandin.[40]

Mantiqnasê kurd Seyfedînê Amedî (551 – 631 k./1156 – 1233 z.) di sedsalên 12-13an de derdikeve pêşberî me ku navê wî yê dirêj Eliyê Amedî kurê Ebû Elî Mihemed kurê Salimê Se’lebî (Texlibî) ye; huqûqnasekî mezheba henbelî yê serdema eyûbiyan e û nasnavê wî Seyfedîn e. Hiqûqnas, metodolog, îlahiyatnas, mantiqnas, bijîjk û hîndekar Eliyê Amedî li Amedê hatiye dinê; di heyama xortaniya xwe de li ser mezheba henbelî şareza bûye. Paşê çûye Bexdayê û derbasî mezheba şafiî bûye; demekê li Şamê dersên zanistên eqlî (felsefe-mantiq) dane. Piştre çûye welatê Misirê û li medreseya El-Qerafet’us-Sifriyye dersdarî kiriye. Dema ku li Mizgefta Zaferî ya Qahireyê bi zanistên felsefî re mijûl bûye, bi zindiqiyê hatiye tawanbarkirin; lewre neçar maye ku bireve bajarê Hemayê. Di vê pêvajoyê de dubeytiya xwe ya navdar gotiye: “Çi gava ku nekarîn bigihêjin kar û xebatên mirovan; bi çavnebarî û dijminane ketin pêşbirkê.” Gava sala 682an a koçî çûye Şamê, ji aliyê mîr Muezem Adilê Eyûbî ve wekî rêvebirê Medreseya Ezîziyeyê hatiye destnîşankirin; lê belê piştî mirina vî mîrî ji kar hatiye dûrxistin û bûye malnişîn. Amedî li Şamê miriye û li qûntara çiyayê Qasiyûnê hatiye veşartin; wî li pey xwe nêzikî 20 pirtûkên zanistî, felsefî, mantiqî û metodolojiyê hiştine. “El-Ihkamu fî Usûl’il-Ehkam”, “Munteha’s-Su’li fî Ilm’il-Usûl” “Ebkar’ul-Efkar fî Ilm’il-Kelam”, “El-Kitab’ul-Mubîni fî Şerhi Me’an’il-Hukemai we’l-Mutekellimîn” ji berhemên wî yên navdar in.[41]

            Di sedsalên 13-14an de du zanyarên kurd derdikevin pêşberî me; ji wan yek Mihemedê Ûsivê Cizîrî ye û yê din jî Mîr Mueyed Ismayîlê Eyûbî (Ebû’l-Fîda) ye.

            Mihemedê Ûsivê Cizîriyê (638-711 k./1239-1312 z.) ku navê wî yê dirêj Mihemedê Cizîrî kurê Ûsiv kurê Evdillah kurê Mehmûd e, bi nasnavên Şemsedînê Cizîrî û Ibn Heşaşê Misrî jî tê naskirin. Huqûqnasê mezheba şafiî, zanayê rêziman û zimannasiyê, pisporê metodolojiyê ye. Cizîrî li Cizîra Botan ji dayika xwe bûye û li wir mezin bûye. Bavê wî yê bi nasnavê Ibn Heşaş jî zimannas bûye û dersdarî kiriye; piştre çûye Misrê û li bajarê Qûsê yê herêma Sa’îdê jiyaye, wî her wiha melayê navdar Es-Subkî li ser ilmê kelamê perwerde kiriye. Mihemedê Cizîrî ji Qûsê derbasî Qahireyê bûye û li wir bi cih bûye; di medreseyên bajêr de ders dane û wekî melayê zanistên usûl û şerîetê xebitiye. Wî ji bo misilman, file û cihûyan jî dersdarî kiriye; bi mîr El-Ceşnkir re hevaltî kiriye û li dîwana wî cihekî baş bi dest xistiye. Her çiqasî li Mizgefta El-Qelehê wekî şîretbêj hatibe destnîşankirin jî, paşê ji kar hatiye dûrxistin. Dema ku Mîr Nasir ji bajarê El-Kerekê vegeriyaye, Cizîrî wekî gotarbêjê Mizgefta Ibn Tulûn û mamosteyê Medreseya El-Mu’iziyeyê destnîşan kiriye. Cizîriyê ku di sala 711an a koçî de li wê medreseyê miriye, li pey xwe çendek berhem hiştine ku navên hinekan wiha ne: “Dîwanu Şi’rin we Xuteb”, “Şerhu Minhac’il-Usûli ila ‘Ilm’il-Usûli li’l-Beydawî”, “Şerhu Elfiyeti Ibni Malik”, “Şerh’ut-Tehsîl”. Ibn’us-Subkî Cizîriyî wekî “di zanistên Qur’an û sunnetê de îmam, hiqûqnas, zimanzan, mantiqnas, rewanbêj û bijîjk” dide nasandin.[42]

Mîr Mueyed Ismayîlê Eyûbî (672-732 k./1272-1331 z.) mîrê Hemayê yê ji xanedana Eyûbiyan e; dîroknas, erdnîgar, siyasetmedar û helbestvan e. Navê wî yê dirêj El-Melik El-Mueyyed Isma’îl kurê Elî kurê Mehmûd kurê Emer kurê Şahînşah kurê Eyûb kurê Şadî ye û nasnavê wî Îmadedîn Ebû’l-Fîdayê Eyûbî ye. Ew bi xwe li Şamê ji dayik bûye; lê bavê wî Mîr Efdel sala 672an a koçî ji ber êrişên tataran reviyaye û piştre li Şamê bi cih bûye. Jiyana wî ya perwerdehiyê pir rengîn e; piştî ku Quran û gelek pirtûk ji ber kirine, li ser zimannasî, wêje, dîrok, huqûq, mantiq, felsefe û metodolojiyê bûye pispor. Jiyana wî ya leşkerî pir zû dest pê kiriye û hê di temenekî biçûk de, ango di 12 saliya xwe tev li refên şervanan bûye; li dijî xaçperestan şer kiriye, di fetha Merqebê de navdar bûye. Sala 1298an dikeve bin xizmeta kurê mamê xwe Mîr Nasir Dawid û sala 1310an, ango piştî 12 salên xizmeta fedakarî ya vî mîrî, wekî mîrê Hemayê tê destnîşankirin. Piştî du salan diçe serdana Qahireyê û bi payeya mîrtiyê tê xelatkirin; her wiha di sala 1320î de nasnavê “Mîr Mueyed” wergirtiye. Berhemên ku wî nivîsandine, navê wî di dîrokê de nemir kirine; her wiha di serdema wî de qesra wî ya mîrekiyê bûye ziyaretgeha pisporên ziman, wêje û dîrokê. Ev mîrê eyûbî hem wekî helbestvanekî qenc hatiye naskirin hem jî bi xwe pisporê zimannasiya erebî, usûla fiqhê, dîrok, felsefe, mantiq, huqûq, tefsîr, stêrnasî, pizîşkî û wêjeyê bûye. Li gorî gotina Es-Safediyî, her çiqas wî huqûq, pizîşkî û felsefe baş dizanibû jî, di endazyariyê de gelekî bi pêş ketibû. Ibn Tegrî Burdî jî balê dikêşe ser zanyariyên wî yên kûr, pêwendiyên wî yên ligel wêjenasan û dibêje ku wî helbestvan bi xelatên giranbiha xelat dikirin. Çend pirtûkên wî yên navdar ev in: “Teqwîm’ul-Buldan”, “Muxteseru Tarîx’il-Beşer”, “Tarîx’ud-Dewlet’îl-Xwarezmiyyeh”, “Newadir’ul-Ilm”, “Kennaş”, “El-Mewazîn”, “El-Hawî”, “Et-Tarîq’ur-Reşadi îla Te’rîf’il-Memaliki we’l-Bilad”, “El-Hawî’s-Saxîr”.[43]

Di sedsala 15an de Evdilxeniyê Cizîrî (jidayikbûn: 825 – … k. / 1421 – … z.) yê bi nasnavê Îmadê Kurd derdikeve pêşberî me ku navê wî yê dirêj Evdilxeniyê Cizîrî kurê Mûsa kurê Ehmed Îmad e. Huqûqnasekî mezheba şafiî ye û li Misirê bi cih bûye; bi Şîrwanî re hevaltî kiriye û di zanistên ramanî (felsefe-mantiq) de gihiştiye asteke bilind. Her wiha bi Evdilahê Goran re hevaltî kiriye; ber bi Şeyxûniye û herêmên din derketiye ger û geştên zanistî. Li ber destê El-Bamî pirtûkên bi navên “El-Minhac” û “El-Hawî”yêxwendine. Demekê li cem melayê Medreseya Kamiliyeyê maye; huqûq û zanistên din xwendine. Sala 888an a koçî çûye Mekeyê; li wir zimannasiya erebî, mantiq û zanistên din xwendine. Sala 895an wekî karkerê jinekê çûye hec; di vegerê de karwana wî rastî siltanê wê demê hatiye û siltên şêxtiya Medreseya Se’d’us-Su’edayê daye wî. Dema ku Cizîrî li ser vê peywirê ye, piştî çend rojan pêrgî zanyarê navdar Es-Sexawî tê û di vê hevdîtinê de wiha behsa xwe dike: “Ez sala 825an hatime dinyayê; min li Helebê ji zanayên bi navên Ûsive Kurd û Ebû Zer ders girtiye; Di meha miheremê ya sala 847an de hatime Qahireye û min ji şêxê Medreseya Baybarsiyeyê ders girtiye. Ez çendekê li Medreseya Kamileyeyê mame û beşdarî dersên El-Qeyatî bûme; di vê navberê de min li ber destê Ez-Zeyn Tahir, El-‘Elem El-Bulqînî û zanayên din tefsîra <El-Keşşaf>ê xwendiye. Ji ber ku ez li Qahireyê dijiyam, min El-Wenaî nedîtibû; lewre ez çûme Şamê û li wir pê re bûm hevnas.” Mixabin derbarê berhemên wî de tu zanyariyek bi dest me neket.[44]

Di sedsala 16an de jî sê zanayên kurd berbiçav in; ji wan yek Eliyê Heskîfî, yê din Evdilahê Bizeynî û yê dîtir jî Ûsivê Goran e.

Eliyê Heskîfî (mirin: 925 k. / 1518 z.) hiqûqnasekî mezheba şafiî ye ku li Mûsilê xwendiye û digel bavê xwe li Şamê niştecih bûye; navê wî yê dirêj Eliyê Heskîfî kurê Mihemed kurê Evdirehîm kurê Mihemed kurê Brahîm kurê Brahîm kurê Mesûd kurê Mihemed e. Dema ku bûye akincihê Şamê, ji zanayên bajêr ders girtiye; piştî ku bi peyatî çûye hec, li Heleb binecih bûye. Li Helebê jî li ber destê Fexr Ozmanê Kurd û çend zanayên din xwendiye; piştre dest bi dersdariyê kiriye, li Saziya Şahidtiyê (baro) ya li bintara Keleha Helebê jiyaye û fetwa dane. Di vê maweyê xwendekar perwerde kirine; hatiye dîtin ku Heskîfî di zanistên rêziman û rîşenasiya erebî, mantiq û weznên erûzê de jêhatî ye. Wî ji bo pirsgirêkên dijwar ên huqûqa îslamî çareseriyên baş dîtine; beşdarî xebatên wêjeyî bûye. Di beşeke helbesta xwe de wiha gotiye: “Bûyer diqedin û derbas dibin, mîna kabûsên ku em di xewê de dibînin. / Çi balkêş e ku ev bûyer bê rawestan dibihurin, lê em li şûna xwe rûniştî ne.”[45] Mixabin derbarê berhemên vî zanayî de jî tu agehiyek bi dest me neket.

Evdilahê Bizeynî (mirin: 962 k./1554 z) ji hoza kurdî ya Bizeynê (şêxbizinî) ye; navê wî yê dirêj Ebdullah b. Evdirehman b. Isfahan El-Kurdî ye. Vî zanyarê kurd zimannasiya erebî li ber destê bavê xwe yê nivîskar û huqûqnas xwendiye; rêzimana erebî jî ji Mewlana Hisênê Amêdî yê li Semerqendê niştecihbûyî hîn bûye. Zanista mantiqê li ber destê Mela Nasirê Esterabadî û zanista kelamê jî li ber destê Mela Eliyê Kurd ê Hewzî xwendiye. Ji sala 949an a koçî û pê de bûye şagirtê Ibn’ul-Henbelî û zanista belaxetê (rewanbêjiya zimanê erebî) xwendiye. Ibn’ul-Henbeliyî derbarê wî de gotiye ku “mirovekî hişmend û bawermend bû, tefsîra Mela Evdirehmanê Camî yê kurd bi destxeta xwe nivîsandibû û baş tê gihiştibû”. Evdilahê Bizeynî ji hoza kurd a şêxbizinî ye û sala 962an a koçî li bajarê El-Qesîrê ji ber nexweşiya tayê çûye ber rehma Xwedê.[46] Mixabin derbarê berhemên vî zanayî de jî tu agehiyek bi dest me neket.

            Ûsivê Goran ê ku mirina wî piştî sala 1000 k. / 1592 z. ye, kurê Mehmûdê kurê Kemaledîn e; zanayekî tefsîr, kelam û mantiqê ye. Çend berhemên wî yên bi navên “Haşiyetun ‘ela Haşiyet’il-Xeyaliyyi ‘ela Şerh’il-‘Eqaid”, “Şerhu Enwar’ut-Tenzîli li’l-Beydawî” û “Risaletun fî’l-Mentiq” tên zanîn.[47]

Wisan xuya dike ku di sedsala 17an de jî qada mantiqnasiyê ya kurdan bêyî nûneran nemaye û zanayekî bi navê Mela Elîyê Goran (mirina wî: 1094 k. / 1683 z.) derdikeve pêşberî me;evhiqûqnasê mezheba şafiî û zanayê kelam û mantiqê wekî melayê Mizgefta Pêxember Cercîs eleyhiselamî (ya li Musilê) hatiye destnîşankirin û li wir jî miriye. Elîyê Goran wekî lêkolînerekî gewre û xwediyê berhemên hêja tê naskirin; bi berhemên xwe yên wekî “Haşiyetun ‘ela Şerh’iş-Şemsiyyeti li’l-Qutb” û “Haşiyetun ‘ela Şerh ‘Eqaid’in-Nesefî li’t-Teftazanî” tê naskirin.[48]

            Di sedsala 18an de du zanayên kurd berbiçav in; ji wan yek Mihemedê Îspîrî ye û yê din Mihemedê Amedî ye.

Her çiqas Mihemedê Îspîrî (1133 – 1194 k./ 1721 – 1780 z.) xelqê Dîlokê be jî, li Helebê jiyaye û li wir miftîtî kiriye; navê wî yê dirêj Mihemedê Îspîrî kurê Ûsiv kurê Ye’qûb e. Çendek berhemên vî zanayî tên zanîn: “El-Mustexnî” berhemeke neçapkirî (destnivîs) ya li ser usûla fiqhê ye û şiroveya “El-Muxnî”yê ye; dîsan “Bedai’ul-Efkar”a wî ya destnivîskî şîroveyeke “Ewail’ul-Menar”ê ye û “Te’liqat”a wî ji têbiniyên wî yên li ser tefsîrên “El-Keşşaf” û “El-Beydawî”yê pêk tê. Yekane berhema wî ya li ser mantiqê “El-Fewaid’ul-Îsbîriyyeh” şîroveya “Îsagocî”yê  ye û “Me’na Kelimet’it-Tewhîd” jî mijarên ilmê kelamê nîqaş dike.[49]

            Li gorî agehiyên berdest Mihemedê kurê Evdilahê Amedî di sala 1175 k. / 1761ê z. de zindî bûye; di nava xelqê de bi nasnavê “Qeyas” û li nava xwendekaran jî bi nasnavê xwe yê “Şerîfî”  hatiye naskirin. Mantiqnasekî navdar e û berhema xwe ya bi navê “Seyf’un-Nutqi fî Ilm’il-Mantiq” di sala 1175an a koçî de hate qedandiye.[50]

            Gava mirov digihêje sedsala 19an gelek navdarên kurd wekî mantiqnasên jîr derdikevin pêşberî mirovî: Şêx Evdiselamê Berzencî (m. 1220 k. / 1805 z.), Se’îdê Amedî (m. 1247 k. / 1831 z.), Mihemedê Nûdehî (1166-1253 k. / 1753-1838 z.), Şêx Meirûfê Nûdehî (1166-1252 k. / 1753-1838 z.), Mela Mihemedê Qeredaxî (1213-1281 k. / 1796-1864 z.) çendek ji wan navdaran in. Dîsan sedsalên 20-21ê jî bêyî mantiqnasên kurd derbas nebûne: Şêx Evdirehmanê Qeredaxî (1253-1335 k. / 1838-1917 z.), Emîn Feyzî Beg (1277-1337 k. / 1860-1928 z.), Şêx Emerê Qeredaxî (1302-1355 k. / 1885-1936 z.), Evdilezîzê Hecî Emîn (1289-1367 k. / 1871-1947 z.), Şêx Mihemed Cezo Axa (1377-1405 k. / 1884-1957 z.), Reşîdê Dêrşewî (1315-1398 k. / 1897-1977 z.), Dr.  Bedirxanê Sindî (1321-1404 k. /1903-1984 z.), Mela Evdilkerîmê Muderis (1323-1415 k. / 1901-2005 z.) çendek ji wan in.

            D. Mîrateya nivîskî û devkî ya mantiqa kurdan

            Di zimannasiya hevçerx de şaxa “pragmatîk”ê lûtkeya zanistên zimanî ye û lêkolînên wê li dora “naveroka gotin”ê digerin; bi vî awayî hinek pirsên wekî “gelo naveroka gotinê çawa beşdarî wateyê dibe?”, “mirov di danûstandinên civakî de zimên çawa bi kar tîne?” “têkiliya di navbera wergirê gotinê û gotina wergirtî de çawa ye?” tên bersivandin. Bi gotineke zelaltir, pragmatîk hem şaxeke hêmanasiyê (semiotics) ye ku li ser “têkiliya di navbera nîşane yan jî biwêjên zimanî û bikarhênerên wan de” xebatan dimeşîne; hem jî şaxeke zimannasiyê ye ku li ser  “têkiliya hevokan bi hawîrdora lê qewimî” dixebite.[51] Ji vê şîroveyê dixuye ku têkiliyeke xurt di navbera mantiqê û pragmatîkê de heye; ji ber ku mantiq bingehê bikaranîna rast a zimên e, ramanên rast  jî encameke bikaranîna rast û durist a zimên in. Îcar pragmatîk jî hema hema li ser vê mantiqa analîtîk tê avakirin.

Ji aliyekî din ve, karakterê mantiq û felsefeyê yê ku li ser hemû beşên zimannasiyê tê avakirin, di pêvajoya dîroka xwe ya dirêj de hertim ne wekî hev bûye. Di heyama Aryaya beriya îslamê de felsefe yan jî hişmendî (di kurdiya kevn de: “xired” a bi wateya “sofia”yê) bi tevahî bi dîn û ayînê re eleqedar bûye; ev taybetmendiya dînî-ayînî ya hişmendiyê ne tenê di şaristaniya Aryayê de, her wiha di şaristaniyên din ên mezin ên Asyayê (yên wekî Hindistan û Çîn-Maçînê) de jî tê dîtin. Berevajî Yûnanistana sedsalên 6-5an a beriya zayînê, çanda aryayî ya serdema Hexamendişan metnên felsefî yên ji ayînê veqetandî hilneberandine; aryayiyan hem bi awayekî giştî di nava nivîsarên dînî yên wê serdemê de nîqaşên bingehîn ên felsefî li ser mijarên curecureyî gerandine, hem jî ji metafizîkê bigire heta gerdûnnasiyê (kozmolojî) û ji wir jî heta qiyametnasiyê (eskatolojî) li ser gelek babetan axivîne. Ev rastiya zanistî jixwe di tekstên kevnare yên “Gata”yan de,[52] her wiha di metnên ciwantir ên “Dînkerd”ê[53] de jî bi aşkerayî tên dîtin. Nivîsên zerdeştî yên herî zêde bi mantiqeke taybet a felsefî hûnayî vedigerin dawiya serdema sasanî û destpêka serdema îslamî ku mînaka wê ya sereke “Bûndahişn” e;[54] îcar “Bûndahişn”a ku hinek lêkolîner wateya “afirandina seretayî” didinê, di rastiyê de ji peyvên aryayî yên “binyadê hişîn”ê hatiye bidestxistin û hema hema tê wateya “mantiq”ê. Ev berhema kevneşopî xebateke pehlewî ya sereke ye û li ser bingehê nivîsarên zerdeştî hatiye berhevkirin; lê di heman demê de kurtedîrokeke efsanewî ya bûyerên heyama Medî/Keyanî û Aryanşehrê (Îranşehr) ye.[55] Di serdema sasaniyan de li ser felsefeya siyasî û exlaqî jî xebat hatine meşandin; di vê çarçoveyê de wêjeyeke bi navê “tacname”yê peyda bûye ku bandoreke berbiçav li ser felsefeya pratîkî ya serdema îslamî jî kiriye.[56] Pirtûka “Tacname”yê ya wêjeya sasanî -mîna piraniya navên pirtûkên wê serdemê- berhevokeke rêzikname, ferman û pendnameyan e; li ser kar û barên çîna şahan, jînenîgariyên wan, çanda giştî ya şahaniyê, şêwazên kevneşopî yên rêveberiyê, rê û resmên padîşahiyê, dîroka padîşahên berê û kevneşopiyên wan ên pratîkî zanyariyan belav dike. Li gorî hinek zanyaran, naveroka van pirtûkan ewqasî berfireh e ku mijarên wekî stêrnasî û pêşbîniya stratejîk jî di nav xwe de dihewîne; hêjayî gotinê ye ku her şahekî tacnameyek daye amadekirin ku îro wekî doktrînên taybet ên serokan tê zanîn.[57] Divê bê zanîn ku dînê Maniyî (Manîheîzm) duyemîn dînê mezin ê Aryayê ye ku dîroka wê vedigere serdema beriya hatina îslamê û ramanên wî yên derbarê gerdûnnasî û destpêka afirandinê de pir zengîn in; her wiha nêrînên wî yên derbarê qencî-xerabî, dîn-exlaq û çendek kêşeyên felsefî û dînî bandor li ser ramyarên serdema filetiyê û misilmantiyê jî kiriye. Cihê baldariyê ku rojhilatnas Prods Oktor Skjærvoyî derbarê Manî û pirtûka wî ya bi navê “Erjeng”ê (“Erteng”) de lêkolîneke berawirdkirî ya hêja amade kiriye; li gorî zanyariyê wî yên ji gelek çavkaniyên bingehîn berhevkirî, mêjûya rast a jidayikbûna Maniyî 14ê Nîsana 527an e û ji binemaleke xanedana eşkaniyên kurd e. Maniyê ku li Mardînûya peravên Dijle û Ferêt hatiye dinyayê, kurê Pategê Eşkanî ye[58] ku li gorî dîroknasên ereb û Şahnameya osmanî, tevahiya xanedanên Aryayê ji heman malbatê bûne û li gorî Şahnameyê jî tevahiya xanedanên şahan kurdnijad bûne. Di nava metnên “Erjeng”ê yên resen de beşên ku rasterast bi mantiq û felsefeyê re eleqedar hindik in; lê çendek bermayeyên wê yên berdest di nava rewşenbîrên misilman û fileh de bi sedsalan bûnê keresteyê nîqaşan û wekî nirxeke felsefî hatine hesibandin.

Wekî ku berê jî hate gotin, kurd û aryayiyên din hê di destpêkê de dînê îslamê naskiribû û beriya ku şûr bigihêje qirikê baweriya îslamê di nava kurd-aryayiyan de belav bûbû;Gavanê Kurd (Caban Es-Sardî El-Kurdî), Rûzbe Xweşnûdanê Espehanî (Selmanê Farsî), Pîrozê Deylemî (Fîrûz Ed-Deylemî) û Salimê Sitexrî (koleyê azadkirî yê Ebû Huzeyfeyî) beşdarî damezrandina pergala îslamî bûbûn. Her çi ku Bazanê Sasanî ye, wî ji du aliyan ve pergal nas kiribû; ji ber ku wî hem wekî nûnerê Aryayê li Yemenê liv û tevgera dînê nû şopandibû hem jî piştre bûbû misilman û wekî endamekî wê pergalê nûnertiya dînê nû kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokî-hedîsî Bazanê kurê Sasan neviyê Behramê Çopîn ê kurd e; navê wî yê dirêj Bazanê kurê Sasan kurê Bilaş kurê mîr Gamasp kurê mîr Pîroz kurê mîr Yezdê Gird kurê Behramê Gor (Çopîn) e. Bazan bi fermana Xosro Anûşî Rewan wekî mîrê Eden, Sana û derdora wê yên Yemenê û beşeke başûrê Erebistanê hatibû destnîşankirin; lê belê di sala şeşan a koçî de (627 z.) misilmantî qebûl kir û bû rêhevalek ji rêhevalên Pêxemberê Îslamê -silav lê bin-. Bi rastî çîroka misilmanbûna wî û misilmanên din ên kurd/aryayinijad nîşan dide ku bîr û baweriya îslamê hê di destpêkê de bijiniye nava hemwelatiyên Aryayê û desthilatdariya wê ya navendî Şahînşahiya Sasanî.[59]

Di serdema dagirkeriya ereban a li erdnîgariya Aryayê de Dibistana Ronahiyê (“El-Medreset’ul-Îşraqiyye”) ya ku ji aliyê zanayê kurd Şêx Şehabedînê Sorewerdî ve hatiye pêşxistin, behsa kevneşopiyeke felsefî ya li Aryaya beriya îslamê dike; pêşengên dibistanê navê “felsefeya şahane” (“el-hikmet al-xusrewaniyyah”) danîbû ser vê kevneşopiyê û dibe ku sedemeke kuştina wî jî ev ramanên wî yên neteweperwer bûn.[60] Dîsan dibe ku ji ber vê yekê fîlozofên misilman ên paştir cil û bergên pesinandî yên vê dibistanê sipartibûn têgeheke zimanî û navê wê wekî “felsefeya fehlewiyatê” guhartibû. Ji ber ku wê heyamê çi tiştê ku derheqê Aryayê, ziman, ayîn û çanda wê de bihata nivîsandin û bi zimanek ji zimanên aryayî bihata tomarkirin, navê wê yê naskirî “fehlewiyat” (pehlewîkî) bû.[61]      

            1. Mantiqa kurdî di navbera “Islah’ul-Mentiq” û “Neqd’ul-Mentiq”ê de

            Berhema Ebû Henîfeyê Dîneweriyî ya bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê neketiye ber destê me; lê belê xebata qerase ya seydayê wî Ibn’us-Sikîtî ya bi heman navî li ber destan e û wisan xuya dike ku “mantiqa erebî ya pêşîn” bi rêbaz û pirsgirêkên fesahet û belaxetê, ango rewanbêjiyê re mijûl bûye. Di rastiyê de hem di serdema nezaniyê (cahiliyet, serdema berî îslamê) de hem jî di serdema belavbûna îslamê û destpêka xilafetê de ji kesê xweşaxêv û rastaxêv re “fesîh” û “belîx” dihate gotin; lê belê bi belavbûna mantiqa yûnanî re peyva “mintîq”ê (kesê ku li gorî rêbazên mantiqê nîqaşan dimeşîne) jî kete nava zimên. Lewre mirov dikare bibêje ku kurdên misilman ên pêşîn jî li ber bayê zanistên erebî bi mijarên fesahet û belaxetê re eleqedar bûbûn; her çiqas mebesta wan a rasterast ne fesahet û belaxeta zimanê kurdî be jî, bikaranîna zimanê kurdî wekî amûreke têgihiştina zimanê erebî zanyarên kurd neçar dikir ku her du zimanan berawird bikin, bi qasî erebî kurdî jî bizanibin ku wergereke devkî ya baş bikin. Divê bê zanîn ku bi vegirtina Arya, beşeke xaka Bîzansê û beşeke xaka Romayê (Endelûs û Îtalya) re ereban dest bi terikandina hinek taybetmendiyên xwe yên zimanî û çandî kir; wekî nimûne: wan pergala siyasî-leşkerî ya Aryayê bêjing kir û guhaste nava sazûmana xwe ya hozdariyê, jimareyên xwe (yên wekî 1, 2, 3, …) bi jimareyên hindî (yên wekî ١، ٢، ٣ ، … ) re guhert. Ji aliyekî din ve guherîna dengnasî, peyvnasî û hevoknasiya erebî pirsgirêka herî mezin a serdema paşîn a xilafetê û heyamên emewî û ebasî bû; lewre xelîfeyê çarem Eliyê kurê Ebû Talibî dest bi parastina reseniya zimanê erebî kir û rêbazên pêşîn ên rêzimana erebî danîn. Ji bo heman mebestê di heyama emewiyan de jî rastnivîsek ji bo Quranê hate têkûzkirin û çanda wê bi awayekî fermî hate parastin; ji ber ku di heyama pêşîn a nivîsandina Quranê de tenê 14 tîpên alfabeya erebî hebûn, xalên li ser tîpan tunebûn û carinan 4-5 tîp bi heman şêwazî dihatin nivîsandin (mînak: tîpên destpêkê yên “ba”, “ta”, “sa”, “nûn” û “ya”yê bi kêrtikekê dihatin nişandan). Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku di serdema “Islah’ul-Mentiq”ê de zimanê kurdî jî wekî “hevalê parê” yê zimanê erebî dihate bikaranîn; dema ku mantiqê şûnpêya xwe li nava çand û zimanê erebî xurt kir, hemwelatiyên kurd ên dewleta erebî jî di bin siha wê guherînê de bala xwe da ser hatî-çûyiyên mantiqa yûnanî.

Bêguman ev guherîn û terikandina fesahet-belaxeta erebî ya kevneşopî bi serbestî sînorên dewleta erebî derbas nekirin û negihişt dil û hinavê zimên; kesên mînanî Ibn Teymiyeyê Heranî (1263-1328) yê kurdnijad li hemberî bayê mantiqa yûnanî li ber xwe dan, bertek û rexneyên tund pêşkêş kirin ku nimûneya herî berbiçav a berxwedana wî “Neqd’ul-Mentiq”a wî ye. Wî di xebat û fetwayên xwe de çand, ziman û mantiq-felsefeya wekî amraza dagirkeriyê bi nav dikir; lewre bi tundî hem li dijî materyalên çandî-zimanî yên rojavayî derdiket hem jî rexne li pûtperestiyê û dînê filehiyê digirt. Bi rastî dibe ku ev liv û tevgera wî xwe disparte sedemkareke mafdar a wê rojê jî; ji ber ku Kurdistan û tevahiya cîhana îslamî di bin gef û êrişên tatarên pûtperest û filehên rojavayî yên xaçperest de dinaliya. Divê bê zanîn ku beriya Ibn Teymiyeyî çendek zanayên misilman bikaranîna mantiqê wekî “peywira dînî” didît ku pêşengekî wan jî Xezalî bû; lê Ibn Teymiyeyî ev angaşta wan nepejirand û li hemberî wan radiwestiya. Di destpêkê de wî pêwistiya mantiqê pûç kir û diyar kir ku ev zanist mirovî nagihêjîne “baweriya pêwist”; lewre wî “fitreta mirovî ya durist” û “wijdana dînî” bi ser vê zanistê re girtin û çanda yûnanî (bi her du lingê wê yên pûtperest û fileh) dûrî kar û xebatên pratîkî yên misilmanan hesiband. Li gorî wî, mantiqa feylesofên yûnanî, sofiyan, zanayên “ilmê kelamê”, cihû û filehan mijara “berawirdkirin”ê (qiyas) berevajî dikin ku di rastiyê de hêz û qabiliyeta qiyasê ya mirovî pêwistiyê bi perwerdehiyê nabîne; ji ber ku “bingehê zanista ku tê de teqezî tuneye hîç û pûç e”. Şêx Mustefa Ebdurraziq derbarê vê bertek û berxwedana Ibn Teymiyeyî de dibêje ku “heke berxwedana li dijî mantiqa yûnanî li ser rêbaza Ibn Teymiyeyî bihata berdewamkirin, dê mîrateyeke ramanî ya gelekî pêşketî derketa holê”. Wisan dixuye ku Ibn Teymiyeyî hem bal kişandiye ser pêwistiya çavkaniya zanistê hem jî mantiqa yûnanî wekî xebateke mirovî ya bê sînor û çavkanî hesibandiye; her wiha li hemberî wê zanistê çavkaniyên sereke yên wekî “Quran, sunet, icma’ û qiyasa fitrî” danîne; lewre bi teqezî gotiye ku duristî û aramiya hişê mirovî bi hînbûna mantiqê pêk nayê, dermanê sereke yê aloziya ramanî ya yûnanî “pejirandina tewhîdê” (baweriya bi yekîtiya Xwedê), “baweriya bi tevahiya pêxemberan” û “baweriya bi roja dadweriyê ya qiyametê” ye.[62]

Hêjayî gotinê ye ku Dîneweriyî bi “Islah’ul-Mentiq”ê hewl daye ku movika pişta zimên bi keresteyên navzimanî xurt bike; Ibn Teymiyeyî jî bi çavkaniyên dînî xwezaya zimên parastiye û bi “Neqd’ul-Mentiq”a xwe bereyeke têkoşer û berxwedêr li dijî mantiqa yûnanî ya hawirdekirî ava kiriye. Lêkolînerê iraqî Dr. Elî El-Werdî jî di lêkolîna xwe ya li ser “Mantiqa Ibn Xeldûnî” de balê dikêşe ser çendek zanayên ku li dijî mantiqa arîstoyî rawestiyane û derbarê taybetmendiya berxwedêr a Ibn Teymiyeyî de wiha dibêje: “Cudahiya sereke ya di navbera Xezalî û Ibn Teymiyeyî de ew e ku gava gel ji ramanên Xezaliyî vekişiya, bêhêvî bû û jiyana tenahiyê hilbijart; lê belê Ibn Teymiyeyî heta dawiya temenê xwe bi wêrekî li dijî şaşiyan rawestiya, beşdarî têkoşîna gel bû, ji bo dermankirina derd-kulên wan ên rojane zend-bendên xwe hildan, sala 702an a koçî li hemberî êrişên moxolî/tatarî şer kir û dijminên xwe têk birin. Di serdema Ibn Teymiyeyî de rexneya mantiqê gihişte lûtkeyê; wî -wekî Xezaliyî- tenê rêbazên hişmendiyê û sedemkariyê (eqlaniyet û sebebiyet) rexne nekirin, wî bingehên mantiqê yên berawirdkirin û encamdayînê jî pûç kirin. Li gorî wî di ramanên mirovîn de rastiya kesekî nedişibihiya rastiya kesekî din; wekî mînak: rêbazên dermankirinê yên pizişkî li ba hemû pizîşkan ne yeksan e, rastiya pizîşkekî li ba yekî din şaşî ye.”[63]

            2. Awirek li bingehê zimanî yê mantiqa kurdan a kevneşopî

Mantiqa kurdan a gelêrî-kevneşopî hê di zaroktiyê de bi awayekî devkî li bin hişê zarokî tê çikilandin ku ev mantiq jî bi awayekî xwezayî li ser bingehên zimanî-çandî tê avakirin; dema ku zarok hê nizane biaxive jî, çendek şablonên dengî di ber guhên wî re tên derbaskirin. Bi gotineke din, newayên kurdî yên ahengdar bi riya xweşgotinok û loriyan li ber zarokî tên xweşkirin; piştre ji bo zarokan ji demeke kurt zimanekî hêsan ê yekkîteyî tê afirandin û dema ku maweya bikaranîna vî zimanî diqede jî tê qedexekirin. Wekî mînak: piştî peyvên “da” (dayê) û “ba” (bavo), pêwistiyên zarokî yên xwarinê bi peyvên “pifo” û “toto” tên dabînkirin; gava zarok li ser çendek fermanên baneşanî yên wekî “ep” (bixwe) “çûç!” (rûne), “tiş!” (bimîze), “kix!” (qirêj) tê perwerdekirin, êdî têkiliya wî ya bi derdorê re dest pê dike. Piştî vê pêngavê jî bi vî zimanê hêsan hevok tên afirandin û her ku diçe rêjeya peyvan tê zêdekirin (“ep ke!” “çûç ke!”, “tiş ke!”, “kix e!”… “pifo ep ke!” “vira çûç ke!”, “ewa kix e!”). Divê bê zanîn ku piştî avakirina danûstandineke zimanî û hînbûna bilêvkirina rast “maweya bikaranînê” ya vî zimanê taybet diqede. Lewre di gotineke pêşiyan de hatiye ku “wexta zarok bû digot ‘hêk’, niha mezin bûye û dibêje ‘qaqê’”; di rastiyê de bi vê gotinê şêwazê axaftinê yê kesekî gihiştî tê rexnekirin ku di zaroktiya xwe de peyv wekî mezinan bi lêv kirine û di mezinahiya xwe de jî vegeriyaye xisletên zaroktiyê. Gava zarok digihişte “asta axaftina rast” leza zimên bi riya zûgotinokan dihate zêdekirin; wekî mînak: bi riya hinek mamikên wekî “hêklo mêklo, çarim çêklo, hestiyê kewê, ber bêderê, kew firî, mamo dirî”[64] hêza jiberkirin û zû axaftinê ya zarokî dihate perçînkirin.

            Li gorî vegotinên Mele Mehmûdê Bazîdiyî, zarokên heyama wî di destpêkê de li ser xwendina Quranê dihatin perwerdekirin û dûvre hînî zimanê erebî dibûn;[65] bêguman di hînkirina zimanê erebî de “rêbaza jiberkirinê û wergerandina li ser kurdî” dihate bikaranîn, lewre zarokê kurd bi perwerdehiyeke berawirdkirî dest bi xwendinê dikir. Divê bê gotin ku di serdema Ehmedê Xaniyî de jî heman şêwaz dihate bikaranîn û çendek materyalên perwerdehiya berawirdkirî peyda dibûn; ji xwe di Nûbihara Biçûkan de jî derbas dibe ku “wekî ji Quranê xilas bin, lazim e li sewadê çavnas bin”, ango piştî hînbûna Quranê ya rasterast (bêyî hînbûna wateya naveroka wê) serdema xwendin-nivîsandina zarokê kurd dest pê dikir.[66] Wisa dixuye ku kurdên serdema navîn bi alîkariya zimanê erebî fêrî “sewad”ê (xwendin-nivîsandin) dibûn û bi zanistan re dibûne çavnas.

            Dibistanên serdema navîn wekî “medrese”yan dihatin binavkirin; xwendekarê medreseyê tenê bi perwerdehiya li ser zimanê erebî û zanistên dînî mijûl dibû; lê li hinek medreseyên navdar dîrok, bîrkarî, endazyarî, pizişkî, dermansazî û kîmya jî dihatin xwendin. Perwerdehiya li medreseyê li ser du qonaxên bingehîn dihat parevekirin: Di qonaxa yekem de xwendekar bi navê “suxte”, di ya duyemîn de jî wekî “misteîd” dihatin naskirin. Suxteyan li ber destê misteîdan dixwend û guhdariya wan dikir; lê misteîdan hem suxte perwerde dikirin hem jî ligel karên xwe yên rojane dersên rûbirû ji seydayên xwe werdigirtin.[67] Zeynelabidîn Zinar di berhema xwe ya bi navê “Xwendina Medresê” de diyar dike ku piştî pejirandina dînê îslame ta çarêka sisiyan a vê sedsala bîstî jî, xwendekar ji astên şagirtî, feqîtî, talibtî û meletiyê re derbas dibûn; her wiha kurdan hertim giraniya xwe dabûye ser xwendina dînî û di medreseyên xwe de bi piranî zarokên xwe li ser zimanê erebî dane xwendin. Her çiqas ew xwendina Quranê, ya “serf û nehw”ê, ya “şerîet”, “hedîs”, “mantiq”, “felsefe”, “cebir” û hwd bi zimanê erebî dihatin kirin jî, dersdaran metnên heyî bi giştî werdigerandine zimanê kurdî û bi zimanê kurdî ders didane şagirdên xwe yên kurdziman. Her wiha çend pirtûken ku xwerû bi zimane kurdî  bûn jî wekî ders didane xwendin. Divê bê aşkerakirin ku nivîskarên piraniya wan pirtûkên dersê yên bi zimanê erebî zanayên kurd bûne; ev rastî jî nîşaneya wê yekê ku hewesa mele û feqiyen kurd zêde ji pirtûkên nivîskarên ereb re çênebûye. Ji aliyekî din ve, medreseyên Kurdistanê ji duh heta îro zimanê kurdî di rewşên ewqasî zehmet de bi serbilindî parastiye û li peşberî pişaftinê li ber xwe daye.[68]

            Di medreseyên kurdan ên kevneşopî de êpêcek berhemên li ser mantiqê derdikevin ber çavan ku mîrateyeke bi zimanê erebî ya kurdan e; her çiqas heta niha li kurdî nehatibin wergerandin jî, divê ev xebat di çarçoveya “mîrateya çandî ya kurdan” de bên nirxandin û senifandin.Mirov dikare nimûneyên herî naskirî yên vê mîrateyê wiha rêz bike: Ebû ‘Eliyê Dînewerî (m. 289 k./901 z.) “Islah’ul-Mentiq”(El-E’lam, 1/107),Ebû Henîfeyê Dînewerî (281-290 k./893-902 z.) “Islah’ul-Mentiq” (El-E’lam, 1/123), Ibn Teymiye (661-728 k. / 1263-1328 z.) “Neqd’ul-Mentiq” (Şezerat’uz-Zeheb, 6/80-86; El-E’lam, 1/144), Seyfedînê Amedî (551-631 k./1156-1233 z.)“El-Meaxiz’ul-Celiyyetu fî’l-Muaxezat’il-Cedeliyye”, “El-Xeraib we Keşf’ul-Ecaib fî’l-Iqtiranat’iş-Şertiyye”, “Şerhu Kitab’il-Cedeli li’ş-Şerîf El-Meraxî”, “Rumûz’ul-Kunûz” (Meşahîr’ul-Kurd, 1/74; Şezerat’uz-Zeheb, 5/144-145), Ibn Heyder (m. 1151 k./1738 z.) “Hewaşin fî’l-Mentiq (El-E’lam, 1/37), Tahayê Goran (1231-1300 k./1816-1883 z.)“Şerh’ul-Qism’is-Sanî min Kitab’it-Tehzîb fî’l-Mentiq” (Hediyyet’ul-‘Arifîn, 1/433), Ûsivê Goran (m. 1000 k./1592 z.) “Risaletun fî’l-Mentiq” (Xulasat’ul-Eser, 4/58), Ûsivê Soran (m. 1002 k./1594 z.) “Haşiyetu Şerh’il-Qutbi li’ş-Şemsiyye”, “Haşiyet’ul-Fenarî li Qewli Ehmed” (Meşahîr’ul-Kurd, 2/228; El-E’lam, 8/252), Mela Eliyê Goran (m. 1094 k./1683 z.) “Haşiyetun ‘ela Şerh’iş-Şemsiyyeh li’l-Qutb” (Xulasat’ul-Eser, 3/4;Hediyyet’ul-‘Arifîn, 1/762), Evdirehmanê Amedî (m. 1190 k./1776 z.)“Şerh’ul-Wuldiyyeti fî’l-Mentiq” (Mu’cem’ul-Muellifîn, 5/146), Evdiselamê Mêrdînî (1200-1259 k./1786-1843 z.)“Xulasat’ul-Mentiq”(Mu’cemu Musannifî’l-Kutub’il-Erebiyye, 273)Mihemedê Amedî (sedsala 12an a koçî/ 18an a zayînî)“Seyf’un-Nutqi fî Ilm’il-Mantiq” (Hediyyet’ul-Arifîn, 2/333; Mu’cem’ul-Muelifîn, 10/201),  Şêx Meirûfê Nûdehî (1166-1252 k./1753-1838 z.) “Feth’ul-Mewaqifi fî ‘Ilm’il-Mentiq” (El-E’lam, 7/105; E’lam’ul-Kurd, 30), Ozman Sidqiyê Gordimî (m. 1296 k./1879 z.) “El-Wafiyetu fî’t-Tesrîfi we’n-Nehwi we’l-Mentiq”(Mu’cem’ul-Muellifîn, 6/256), Evdirehmanê Qeredaxî (1838-1917) “Tuhfet’ul-Lebîb fî’l-Mentiq” (E’lam’ul-Kurd, 119), Şêx Nûredînê Şîrvanî (1285-1361 k./1867-1936 z.) “El-Felsefet’ul-Ilmiyyeh”, “El-Felsefet’ul-Exlaqiyyeh”, “El-Felsefet’ul-‘Ulya”, “El-Mentiq’ul-Cedîd”, “El-Mentiq’ul-Qedîm” (E’lam’ul-Kurd, 122-227; Mu’cem’ul-Muellifîn’el-Iraqiyyîn, 3/410), Mihemedê Îspîrî (1133-1194 k./1721-1780 z.) “El-Fewaid’ul-Îsbîriyyeh” (El-E’lam, 7/156), Şêx Tahayê Sindî (sedsala 13-14an a koçî) “Şerhu Tehzîb’il-Mentiq” (Meşahîr’ul-Kurd, 1/275-276), Şêx Emerê Merdoxî (1302-1355 k./1885-1936 z.)“El-Haşiyetu ‘ela Kitab’il-Burhan li’l-Kelbûnî”, “Haşiyetun ‘ela Risalet’il-Meqûlat” (El-E’lam, 5/65; Mu’cem’ul-Muellifîn’el-‘Iraqiyyîn, 2/244), Evdilkerîmê Mideris ê Şehrezorî (1323-1415 k./1901-2005 z.) “El-Miftah”, “El-Wereqat”, “El-Ezîze”, “El-Wecîhe”, “El-Meqalat fî’l-Meqûlat’il-Eşre” (Tarîxu ‘Ulemai Bexdad, 442-444; Mu’cem’ul-Muellifîn’el-Iraqiyyîn, 2/314).[69]

            3. Dibistanên mantiqnasiyê yên kurdan

            Lêkolîner Şakir Epozdemir dibistanên kevneşopî yên kurdan wekî “medreseyên mîran” û “medreseyên neqşebendiyê” polîn dike; lê belê gava mirov li gorî pêvajoya dîrokî û hînkirina zanistên mantiq-ramyariyê van dibistanan bisenifîne, çendek dibistanên sereke derdikevin ber çavan: “Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê”, “Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî”, “Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê”, “Dibistana Heranê ya Rexneyî”, “Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê” û “Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman”. Bêguman van dibistanan ne tenê fêrkarî û hîndekariya zanista mantiqê kirine; her wisan berhemên li ser mantiqê jî hilberandine, hinekên wan dijberiya mantiqê kiriye û bi vî awayî vegeriyane dibistanên rexneyî.

Heke ev dibistan li gorî pêvajoya dîrokî bên senifandin, Dibistana Dînewerê li pêş hemûyan e ku dawiya serdema emewî û destpêka serdema ebasî temsîl dike; di vê pêvajoyê de berawirdkirina zimanê erebî yê hevpar (ji bo tevahiya misilmanan) bi zimanê yûnanî re dest pê kiriye, geşedana zimanê erebî di bin ronahiya xebatên wergerandî de teşe girtiye û kurdan jî di perwerdehiya wergerkî ya wê çaxê de ji bo zimanê xwe “faydeyeke devkî” ji wan werger, berawirdkirin û hilberînan wergirtiye. Di serdema Dibistana Sorewerdê de pêla neteweperweriyê ya pêkhateyên Dewleta Ebasî xurt bûye ku ereban ev pêla neteperweriyê wekî nijadperestiya pêkhateyan (“şu’ûbiye”) bi nav kiriye; di qonaxê de her pêkhateyekê hewl daye ku tayê teraziya zanistan ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî takêş bike. Lewre di ber bayê vê pêlê de Şehabedînê Sorewerdiyî jî ji mantiqa yûnanî û kevneşopiya aryayî dibistaneke serbixwe ava kiriye û navê wê felsefeya îşraqî/xusrewanî daniye. Mixabin dibistana wî ya îşraqî/xusrewanî rastî fetisandin û tepeserkirinê hatiye; her çiqasî berhemên hêja pêşkêş kiribin jî, ramanên wî yên neteweper ji aliyê eyûbiyan ve bi dilxweşî nehatine pêşwazîkirin û poşmaniya desthilatdaran a piştî kuştina wî jî bi kêrî tiştekî nehatiye. Wisan dixuye ku mantiqa arîstoyî, bi taybetî jî “Îsagocî”ya Ebheriyî di serdema Dibistana Sêwazê de bi kêfxweşî hatiye pêşwazî kirin; lewre hanzûka li tevahiya Anatolya û Kafkasyayê belav bûye, piştre derbasî Trakya û Balkanê jî bûye. Di serdema Dibistana Heranê de cîhana misilmanan, bi taybetî jî Kurdistan û Arya rastî êrişên tatar û xaçperestan hatiye; di vê pêvajoyê de damezirînerê ramanî yê dibistana rexneyî Ibn Teymiyeyî li dijî hemû raman û bîrdoziyên ne-erebî û der-îslamî şerekî dijwar daye destpêkirin, bi taybetî jî li dijî fileh û çanda yûnanî bertekeke tund nîşan daye. Wisan dixuye ku sedema sereke ya tundiya Ibn Teymiyeyî ew bûye ku çanda yûnanî û nûnerên wê yên xaçperest wekî dagirker hesibandine, ew wekî êrişkarên li ser çanda îslamî pênase kirine û hewl daye ku wan bi tevahî bide rawestandin; her wiha civakê vegerîne ser bingehên wehy, şiroveyên nebewî û kevneşopiya dînî-ramanî ya berî pêla mantiq-felsefeyê avakirî. Di serdema Dibistana Qeredaxê de medreseyên Kurdistanê yên di navbera osmanî-sefewiyan de parçekirî hewl daye ku bi mezheba şafiî û rêbaza Xezaliyî kevneşopiya eyûbî vejîne; bi vê taybetmendiya xwe ji osmaniyên henefî û sefewiyên şiî veqete, her wiha ramanên Sorewerdî û Ibn Teymiyeyî jî bêlayane û wekî mîrateyeke çandî biparêze. Di serdema Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman de damezirînerê wê Mela Mûsayî hem dest avêtiye mîrateya zanyarên bazîdî yên beriya xwe, hem xwestiye rûgeha medreseyan vegerîne ser pergala kevneşopî ya kurdan, hem jî naveroka dersan siviktir û zengîntir bike; lewre têgiha “melayê duwanzdeh-ilmî” kêm dîtiye û bi du zanistên nû (tecwîd û tesewif) têgiha “melayê çardeh-ilmî” guncayî dîtiye.

3.1. Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê

            Li gorî Ferhenga Dêhxudayî “Dînewer bajarekî devera Cebelê, ango Kurdistanê ye ku nêzikî Qormisînê (Xormisînê) ye; gelek kesên navdar ji vê deverê ne. Dûrahiya wê ji Hemedanê bi qasî bîst û çend fersexan e û bi qasî çar menzilan jî dûrî Şehrezorê ye. Heke rûberê Hemedanê bikî sê paran, Dînewer bi qasî du parên wê ye; êpecek cureyên mêwe, sewze û rehekan lê peyda dibin û erdnîgariyeke avdar e. Niştecihên Dînewerê ji yên Hemedanê comerdtir in; Evdilahê Dînewerî (Ebû Muhemmed Ebdullah b. Muhemmed b. Wehb b. Bişr b. Salih b. Hemdan Ed-Dînewerî, miriyê sala 308an k.) xelqê vî bajarî ye. Li gorî Ansîklopediya Îslamî, di çavkaniyên suryanî de navê wê <Dînhewer> e û avakirina bajêr vedigere serdema beriya îslamê. Ev bajar di serdema xelîfeyê duyem Emer kurê Xetabî de yek ji bajarên herî zengîn ên devera Hemedanê dihat hesibandin û di şerê Nehawendê yê sala 642an de radestî misilmanan bûbû. Di serdema Muawiyeyî de wekî ku Nehawend bi navê <Maha Besrayê> (Mah’ul-Besra) dihat naskirin, Dînewer jî wekî <Maha Kûfeyê> (Mah’ul-Kûfe) dihat binavkirin (Divê bê zanîn ku peyva “Mah”ê tê wateya “Mad”ê û bi vî awayî bajarên Kûfe û Besrayê bajarên sereke yên erdnîgariya Medyayê bûne.[70]). Guy Le Strange dinivîse ku bi qasî bîst û pênc kîlometroyan li rojavaya Kengawerê bermahiyên Dînewera kevnare hene ku di sedsala çaran a koçî de paytexta xanedaneke serbixwe ya biçûk a bi navê Mîrgeha Hesnewiyeyê bûye û serokê wê yê kurd sala 369 k./979 z. miriye. Mîrgeha Hesnewiyeyê bi qasî 50 salî li wê deverê desthilatdarî û serwerî kiriye; dema ku ereban Arya zeft kiriye, saman û dahatên vê deverê jî ji bo alîkariya xelqê Kûfeyê û xanenişînên wê dihate terxankirin, lewre serdemekê navê Mah’ul-Kûfeyê li wî bajarî û navçeyên wê hatiye danîn. Ibn Hewqel di sedsala çaran a koçî de qala Dînewerê dike; rûberê wê bi qasî sêyeka Hemedanê û xelqê wê ji yê Hemedan têgihiştîtir dide nasîn. Meqdisî jî radigihîne ku <bazar û baxên wê yên baş ji her aliyî ve dorpêçkirî ne û mizgefta wê ya mezin yek ji avahiyên serdema Hesnewiyan e ku li çarşiya wê ya sereke ye; li banê mizgeftê gunbed û şaneşînek heye ku min ji wê avahiyê çêtir nedîtiye>. Dema ku Hemdulahê Mustewfiyî pirtûka xwe di sedsala 7an de nivîsandiye, Dînewer hin niştecih li bajarê kevnare hebûne; kêş û hewaya wê nerm bûye û wekî welatekî avdar gelek cureyên gênim û tiriyan lê hêşîn dibûne. Bajar di heyama emewî û ebasiyan de şên û zengîn bûye; lê piştre ji aliyê Tîmûrê Leng ve bi tevahî hatiye wêrankirin.”[71] Ev bajarê ku heyameke dirêj bûye navenda desthilatdarî û zanistê gelek zanyar derxistine ser dika dîrokê û perwerde kirine.

Îcar serdema “Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê” vedigere heyama Ebû ‘Eliyê Dînewerî (m. 289 k./901 z.) û Ebû Henîfeyê Dînewerî (281-290 k./893-902 z.) ku her duyan jî bi navê “Islah’ul-Mentiq”ê berhem nivîsandine; her çiqas berhemên her duyan negihiştibin destê me jî, xebata mamosteyê Ebû Henîfeyî yê bi navê Ibn’us-Sikîtî nîşan dide ku xîmê vê ekolê li ser pirsgirêkên dengnasî, peyvnasî, rîşenasî û watenasiyê hatiye avakirin. Wisan e, dibistana Dînewerê jî rengvedaneke kurdî ya dibistanên Besra, Kûfe û Bexdayê ye; her wiha pirsgirêkên civaka ebasî ya wê serdemê çareser dike ku rastî pêleke feramûşbûna zimanî hatibû. Ibn’us-Sikît di beşa yekem a vê xebatê de behsa çend mijarên zimanê erebî dike û li ser rayek, kêş û watenasiya lêkerên erebî radiweste. Di beşa duyem û sêyem de jî li ser mijarên ferhengsaziyê disekine û di cihên tenîsk de gavan diavêje nava zimannasiya erebî; -bêyî ku termînolojiyekê diyar bike-, rêbazên dengnasiyê nîqaş dike û mînakên xwe ji ayet, hedîs, gotinên pêşiyan ên ereban û helbesta erebî werdigire, wihareng e çewtiyên zimanî yên berbelav sererast dike. Her çiqas mebest û taybetmendiya sereke ya “Dibistana Dînewerê ya Rîşenasiyê” parastina zimanê erebî ji pêlên guherandin û pişaftinê be jî, kurdan ji van xebatan sûd û nimûne wergirtiye; bi sayeya van xebatên zanistî li dijî pişaftinê li ber xwe daye û zimanê kurdî parastiye.

            3.2. Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî

            Bajarokê Sorewerdê jî di Ferhenga Dêhxudayî de derbas dibe ku gundekî navçeya Qeydarê ya bi ser Zenganê ve ye; navenda wê navçeyê jî dikeve nava gelî û qûntarên başûrî yên çiyayê Qeydarê. Ev dever ji 25 wargehên mezin û biçûk pêk tê û roja îroyîn nêzîkî 12 hezar akincihên wê hene; navenda vî gundî bajarokê Kersefê ye û berê bajarekî biçûk bûye.[72] Lê belê Wikipediyaya farsî diyar dike ku Sorewerd bajarokekî bi ser bajarê Xodabandeyê yê parêzgeha Zenganê ye, gelheya wî bêhtirî 7 hezar kesî ye û bi qasî 24 klometroyan dûrî bajarê Qeydarê ye. Sorewerd ji aliyê erdnîgariyê ve dikeve başûrê bajarê Germavê û rojavaya bajarê Bîcarê yê Kurdistanê. Xelqê Sorewerdê misilmanên şiî ne û bi tirkiya azerîkî diaxivin. Sorewerd heta sala 1387an k.h. gund bûye û piştre wekî bajarok hatiye pejirandin. Ji navdarên Sorewerdê çar nav li pêş in: Şehabedînê Sorewerdî (549-587 k./ 1154-1191 z.): feylesofê navdar ê bi nasnavên “Şêxê Îşraqê”, “Şêxê Kuştî/Meqtûl” û “Şêxê Şehîd”Şehabedîn Emerê Sorewerdî (542-632 k.): yek ji navdartirîn şêxên sofîtiyê; Eb’un-Necîbê Sorewerdî (563-490 k.): yek ji şêxên sûfî yên sedsala 6an a koçî, hiqûqnas û şîretbêjê mezheba şafiî; Ehmedê Sorewerdî (645-741?): yek ji xweşnivîsên navdar ên serdema îlxaniyan û şagirtê Yaqûtê Muste’samî ye. Ji destkariyên deverê xalîçe û carcîm navdar in; her wiha keledoş û avgoşt jî du xurekên wê yên naskirî ne.[73] Li aliyê din, Wikipediyaya erebî jî diyar dike ku Sorewerd bajarokekî nêzikî Zenganê yê bakurê rojavaya Îranê ye di nava sînorên herêma Medyaya kevnare de ye. El-Istexrî (m. 346 k.), Ibn Hewqel (m. piştî 367 k.), Yaqût El-Hemawî (m. 626 k.) û Ebû’l-Fîdayî (m. 732 k.) ragihandiye ku Sorewerd dikeve devera El-Cibalê/Kurdistanê; rojhilat û başûrê Kurdistanê nêzikî sêyeka çar parên vê devera çiyayî pêk tînin û Sorewerd jî li rojavaya vê herêmê ye ku dikeve bakurê Şehrezorê yê li ser sînorên Herêma Kurdistana Iraqê yên bi Îranê re. Ibn Hewqelî di pirtûka xwe ya bi navê “Sûret’ul-Erd”ê (r. 314) de Sorewerda ku dişibihe Şehrezorê wiha pênase kiriye: “Ji aliyê lawanî û konfora jiyanê, pêwendiyên piralî û bedewiya şûnwarê ve devereke bibereket e, di rewşeke xweşhal de ye, xwediyê dîmeneke xweşik e û kurd lê serwer in.” Gelheya wê ji 6 hezar kesî zêdetir e.[74] Ji aliyekî din ve, Ansîklopediya Îslamê agehiyên berfirehtir dide û kurdbûna vî gundî dipeyitîne: “Erdnîgarên misilman ên serdema navîn <Sorewerd>ê wekî bajarokekî parêzgeha Cîbalê, ango Kurdistanê bi nav dikin ku dikeve başûrê Sultaniyeya li ser riya Hegmedan-Zenganê. Li gorî Istexriyî, ev rê bihura herî kurt bûye ku ji Kurdistanê diçûye Azerbeycanê û bi gelemperî di heyama aştiyê de dihate bikaranîn; lê di heyamên aloziyên siyasî de rêwiyan li şûna wê riya dirêjtir a bi ser Qezwînê re hildibijartiye. Ibn Hewqel di bareya her du riyan de agehiyeke berovajî vê yekê nivîsandiye: <Ji ber ku kêş û hewaya Sorewerdê her wekî deverên bilind sar bû; ji bilî dexl û hin mêweyên hûrik, ji aliyê çandiniyê ve ne adan bû û zêde berhem jê nedihat>. Di sedsala 10an a ku Ibn Hewqelî ev agehî nivîsandine, Sorewerd bajarokekî kurdan bûye ku endamên mezheba xaricî lê dijiyan; ev bajarê bi dîwaran dorpêçkirî piştre ji aliyê moxolan ve hatiye wêrankirin û piraniya niştecihan ji bajêr koçber bûne. Hemdullahê Mustewfî Sohrewerda sedsala 14an tenê wekî gundekî biçûk bi nav dike ku çendek gundên tataran jî li dorberên deverê hebûne.”[75] Ji zanyariyên berdest wisan dixuye ku Sorewerda serdema kurdan bi çalakiyên sofîtiyê ve navdar bûye û vê rewşê bi qasî çend sedsalan berdewam kiriye.

Îcar damezrînerê “Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî” yek ji mezintirîn feylesofên dîroka Kurdistanê Şehabedînê Sorewerdî ye ku “hikmeta xusrewanî ya Aryaya kevnare” vejandiye; her wiha demeke dirêj li ser rêbaz û hûrgiliyên mafnasiyê xwendiye û helbestvan jî bûye. Şêxê Îşraqê çendek dîtinên nû li mantiqê zêde kirine ku di mantiq û felsefeya “Gerokan” (“Peripatos”/“Meşşaiyyûn”)  a yûnanî de nayên dîtin. Ew van dîtinên xwe wekî “rêbazên ronîkirinê yên mantiqê” bi nav dike; lê belê wî beşên mantiq û felsefeya Gerokan jî qebûl kiriye û di beşa yekem a pirtûka “Hikmet’ul-Îşraq”ê amaje bi wê yekê kiriye. Wî di destpêka çendek pirtûkên xwe de (“El-Mutarahat”, “Et-Telwîhat”, “El-Lemehat” û “Hikmet’ul-Îşraq”) behsa mantiqê kiriye; di her sê pirtûkên pêşîn de bi awayê kevneşopiya Gerokan mijarên mantiqî nirxandine, lê di “El-Mutarahat”ê de mijarên wî yên mantiqê cihêreng, berfirehtir û xwedî aliyekî dîrokî ne. Ji aliyekî din ve, ew di her sê pirtûkên pêşîn de bi Gerokan re li hev dike, lê armanca wî ya ji “Hikmet’ul-Îşraq”ê ew e ku rêbazên mantiqê bi awayekî pir kurt rave bike; her wiha wî ramanên Ibn Sînayî yên derbarê “hikmeta rojhilatî/aryayî” de derxistine ber bazara rewşenbîriyê û bi vê taybetmendiya xwe bûye vejînerê “sofîgeriya aryayî” û afirînerê “hikmeta xusrewanî”.[76] Bêguman Sorewerdî serokê platonîstên cîhana misilmanan e; lê wî bi xwe navê felsefeya xwe daniye “hikmet’ul-îşraq” (bi kurdî: “şarezatiya ronahiyê/felsefeya ronakbîriyê”, bi latînî: “aurora consurgens”), wateya “hilhatin û çirûsîna rojê” lê bar kiriye û bi vê taybetmendiya xwe, hêja ye ku wekî “pêşengê misilman ê rewşenbîrên kurdan” were binavkirin. Divê bê gotin ku ev ramana wî ne felsefeyeke platonî ya taybet e; lê belê pêkhateyeke ramanên Platon, Arîstoteles, Neoplatonîstan, Zerdeşt, Hermes, efsaneya Thoth û ramanên sofiyên misilman ên pêşîn e.[77] Di vê çarçoveyê de dibistana îşraqî ne saziyeke perwerdehiyê ya gelemperî ye; lê dibistaneke rewşenbîriyê ya gerdûnî ye ku pêşengî li gelek ramanên sofiyane û rewşenbîrane kiriye. Ji ber ku “Dibistana Sorewerdê ya Îşraqî” hem aliyekî felsefeyî hem jî aliyekî sofiyane dihewîne; li milê felsefeyî, bi çalakî û qabiliyetên hişê mirovî bawer dike, lê hişê mirovî wekî çavkaniya yekane ya zanînê nabîne. Li milê sofîtiyê jî, ev dibistan baweriyê bi “keşf” (“vedîtina bi riya îlhamê”), “şuhûd (“têgihiştina bi riya dilî”) û “hikmet’ul-işraq”ê (“felsefeya ronakbîriyê”) tîne, wihareng vê baweriyê jî wekî asta herî birûmet û herî bilind a zanînê dipejirîne.[78] Di encamê de mirov dikare bibêje ku Sorewerdiyî gazî berhevkirin, bêjingkirin û nirxandina “hikmeta zewqî ya îşraqê” û “hiqmeta lêkolînî ya yûnanî” kiriye; her wiha bi helandin û bihujandina her du felsefeyan ramaneke xwedî-esalet sêwirandiye. Li gorî bîr û baweriyên wî, kesê ku li bilindkirina asta ramana mirovî digere, divê hem ramana xwe li ser bingehê zanist û felsefeyê ava bike hem jî di dil û hişê xwe de asta xwe ya giyanî berz bike ku bigihêje armanca xwe ya dawîn.[79]

            3.3. Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê

            Ji destkeftiyên arkeolojiyê diyar dibe ku di sedsala 17an BZ de beşa başûrî ya Sêwazê di nava sînorên Hîtiyan de bûye û di serdema Dewleta Hîtiyan a Dereng de bi navê xwe yê “Tilgarimmu” hatiye naskirin. Sêwaz di sedsala 8an BZ de ji aliyê Kîmerî û Sakayiyan ve hatiye dagirkirin; lê di destpêka sedsala 6an BZ de ketiye bin desthilatdariya Medan (695-550 BZ) û di nîveka heman sedsalê de jî ketiye bin desthilatdariya Hexamendişan (550-332 BZ). Piştî demeke kin a desthilatdariyê, di nîvê duyemîn ê sedsala 4an BZ de bi Padîşahiya Makedonî ya Îskenderê Mezin ve hatiye girêdan (332 BZ); lê di sala 17an  PZ de tevî hemû Kapadokyayê Sêwaz jî ketiye bin desthilatdariya Komara Romayê (395 BZ). Di vê serdemê de ji bo demine kurt Sêwaz ketiye destê Eşkaniyan (Partan) û Sasaniyan; lê di serdema Bîzansiyan de devereke parêzgeha Ermenîstanê û di sedsala 12an de jî parêzgeheke bi navê xwe yê niha Sêwaz bûye (395-1152 z.).[80] Li gorî pisporê dîroka Bîzansê A. H. M. Jonesî, cara pêşîn ev bajar ji aliyê fermandarê romayî Gnaeus Pompeius Magnus ve bi navê “Megapolîs” hatiye damezrandin; lê piştî belavbûna filetiyê (xrîstiyaniyê) keşeyekî bi navê “Sebaste” li vê deverê jiyaye û navê wî li ser bajêr maye.[81] Îcar Qeyserê bîzansî Justinianê Yekem di sedsala 6an de li dora bajêr bedeneke (dîwar) zexm daye lêkirin; her wiha Ferhenga Oxfordê ya Bîzansê jî diyar dike ku di sala 908an de ji aliyê îdarî ve rewşa Sêwazê  “devera sînorî ya xurtkirî” (bi latînî: “kleisouraqereqola devera dûr”) bûye û di sala 911an de wekî parêzgah (theme) hatiye destnîşankirin.[82] Çavkanî dibêjin ku Qeyser Basilê Duyem di destpêka salên 1020î de li şûna devera Vaspûrakanê herêma derdora Sêwazê bexişandiye Qral Seneqerîm Ardzrûniyê ermenînijad; piştî vê bûyerê bi hezaran hevalbendên wî yên ermenînijad li bajêr bi cih bûne.[83] Diyar e ku xurtkirina bedenên bajêr û damezrandina wê wekî parêzgah têra parastina wê nekiriye; ji ber ku ev bajar, ango qereqola dûr a bîzansî sala 1059an ji aliyê tirkan ve hatiye talankirin.[84] Di meha tebaxê ya heman salê de leşkerên mîrên cuda li ber bajarê bêdîwar kom bûne û di destpêkê de dudil bûne ku dest bi talanê talan bikin; ji ber wan qubeyên çend dêrên xiristiyan ên bajêr wekî konên kampên leşkerî hesibandine. Dema ku wan fêm kiriye ku bajar bêparastin e, wan bi qasî heşt rojan Sêwaz agirdadayî kiriye; beşeke mezin a akincihên wê qetil kirine û gelek kes jî dîl girtine.[85] Sêwaz piştî şerê Melazkurdê yê sala 1071ê ketiye destê Xanedana Danişmendî (1071-1174) ku dîroknasê bîzansî Nicetas Choniates mîrê yekem ê vê xanedanê Danişmend Qazî wekî endamekî xanedana eşkanî ya kurd pênase dike.[86] Ji aliyekî din ve, “Danişmendname” ya wê serdemê diyar dike ku navê wî yê rastîn Mîr Ehmedê Meletî ye, navê bavê wî Eliyê Mizrabî ye û diya wî keça serwerê Meletiyeyê Mîr Emer e; dema ku bi Siltan Turasanê neviyê Betal Qaziyî re dibe heval, hem ji wî fêrî şûrbaziyê dibe hem jî li ba zanayan zanistên îslamî dixwîne. Bi vî awayî di demeke kurt de dibe alim û ji ber vê sedemê navê wî danîne “danişmend”, ango “zana”.[87]Di sala 1174an de bajar ji hêla mîrê selçûqî Kiliçarslanê Duyem ve hatiye dagirkirin û digel paytext Konyayê wekî paytextê duyem hatiye bikaranîn. Divê bê gotin ku di serdema Selçûqiyan de Sêwaza li ser riya hevrîşimî vegeriyaye navendeke giring a bazirganiyê; her wiha lê kelehek hatiye jenîn û saziyên perwerdehiya îslamî (mizgeft û medrese) hatine avakirin. Her çiqas sûrên bajêr di sala 1221ê de ji aliyê Siltan Elaedîn Keyqubadê Yekem ve hatibin tamîrkirin jî, piştî demeke kurt êrişên moxolan dest pê kiriye û di heyama şerê Kosedaxê yê sala 1243an de Sêwas jî tevî axa selçûqiyan ketiye destê moxolan. Ji jînenîgariya Esîredînê Ebheriyî dixuye ku di serdema êrişên moxolan de li Şamê bûye; di heyama selçûqiyan de çûye Sêwazê û dersên mantiqê dane. Bêguman wî di vê geşt û gerê de “Îsagocî”ya xwe jî daye nasandin û ev xebata wî piştre bûye pirtûka dersê ya danişmendî, selçûqî û osmaniyan. Ji bo ku pirtûka “Îsagocî”yê ya Ebheriyî bandoreke xurt li ser medreseyên Sêwazê û beşeke Kurdistanê kiriye, ji wir jî derbasî Konyaya Anatolyayê bûye, her wiha piştre li Trakya, Balkan û Kafkasyayê jî belav bûye.[88] Em ê jî di çarçoveya vê gotarê de tenê behsa “Îsagocî”yê û nivîskarê wê Şêx Esîredînê Ebherî û taybetmendiyên “Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê” bikin.

Îcar “Îsagocî”yaPorphyriosî berhemeke derheqa mantiqê de ye ku sedsalên 4-5an ji yûnanî bo latînî û suryaniyê hatiye wergerandin; piştî dused salî jî li zimanê erebî hatiye wergerandin û li cîhana misilmanan kevneşopiyeke îsagociyan dest pê kiriye. Piştî serdema Helenîstîk û Patrîstîk li  ser vê berhemê gelek lêkolîn, kurtasî û şirove hatine amadekirin; di pêvajoya dîrokê de digel “Organon”a Arîstotelesî bûye yek ji metnên giring ên lêkolînên mantiqê. Her wisan di nava misilmanan de jî zanayên wekî El-Kindî (m. 866 z.), Ehmed b. Et-Tayyib Es-Seraxsî (m. 896 z.), Ebûbekr Mihemed b. Zekeriya Er-Razî (m. 925 z.), Ebû’l-Ferec b. Et-Tayyib (m. 1020 z.), Meta b. Yûnus (m. 940 z.), Ibn’ul-Xemar (m. 942 z.), Farabî (m. 950 z.), Ixwan’us-Safâ, Ibn Sîna (m. 1037 z.) û Şêx Esîredînê Ebherî (m. 663 k./1265 z.) li ser “Îsagocî”yê lêkolîn, kurtasî û şirove nivîsandine.

Li ser hûrgiliyên jînenîgariya damezrînerê “Dibistana Sêwazê ya Îsagociyê” Şêx Esîredînê Ebheriyî çend ewrên gurgurok hene. Divê bê gotin ku carinan dereweke li ser navê zanistê bi salan dezgehên zanistî mijûl dike; mijara nijada Esîredînê Ebheriyî û jînenîgariya wî jî babeteke hêjayî zelalkirin û lêkolînê ye ku me rastiya wê derxistiye ber ronahiyê. Wekî mînak: Mehmet Sadettin Aygenê tirknijad bajarê “Ebher”ê yê naskirî wekî gundekî Afyonê yê bi navê “Eber”ê dide nasandin û rasterast wî dike tirknijad.[89] Îcar gava mirov li çavkaniyên kurd, aryayî û biyaniyan  dinihêre, derdikeve holê ku bajarekî kurdan ê resen e, di serdema selçûqiyan de rastî pişaftinê hatiye û roja îroyîn êdî cil û bergekî azerî wergirtiye. Di rastiyê de Esîredînê kurê Emer yek ji zanyar û feylesofên navdar ên sedsalên 6-7an k./ 12-13an z. ye . Li gorî hinek çavkaniyan, li Ebhera di navbera Zengan, Qezwîn û Hemedanê de hatiye dinyayê, lê belê ramana serdest ew e ku her çiqas binemala wî ji Ebherê be jî li Mûsilê ji dayik bûye; di zarokatiya xwe de fêrî zanistên bingehîn ên zimanî-ramanî û yên îslamî bûye. Lêkolîner Huseyîn Sariogluyî gotiye ku nasnava wî ya wekî “Semerqendî” nîşan dide ku ew bi xwe yan jî bav û kalên wî bi eslê xwe ji Semerqenda Asyaya Navîn hatine, bi ihtîmaleke mezin ji hoza Ebherê ne;[90] di rastiyê de kevneşopiya nasnavan a wê serdemê nîşan dide ku nasnava “El-Ebherî” li pêş “Es-Semerqendî” hatiye bikaranîn û ev jî tê wê wateyê ku demekê li wir jiyaye, ne ku bi eslê xwe ji wir e. Ji ber ku bajarê Ebherê di dirêjahiya dîrokê de wekî bingeha hozeke kurd a resen e; çavkaniyên berdest destnîşan didin ku Ebher di serdema sasaniyan de ji aliyê Xanedana Mihranî ve hatiye rêvebirin û navdarekî vê hozê jî Behramê Çopîn ê kurd e.[91] Lewre bi ihtimaleke mezin Şêx Esîredînê Ebherî kurd e; ji ber ku xêncî wî herî kêm pênc zanayên kurd ên bi nasnavên “El-Ebherî” hene ku Salih Şêxo El-Hesinyaniyî navên wan di ferhenga navdarên kurd (“Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan”) de kişandine û ev zanyarî  ihtimala navbihurî xurttir dikin: Ebdulwahid b. Hesen b. Mihemed El-Ebherî (sedsala 4 k./10 z.; r. 285), Ceifer b. Mihemed b. Hisên El-Ebherî (m. 428 k./1036 z.; r. 138), Hisên b. Ebdurrezzaq b. Hesen El-Ebherî (sedsala 5 k./11 z.; r. 166), Ebdulmuhsin b. Ebî’l-Emîd b. Xalid El-Ebherî (556-624 k./1151-1225 z.; r. 280), Ebdulwasi’ b. Ebdulkafî El-Ebherî (599-690 k./1202-1291 z.; r. 287).[92] Îcar derbarê astên perwerdehiya Ebheriyî de agehî kêm in; tê texmînkirin ku wî perwerdehiya seretayî li Mûsilê dîtiye û paşê ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye navendên zanistî-çandî yên li Xoresan, Bexda û Hewlêrê. Li gorî Ibn Xelikanî, Ebheriyî di xortaniya xwe de ji bo hînbûna mantiq, felsefe, fiqh û tefsîra Quranê li ber destê zanayekî kurd ê mûsilî Şêx Kemaledînê Ûnis (m. 639 k./1242 z.) xwendiye, piştre li Medreseya Bedriyeyê ya Mûsilê wekî alîkarê wî kar kiriye; lê belê hinek çavkanî diyar dikin ku ketiye xizmeta Îmam Fexredînê Raziyî (m. 606 k./1210 z.), pêşiyê bûye bûye şagirtê wî û sala 1248an jî li Medreseya Şerefiyeyê ya Bexdayê ders dane.[93] Her wiha bi Xoce Nasiredînê Tûsî re bûye hevnas, her duyan ji hev re name şandine û Tûsiyî gelekî pesna wî daye.[94] Her çiqas Ebherî li Mûsilê jiyabe û navdar bûbe jî, sala 626an k./ 1228an z. li Hewlêrê niştecih bûye; her wiha sala 651ê koçî çûye Şamê, bûye hevnasê Mîr Mihyedînê kurê Şemsedînê Cizîriyî, çendek berhemên xwe diyariyî wî kirine û rastî eleqedariya vî mîrê kurd hatiye. Divê bê gotin ku Ebherî hem li Anatolyayê geriyaye hem jî çendekê li Sêwazê jiyaye; lê belê di dawiya temenê xwe de vegeriyaye welatê xwe û sala 663an k./1265an z. li Şebisterê miriye.[95] Wî derbarê felsefe, bîrkarî û endazyariyê de çendek berhem nivîsandine; her wiha li ser mantiqê jî du xebatên wî yên wekî “Îsagocî” (Destpêka Mantiqê) û “Et-Tehzîbu fî’l-Mentiq” hene.

Hêjayî gotinê ye ku “Îsagocî”ya Ebheriyî bi watenasiyê (delaleta peyvê) dest pê dike û wateyê li ser sê beşan pareve dike: “wateya giştwateya parkirî” û “wateya pêwist”. Wekî mînak: her peyveke hevoka “Mirov zindiyekî hişmend e.” wateyekê dide. Li vir wateya peyva “mirov”î giştî ye, ji ber ku hemû cureyên mirovan dikevin ber vê peyvê; lê belê wateya peyva “zindî” parkirî ye, ji ber ku ev taybetmendî di navbera mirov û ajelên zindî de hatiye parvekirin, bi gotineke din hem mirov hem jî ajel zindî ne û dikevin ber vê pênasekirinê. Her çi ku wateya peyva “hişmend”î ye wekî pêwistiyeke mirovbûnê ye ku tenê nifşê mirovan xwediyê hişekî (ne ku mêjiyekî) û şiyanên hizirînê ye. “Îsagocî” piştre cureyên peyvan şirove dike; li gorî wê peyv an “xwerû” ne yan jî “pêkhatî/hevedudanî” ne. Wekî mînak: peyva “mirov”î xwerû ye, her parçeyek an jî kîteyeke wê delaletî ser tevahiya peyvê nake; lê belê herî kêm parçeyekî peyva “mêrkuj” a pêkhatî û her du parçeyên peyva “pîremêr”î ya hevedudanî watedar in. Peyvên xwerû jî di navbera xwe de dibin du paran: “giştî” û “taybet”; dîsan gava tu dibêjî “mirov” ev peyv xwediyê wateyeke giştî ye û hemû cureyên mirovan dikevin ber vê peyvê (mirovê pişthotik, çêrmsor, qemer, çavbeloq…), lê gava tu dibêjî “Memê Alan” ev peyv xwediyê wateyeke taybet e û ji cureyên mirovan tenê kesekî bi vî navî dikeve ber. Wihareng e peyvên giştî jî dibine du paran: “wateyên gewherî” û “wateyên destkeftî”; sîwana peyvên gewherî cureyên rastiyekê dihingêvin, wekî mînak peyva “zindî” hem mirovan hem jî ajelan dihingêve û destnîşan dike. Berevajî vê yekê, wateya peyva “zarşirîn”ê di bin sîwana xwe de ji zindiyan tenê delaletî ser mirovî dike ku şiyana axaftina xweş aydî wî ye.[96] Bêguman di gotarekê de em ê nikaribin tevahiya pirtûka “Îsagocî”ya Ebheriyî wergerînin kurdî û nîqaş bikin; lê belê em dikarin beşên vê xebatê bi rêzbendî wiha berpêş bikin: “wateyên bêjeyan”, “cureyên bêjeyan”, “pênc rêbazên giştî yên peyvnasiyê”, “ferhengsazî: pênaseya şîroveker”, “pêşniyar: hevoknasî”, “nakokbarî”, “çepkirin û vajîkirina hevokan”, “cureyên berawirdkirinê”, “birhan: isbatkirin û piştrastkirin”, “cedel: rêbazên lec û nîqaşê”, “xitabet: axaftinên navdaran”, “helbest”, “muxalata: rêbazên berevajîkirin û çewtkirinê”. Wisan dixuye ku “Îsagocî”ya Ebheriyî di nava misilmanan de bûye bingehê gelek zanistên metodolojiyê yên din jî.

3.4. Dibistana Heranê ya Rexneyî

            Heran an jî Aran (bi yûnaniya kevnare: “Κάρραι/Karraî”; bi latînî: “Carrhae”) bajarekî bakurê Kurdistanê ye; roja îroyîn yek ji navçeyên başûrê rojhilata Rihayê ye û bi qasî 44 kîlometroyan jê dûr e. Ev dever xwediyê dîrokeke gelekî kevnare û zengîn e; şûnwar û bermahiyên wî yên dîrokî hê jî peyda dibin, bi taybetî jî bi malên xwe yên mîna kewarên mêşhingivan navdar e. Li gorî serjimariya sala 2008an gelheya bajêr ji 61 hezarî zêdetir e.[97] Bajarê Heranê di destpêkê de wekî koloniyeke bazirganiyê ji hêla bazirganên sumerî yên ji Rihayê ve hatiye damezirandin (sedsalên 25-20an BZ); lê belê hanzûka bûye navendeke çandî, bazirganî û ayînî ya devera Mezra Botan. Heran di serdema qralê aşûrî Adad-Nirarî I (1305–1274 BZ) de hem paytext hem jî parêzgeha duyem a piştî paytexta aşûrî ya bi navê Aşûr bûye; her wiha piştî hilweşîna Împaratoriya Aşûrî jî vegeriyaye paytexta dawîn a Aşûristana Nû (612-609 BZ). Piştî hilweşîna Aşûristana Nû jî serdemên wekî Babîliya Nû (609-539 BZ), Hexamendişî (539-330 BZ), Makedonî (330-312 BZ) û Seleukî (312-132 BZ) derbas kirine. Di serdema kevnare ya klasîk de Heran pir caran di navbera împaratoriyên Roma û Partî (Eşkanî) de bûye sedema şerên berdewam û mîrateya pêşbaziya li ser Heranê derbasî serdema Sasanî jî bûye. Wekî mînak: di sala 53an BZ de artêşên Şahînşahiya Eşkanî (Partî) û Komara Romayê li ser Heranê hilbaskîne hev û di vî şerê dijwar de serdarê aryayî Rustaham Sûrena bi 10 hezar leşkerî êrişek li dar xistiye; fermandarê romayî Marcus Licinius Crassusî jî artêşeke 120 hezar leşkerî amade kiriye, lê artêşa eşkanî gurzekî wisan xurt li serê romayiyan xistiye û derseke leşkerî ya nejibîrkirî daye wan ku ev şer bûye destpêka şerên 700 salî yê di navbera Arya û Romayê de.[98] Hinek çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku Heran hertim navendeke pûtperestiyê bûye û lewre hem berî îslamê hem jî piştî belavbûna îslamê rastî êriş û talanan hatiye. Wekî mînak: zivistana 639-640î artêşa Xilafeta Reşîdûn bi fermandariya Iyad b. Xenm Heran dorpêç kiriye û pûtperestên bajêr li ser radestkirina aştiyane ya bajêr danûstandin kirine;[99] lê belê her çawa hebe, Heran di serdema îslamî de miameleya bajarekî giring dîtiye û vegeriyaye navendeke zanistî. Hêjayî gotinê ye ku Mizgefta Heranê ya ku di serdema xelîfeyê duyem Umer de hatiye jenîn, di pêvajoya dîrokî de bûye zanîngeha yekem a Mezra Botan û Anatolyayê. Divê bê gotin ku di serdema navîn de Heran du caran bûye paytext: Mîrgeha Emewiyan (744-750) û Mîrgeha Numeyriyan (990-1081); lê di sala 1260î de ji hêla moxolan ve hatiye dagirkirin û hilweşandin. Tevî ku tengasiya avê dikişand jî, Heran di serdema Eyûbiyan de jî bajarekî giring bûye; Siltan Silhedînî Mizgefta Mezin a Heranê berfireh kiriye û birayê xwe Mîr Adilê Yekem wekî parêzgarê bajêr destnîşan kiriye. Piştî Mîr Adilê Yekem kurê wî yê Mîr Kamil bûye desthilatdarê bajêr û wî jî bi mirina xwe re desthilatdarî radestî birayê xwe Mîr Eşref Mûsa kiriye. Piştî mirina Mîr Eşref Mûsayî giringiya bajêr her ku çûye kêm bûye û sala 1237an ji aliyê Xwarezmiyan ve hatiye dagirkirin; lê keleh ji aliyê Salih Eyûb ve hatiye parastin û xurtkirin, dîsan jî mîrê eyûbî piştî demeke kurt neçar maye ku dev jê berde û bi Xwarezmiyan re li hev bike. Li gorî bendên peymanê divê eyûbî û heraniyan alîkariya leşkerî bidaya Xwarezmiyan ku li dijî mîrê Mûsilê Bedredînê Lûlû şer dikirin; her çawa hebe, mîrê Helebê yê eyûbî Nasir Ûsiv sala 1240î Heran ji destê Xwarezmiyan derxistiye û ew ji deverê qewartine.[100]

Ji dîroka bajêr diyar e ku niştecihên Heranê ne dûrî rexne, bertek, serhildan, peymangirêdan û şeran bûne; bêguman vê taybetmendiya bajêr bandor li ser hizirîn û mantiqa akincihan jî kiriye. Îcar Zanîngeha Heranê jî wekî navendeke zanistî hertim di nava nîqaş, hilberîna ramanan û bertekên zanistî de bûye; stêrka vê zanîngehê di heyama belavbûna mezheba henbelî de (dawiya sedsala 9an) çirûsiye û stêrkeke esmanê wê jî Ibn Teymiyeyê Heranî (661-728 k./ 1263-1328 z.) bûye ku bi xebatên xwe yên dînî-ramanî “Dibistana Heranê ya Rexneyî”damezirandiye. Bi rastî Ibn Teymiyeyî -di piraniya 65 sal temenê xwe de- ne ku tenê bertek nîşanî mantiq û felsefeyê daye; lê belê wî hemû bîr û baweriyên cihêreng nepejirandine, bi xebatên xwe (yên ku hejmara wan ji 70î zêdetir e) şaşiyên wan şirove kirine û pirsgirêkên heyama xwe bersivandine. Bêguman Ibn Teymiye zanayekî dînî ye û bi çarçoveya zanistên xwe yên dînî li bûyer, raman û encaman nihêriye; lewre di berhema xwe ya bi navê “Er-Reddu ‘ela’l-Mentiqiyyîn” (“Rexneya Mantiqnasan”) de ji vê dîmenê pirseke wiha pêşkêşî mantiqnasan dike: “Xwedê ji heyama Nûh Pêxemberî û pê de pirtûkên pîroz dişîne û teraziya hizirînê jî di wan pirtûkan de bi cih kiriye; lê Arîstoyî ev ramanên bi navê mantiqa yûnanî sêsed sal beriya Îsa Pêxemberî nivîsandine. Wisan e, ew şaristaniyên beriya wî çawa bêyî pîvan û teraziya hizirînê dijiyan?”[101] Divê bê zanîn ku di dîroka mirovahiyê ya piştî Arîstoyî de tenê Ibn Teymiyeyî mantiqa yûnanî rexne nekiriye, lê ramyarên rojavayî yên wekî Bertnard Russel û John Stuart Mill jî ramanên Arîstoyî dane ber rim û gurzên rexneyê; îcar -li gorî hinek lêkolîneran- divê mirovahî sipasdarê Ibn Teymiyeyî be ku dergehê rexneya zanistî ya iqnaker vekiriye û mirovahî hînî nîqaşên sûdmend û berhemdar kiriye.[102] Hêjayî gotinê ye ku ramanên Ibn Teymiyeyî yên derbarê mantiq, felsefe û bîrdoziyên derveyî îslama kevneşopî hem demeke dirêj li “Dibistana Heranê ya Rexneyî” hatine nîqaşkirin û hînkirin hem jî ji wê serdemê heta roja îroyîn bandor li tevahiya cîhana îslamê û çendek ramyarên rojavayî kiriye.

            3.5. Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê

            Bajarokê Qeredaxê yê başûrê Kurdistanê ji aliyê erdnîgariyê ve di navbera Silêmanî,  Çemçemal, Şehrezûr û Derbendîxanê de ye; ji aliyê îdarî ve jî bi ser parêzgeha Silêmaniyê ve ye û navendeke serdema kevneşopî ya hîndekariya zanista mantiqê ye. Bajarok xwediyê girîngiyeke dîrokî ya taybet e; ji ber ku li qûntarên çiyayê Qeredaxê wêneyekî nîgarkirî yê qralê akadî Naram-Sînî (2218-2254 BZ) hatiye vedîtin ku serkeftina xwe ya di şerekî li dijî dagirkeran de bi ahengekê pîroz dike. -Ji ber daristanên zêde û geliyên kûr- kêş û hewaya wî zivistanan sar in û havînan hênik û nerm in; li gorî nexşerêya Lijneya Amaran a Wezareta Plandanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê (sala 2018an), van dawiyan hejmara niştecihên devera Qeredaxê nêzikî 11 hezar kesî ye.[103]

Bêguman rola Mîrgeha Babaniyan a di damezrandin û lênêrîna dibistanên devera Qeredaxê de pir giring e; ji ber ku babaniyan cara pêşîn li Qeredaxê dibistaneke zanistî ya mezin ava kiriye, sala 1163 k./1746 z. Şêx Evdiletîfê Merdoxî (m. 1213 k.) wekî serokê zana û şêxên vê medreseyê destnîşan kiriye, pêdiviyên vê xwendingehê bi kirêya zeviyên çandiniyê û bexşîşên gelek gundan peyda kiriye. Her wisan babaniyan Medreseya Mela Emerê Qeredaxî jî li Qeredaxê damezirandiye û xebatên wê yên perwerdehiyê heta sala 1256 k./1819 z. berdewam kiriye. Li milê din, babaniyan tenê medrese ava nekirine, her wiha pirtûkxaneyeke gelekî hêja jî li Qeredaxê damezirandiye û berhemên destnivîs ên giranbiha û kêmpeyda tê de civandine; lê mixabin di heyama dagirkeriya ingilîzan a sala 1919an de hatiye şewitandin û beşeke biçûk a vê mîrateyê hatiye rizgarkirin.[104]

Gava mirov li dîroka Qeredaxê dinihêre, xuya dibe ku di warê zanistî de xwediyê pêgeheke xurt e, ji serdema destpêkê ya îslamê û pê ve saziyên çandî û zanistî lê hebûne; lewre çendek zanyarên ji vî bajarokî hem medreseyên xwe vekirine hem jî li ser şopa Dibistana Bexdayê ya Hikmetê berhem dane. Wekî mînak: Mela Mihemedê Qeredaxî (1213-1281 k./1796-1864 z.) yek ji wan zanayan e ku ji welatê xwe re xizmet kiriye û li ser mantiqê berhemeke bi navê “Teliqatun ‘ela Şerh’iş-Şemsiyyeh” nivîsandiye; Silêman Paşayê Babanî jî wekî xelateke xizmetheziya wî medrese û mizgeftek jê re ava kirine (sala 1266 k./1849 z.). Dîsan Şêx Evdirehmanê Qeredaxî (1253-1335 k./1838-1917 z.) kesayetekî navdar e û li ser mantiqê berhemeke bi navê “Tuhfet’ul-Lebîbi fî’l-Mentiq” nivîsandiye. Hêjayî gotinê ye ku “Dibistana Qeredaxê ya Hikmetê” rengvedaneke kurdî ya “Dibistana Bexdayê ya Hikmetê” ye û daye ser şopa Îmam Xezaliyî.

3.6. Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman

Lêkolînerê bazîdî û pisporê li ser dîroka Bazîdê Mihemedê Xwedêdayî (Mehmet Gultekin) diyar dike ku di çavkaniyên heyama Romayê yên berî zayînê de navê “Bazîd”ê wekî Basenia û Basean dihate nasîn; her wiha di hin nexşeyan de navê “Batazia”ê jî derbas dibe. Erdnîgarê ereb Şerîf El-Idrisî di sedsala 12an de navê “Badjasis”ê, qasidê qralê Îspanyayê Clavioyî di sala 1403an de peyva “Vazît”ê û gerokê brîtanî Sir Thomas Herbertî jî di seyahatnameya xwe ya sala 1627an de navê “Baezd”ê bi kar tînin. Zanayê navdar Mela Mehmûdê Bazîdî jî di nîveka sedsala 19an de bajêr wekî “Bazîd” bi nav dike; lê belê wekî sancaqekê jî qala navê “Bayazîd”ê dike. Ji aliyekî din ve, hema hema hemû nimûneyên zargotina herêmê û tevahiya gelê Serhedê jî navê bajêr wekî “Bazîd” bi lêv dikin. Ji wêneyên şkeftan û kelefeyên hin avahiyan eşkere dibe ku dîroka kevneşopî ya herêma Bazîdê digihêje hezaran salên beriya zayînê. Li gelek cî û warên wekî Teperiz, Kêrtekela, Şorik, Arzep, Ziyaret, Kelareşk, Kelasor û yên mayîn hê hê jî şopên avahî û kelehên ku beriya 2-3 hezar salan hatine avakirin diyar in. Gelek çavkanî destnîşanî dikin ku dîroka kurdên herêma Bazîdê û koka kevneşopiya çanda wan digihêje heyamên kevnare yên serdema Medan. Li gorî nivîsên Strabonî, niştecihên doraliya çiyayên Araratê “Kardû” ne. Li gorî Moses von Choren jî, piştî hilweşandina dewleta Medan û kuştina qral Ejdeha (Astyages), jina wî û bêtirî 10 hezar xizmên wî li derdorên Araratê li deverên wekî Dambat, Nexşciwan û aliyê Basean/Bazîdê hatine bicihkirin. Kurdnasê navdar Mînorskî jî van bûyerên dîrokî piştrast dike û kurdan wekî bineliyên devera Araratê bi nav dike. Li gorî lêkolîneke Max Büdinger a derbarê dîroka Împaratoriya Romayê de, herêma Bazîdê ji sedsala 1em a piştî zayinê û pê ve warê kurdan bûye. Serbazê romayî yê bi navê Corbulo dema ku bi artêşekê êriş biriye ser mîrê ermenî yê bi navê Tiridates û gihiştiye nêzikî Elaşgirê, riya xwe guhertiye û bi ser Milazgirê re çûye aliyê Aryayê, nexwestiye rastî kurdên Bazîdê were. Di heyama belavbûna îslamê ya sedsala 7an de artêşên ereban gihiştine devera Araratê û li wir rastî kurdan (El-Ekrad) hatine. Her wisa gelek çavkanî radigihînin ku di serdema navîn de jî bineliyên Bazîd û tevahiya Serhedê bi nifûseke berfireh kurd bûne, di bin desthilatdariya bav û kalên Silheddîn Eyûbî yên Şedadî de serwerên xaka xwe bûne. Ji sala 1054an û pê ve komên selçûqî hatine herêmê; di sala 1071an de wan bi hevkariya kurdên şedadî û mîrên mayîn ên Serhedê bandora bîzansiyan şikandine û heta destpêka sedsala 10an wan li tevahiya herêmê serwerî kiriye. Herêma Bazîdê jî wekî piraniya Kurdistanê û Anatolyayê di nîvê duyem ê sedsala 14an de rastî êrişên Tîmûrê Leng hatiye; di salên 1386 û 1395an de du caran ji aliyê artêşa moxolî ve hatiye dagirkirin. Qasidê qralê Îspanyayê Clavio yê ku di sala 1403an de hatibûye Bazîdê, di bîranên xwe de agehiyên gelekî balkêş û kêrhatî dide. Ev keleha kevnare ya ku di heyama Ûrartûyan de hatibûye jenandin û li gorî çavkaniyan gelekî xurt-parastî bûye, piştî mirina Tîmûrî di meha gulanê ya sala 1421an de ji aliyê artêşa moxolî ya bi bin fermandariya Şahrûh de hatiye dagirkirin. Herêma Bazîdê ji sala 1467an û pê ve pir caran ketiye bin serweriya qereqoyunî, aq-qoyunî û sefewiyan; lê ji sala 1502an şun de tevahiya Kurdistanê ji aliyê sefewiyan ve hatiye dagirkirin, di encamê de şerek di navbera artêşên osmanî-sefewî de derketiye û beşeke mîrên kurd alîkariya osmaniyan kiriye. Piştî şerê osmanî-sefewiyan, Sultan Selîmî çend malbatên serwer ên bazîdî digel şerkarên wan hildane terkiya xwe û ew wekî serwerên Gurgumê/Mereşê destnîşan kirine. Piştî şerê Çaldiranê yê di navbera Qanûnî Sultan Suleyman û Şah Îsmayîl de, Dewleta Osmanî bi mîrên kurdan re peymanekê girêdide ku li ser wê bingehê her mîrektiyek wekî herêmeke xweser girêdayî dewletê be û bi vê peymana ku di Qanunnameya Humayûnê de jî cih girtibû, Bazîd dibe herêmeke xweser a bi destnîşana sancaqa “yurtluk ve ocaklik” (ango war û ocaxa bav-kalên niştecihan). Ansîklopediyeke almanî vê statûya Bazîd û mîrektiyên wekî wê yên di bin banê Dewleta Osmanî de wiha şirove dike: “Li Kurdistanê sancaqên wekî Bazîd, Mûş, Wan, Colemêrg, Amêdî, Silêmanî, Qereçolan û Zaxoyê hene. Dewleta navendî ji van tenê serwerê Wanê tayîn dike. Pêkhateya her sancaqekê gelek eşîrên ji vê neteweyê ye û ji aliyê mîrekî ji wan ve tê birêvebirin. Ev sancaq tenê di dema şeran de alîkariya dewleta navendî dikin; lê di dema aştiyê de jiyana xwe ya tam serbixwe didomînin.” Hinek çavkaniyên osmanî û bi taybetî jî Şerefname neqil dikin ku piştî sala 1578an eşîra Zîlanê, binemalên Besyan û Bociyan ber bi Bazîdê ve tên, keleha wê zeft dikin û Şehsiwar Beg dibe mîrê herêmê; ji wê demê û pê ve binemala vî mîrî heta nîvê duyem ê sedsala 19an li Bazîd û sancaqên wê serweriya herêmê meşandiye.[105]

Derbarê damezrandin û pêşxistina “Dibistana Bazîdê ya Çardeh Ilman” de, gelo mirov dikare bibêje ku zanyarên Bazîdê îlham ji “Destana Memê Alanî” girtiye ku piştre bi destî Ehmedê Xaniyî wekî “Mem û Zîn”ê helbestkî hatiye hûnandin? Bi rastî pirseke wiha bêwate û dûrî pêvajoya dîrokê ye; ji ber ku pêkhatina bûyer û çîroka vê destanê pêrgî serdema Eyûbiyan tê û jixwe pergaleke wan a perwerdehiya yekgirtî jî hebûye. Ji aliyekî din ve, çîrok dibêje ku “gava Mem digihêje temenê xwendinê, bavê wî seydayekî duwanzdeh-ilmî jê re destnîşan dike û wî dide perwerdekirin”; ev agehî bi xwe jî dibêje ku hê wê çaxê perwerdehiyeke li ser duwanzdeh ilmên bingehîn hebûye û Mem jî di vê ezmûnê re derbas bûye. Li gorî lêkolînerê kurd Şakir Epozdemirî bernameya perwerdehiyê ya “zanayê duwanzdeh-ilmî” di serdema Împaratoriya Eyûbiyan de cara yekem li tevahiya cîhana misilmanan hatiye sepandin; li gorî gotina wî, “piştî ku Silhedînê Eyûbî bûye desthilatdar pergaleke perwerdehiyê ya yekgirtî ya bi navê <Tewhîd’ut-Tedrîsat>ê damezrandiye; bi vî awayî li ser bingehê mezheba Îmam Şafi’iyî zanistên îslamî dane xwendin û ahengek di navbera xwendekaran de pêk aniye. Di vê pergalê de 12 zanist hatine xwendin û xwendekar li pêşberî dîwaneke mamosteyan ketine ezmûnan. Ev pergala eyûbiyan ji wê serdemê heta roja îroyîn di hemû medrese û hucreyên dînî yên Kurdistanê de hatiye şopandin.”[106]

Gelê kurd ê ku endamekî cîhana îslamî ye, di warê mantiqê de xwediyê mîrateyeke gelekî zengîn e; lewre lûtkeya zanyariya dînî ya kurdan bi têgiha “melayê duwanzdeh-ilmî” hatiye pênasekirin. Ev têgih di hinek guhartoyên “Destana Memê Alanî” de jî dibihure ku Memî li ber destê zanayên herî pilebilind ên heyama xwe xwendiye ku wekî “melayê duwanzdeh-ilmî” hatine pênasekirin. Li gorî Zeynelabidîn Zinarê Amedî ji bernameya perwerdehiyê ya medreseyên Kurdistanê re “pirtûkên rêzê” dihate gotin û bi rêzbendî nêzikî sed pirtûkî dihatin xwendin; lê wî tenê kariye navê 89 pirtûkên rêzê berhev bike û li gorî dabeşkirina şaxên xwendinê şirove bike. Perwerdehiya ku ji elifbêka erebî hetanî dawiya xwendina rêzîn dihate dayîn, piranî li ser zimannasiya erebî ne ku hejmara wan digihêje 36an; ji wan 12 pirtûk li ser huqûqa îslamê, 13 pirtûk li ser hedîsan û 3 pirtûk jî li ser siyerê  (jînenîgariya Pêxemberê Îslamê -silav lê bin-) ne. Kesê ku tevahiya pirtûkan dixwend, ast û xisleta meletiyê bi dest dixist û jê re “melayê heft-‘ilmî” yan jî “meleyê duwanzdeh-‘ilmî” dihate gotin.[107] Rast e, bingehên “Dibistana Bazîdê ya Duwanzdeh Ilman” di heyama Ehmedê Xanî (1650-1706) de derketibû asteke bilind; lê di serdema Îsmayîlê Bazîdî (1654-1709) û Murad Xanê Bazîdî (1736-1778) de çanda gelêrî ya kurdî jî hatibû berhevkirin û zimanê kurdî ji bo destpêka pexşanê hatibû guncandin. Lewre Mele Mehmûdê Bazîdiyî li ser bingehê van xebatan pexşana kurdî derxistibû asteke pêşketî; her çiqas piştî wî Mele Mihemedê Celalî dîsa vegeriyabû zimanê erebî yê medreseyên klasîk jî, Xelîfe Ûsivê Bazîdî yê şagirtê wî şêwazê mamosteyê xwe terikandibû û hemû berhemên xwe yên helbestî û pexşanî bi kurdî nivîsandibûn; lewre mirov dikare bibêje ku wî guhartoyeke kurdî ya bernameya erebî ya medreseyan ji bo gel amade kiriye û hewl daye ku tevahiya bernameya zanistên îslamî wergerîne kurdî. Her çi ku Mele Mûsayê Celalî (1938-2021) ye, wî jî hem berhemên kurdî nivîsandine (her çiqas li gorî berhemên wî yên erebî rêjeya wan kêm be jî) hem jî gelek berhemên erebî amade kirine (hejmara berhemên devî devî 40î dike). Li aliyê din, Mele Mûsayê Celalî nûnerê dawîn ê seydayên nivîskar û xwedî-medrese yên Bazîdê ye ku hema hema di her mijarê de qelema xwe livandiye. Di çarçoveya vê gotarê de berhema wî ya bi sernavê “Mecmû’at’ul-‘Ulûm” (“Berhevoka Zanistan”) gelekî giring e û wî di vê xebata xwe ya bi terzê kevneşopî de 14 zanistên kevneşopî yên medreseyên Kurdistanê kurteve kirine ku nîvê wan derbarê ziman û ramanê de ne; lê divê bê gotin ku wî hinek zanist ji hev veqetandine. Wekî mînak: wî zanistên rewanbêjiyê (belaxet) ji hev veqetandine; ji ber ku bi kevneşopî “ilmê beyanê” (“rewanbêjî”), “ilmê me’aniyê” (“watenasî”), “ilmê bedî’ê” (“xweşaxaftin”) di bin sîwana “ilmê fesahet û belaxetê” de dihatin fêrkirin. Îcar wî ev zanistên bi hev re eleqedar wekî zanistên serbixwe amade kirine; her wiha hem zanistên zimanasiyê yên “ilmê serfê” (“peyvsazî”) û “ilmê nehwê” (“rêziman û rastnivîs”) hem jîzanistên ramanî yên “ilmê mentiqê” , “ilmê wedi’ê” (têgihsazî), “ilmê munazarayê” (şêwazên lec û nîqaşan) ji hev veqetandine, lewre hejmara van zanistan derketiye çardehan. Zanistên ku di vê berhevokê de bi kurtî hatine şirovekirin, bi rêzbendî wiha ne: “serf” (“peyvsazî”), “nehw” (“rêziman û rastnivîs”), “mantiq”, “wedi’”(têgihsazî), “munazara” (şêwazên lec û nîqaşan), “beyan” (“rewanbêjî”), “me’anî” (“watenasî”), “bedî’” (“xweşaxaftin”), “‘eqaîd” (“bingehên baweriyê”), “tefsîr” (“rêbazên şiroveya Quranê”), “usûl’ul-hedîs” (“rêbazên hedîsnasiyê”), usûl’ul-fiqh (“rêbazên mafnasiya îslamî”), “tesewif” (“sofîgerî”), “tecwîd” (“rastnivîs, rastxwendin û dengsaziya Quranê”).[108] Hêjayî gotinê ye ku Seyda Mele Mûsayî ev xebata xwe li gorî zêdebûna zanistên îslamî rojane kiriye û hewl daye ku kilîla her ilmê bide destê xwendekarên xwe û wan bi mîrateya çandî ya kevneşopî re bike çavnas.

            E. Encamname: Berhevkirina “mantiqa neteweyî” û bêjingkirina “mantiqa hinardekirî ya gerdûnî”

            Bêguman “mantiqa neteweyî” ya gelekî ji aliyê dem û dezgehên zanistî-fermî yên wî gelî ve tên amadekirin û sazûmana wê jî li ser “mîrateya neteweyî” ya wî gelî tê avakirin. Hêjayî gotinê ye ku di dîroka kurdan a nêzik de sê bernameyên perwerdehiya zarok û ciwanan xwerû bi kurdî hatine amadekirin û bernameya pêşîn li Kurdistana Sor hatiye weşandin. Di rastiyê de ev bername wergereke bernameya perwerdehiyê ya Yekîtiya Sovyetê ye ku di çarçoveya zimanên zindî yên sovyetî (korenizatsiya) de ji bo gelên herêmî hatibû amadekirin û ji bo mebestên wê yên îdeolojîk hatibûn weşandin. Di nava van pirtûkên dersê de zanistên ramanî jî bi sernavên “Logîka” û “Fîlosofiya”yê hatibûn pêşkêşkirin; lê mixabin heta nivîsandina vê gotarê nusxeyên van xebatan negihiştin ber destê me, lê ji pirtûkên dersê yên ku wê serdemê bi rûsî amadekirî xuya dike ku ji aliyê naverokê ve cudahiyeke berbiçav di navbera makepirtûka rûsî û wergera kurdî de tuneye. Bernameya perwerdehiya ya duyem jî li başûrê Kurdistanê, ango li Herêma Kurdistana Iraqê di destpêkêde bi soranî hatiye amadekirin û piştre li kurmanciyaBehdînanê hatiye wergerandin. Bernameya perwerdehiyê ya sêyem jî reşnivîsa wê li Kampa Penaberan a Rustem Cûdî (Kampa Mexmûrê) hatiye amadekirin û di serdema Şoreşa Rojavaya Kurdistanê de bi awayekî berfirehkirî hatine çapkirin. Bêguman ev her du bernameyên paşîn, bi taybetî jî bernameya (“Minhac”) Rojavaya Kurdistanê (Rêveberiya Xweser) di rewşên awarte û heyamên şer-hêwirzeyan de hatine berhevkirin ku mûcizeyeke “xîretkêşiya kurdan” e. Gava mirov bi çavekî zanistî û nirxandineke “mîrateya çandî” li van bernameyan dinihêre, bernameya Rêveberiya Xweser hewl daye ku mantiqeke neteweyî amade bike û ji mirovahiyê re bibêje “va ye em jî hene”; her wiha bernameya Herêma Kurdistanê jî hewl daye ku tekstên mantiqî yên hinardekirî bêjing bike, mantiqeke gerdûnî amade bike û di govenda zanistan a cîhanê de şûna xwe bigire.

“Felsefe”yê ya pola 10an a Rojavayê Kurdistanê “felsefe”yêbi yûnaniyan dide destpêkirin û ji aliyê estetîkê ve, divê beşa duyem (“Pêşketina hizira mirovî”) di destpêkê de bihata bicihkirin ku ji van binbeşan pêk tê: “giringiya hizirê”, “rêbazên hizirîna mirovî 1-2” “şêweyên hizirînê”. Divê bê pejirandin ku di pirtûkê de carinan agehiyên derbarê hişmendên kurdan û erdnîgariya giştî ya kurdan de jî derbas dibin; beşa duyem hêviyê dide mirovî ku kurd dê bikaribin ber bi mantiqa xwe ya neteweyî biçin. Wekî mînak: ev xebat raman û zimên bi awayekî xurt bi hev ve girêdide, (“Têkiliyeke xurt di navbera hizir û ziman de heye; ji ber ku her peyvek di ziman de gelek wateyan nîşan dide, carinan ziman şaş tê têgihiştin. Mînak: ber=rex, ber=kevir, ber=beşek ji êlê…”), xwendekarî ber bi xweperwerdekirina pêşketî kaş dike (“Kêmbûna agahiyan dibe astengiyek li pêşiya hizirandina mirov. Mînak: Mirovê ku zanîna wî li ser pîşeyekê kêm be, ew kêmanî dibe asteng li pêşiya pêşketina wî mirovî.”), ji bo çaseriya pirsgirêkên rojane xweamadekirinê pêşniyar dike (“Dema ku pirsgirêk ne li gorî asta hiş û zanîna mirov be, nikare çare bike. Mînak: Gava ku mamoste mijareke felsefeyî ji xwendekareke/î refa yekem bixwaze; ji ber ku ne li gorî asta mejiyê wê/î ye, ew xwendekar nikare binivîse.”). [109] Divê bê gotin ku her çiqas çendek mijarên mantiqê di nava pirtûkên dersê yên ji bo polên 10, 11 û 12an de bêyî diyarkirina sernavên vê zanistê hatibin belavkirin jî, beşeke taybet ji bo mantiqê nehatiye veqetandin.

Her çi ku “Destpêka Felsefê” ya pola 11an a Herêma Kurdistana Iraqê ye, hem pêvajoya hizirînê şirove kiriye hem jî beşeke taybet a kurt ji bo mantiqa kevneşopî veqetandiye û giringiya wê ya di zanista felsefeyê de aniye zimên. Di vê beşa bi sernavê Lojîk (El-Mentiq)”ê de mijar wiha pêşkêş kiriye: “Eger babetê felsefa rewiştî başî bît û ciwanî felsefa ciwaniyê bît, babetê lojîkê rastî û duristî ye. Lojîk hatiye nasandin ku “hizirkirina rast” e, yan “zanistê yasaya hizrê” ye, wê hizrê her çi bît. Ev nasandine li gor lojîkê karekî rast e, Ew lojîka ku Aristoyî binçînên wî danayn û heta derkeftina corên lojîka nûy ya berbelav bû. Lojîknasên nûy nabêjin lojîka zanistî hizirkirin nîne ku rast û xeletiyê jêk cuda diket; belê bernamê ezmûnkariyê daye digel da. Ji ber evê li def wan bûye zanistekê sitayişane (medh), li dev yên berahiyê zanistekê pîvaneyî bû, anku ew vekolîn derbarey hizirkirina rast divêt ya çawa bît. Lewra yên berahiyê bi zanistekê pîvaneyî danaye anku eve pîver e yan terazî ye yan jî saxkerê hizrê ye. Hizirnasên berahiyê lojîk bi amraz û derazînka zanistên xo danabû, niho di piraniya tewerên felsefî yên nûy da di kalika felsefê da ye. Lojîka kevn bi wêneyî hatiye navkirin, çunkî babeteke wêney zanistî wergirtiye nek babet bi xo. Belê, yasayên hizirkirinê li gor lojîka kevn sê ne: Êk: Yasa yan bîr û bawerê xoyetî û ramana wê ew e ku “her tiştek her ew e”, di derbirîneka dî ew tişt her ew bi xo ye. “Elif elif e.” Dû: Ji êkê destpêka ya dûyê dihête wergirtin. “Destpêk ne ya beruvajî ye.” Tiştek neşêt ew bît û ew nebît di heman dem da. “Elif ne-elif nîne.”, “Hebûn hebûn nîne.” yan “Zêde zêde nîn e.”             Sê: Destpêka ji navberê: Tiştek yan dê bît yan nabît, “yan elif e yan elif nîne”, yan “zindî neşêt di heman dem da yê zindî bît û yê mirî jî bît”, “di heman dem da diyar dibît yan diyar nebît”. Ev ca ber hindê ku babetê lojîkê kiryarên jîrî ne ji rûyê dirûstî û nedirûstiyê ve. Kiryarên jîrî jî sê ne û pêkhatî ne: ji “şêwekirin”, “pesendkirin” yan “sepandin”, “girove-înan” Lojîk ramana evan sê pişkan dibexşît: 1. Şêwekirin: Zanîna rastiya tiştî bi yê sepandina sepandina boçûnan bi ser wan bi eyan e ku vekolîna peyvan li rûyê çawanî û nasandina wan vedigerît. 2. Pesendkirin yan sepandina hebûna hizirê: Digel dakeftî da û sepandina boçûnê li ser bi rast danana wê yan derew derêxistina wê, coreha kêşe tê da dihêne rêzkirin. Ev ca ji ber hindê ku babetê lojîkî kiryarên jîrî ne ji rûyê dirûstî û nedirûstiyê ve. 3. Girove-înan: Veguhastina jîrî ye ji wan kêşên ku hatîne sepandin bo yên dî ku jı wan hatiye wergirtin; anku encam derînana nehatiye zanîn jê hatiye zanîn ku: yan girove-înana rastexo ye, wek derînana encamê “Hindek efrîqî mexribî ne.” ji hindê ku “Her mexribiyek jî efrîqî ye.”; yan girove-înana nerastexo ye, ev dumahî pîvan e, divêt di navbera wan da hebît wekî bêjin: “Her mirovek namînît û Sokrat mirov e; anku Sokrat namînît.” Armanca lojîkê vedîtina rastiyê nîne, evca ev rastiye bîrkarî bît yan fîzyayî û dîrokî û derûnî û civakî bît. Eve erkê zana û pisporên her zanistekî ji wan zanistan e. Her zanistekî şêwaz û bernamê xo heye, ewa cihê giringiya lojîknasî bît zanîna ewan mercane ku welê kiriye rastiya aşkera bît. Ji vî rûyî ve zanyariya lojîkê sê saloxet û taybetmendî hene: Êk: Lojîk (el-mentiq) corekî zanyariya ji zanîna rastiyê bo merciyên wê bilind dibît. Dû: Lojîk corekê zanyariya rexnegirî ye; hewl didet rastî û nerastiyê bi wan mercan jêk cuda biket û derbêxît kîj wan hwîrtir in bo gehıiştina rastiyê û derbirîna wê. Sê: Lojîk corekî zanyariya pîvanî ye yan biha ye; ne vekolînê li hizirkirinê diket weku hey û ne li dakeftiyan jî vedikolît her wekî hene. Belku li hizira rast û dirûst vedikolît, anku hizir divêt ya çawa bît û çarçovê ewan mercên ku welê diken digel xo û digel dakeftî da guncawtir bît. Di vêre da hindê ku ew li dakeftiyên derûnî û dîrokî û sirûştî vedikolin wek xo ka çawan hene, ne ku wek ku divêt wesa bin yan wesa rûy biden. Belê karê lojîknasî dwîvçûna ewan pêngavên hizirîne ku her êk ji wan bo gehiştina wan bo rastiyê peyrew kirîne.”[110]

Bêguman ev her du nimûneyên dawîn, tevahiya zanyariyên jorîn û agehiyên ku li benda lêkolînê ne nîşan didin ku mîrate û samaneke kurdan a zengîn heye; lê belê hema hema tevahiya wan -li gorî qonaxên dîrokî yên kurdan- ne bi zimanê kurdî ne. “Gelo divê kurd xwedî li wan dernekevin û ji nû ve mantiqa xwe binivîsin yan her berhemeke aydî kurdan parçeyekî raman û zanistên xwe bihesibînin û bi riya lêkolîn, wergerandin û nirxandina wan rûpelên dîroka xwe ya tarî ronî bikin?” Bi me tesbîtkirin û senifandina sermayeya kurdan a çandî jî erkeke neteweyî ye ku divê kesên eleqedar vê mijarê ji biyaniyan re nehêlin; her wiha divê kurd wekî şirîk û hevparên zimanê erebî, farsî, osmanî, tirkî û zimanên din ên ku ramanên xwe bi wan nivîsandine tevbigerin, nebêjin ku ne kurdî ne û wan zêr-zebercedan paşguh nekin. Bi vê hêviya ku ev gotar dêrî li xebatên berfirehtir, têkûztir û kûrtir veke.

Omitê Mistefê (ئۆمتێ مستەفێ)-umiddemirhan.wordpress.com

Nîşeyên gotarê:

[1] Zeynuddîn Ibn El-Werdî (1996), Tarîxu Ibn’il-Werdî, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, c. 1, r. 71; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4720/68.htm; dema gihiştinê: 09.08.2022; 05:02.

[2] Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, wergera Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn, c. 1. r. 103.

[3] https://iranicaonline.org/pages/chronology-1; dema gihiştinê: 09.06.2022; 06:01.

[4] Ebdusselam Muhammed Ebdûh, “El-Mecûsiyyeh”, El-Mewsû’at’ul-Mefahîm’il-Islamiyyet’il-’Ammeh, El-Meclis’ul-E’la li’ş-Şuûn’il-Islamiyyeh-Misir; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://islamport.com/l/mjl/5970/583.htm; dema gihiştinê: 09.08.2022; 06:47.

[5] Ahmet Kerim Gultekin (2019), Kurdish Alevism Creating New Ways of Practicing the Religion, Working Paper Series of the HCAS “Multiple Secularities – Beyond the West, Beyond Modernities, Leipzing University: Germany; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  https://www.multiple-secularities.de/media/wps_18_gueltekin_alevikurds.pdf; dema gihiştinê: 14.08.2022; 06:46.

[6] T. Tahirî, Mêjû û Felsefeyî Yarsan, wergera Bêhzad Xweşhalî, ji bo nusxeya înternetî ya vê berhemê bnr.: https://www.kurdipedia.org/default.aspx?q=2013111320031287849&lng=1; 21.09.2022; 03:22.

[7] Shahab Vali (2016), Nasandina giştî ya edebiyata dînî ya kurdên yarsanî, Nûbihar Akademî, hejmar: 5, r. 113-119.

[8] Alî Gurdilî, Di civaka êzidiyan de saziya Birayê Axretê, https://gurdili.blogspot.com/2017/12/sistema-kaste-di-civaka-ezdiyan-de.html; dema gihiştinê: 14.08.2022; 07:56.

[9] Philip G. Kreyenbroek & Khanna Omarkhali (2016), Yezidism and Yezidi Studies in the early 21st century, Kurdish Studies, c. 4, h. 2, r. 122-130; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://kurdishstudies.net/journal/ks/article/view/424/417; dema gihiştinê: 14.08.2022; 04:28.

[10] Evliya Çelebi (2006), Seyahatname I-X, amadekariya çapê: Robert Dankof-Seyit Ali Kahraman-Yucel Daglı, Yapı Kredi Yayınları: Sitembol,  c. 6, r. 82; her wiha bnr.: Mehmet Akbaş, Evliya Çelebi’nin Gözüyle Kürtler ve Kürdistan, https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/364779; dema gihiştinê: 14.08.2022; 07:39.

[11] Alî Gurdilî, Sîstema kastê di civaka êzdiyan de, https://gurdili.blogspot.com/2017/12/sistema-kaste-di-civaka-ezdiyan-de.html; dema gihiştinê: 14.08.2022; 07:46.

[12] Taberanî di Kebîrê de c. 8, r.44; û di Sexîrê de c.1  r. 43; Heysemî di Mecme’uz-Zewaidê de c. 4, r. 134 qala vê hedîsê kirine.

[13] Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-Eşa fî Sinaet’il-Inşa,  Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, c. 1, r. 423-424; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/adb/5849/420.htm; dema gihiştinê: 05.08.2022; 21:58.

[14] Muhemmed b. Cerîr Et-Taberî (2000), Cami’ul-Beyani fî Tefsîri Ay’il-Quran, Muesseset’ur-Risaleh: Beyrût, c. 18, r. 434-435; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/tfs/802/10484.htm; dema gihiştinê: 06.08.2022; 04:59.

[15] Zeynuddîn Ibn El-Werdî (1996), Tarîxu Ibn’il-Werdî, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût, c. 1, r. 70-71; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4720/68.htm; dema gihiştinê: 05.08.2022; 21:58.

[16] Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu min’el-Qern’is-Sabi’i ile’l-Qern’is-’Aşir’il-Mîladî Wifq’el-Mesadir’il-’Erebiyyeh, Dar’ul-Farabî & Aras, r. 39-46.

[17] Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu fî Heqebet’il-Xilafet’il-Ebasiyyeti fî’l-Qerneyni 10-11 m., Dar’ul-Farabî & Aras, r. 275-277.

[18] Wikipedia (2022), List of Kurdish dynasties and countries, https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_Kurdish_dynasties_and_countries; dema gihiştinê: 06.08.2022; 05:41. Her wiha bnr.: https://ku.wikipedia.org/wiki/Lîsteya_xanedan_û_dûgelên_kurdan; dema gihiştinê: 06.08.2022; 05:51.

[19] Şerefxanê Bedlîsî (2014), Şerefname: Dîroka Kurdistanê, wergêrê kurmancî: Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn, r. 53-56.

[20] M. Mahmût Beyazîdî (1979), Adetên Kurdistanê, Den Haag; ji bo nusxeyên înternetî bnr.: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/3ZF1QGWPVH.pdf û https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/TX73BNYK5Z.pdf; dema gihiştinê: 08.08.2022; 05:48.

[21] Hêriş Kemal Rêkanî (2022), Berkar û Destnivîsên Mela Mehmûdê Bazîdî, malpera Çandnameyê; bnr.: https://candname.com/berkar-u-destnivisen-mela-mehmude-bazidi/; dema gihiştinê: 08.08.2022; 04:56.

[22] Jaklîna Sûrênovna Mûsaeliyan (2004), Mela Maxmûd Bayazîdî î yego perviy perevod «Şaraf-nama» Şarafxana Bidlîsî na kurdskiy yazik, Pîsmenniye Pamyatnîkî Vostoka, St. Petersbûrg; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://www.orientalstudies.ru/rus//images/pdf/PPV_2004_1-1.pdf; dema gihiştinê: 09.08.2022; 00:41.

[23] Scott Douglas Jacobsen (2018), Kurdish culture like any other cultures in the world is patriarchal; ji bo tevahiya hevpeyvînê binêre: https://cultureproject.org.uk/kurdish-culture-like-any-other-cultures-in-the-world-is-patriarchal/; dema gihiştinê: 12.08.2022; 02:01.

[24] Sabah Mofidi (2020), Kurdistan on the path of a historical evolution (from the Xenophon’s report); bnr.: https://cultureproject.org.uk/kurdistan-on-the-path-of-a-historical-evolution/; dema gihiştinê: 14.08.2022; 17:41.

[25] Nebez Semed (2016), Kurdish language and sexism, https://cultureproject.org.uk/kurdish-language-and-sexism/; dema gihiştinê: 12.08.2022; 02:12.

[26] Seîdê Kurd (1908), Ey gelî kurdan, hejmara yekem a Kurd Teavun ve Terakki Gazetesi: Sitembol.

[27] Behzad Xweşhalî (1380 k.h.), Qazî Muhemmed o Cumhûrî der Ayineyê Isnad, Çapê Firdewsî: Hemedan, r. 264-267; ji bo wergereke wesiyetnameyê ya nepîşeyî û nepisporane bnr.: Mehmet Fatih Bariş (2012), Wesiyeta Qazî Mihemed, bnr.: http://www.bizimgazete63.com/?Syf=22&Mkl=412274; her wiha deqa bi kurdiya soranî li ser vê girêdankê ye: https://www.kurdhsk.com//بەشێکی-گرینگی-وەسیەتنامەکەی-پێشەوا-ق/; dema gihiştinê: 12.08.2022; 04:50

[28] Jaakko J. Hintikka (2022), “Philosophy of logic”, https://www.britannica.com/topic/philosophy-of-logic; dema gihiştinê: 27.07.2022; 03:02.

[29] Nîqûla Rîşer (2005), Tarîxu ‘Ilm’il-Mentiqi ‘inde’l-‘Ereb, wergera Dr. Mihemed Mehran, Menşûratu Esmar: Parîs, r. 128-134.

[30] Semiha Akinci & Hasan Ali Under (2013), Klasik Mantik, Anadolu Univesitesi Yayinlari: Eskişehir.

[31] Mustafa Çagrici (1996), Gazzalî, TDV İslâm Ansiklopedisic. 13. r. 530-534; ji bo guhartoya înternetî bnr.: https://islamansiklopedisi.org.tr/gazzali; dema gihiştinê: 31.07.2022; 05:22.

[32] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok, r. 312.

[33] El-E’lam, 1/123; Mu’cem’ul-Udeba, 1/491-498.

[34] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok, r. 427.

[35] C. E. Butterworth & M. Mehdi (1992), The Political Aspects of Islamic Philosophy, Harvard CMES Publishers, r. 336.

[36] https://www.britannica.com/biography/as-Suhrawardi; dema gihiştinê: 26.08.2022; 02:25.

[37] Ji bo agehiyên berfirehtir, bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/فخر_الدين_الماردينيhttps://ar.wikipedia.org/wiki/السهروردي_المقتول; dema gihiştinê: 26.08.2022; 02:08.

[38] Henry Corbin (1977), Spiritual Body and Celestial Earth (From Mazdean Iran to Shi’ite Iran), wergera ji fransiyê: Nancy Pearson, Princeton, r. 54; her wiha bnr.: Henry Corbin (1998), The Voyage and the Messenger: Iran and Philosophy, North Atlantic Books: Berkeley, California.

[39] Ehmed b. Yehyayê Umerî (1423 k.), Mesalik’ul-Ebsari fî Memalik’il-Emsar, El-Mecme’us-Seqafî: Ebû Daby, c. 9, r. 163-175; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://islamport.com/l/bld/5040/2641.htm; dema gihiştinê: 26.08.2022; 03:33.

[40] Ilhan Kutluer (2010), Suhreverdi, TDV Islam Ansiklopedisi, c. 38, r. 36-40; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://islamansiklopedisi.org.tr/suhreverdi-maktul; 26.08.2022; 04:53.

[41] Ibn’ul-Imad (1993), Şezerat’uz-Zeheb fî Exbari men Zeheb, Daru Ibn Kesîr: Şam, c. 5, r. 144-145; her wiha bnr.: Keşf’uz-Zunûn, 1/18, 858, 913; 3/1113, 1484, 1846, 1857.

[42] El-E’lam, 7/151; Meşahîr’ul-Kurd, 2/166; Mu’cem’ul-Usûliyyîn, 537.

[43] Keşf’uz-Zunûn, 1/468, 627, 1252,1465, 1629; Şezerat’uz-Zeheb, 6/98-99.

[44] Meşahîr’ul-Kurd, 2/27-28.

[45] Ibn’ul-Imad (1993), Şezerat’uz-Zeheb fî Exbari men Zeheb, Daru Ibn Kesîr: Şam, c. 8, r. 31.

[46] Şezerat’uz-Zeheb, 10/480; her wiha bnr.: Meşahîr’ul-Kurd,  c. 2, r. 50-51: di vê çavkaniyê de mêjûya mirinê wekî 390 k./1000 z. hatiye tomarkirin.

[47] Xulasat’ul-Eser, 4/58; Hediyyet’ul-‘Arifîn, 2/565; Mu’cem’ul-Muellifîn, 13/334.

[48] Xulaset’ul-Eser, 3/4; Hediyyet’ul-‘Arifîn, 1/762; Mu’cem’ul-Muellifîn, 7/172.

[49] El-E’lam, 7/156; Silk’ud-Durer, 4/120.

[50] Hediyyet’ul-Arifîn, 2/333; Mu’cem’ul-Muelifîn, 10/201.

[51] Merriam-Webster (2022), Definition of pragmatics, https://www.merriam-webster.com/dictionary/pragmatics; dema gihiştinê: 21.09.2022; her wiha bnr.: Jacob L. Mey (1993), Pragmatics: An Introduction, Blackwell: Oxford.

[52] Jean Kellens, “AVESTA i. Survey of the history and contents of the book,” Encyclopaedia Iranica, III/1, r. 35-44; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://www.iranicaonline.org/articles/avesta-holy-bookdema gihiştinê: 22.09.2022; 04:23.

[53] Philippe Gignoux, Denkard, https://www.iranicaonline.org/articles/denkarddema gihiştinê: 22.09.2022; 04:26.

[54] Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London, c. 1, r. 1-2.

[55]D. Neil MacKenzie, Bundahišn; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://www.iranicaonline.org/articles/bundahisn-primal-creationdema gihiştinê: 22.09.2022; 02:13.

[56] Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London, c. 1, r. 1-2.

[57] Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://fa.wikifeqh.ir/تاجنامهdema gihiştinê: 22.09.2022; 02:48.

[58] Prods Oktor Skjærvø (2006), An Introduction to Manicheism; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  https://archive.org/details/skjaervo-2006-intro-manicheism/page/24/mode/2updema gihiştinê: 22.09.2022; 04:05; her wiha bnr.: Werner Sundermann (2009), “Mani,” Encyclopædia Iranica; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  http://www.iranicaonline.org/articles/mani-founder-manicheism; dema gihiştinê: 22.09.2022; 04:08.

[59] Ji bo zanyariyên zêdetir li ser Bazanê kurê Sasanî bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/باذان_بن_ساسان; dema gihiştinê: 25.09.2022; 08:39.

[60] Mehmûd Muhemmed Elî Muhemmed (1999), El-Mentiq’ul-Işraqiyyu ‘inde Şihabuddîn Es-Suhrewerdî, Misr’ul-Erebiyyetu li’n-Neşri we’t-Tewzî’: Qahire, r. 32-34.

[61] Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London, c. 1, r. 1-2.

[62] Ibn Teymiyye (1951), Neqd’ul-Mentiq, Metbe’et’us-Sunnet’il-Muhemmediyyeh: Qahire, r. 16-17.

[63] Dr. Elî El-Werdî (1994), Mentiqu Ibn Xeldûn, Daru Kûfan: London, r. 57.

[64] Editoryaya Beşa Çandê, Zûgotinok, bnr.: https://xwebun1.org/zugotinok-14/dema gihiştinê: 21.08.2022; 05:11.

[65] M. Mahmût Beyazîdî (1979), Adetên Kurdistanê, Den Haag, r. 18; ji bo nusxeyên înternetî bnr.: https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/3ZF1QGWPVH.pdf û https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/TX73BNYK5Z.pdf; dema gihiştinê: 21.08.2022; 05:27.

[66] Ehmedê Xanî (1986), Nûbihara Biçûkan, Weşanên Roja Nû: Siwêd, r. 7.

[67] Evdillah Merdûx (1997), The Madrasa in Sunni Kurdistan, https://iranicaonline.org/articles/education-vi-the-madrasa-in-sunni-kurdistan; dema gihiştinê: 21.08.2022; 06:05.

[68] Zeynelabidîn Zinar (1993), Xwendina Medresê, Weşanxaneya Çanda Kurdî: Stockholm.

[69] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok.

[70] Ji bo agehiyên berfirehtir derbarê Dînewerê de bnr.: https://fa.wikipedia.org/wiki/دینور_(شهر_باستانی); dema gihiştinê: 07.09.2022; 00:26.

[71] Dêhxuda, Ferheng, bi sernavê Dînewerê; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://dehkhoda.ut.ac.ir/fa/dictionary/155940/دینور; dema gihiştinê: 07.09.2022; 00:03.

[72] Muhemmed Mihryar (1379 k.h.), “Suhr, Suhran, Suhr û Fîrozan, Suhrewerd”, Vîjenameyê Isfahan, r. 36-37; ji bo nusxeya înternetî bnr.: http://ensani.ir/file/download/article/20110209120309-%C2%A0%20(168).pdf; dema gihiştinê: 07.09.2022; 01:43.

[73] Ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/سهرورد; dema gihiştinê: 09.09.2022; 13:45.

[74] Ji bo zanyariyên berfirehtir bnr.: https://fa.wikipedia.org/wiki/سهرورد; dema gihiştinê: 09.09.2022; 13:45.

[75] C. E. Bosworth, E. van Donzel, W. P. Heinrichs &  G. Lecomte (1997), Encyclopaedia of Islam: A dictionary of the geography, ethnography and biography of the Mohammedan peoples, Brill: Leiden, c. 9, r. 777-778; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://archive.org/details/EncyclopaediaDictionaryIslamMuslimWorldEtcGibbKramerScholars.13/09.EncycIslam.NewEdPrepNumLeadOrient.EdEdComCon.BosDonHeinLec.etc.UndPatIUA.v9.San-Sze.Leid.EJBrill.1997./page/n1/mode/2up; dema gihiştinê: 07.09.2022; 03:04.

[76] Muhemmed Fenayî Eşkûrî (edîtor, 1390 k. h.), Deramedî ber Tarîxê Felsefeyê Îslamî, Sazûmanê Mutaleê o Tedvînê Kutubê Ulûmê Insaniyê Danişgahha (Semt), c. 2, r. 114.

[77] Muhammedreza Feşahî (2008), Aristoyê Bexdad: ez eqlê yûnanî be wehyê quranî, Intişaratê Karvan: Tehran, r. 33.

[78] Ji bo agehiyên zêdetir bnr.: Suhrewerdî: Şehabê Cavîdanê Asmanê Hikmet o Felsefe, https://farsi.iranpress.com/iran-i88622-سهروردی_شهاب_جاودان_آسمان_حکمت_و_فلسفه; dema gihiştinê: 09.09.2022; 15:54.

[79] Mehmûd Muhemmed Elî Muhemmed (1999), El-Mentiq’ul-Işraqiyyu ‘inde Şihabuddîn Es-Suhrewerdî, Misr’ul-Erebiyyetu li’n-Neşri we’t-Tewzî’: Qahire, r. 32-34.

[80] Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://ku.wikipedia.org/wiki/Sêwas; dema gihiştinê: 12.09.2022; 00:02.

[81]Arnold Hugh Martin Jones (1971), The Cities of the Eastern Roman Provinces, Oxford University Press, r. 159.

[82] Alexander Kazhdan (edîtor, 1991), The Oxford Dictionary of Byzantium, Oxford University Press, r. 1861-1862.

[83] Mesrob K. Krikorian (1977), Armenians in the Service of the Ottoman Empire, 1860-1908, Routledge and Kegan Paul, r. 53.

[84] John H. Rosser  (2012), Historical dictionary of Byzantium,  Scarecrow Press: Maryland, r. 425.

[85] Speros Vryonis (1971), The Decline of Medieval Hellenism in Asia Minor and the Process of Islamization from the Eleventh through the Fifteenth Century, University of California Press, r. 155; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://www.scribd.com/doc/39065646/Vryonis-Decline-of-Medieval-Hellinism-in-Asia-Minor; dema gihiştinê: 12.09.2022; 04:28.

[86] Nicetas Choniates (1673), Historia (Histoire de Constantinople V), wergêr: M. Cousin, Paris; her wiha bnr.: https://iranicaonline.org/articles/danesmand-amir-gazi-taylu-gms-tigin-ahmad-or-mohammad-danesmand-d; dema gihiştinê: 12.09.2022; 01:10.

[87] Ahmet Yaşar Ocak (1993), Danişmendname, TDV Ansiklopedisi, c. 8, r. 478-480; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://islamansiklopedisi.org.tr/danismendname; dema gihiştinê: 12.09.2022; 04:48.

[88] Abdulkuddus Bingol (1994), Ebherî Esîruddîn, TDV Islam Ansiklopedisi, c. 10, r. 75-76; ji bo nusxeya înternetî bnr.:  https://islamansiklopedisi.org.tr/ebheri-esiruddin; dema gihiştinê: 12.09.2022; 02:04.

[89] M. Saadettin Aygen (1985), Büyük Filozof Esirüddin Ebherî, Afyon, r. 6-7.

[90] Huseyin Sarıoglu (2007), Abharī: Athīr al‐Dīn al‐Mufaḍḍal ibn ʿUmar ibn al‐Mufaḍḍal al‐Samarqandī al‐Abharī, bnr.: https://link.springer.com/referenceworkentry/10.1007/978-0-387-30400-7_9; dema gihiştinê 01.09.2022; 04:21.

[91] Ji bo dîroka Ebherê bnr.: https://fa.wikipedia.org/wiki/ابهر; ji bo dîroka Mihraniyan bnr.: https://fa.wikipedia.org/wiki/خاندان_مهران; dema gihiştinê 01.09.2022; 04:47.

[92] Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok

[93] Eichner, Heidrun (2008), “Al-Abharī, Athīr al-Dīn”, Encyclopaedia of Islam, http://dx.doi.org/10.1163/1573-3912_ei3_COM_26284; dema gihiştinê: 01.09.2022; 04:05.

[94] Muhemmed Fenayî Eşkûrî (edîtor, 1390 k. h.), Deramedî ber Tarîxê Felsefeyê Îslamî, Sazûmanê Mutaleê o Tedvînê Kutubê Ulûmê Insaniyê Danişgahha (Semt), c. 2, r. 136.

[95] Ji bo agehiyên zêdetir bnr.: https://ar.wikipedia.org/wiki/أثير_الدين_الأبهري; dema gihiştinê: 01.09.2022; 05:13; https://fa.wikipedia.org/wiki/اثیرالدین_ابهری; dema gihiştinê: 01.09.2022; 05:15.

[96] Huseyin Sarıoglu (2016), Îsagûcî (Mantiga Giriş) Ebherî: Inceleme – Tahkik – Çeviri, Turkiye Bilimler Akademisi: Ankara, r. 63-64; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://www.tuba.gov.tr/files/yayinlar/TİBKM/Îsâgûcî Mantığa Giriş.pdf; dema gihiştinê: 02.09.2022; 17:30.

[97] Ji bo agehiyên zêdetir bnr.: https://ku.wikipedia.org/wiki/Herran; dema gihiştinê: 09.09.2022; 01:46.

[98] Donald Frew (1999), “Harran: Last Refuge of Classical Paganism”, The Pomegranate: The International Journal of Pagan Studies, 13 (9): 17–29; doi:10.1558/pome.v13i9.17; her wiha bnr.: https://www.academia.edu/17141871/Harran_Last_Refuge_of_Classical_Paganism; dema gihiştinê: 10.09.2022; 14:44.

[99] Mikhail A. Vedeshkin (2018), “Bribe and Punishment: To the Question of Persistence of Pagan Cults in Late Antiquity”. Schole. 12 (1): 259-275; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://philpapers.org/archive/VEDBAP.pdf; dema gihiştinê: 10.09.2022; 14:55.

[100] Ji bo şopandina zanyariyên derbarê Heranê de bnr.: https://en.wikipedia.org/wiki/Harran; dema gihiştinê: 10.09.2022; 21:55.

[101] Muhemmed Husnî Ez-Zeyn (2008), Ibn Teymiyyetu we Menhecuh’ul-Fikrî, El-Mekteb’ul-Islamî: Beyrût, r. 236; her wiha bnr.: Ibn Teymiyyeh, Er-Reddu ‘ela’l-Mentiqiyyîn, r. 14-15.

[102] Efaf El-Xemrî (2001), Mentiqu Ibni Teymiyyeh, Daru Quba: Qahire, r. 12.

[103] Enes Mihemed Brahîm, Qezay Qeredax; ji bo agehiyên zêdetir bnr.: http://chawykurd.com/details.aspx?=hewal&jmare=5783&Jor=65&Jor2=4; dema gihiştinê: 09.09.2022; 21:34.

[104] Umîd Necmedîn Cemîl El-Muftî, Et-Tibyanu fî Beyan’in-Nasixi we’l-Mensûxi min’el-Quran; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://ketabonline.com/ar/books/91737/read?part=1&page=16&index=4625616/4625617; dema gihiştinê: 10.09.2022; 02:21.

[105] Umîd Demîrhan (2021), “Awirek li dîroka welatên Mela Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî”, kovara Bernagehê; ji bo xwendina gotarê bnr.: https://www.bernamegeh.org/umid-demirhan-awirek-li-diroka-welaten-mela-mehmude-bazidi-u-lev-tolstoyi/; dema gihiştinê: 10.09.2022; 22:09.

[106] Şakir Epozdemir (2017), Medreseyên Kurdistanê, Weşanxaneya Nûbiharê: Sitembol.

[107] Zeynelabidîn Zinar (1993), Xwendina Medresê, Weşanxaneya Çanda Kurdî: Stockholm, r. 63-100; her wiha bnr.: Martin van Bruinessen (1998), “Medrese education in northern Kurdistan” by Zeynelabidîn Zinar, translated and annotated by Martin van Bruinessen, Les Annales de l’Autre Islam 5.

[108] Mele Mûsa Celalî (1434 k. h.), Mecmû’at’ul-Ulûm, bi sererastkirin û lêkolîna Mele Evdiselamê Bêcirmanî, Ihvan Neşriyat: Sitembol.

[109] Di çarçoveya vê bernameyê de hemû zimanên zindî yên li ser erdnîgariya Yekîtiya Sovyetê de gihiştin mafên xwe yên zimanî û çandî; her wiha bi zimanên wan perwerdehiya fermî hate meşandin û ji bo vê mebestê mamoste hatin perwerdekirin û pirtûkên dersê hatin çapkirin û bernameyên radyoyan dest pê kir. Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://ru.wikipedia.org/wiki/Образование_в_СССР; dema gihiştinê: 12.09.2022; 08:02.

[110] Komîteya Felsefeyê ya Saziya Minhacan (2019/2020), Felsefe amadeyî 10, Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, r. 7-68.

[111] Rêveberiya Giştî ya Program û Çapemeniya (2015), Destpêkên Felsefê bo pola yazdê amadeyî-wêjeyî, Wezareta Perwerdê-Herêma Kurdistana Iraqê, r. 47-50.

Pêrista çavkaniyan: 

Abdulkuddus Bingol (1994), “Ebherî Esîruddîn”, TDV Islam Ansiklopedisi.

Ahmet Kerim Gultekin (2019), “Kurdish Alevism Creating New Ways of Practicing the Religion”, Working Paper Series of the HCAS “Multiple Secularities – Beyond the West, Beyond Modernities, Leipzing University: Germany.

Ahmet Yaşar Ocak (1993), “Danişmendname”, TDV Ansiklopedisi.

Alexander Kazhdan (edîtor, 1991), The Oxford Dictionary of Byzantium, Oxford University Press.

Alî Gurdilî, “Di civaka êzidiyan de saziya Birayê Axretê”, (gotara înternetî).

Alî Gurdilî, “Sîstema kastê di civaka êzdiyan de”, (gotara înternetî)

Ansîklopediya Îslamê ya TDV

Arnold Hugh Martin Jones (1971), The Cities of the Eastern Roman Provinces, Oxford University Press.

Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu fî Heqebet’il-Xilafet’il-Ebasiyyeti fî’l-Qerneyni 10-11 m., Dar’ul-Farabî & Aras.

Arşak Poladyan (2013), El-Ekradu min’el-Qern’is-Sabi’i ile’l-Qern’is-’Aşir’il-Mîladî Wifq’el-Mesadir’il-’Erebiyyeh, Dar’ul-Farabî & Aras.

Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, wergera Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn.

Behzad Xweşhalî (1380 k.h.), Qazî Muhemmed o Cumhûrî der Ayineyê Isnad, Çapê Firdewsî: Hemedan,

C. E. Bosworth, E. van Donzel, W. P. Heinrichs &  G. Lecomte (1997), Encyclopaedia of Islam: A dictionary of the geography, ethnography and biography of the Mohammedan peoples, Brill: Leiden

C. E. Butterworth & M. Mehdi (1992), The Political Aspects of Islamic Philosophy, Harvard CMES Publishers.

D. Neil MacKenzie, “Bundahišn”, Encyclopaedia Iranica

Donald Frew (1999), “Harran: Last Refuge of Classical Paganism”, The Pomegranate: The International Journal of Pagan Studies, 13 (9).

Dr. Elî El-Werdî (1994), Mentiqu Ibn Xeldûn, Daru Kûfan: London, r. 57.

Ebdusselam Muhammed Ebdûh, “El-Mecûsiyyeh”, El-Mewsû’at’ul-Mefahîm’il-Islamiyyet’il-’Ammeh, El-Meclis’ul-E’la li’ş-Şuûn’il-Islamiyyeh-Misir.

Editoryaya Beşa Çandê, Zûgotinok, malpera Xwebûnê.

Efaf El-Xemrî (2001), Mentiqu Ibni Teymiyyeh, Daru Quba: Qahire

Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-Eşa fî Sinaet’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Ehmed b. Yehyayê Umerî (1423 k.), Mesalik’ul-Ebsari fî Memalik’il-Emsar, El-Mecme’us-Seqafî: Ebû Daby.

Ehmedê Xanî (1986), Nûbihara Biçûkan, Weşanên Roja Nû: Siwêd, r. 7.

Eichner, Heidrun (2008), “Al-Abharī, Athīr al-Dīn”, Encyclopaedia of Islam

El-Hac Xelîfe (2008), Keşf’uz-Zunûn ‘en Esam’il-Kutubi we’l-Funûn, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Elî b. Ebî Bekr El-Heysemî (1986), Mecme’uz-Zewaid, Muesseset’ul-Me’arif: Beyrût

Enes Mihemed Brahîm, Qezay Qeredax, malpera Chawykurd.Com.

Evdillah Merdûx (1997), “The Madrasa in Sunni Kurdistan”Encyclopaedia Iranica.

Evliya Çelebi (2006), Seyahatname I-X, amadekariya çapê: Robert Dankof-Seyit Ali Kahraman-Yucel Daglı, Yapı Kredi Yayınları: Sitembol.

Ferhenga Dêhxuda.

Ferhenga Merriam-Webster.

Henry Corbin (1977), Spiritual Body and Celestial Earth (From Mazdean Iran to Shi’ite Iran), wergera ji fransiyê: Nancy Pearson, Princeton

Henry Corbin (1998), The Voyage and the Messenger: Iran and Philosophy, North Atlantic Books: Berkeley, California.

Hêriş Kemal Rêkanî (2022), “Berkar û Destnivîsên Mela Mehmûdê Bazîdî”, (gotara înternetî)

Huseyin Sarıoglu (2007), “Abharī: Athīr al Dīn al Mufaḍḍal ibn ʿUmar ibn al Mufaḍḍal al‐Samarqandī al Abharī” (gotara înternetî).

Huseyin Sarıoglu (2016), Îsagûcî (Mantiga Giriş) Ebherî: Inceleme – Tahkik – Çeviri, Turkiye Bilimler Akademisi: Ankara.

Ibn Teymiyye (1951), Neqd’ul-Mentiq, Metbe’et’us-Sunnet’il-Muhemmediyyeh: Qahire, r. 16-17.

Ibn Teymiyyeh (1976), Er-Reddu ‘ela’l-Mentiqiyyîn, Daru Tercuman’us-Sunneh: Pakistan.

Ibn’ul-Imad (1993), Şezerat’uz-Zeheb fî Exbari men Zeheb, Daru Ibn Kesîr: Şam.

Isma’îl Başa El-Babanî (1967), Hediyyet’ul-‘Arifîn, Mektebet’ul-Islamiyyeh & El-Ce’ferî Et-Tebrîzî: Tehran

Jaakko J. Hintikka (2022), “Philosophy of logic”, (gotara înternetî)

Jacob L. Mey (1993), Pragmatics: An Introduction, Blackwell: Oxford.

Jaklîna Sûrênovna Mûsaeliyan (2004), “Mela Maxmûd Bayazîdî î yego perviy perevod «Şaraf-nama» Şarafxana Bidlîsî na kurdskiy yazik”, Pîsmenniye Pamyatnîkî Vostoka, St. Petersbûrg.

Jean Kellens, “AVESTA i. Survey of the history and contents of the book” Encyclopaedia Iranica, III/1.

John H. Rosser  (2012), Historical dictionary of Byzantium,  Scarecrow Press: Maryland.

Komîteya Felsefeyê ya Saziya Minhacan (2019/2020), Felsefe amadeyî 10, Herêma Bakur û Rojhilata Sûriyeyê.

M. Mahmût Beyazîdî (1979), Adetên Kurdistanê, Den Haag.

M. Saadettin Aygen (1985), Büyük Filozof Esirüddin Ebherî, Afyon, r. 6-7.

Malpera Academia.Edu.

Malpera Archive.Org

Malpera Bernamegeh.Org

Malpera Britannica.

Malpera Dehkhoda.Ut.Ac.Ir.

Malpera Institutkurde.Org.

Malpera IranicaOnline.Org.

Malpera Iranpress.Com

Malpera IslamAnsiklopedisi.Org.

Malpera IslamPort.Com

Malpera Merriam-Webster.Com

Malpera Philpapers.Org.

Malpera Scribd.Com

Malpera Springer.Com

Malpera Tuba.Gov.Tr.

Malpera Wikifeqh.Ir

Malpera Wikipedia.

Martin van Bruinessen (1998), “Medrese education in northern Kurdistan” by Zeynelabidîn Zinar, translated and annotated by Martin van Bruinessen, Les Annales de l’Autre Islam 5.

Mehmet Akbaş, “Evliya Çelebi’nin Gözüyle Kürtler ve Kürdistan”, (gotara înternetî)

Mehmet Fatih Bariş (2012), “Wesiyeta Qazî Mihemed”, (gotara înternetî).

Mehmûd Muhemmed Elî Muhemmed (1999), El-Mentiq’ul-Işraqiyyu ‘inde Şihabiddîn Es-Suhrewerdî, Misr’ul-Erebiyyetu li’n-Neşri we’t-Tewzî’: Qahire.

Mele Mûsa Celalî (1434 k. h.), Mecmû’at’ul-Ulûm, bi sererastkirin û lêkolîna Mele Evdiselamê Bêcirmanî, Ihvan Neşriyat: Sitembol.

Mesrob K. Krikorian (1977), Armenians in the Service of the Ottoman Empire, 1860-1908, Routledge and Kegan Paul.

Mewlûd Es-Serîrî Es-Sûsî (2002), Mu’cem’ul-Usûliyyîn, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Mikhail A. Vedeshkin (2018), “Bribe and Punishment: To the Question of Persistence of Pagan Cults in Late Antiquity”. Schole. 12 (1).

Muhammedreza Feşahî (2008), Aristoyê Bexdad: ez eqlê yûnanî be wehyê quranî, Intişaratê Karvan: Tehran.

Muhemmed b. Cerîr Et-Taberî (2000), Cami’ul-Beyani fî Tefsîri Ay’il-Quran, Muesseset’ur-Risaleh: Beyrût.

Muhemmed Emîn b. Fedlullah El-Muhibbî El-Henefî (2006), Xulaset’ul-Eser fî E’yan’il-Qern’il-Hadî Eşer, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût.

Muhemmed Emîn Zekî Bek (1947), Meşahîr’ul-Kurdi we Kurdistane fî’l-Ehd’il-Islamî, Metbe’et’ut-Tefwîd’il-Ehliyyeh: Bexdad.

Muhemmed Fenayî Eşkûrî (edîtor, 1390 k. h.), Deramedî ber Tarîxê Felsefeyê Îslamî, Sazûmanê Mutaleê o Tedvînê Kutubê Ulûmê Insaniyê Danişgahha (Semt).

Muhemmed Husnî Ez-Zeyn (2008), Ibn Teymiyyetu we Menhecuh’ul-Fikrî, El-Mekteb’ul-Islamî: Beyrût

Muhemmed Mihryar (1379 k.h.), “Suhr, Suhran, Suhr û Fîrozan, Suhrewerd”, Vîjenameyê Isfahan.

Muhemmed Xelîl b. Elî El-Muradî (1301 k.), Silk’ud-Durer fî E’yan’il-Qern’il-Sanî Eşer, El-Metbe’et’ul-Mîriyyet’ul-Amireh: Qahire..

Mustafa Çagrici (1996), Gazzalî, TDV İslâm Ansiklopedisi.

Nebez Semed (2016), “Kurdish language and sexism”, (gotara înternetî).

Nicetas Choniates (1673), Historia (Histoire de Constantinople V), wergêr: M. Cousin, Paris.

Nîqûla Rîşer (2005), Tarîxu ‘Ilm’il-Mentiqi ‘inde’l-‘Ereb, wergera Dr. Mihemed Mehran, Menşûratu Esmar: Parîs.

Philip G. Kreyenbroek & Khanna Omarkhali (2016), “Yezidism and Yezidi Studies in the early 21st century”, Kurdish Studies.

Philippe Gignoux, Denkard, Encyclopaedia Iranica.

Prods Oktor Skjærvø (2006), “An Introduction to Manicheism” (pirtûka înternetî)

Rêveberiya Giştî ya Program û Çapemeniya (2015), Destpêkên Felsefê bo pola yazdê amadeyî-wêjeyî, Wezareta Perwerdê-Herêma Kurdistana Iraqê.

Sabah Mofidi (2020), “Kurdistan on the path of a historical evolution (from the Xenophon’s report)”, (gotara înternetî).

Şakir Epozdemir (2017), Medreseyên Kurdistanê, Weşanxaneya Nûbiharê: Sitembol.

Salih Şêxo El-Hesinyanî (2012), Ulema’ul-Kurdi we Kurdistan, Rêveberiya Çap û Weşanê ya Wezareta Çand û Ciwanan: Duhok.

Scott Douglas Jacobsen (2018), Kurdish culture like any other cultures in the world is patriarchal”, (gotara înternetî).

Seîdê Kurd (1908)“Ey gelî kurdan”hejmara yekem a Kurd Teavun ve Terakki Gazetesi: Sitembol.

Semiha Akinci & Hasan Ali Under (2013), Klasik Mantik, Anadolu Univesitesi Yayinlari: Eskişehir.

Şerefxanê Bedlîsî (2014), Şerefname: Dîroka Kurdistanê, wergêrê kurmancî: Ziya Avci, Weşanên Azad: Mersîn.

Seyyed Hossein Nasr & Mehdi Aminrazavi (2008), An Anthology of Philosophy in Persia, Volume I: From Zoroaster to ʿUmar Khayyām, I.B.Tauris & Co Ltd: London.

Shahab Vali (2016), “Nasandina giştî ya edebiyata dînî ya kurdên yarsanî”, Nûbihar Akademî.

Speros Vryonis (1971), The Decline of Medieval Hellenism in Asia Minor and the Process of Islamization from the Eleventh through the Fifteenth Century, University of California Press.

Suleyman b. Ehmed Et-Taberanî (2003), El-Mu’cem’us-Sexîr, Dar’ul-Kutub: Beyrût.

Suleyman b. Ehmed Et-Taberanî (200t), El-Mu’cem’ul-Kebîr, DKI: Beyrût.

T. Tahirî, Mêjû û Felsefeyî Yarsan, wergera Bêhzad Xweşhalî, (pirtûka înternetî).

Umer Rida Kehaleh (1983), Mu’cem’ul-Muellifîn, Muesseset’ur-Risaleh: Beyrût.

Umîd Demîrhan (2021), “Awirek li dîroka welatên Mela Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî”, kovara Bernagehê

Umîd Necmedîn Cemîl El-Muftî, Et-Tibyanu fî Beyan’in-Nasixi we’l-Mensûxi min’el-Quran.

Werner Sundermann (2009), “Mani” Encyclopædia Iranica.

Xeruddîn El-Ziriklî (1954), El-E’lam, Dar’ul-Ilmi li’l-Melayîn: Beyrût.

Yaqût El-Hemawî (1983), Mu’cem’ul-Udeba, Dar’ul-Xerb’il-Islamî: Beyrût.

Zeynelabidîn Zinar (1993), Xwendina Medresê, Weşanxaneya Çanda Kurdî: Stockholm,

Zeynuddîn Ibn El-Werdî (1996), Tarîxu Ibn’il-Werdî, Dar’ul-Kutub’il-Ilmiyyeh: Beyrût

Derbar ziman

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply