Danasîna çend romanên tirkî ku nivîskarên wan kurd in

Nazo – Mahmûd Alinak – Weşanên Berfîn

Nazo romana Mahmûd Alinak a duyem e. Romana wî a yekem “Şîro’nun Atesî – Agirê Şîro” bû. Romana wî a yekem romaneke gelek baş û balkêş bû. Ev romana wî jî wiha ye.

Mahmûd Alinak di bergê paşîn ê romanê de dibêjê: “Ta ku li cihanê sirgûnî û penaberî hebin,dê stranên wan û helbestên wan û çêrokên wan jî hebin.” Nazo romana keçeke kurd ku li Ankarayê dijî ye. Nazo keçeke şoreşger e. Di taxek/mahleyek de ji alîyê hemû zarokan ve tê hezkirin. Ew alîkarîya herkesî dikê. Ew ji bo jîyaneke mirovane têdikoşe. Nazo kurd e. Malbata wê mecbur  mane koçê Ankarayê kirine. Ew tim bêrîya gundê xwe û bêrîya welatê xwe dikê. Erê ew ji gundê xwe û welatê xwe dûr e û dilê wê tim li gund e û li welat e.

Romana Nazo û romana keserê ye û romana bêrîkirina welêt e.

 

REMO – Sedat Yurtaş – Weşanên Çivî Yazilarî

Hinek miletwekilîyên kurd dest pê kirine romanan dinivîsin. Ev tişteke gelek baş e. Sedat Yurtaj jî wek Mahmûd Alinak di demek de miletwekilî bû. Ew berendamê partîya HEP‘ê bû û ji Amedê bû miletwekilî. Sedat Yurtas û Mahmûd Alinak û gelek miletwekilîyên din ên HEPê ketin zîndanê û demek di hepîsê de razan. Ew di hepsê de vala nesekinîn û bi karûbarê çandî û wêjeyî re mijûl bûn. Wan di hepsê de gelek berhemên hêja afirandin.

Romana Sedat Yurtas “REMO” romaneke balkêş e. Di romanê de dema Berî 12 îlonê a 1980ê tê  dabaşkirin . Bûyerên romanê di wê demê de derbas dibin. Di dema Berî darbeya askerî/leşkerî a 1980êyî de nakokîyên di nav tevgera kurd de û dijayetîyên dijminahî a di nav hêzên kurd ên curbicur de bi zimaneke wêjeyî tê dabaşkirin. Qada romanê Amed e û bûyerên romanê di vî bajarî de çêdibin. Hêza neteweyî û Hêza Hevkarî (di romanê de du hêzên kurd bi van navan hatine navkirin) du hêzên gewre ên kurd in û li dijî hevdu ne. Pevçûnên di nav wan hêzên kurd de û û di vê çerçeweyê de bûyerên ku çêdibin û rewsa ramyarane û civakî û kulturî û malbatî a wê demê di pêvajoya jîyana Remo de tê  dabaşkirin . Remo lehengê sereke ê romanê ye.

Di romanê de nirxandinên ramyarane jî gelek cih girtîye. Her çendî hinek dibêjin divê di berhemên wêjeyî de nirxandinên ramyarane tinebê jî û bi a min hebûna nirxandinên ramyarane di romanan de normal e. Dema di romanek de motîfên ramyarane hebin û roman li ser bûyerên ramyarane ên ku rûdane hatibê avakirin û têde bibê nebê divê bîrûbawerîyên ramyarane hebê. Nivîser dikare bi devê leheng yan jî kesayetîyên ku di romanê de ne nirxandinên ramyarane bide şirovekirin.

 

Kavalin Ezgisi – Berjîn Hakî – Weşanên Jina Serbilind

Ev roman pêşî di rojnameya Ozgur Politikayê de wek tefrîka hate weşandin. Paşê wek pirtûk di nav weşanên Jina Serbilind de derket. Kavalin Ezgisi – Lorîya Bilûrê – berhemeke gelek balkêş e. Bûyerên ku di vê berhemê de derbas dibin, bûyerên rasteqînin. Mirov bi hêsanî dikare vê berhemê wek berhemeke wêjeya realîst bi nav bikê.

Di pirtûkê de serpêhatîya du keçên gerîla tê  dabaşkirin . Di sereke de keçikek birîndar dibê. Ew keçika birîndar û keçikek din bi hevre ji hevalên xwe veditewin. Ew herdu 85 roj di çîyan de digerin ta ku digihîjin hevalên xwe. Di van 85 rojan de gelek bûyer têne serê wan. Nivîserê berhemê Berjîn Hakî bi xwe jî gerîla bûye.

 

Güvercini De Öldürdüler –Kevokê jî kuştin

Selim Çürükkaya – Weşanên Mîtanî

Destpêka romanê bi sawêreke gelek xweş dest pê dikê. Xwezîya roj bihatana û ev tiştên ku wek sawêrî di destpêka vê romanê de hatine nivîsîn bibana rastî û biketana jîyanê. Nivîser di destpêkê de şayesandina Kurdistaneke azad wisan xweş kirîye ku mirov di hindirê xwe de dibêjê xwezîya Kurdistan wiha bibûya.

Di romanê de xort û keçikeka kurd ku navê wan Dilşa û Munzur re û ji hev û du hez dikin û evîndarê hev in. Ev herdu di nav welêt de ji xwe re rêwîtîyê dikin. Di trênê de rastê du lîstîkvanên ku di şanoya Kurdî de dileyizin û tên. Ev lîstîkvan pirtûkeke dîrokî a dema çûyî dîyarîyê wan dikê. Di vê pirtûkê de çêroka Dilşa û Munzur tê  dabaşkirin . Ji bo ku ev keç û xort ji lîstikvan re gotibû navê me Dilşa û Munzur e û loma jî ê lîstikvan vê pirtûka ku di dema burî de behsa serpêhatîya Dilşa û Munzur dikir û dîyarîyê wan kiribû. Romana “Güvercini de Öldürdüler – Kevokê jî kuştin” romaneke balkêş e lê têde gelek dîtinên çewt hene. Ji xwe pirê cihê pirtûkê ji hacma romanê derketîye û bûye wek pirtûkeka bangeşeyê. Ev tişt jî alîyê romanê ê hunerî qels dixe.

 

Ema Lenge – Huseyîn Yildirim – Weşanên Mîttanî

Ema Lenge romana serîhildana Dêrsimê ye. Nivîser bûyera serîhildana Dêrsimê wek roman li hevdu hûnandîye. Wî ji devê jineka Dêrsimî serîhildana Dêrsimê û serborîya jinikê nivîsîye. Roman ji alîyê zimanê wêjeyî ve gelek qels e. Nivîser çima navê “Ema Lenge” li romanê kirîye? Ev peyv tê çi  wateyî? Li gor  vê pirtûkê ew jinika ku bîranînên xwe dabaş dikênavê wê “Ema Lenge” ye. Navê mirovan û navê jineka kurd “Ema Lenge” dibê û nabê ez nizanim. Lê mirov şaş dimîne ku naveke wiha ecêp li mirovan datînin. Pirtûka Huseyîn Yildirim ji romanê bêtir dişibê bîranînê. Lewra têde bi giranî bîranîna jineka kurd ku navê wê Ema Lenge ye heye.

 

Hüznün Mavîye Akar – Zeynel Abidin – Weşanên Rewşen

Romana serborîya keçek soreşger e. Romaneke felsefîk û hinek jî derûnî e. Navê lehenga romanê Zozan e. Zozan dema ji dêya xwe dibê û di dema welidandinê de dêya wê dimire. Zozan bê dê mezin dibê. Ew dema fêm dikê ku dêya wê di welidandinê de mirîye. Ew xwe wek sucdar û wek sedemê mirina dêya xwe û xwe dibînê.

Zozan paşê fêr dibê ku dêya wê ne di dema welidandina wê de mirîye, dêya wê ji alîyê cendirmeyekî tirk ve hatîye kuştin. Destgirtîyê Zozanê jî ji alîyê hêzên tarî – kontrgerîla- ve tê revandin û tê hûndakirin. Zozan jî paşê tê girtin û dikev hepisê.

 

Têbînî – 1 – : Min di destpêka sala 1999ê de dest bi nivîsîna vê nivîsê kir û di meha 12an a 1999an de dawî li vê nivîsê anîbû. Di nav vê salê de dibê ku hinek romanên nivîserên kokkurd ên zimanê tirkî derkevin û nekevin destê min û yan jî haya min ji wan çênebê, ên ku haya min jê çêbû û min di vê nivîsê de behsa wan kir ev in.

Sala 1999

Têbînî – 2 – : Ev nivîsa min  22 sal berê hatîye nivîsîn û loma jî dema xwendevan bixwîne sala nivîsîn li ber çav bigirê. Ew sal ev pirtûkên ku min di nivîsê de behsa wan kirîye hatibû weşandinê û loma jî min ji xwendevanan re pêşnîyar kiribû ku wan pirtûkan bixwînin.

Ji van nivîskarên kurd ên tirkînivîs Sedat Yurtaş piştî tirkînivîsê dest bi kurdî nivîsînê kir û çend pirtûkên kurdî nivîsî û weşand. Zeynel abîdîn jî piştî tirkînivîsê, dest pê kir bi kurdî nivîsî, lê çi heyf ku temenê wî têr nekir, koç kir, zû çû ser heqiya xwe, Xwedê rehma xwe lêbike, mekanê wî bihuşt be. Romana Berjîn Haqî Kavalin Ezgisi – paşê bi kurdî bi navê ”Lorîya Bilûrê” hate weşandin.

Tebax 2022

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply