Leylan

Tava ku ji cama şikestî diçizirî hundir, çavên wê diêşande. Laşê wê ji tirsa û ji serma civiyabû ser hev. Heta sibê bi êş û sermayê re belhizîbû. Bi zorê û bi nalîn rabû ji cîhê ku ketibû. Hêza xwe ji qenepê û dîwara girt ber bi serşokê ve meşiya. Li ber deriyê jûrê dikira biketa lê neket. Di nigê wê yî çepê, di hestîyên bazinê pê de tevizandinek hebû ku nikaribû bianiya ziman. Zîç sekinî xweste serî li wê êşê rake lê ne mimkin bû. Bi gavên biçûk û hêdî hêdî xwe gîhande serşokê. Derîyê serşokê vekir venekir bêhna kufikê bêhneke gur xwe li ser çavê wê xist. Sî û şeş seet bibû ku nan nexwaribû.  Dilê wê xelandî bû. Firkê avêtibû mîda wê, firkek bi şid ku nikaribû verêşe jî, dema ku êşa firkê hinekî sivik bû destê xwe avêt qeraxa destşoyê û rabû ser xwe. Fikara dikir ku li neynikê binêre. Lê ji tiştên ku di neynikê de bibîne ditirsiya. Jixwe her tim ditirsiya. Ji her tiştî û ji her kesî. Moslix vekir avek hindik lê cemidî bû ew lerizande. Bi destên xwe yî biçûk av li rûyê xwe kir û bi êşeke xwe yî din rû bi rû ma. Xwîna bi rûyê wê ve li destê wê jî bû, kulmek ava din jî avêt ser çavê xwe. Vê carê kêmtir êşîya. Êdî dixwest li eynikê binêre. Çavên xwe yên mûç vekir, serê xwe rakir li eynikê nêrîbû. Tiştê ku dîtibù bi dehşet bû lê neheyirî bû. Li mayîna xwe yî jîyanê difikirî ev yek şensek bû an jî lehnetek bû…

 

Birînek hebû li pirika milê wê, hestîyê bazinê nigê wê ji cîh derketibû. Niza çawa, dema rabibû ser xwe bi xwe ketibû cîh. Nermika guhê wê qetiya bû, xwîna ku herikîbû li gewriya wê tev zuha bibû. Çavên wê nepixandî û şîn bibûn. Vekirin û girtina wan bi êş û zor bû. Ji ber lêxistina ku lê hatibû kirin bêhal ketibû. Serê wê pir diêşiya. Ji serşokê derket berê xwe da metbaxê. Pir birçî bibû. Dixwest ku du parî nan bixwe û ji mal dûr bikeve. Li metbaxê cîhê gav avêtinê tunebû. Bi gavên biçûk çû derîyê sarincê vekir, tasek mastê tirş, nîv lîmon û ji çend şûşê araqê pêv tiştek tunebû. Li ser masê qutîka nan dît. Nîv nan hebû di hundirê wê de.

Zuha bû lê qene ê piçekî têrî bidana wê. Jixwe ji du pariya pêve neçûbû di qirikê re. Ji ber derbeyan qirika wê xitimî bû. Nikaribû pariya daqurta xwarê. Ji ser dezgehê rahişt îskanek, firek av tê werda û nîv qedeh av vexwar. Qirika wê ya zuha bi avê hênik û nerm bû. Alîkarî ji masê hilda rûnişte sendeliyê. Her ku tev digeriya birînên mezin peyde dibûn li laşê wê. Bêhneke kûr kişand hundirê xwe. Serê wê tevlihev bûbû. Qasekê navê wê nehatibû bîra wê, ji xwe re gotibû ez kî me? Dûv re gotibû ez Leylan im. Li tiştên do bi şev qewimîbû fikirî… Ew tenê di odê de bû mêrê wê dereng hatibû malê. Vexwaribû. Serxweş bû. Bi gavên şewişî berê xwe dabû jûreya razanê, derî bi dehfekê şid vekir. Leylan bi tirs veciniqî ji nav ciyan. Di nivîna xwe de lê dinêrî. Mêrê wê xwe dirêjî wê kir ku wê ramûse lê ji ber ku bêhneke genî jê dihat Leylanê paşê xwe dabûyê…  Pir hêrs bû şîmaqek li Leylanê da. Lêva wê peqand. Bi ser wê de qêriya; “Ez mêrê te me wulan, kengî bixwazim ez ê te ramûsim, ez ê ji te bipirsim? Xwe tazî bike! Ev deh roje min dest nedaye te!” Kenek bêar û pîs li ser rûyê wî peyda bû. Leyla bi tirs û xof got, halê min tune naxwazim. Mêrê wê bi dengekî hê  bilind û hêrsbuyî got: “Ji te re dibêjim xwe tazî bike!” Bi ser Leylanê de çû cilên wê bi zorê jê kir… Leylanê nedixwest… Girîn, qêrîn  û berxwedanên wê zewqêf dida wî.

Bîst xulek paşê vala bû hê jî bihêrs bû go: “Ji bo çi tu min naxwazî?”

Leylan: “Tu min diêşînî, ji te nefret dikim. Dilê min ji te dixele.” Piştê van gotinan  bêtir hêrs bû got: “ Ez mêrê te me, çawa tu min naxwazî? Te ji xwe re dostikek dîtîye!”

Dîsa lêxistin domand. Leylanê digot: “Tiştekî werê tuneye, tenê ji te hes nakim. Her ku diçû hêrsa wî zêde dibû. Bi şid û bi bêûjdanî lê dixist.

 

“Tu diçî ba kîjan dêqehbî bibêje! Bibêje ku ez wî jî bikujim.” Leylan digiriya û li dijî derbê û lêdanê destên xwe dabûn ber xwe û înkar dikir.

 

Bi tenê ji mal dernediket ê çawa biçûna ba yekî din. Mêrê wê du seet û nîva lêxist û ji xwe ve çû. Leylan li cîhê ku ketibû heta sibê xilmaş û bêtevger razabû. Sibehê rabû ku mêrê wê ne li mal e. Wî gotibû qey Leylan miriye, ew di wî halî de hiştibû, ji mal derketibû û çûbû. Lê Leylan nemiribû. Di dilê xwe de digot: “ev şensek e. An jî lehnetek e.” Meha payizê ya dawî bû, wextê çile bihata hewa sar û hêmî bû, potînê Leylanê tunebûn, solên xwe yên kevin xist nigê xwe, mantoyê xwe li xwe kir. Berê, wê destên xwe şil kir porên xwe ji paş ve top kir. Kulma destên wê tijje por bû, herî zêde vê yekê dilê wê êşandibû, porê wê dirêj û xelek bûn. Pir hes dikir ji porê xwe.

 

Êdî bi hemû hebûna xwe nefret dikir ji xwe. Demên dirêj di serşokê de porê xwe şeh dikir. Pir hez dikir ji vê yekê. Dûv re çentê xwe rahiştê û xwe avêt derve. Li taxeke biçûk feqîr û tengik de li malek bi du jûre dijiya. Cîranan hemmûyan ji Leylanê hez dikirin. Lê ditirsiyan pê re têkevin sohbetê. Mêrê wê hêrs dibû. Carek cîrana wê ba lê kiribû. Leylan jî çûbû du seetan sohbet kiribû. Mêrê wê dîsa lêxistibû. Ji wê rojê vir ve çi cara derketana derve lêxistina ku wê rojê xwaribû dihat bîra wê.   Tenê dema ew ne li mal bûna  derdiket û berî ku bê malê zû zû vedigeriya. Ji xwe elimîbû, ji dilê wê  nedihat tenê derkeve derve, pêdiviyek wê hebûna diçû sûkê û wê gavê dihat mal. Ne hevalek ne jî dostek wê hebû. Ne kes nêzî wê dibû, ne jî ew nêzî kesî dibû. Ev yek hijdeh sal yanî ji hinga ku zewicîbû werê bû. Leylan Mêrdînî bû.  Ji heft xweh û  bira ya sêyemîn bû. Çardeh salî bû kurê xalê wê hatibû ew xwestibû û bavê wê jî dabû. Piştî zewacê çûbûn Stenbolê. Ji ber ku kar li wir zêde bû, mêrê wê xwestibû malê barke wir. Lêbelê di çi karî de nesekinîbû. Çend caran bi qumarê lîstibû. Pir pere qezenç kiribû lê ew yek dirêj najot. Dûv re her ku lîst wenda kir. Her ku wenda dikir deyndar dibû.

 

Araqvexwarek derê hanê bû jî. Pera jî nedida malê. Leylanê çend caran bi deyn nan kirîbû. Gelek caran bi nanê zuha zikê xwe têr dikir. Nedihişt ku Leylan bişuxule jî. Çi yanê bila bişuxuliyana bibûna orospî!. Him ê welatiyên wan bigotana çi.! Haya malbata Leylanê jî jê tunebû, mêrê wê ev pazdeh sal e nehiştibû ku hevdu bibînin, jixwe bi malbata xwe re hevdîtin bikira jî behsa halê xwe nedikir, behsa halê xwe bikirana ê çi biguheriyana?!  Carekê fersendekê dîtibû li bavê xwe geriyabû. Jê re halê xwe gotibû. Bavê wê jê re got: “Piştî vê seetê vegera te tüneye, tu bi bûkanî ketî wê malê, tu yê bi kefen derkevî, wekî din tu çareya te tuneye.” Ji wê rojê de Leylan hêvîşikestî bû. Serî tewandibû li ber zilma mêrê xwe ev yek, lêxistin û heqareta ku dixwar kêm nekiribû. Leylan di kuçeyên teng de û di nava nêrînen metelmayî de ber bi behrê ve dimeşiya. Dixwest xwe bigihîne tengavê û xwe bera deryayê de.

 

Ev hujdeh sal e ji bo keçên xwe sebir  dikir êdî nema karibû biqedandana. Ji xwe herdu jî mezin bûbûn karibûn li çara serê xwe binêrin.  Ya  navê wê Şevîn bû şazdeh salî bû. Ya biçûk Xezal jî çardeh salî bû. Şevîn karibû him li xwe him jî li xwuşka xwe binêre. Leyla her du keçên xwe qeydî mekteba şevborîn kîrîbû. Dixwest dûrî bavê xwe mezin bibin. Xwestibû ji tiştên ku wê diêşînin û birîndar dikin dûr bixe.  Vê yekê jî bi cîh anîbû. Xezal jî diçû dibîstana seretayî Şevînî ya amadeyîyê. Dersên herduyan jî zehf baş bûn. Ji mekteb û hevalên  xwe hez dikirin. Tiştên ku dêya wan dijîya fêm dikirin hayidar bûn.  Lê tiştek ji destê wan nedihat.  Herduyan jî bi bûrsa dewletê debara xwe dikirin. Bavê wan ji hebûn û nebûna wan bêxeber bû jixwe. Di wan rojê ku Leylanê hêviya xwe birîbû de çend cara çûbû gilî li mêrê xwe kiribû, polîsan îfadeya  wê girtibûn û ew şandibûn malê . Dev ji vê helwestê  jî berdabû. Dewlet nikaribû wê biparasta, belê wê dewleta girsehêz di nava ewqas kujer û sûcdaran  de nikaribû serê xwe pê re biêşanda. Him ê çawa biparasta! Biketaba hefsê jî di demek kurt de derdiket dihat malê û dîsa lê dixist.  Tu rê û rêç li ber nemabû, li ber Leylana bedew…

 

Leylan gîhaşt behra bi xwey, gewnê pozê wê dişewitand. Bêhneke din jî kişande hundirê xwe bêhneke kûr bêdawî.  Bêhna xwe bernedida der, girî û keserên xwe davête dilê xwe.  Jixwe her şer dikir bi xwe re. Kesikek ne dibihîst û ne jî didît. Ku bibihîstana ê çi bikirana?  Êdî nikaribûn wê xelas bikin.  Niha ê qedera xwe bi kuştina xwe biguherta.  Ji mantoyê li pişta wê û ji hez kirina keçên wê pêvtir tiştekî wê tunebû di destê wê de. Ê bi  hesreta dayika xwe bimana, jixwe tim hesretîyên wê bûn. Ji şewqet û dilovaniya dêya xwe dûr, bi tena serê xwe mezin bûbûn.  De êdî piştî vê seetê bila dayika wan tunebûna ma ê çi biguheriya.  Qasekê ê li ber biketana şîna dayika xwe bikirtana dûv re ê jibîr bikirana, jiyana xwe bidomandana.  Leylan bi seetan li ber behrê sekinî xwe tev neda. Ketibû nava fikaran li her tiştî difikirî.  Di heman demê de hezar tişt derbas dibûn di hişê wê de. Bahoz û bablîsokên di hundirê serê wê de nedihişt ku tev bigere.

 

Xeniqandinê hîs dikir hewl nedida ji bo ku bêhna xwe bistîne. Te digot  qey yekî wê  bi hembêz jidandiye û nahêle tev bigere û xwe bilivîne.  Ev yek do bi şev anîbû bîra wê…

Talî du hêsir daketibûn ji çavên wê ji nişka ve wek ku ji xewnek giran û kûr şiyar bibe hatibû ser hemdê xwe. Xwekuştin çareya dawî bû êdî.  Bi biryar bû ê xwe bavêta ava tengavê lê dîsa jî ditirsiya ê bixeniqiyana wê ava daxezar û har ê laşê wê yî biçûk bi xwe re bibira. Ber bi piştî roj û şevan ê termê wê bihana dîtin.  Ditirsiya. Herî zêde jî sermayê ditirsiya. Ji niha de dicemidî. Zanibû av cemidî ye.  Av wek kêreke ê ew jê bikira  biêşanda. Pir ditirsiya lê dîsa jî bi biryar bû.  Nikaribû ji biryara xwe vegeriya.  Leylan jinek şahnaz bû…

 

Ji nişka ve  çentê wê ji destê wê şemitî, ket kêleka wê, çok da erdê ber çentê xwe, qelem û kaxizek derxist, berîya ku ji mal derkeve di nava alavên keçikên xwe de dîtibû û avêtibû çentê xwe.  Tenê tiştek nivîsand li ser kaxiz. Qediya!.. Qediyam êdî… Ji ber zilma ku ev hîjdeh salê kişandibû, ji ber bêkesbûnê, ji ber tenêtiyê û ji ber neçariyê qediyabû. Rihê wê yî peritî nedixwest di laşê wê de bimîne. Di nava ewqas êş û birînan de nediqedande êdî ê neqedandana jî. Sibehê ji mal derketibû lê bibû êvar.  Ewqas wext li benda çi mabû.  Her ku dima êşa wê û tirsa wê zêde dibû. Kaxiz û qelem xiste çentê xwe.  Ji cîhê ku çok dabû rabû ser xwe. Nêzî qeraxa behrê bû.  Dilerizî. Him ji tirsa him jî jî serma.  Gavek din jî nêzî qeraxê bû. Li merivên li dû xwe nêrî, her kes bi telaş bû, pêşî fêm nekir ku çi dibe, dû re li rûezman nêrî hewa tarî bûbû, mirov ji kar vedigeriyan malên xwe. Dilê xwe bijande wan. Di dilê xwe re derbas dikir ji bo ku malbatek, mêrak û karek wê yî normal hebana ê çi feda nekirana. Axînek ji dil kişand. Gavek din jî avêt qeraxê, av bi hemû heybata xwe kef dida.  Şepê bi dijwarî li qeraxa avê dixist. Ji paş xwe dengê mêrek ciwan bihîst, got: “Bisekine tu yê bikevî!” Leylanê bihîst lê li dû xwe nenêrt. Ciwan him ba dikir him jî bi gavên lez ber bi wê ve dihat. Di navbera wan de deh pazdeh mitro hebû…Leylanê  li paş xwe nêrî bi kenekî bê wate li wî ciwanî nêrî ciwan destê xwe dirêj kir ku bi milê wê bigre lê Leylanê xwe bera nav ava cemidî û daxezer da. Ciwan ji bo alîkarî diqêriya; alîkarî  bikin! Ê ku  bi hewara wî ciwanî hatin bi matmayî dixwestin meselê fêm bikin,  di wê navberê de Leylan di nava avê de ji ber çavan wenda bû.

Hewa tarî bûbû, ji ber wê tiştek xuya nedikir, wê gavê polîs, ambulans û ekîba lêgerîn û  xelaskirinê hatin.  Bêhêvî bûn û zanibûn êdî ne mimkine bi saxî xelas bikin.  Polîsan li hundirê çente mêze kir, xwestin xeberê bidin malbata û lêzimên wê nîşeya ku Leylanê nivîsîbû  dîtin.  Wekî din tiştek tunebû di çenteyê wê de, telefona wê jî tunebû.  Tenê nîşeya ku ji keçên xwe re nivîsandibû û nasnameya wê hebû. Roja din polîsan xeber dan Şevînê  keça wê ya mezin. Jê re gotin: “Llêgerîn didome.” Şevîn şoq bûbû nedigiriya jî. Ew jî wek dêya xwe nedigiriya nikaribû bigirî. Pir dişibiya dêya xwe, kesera xwe davêt dilê xwe. Mêrê Leylanê piştî nîvro di hembêza jineke din den xebera mîrîna wê girtibû. Şevînê  xeber dabû bavê xwe, zilam hinek heyirî bû, lê dilê wî rehet bûbû li ber neketibû xemgîn jî nebûbû. Tenê hinek şaşmayî mabû. Pîştî lêgerina sê rojan termê wê li qeraxek beravê hatibû dîtin.  Bi rojan di nava pêl a deryayê, di nava dilê deryayê de ruh dabû.  Mêrê wê cenazê wê nexwestibû, cenaze dan malbata wê, bavê wê hatibû. Bi destê xwe bire cîhê ku ji dayik bûye.  Li Mêrdînê binax kirin dia kirin ji Leylanê re. Ew ji hembêza behrê derxistin û kirin hembêza axê. Axê ji her kesê bêtir jê hez kir, laşê wê yî biçûk hembêz kir. Dê û bavê wê lê xwedì derneketibûn, mêrê wê jî xwedîtî lê nekiribû. Axê ji dêvla her kesî re wê hembêz kiribû û lê xwedî derketibû.

Rojda Gunduzalp

Werger ji tirkî Dilbirîn Dilo

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply