Jane Addams (1860-1935) û Navendên Xêrxwazîyê

Sosyologa (sociologist, civaknas) amerîkayî, ku di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de, di xebatên Dibistana Chicagoyê (Şîkago) de, karekî baş kiriye. Li ser ramanên Charlotte Perkins Gilman û Emily Greene Balchê ku di warê civaknasîyê de dixebitîyan, tesîra wê heye.
Di sala 1889an de li Chicagoyê, avahîya Hull Houseyê ava kiriye ku wekî xanî yan jî navendeke ciwarbûna (îskan) civakî hatiye nasîn. Di vê xebata wê de, Toynbee Hall (sazîya xêrxwazî û alîkarîyê) a li bajarê Londrayê, jê re bûye îlham. Janeyê dixwest ku li navenda ku wê damezrandîye, jin bikaribin karên baş bigrin ser xwe, xwedan rol bin û tesîra wan jî, zêdetir be. Li gor dîtina wê, jin di navbera daxwazên civak û malbatê de, dudil dibin ku pirî carê li dijî hev in û ku ev yek jî, dibe sebebê pirsgirêkan. Loma jî bawer dikir ku navendên (mal, xanî) xêrxwazî yên civakî, di arîşeyên debarê jinan de dikarin bibin rêya çareserîyê. Wê demê ‘Hull House’ ji bo Zaningeha Chicagoyê bibû navendeke girîng a sosyolojîk û gelek teorîsyênên civakê, marksîst û anarşîstan jî, gelekî bala xwe didane vê navendê.
Bawerîya Jane Addamsê ew bû ku digot, li hemberî mêran jin xwedîyê raserîyeke hundirdînîyê (içgörü, insight) ne û femînîsteka kulturî bû. Jane Addamsê peyvdarîya jinan û karkerên koçber (muhacir) dikir û di wê bawerîyê de bû ku civatekê hin baştir a aştîxwaz û hunerwer, encax bi bilindkirina nirxên jinanîyê û bi hevkarîya wan, dikaribû were damezrandin. Di sala 1931an de, dibe xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê. Lêbelê, bawerîya xwe a ji pasifîzmê tu carê wenda nake û dibe paryayekê (a ku ne ji çîneke civakî ye) civakî.

Ali Gurdilî

gurdili.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply